ŞERÊ ROSTEM JI BONA PARASTINA WELÊT Û AXIRÎ-AQÛBETA WÎ -1

ŞERÊ ROSTEM JI BONA PARASTINA WELÊT Û AXIRÎ-AQÛBETA WÎ -1

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema sedşêstûpêncan me ji pirtûka “ŞAXÊD ÊPOSA “ROSTEMÊ ZALE KURDΔ, ku sala 1977an bi kurmancîya kîrîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê beşa pêşin a berhema bi sernavê ”ŞERÊ ROSTEM JI BONA PARASTINA WELÊT Û AXIRÎ-AQÛBETA WÎraberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Ji nimûneyên zargotina me – 165

 

ŞERÊ DÊWÊ SPÎ Û ROSTEMÎ ZAL

***

Carekê li caran, rehme li dê û bavê hadir-guhdêran.

-Yê te jî.

Padşa dîwanek danî

Çiqas fêriz, pelewan hebûn,

Gazî kir, anî dîwanê,

Berê xwe zivirand Gêwo, go:

-Sed cara bi anîya min

Hûnê herine cîyê Tûranê,

Namûsekê bikin,

Ku Rostem têda nînbe.

Go: -Padşayê min, welle xweş gotine,

Xweş xebere,

Belê şerê Rostem têda nînbe,

Ew şer jî ne xweşe.

Padşa berê xwe zivirand Tûs,

Tûs jî wa caba padşê xwe da:

Padşa go:- Sed carî bi anîya min,

Hûnê herine cîyê Tûranê,

Namûsekê bikin,

Ku Rostem têda nînbe.

Çi roja diqewime Rostem dibêje:

“Hûn bi saya Rexşê – Belek

Cîyê Îranêda nan dixun”.

Gêwoê Guderz, go, gazî katiba kin.

Gazî katiban kirin, kaxez nivîsîn,

Cî û memleketan gerandin:

Hindî şûrê wan dibirî

Eskerê xwe dane civandin.

Eskerê xwe dane samê,

Eskerê wan bû heft lag,

Her lagek wan sed hezar.

Sekma zêrîn kişandin lingê Tûs,

Alegêvan dane ser milê Tûs,

Tûs pêşîya eskerê xwe ket,

Gêwo jî dû esker çû.

Eskerê wan kete riya Çilxanêda:

Çol Û çolistanê, berî – berîstanêda çûn,

Çûn ax û ava dêwê Sipî derketin.

Sibê dinya ron bû.

Şivan – gavanê dêwê Sipî rabûn,

Garan, pez birine çêre,

Hindî sitêrkê ezmanan,

Hindî belgê daran,

Hindî xîzkê çeman,

Hind qeder agir – xêbet diçilvilin.

Şivan – gavan paşva zivirîn,

Qesta dêwê Sipî kirin,

Gotin: – Esker ji Îranê hatîye ser te.

Dêwê Sipî go:

– Tu melehezran nekin,

Rabin revoya bibine çêre.

Sêr avîte dilê xweda.

Sibê dinya ron bû,

Gêwo gazî kir, go:

– Tûso, çevê min nabînin.

Eskerê Îranê hemû kor bûn,

Hemû yek – yekî nabînin.

Xwarzîyê Rostem – Bêjen tenê maye,

Tenê maye, ew dibîne,

Herçî sêrêye li mala Rostem eser nake.

Gêwo go: -Bêjen,

Min hîvî, sed hîvî ji te heye,

Tu bighîjî padşa, teybîrekê bike,

Heker nekir, ji eskerê me namîne,

Însanê leşê însan bixwe.

Bêjen hespê xwe siyar bû,

Paşva zivirî, qesta padşê kir,

Hat li dîwanê derket,

Ço hespê xwe girêda tewlexanê,

Qesta eteka padşê xwe kir,

Patek avêt şihê etebê sekinî.

Padşa teglîfa rûniştinê kir,

Bêjen cihê xweda rûnişt.

Go: -Bêjen, wesyeta şer bo min bike.

Ka ewana çi namûs kirîye?

Go: -Padşahim, xweş bî,

Sed car bi anîya te,

Me ne tu şer kirîye,

Me ne tu namûs kirîye,

Roja em av û axa dêwê Sipî derketin,

Sêr avîte ser Îranê, hemû kor kirîye,

Sêr avîte dilê xweda.

Teybîrekê bike, heker na,

Însanê leşê însan bixwe,

Heta çil rojî din dibe.

Padşa emir kir ser jinê welêt,

Hemû xwe bi reşe – şenê girêdin,

Bêne cem Bêjenê xwarzîyê Rostem,

Bêne cem şahzadêd padşê.

Siyarbûn, qesta Zabilê kirin.

Rostem dûrbîn danîye,

Dûrbînê temaşekir deştê.

Go: -Vê raxistinê ji odê rakin,

Raxistineke dinê bavêne odê,

Xwedê xêrke, herdu şahzadê min

Gel Bêjenê xwarzîyê min

Di der minda hatin,

Çika çi qewimîye, ku jinêd welêt

Xwe bi reşê û şînê xwe werkirine,

Xwedê xêrke.

Herçî jin bûn, çûn alîyê heremê,

Herçî şahzadê padşê-xwarzîyê Rostem Bêjan bûn,

Qesta oda Rostem kirin.

Çûne nik Rostem,

Silavek dane Rostem,

Rostem berva rabû.

Herdu şahzadê padşê birin,

Danî jorê-ser textê xwe.

Bêjen ji malêye,

Cîyê xweda rûnişt.

Go: -Herdu şahzadê padşê,

Ka weysetê şer bo min bikin,

Babê we emir kirîye,

Ku bê Rostem herin namûsekê bikin,

Ku Rostem têda nînbe,

Ka we çi namûs kirîye?

Go: -Pirsan ji xwarzîyê xwe Bêjen bike,

Ji şer ew tê, bila bo te qise bike.

Rostem go: -Bêjenê xwarzîya!

Bêje min, ka we çi namûs kirîye?

Bêjen go: -Ya Serbilindê Îranê,

Me ne tu şer kirîye, ne tu namûs kirîye,

Roja em av û axa dêwê Sipî derketin,

Sêr avîte ser Îranîya,

Hemû kor kirîye,

Sêr avîte dilê xweda.

Teybîrekê bike, Îranê ji wî zalimî xilazke,

Heker na -xwedê-pêxemberan,

Heta çil rojî namîne-

Însanê goştê însan bixwe.

Rostem go: -Sê qirarê xwedê

Li ser canê min ketine:

Padşa bigirin, bêdera sap pê bidine kirinê,

Padşa bigirin, qazux bikin,

Zabilê serê Rostemda bînin,

Rostem îdî tu şer, tu dehwa nake.

Rostem enirî, cîyê xweda rûnişt.

Bavê wî Zal derî vekir, derva hat, go:

-Rostem, kurê min, min hîvî, sed hîvî ji kurê xwe heye,

Wekî jin hatine pey te,

Tu rabe teybîrekê bike,

Îran heyfe, Îranê xirab neke.

Go: -Bavo, ew padşayê min dîtî – padşakî ne cinse, neheram,

Şev û roj şuxulê wî ewe-

Dixebite, wekî navê egît-xweşmêra xirab bike…

Bavê wî Zal got: -Rostem, kurê min,

Seba padşê, Îranê xirab neke.

Rostem kire gazî: -Rexşê-Belek derînin.

Zînê zêrîn avîtine ser piştê,

Gurzê hezar pênsid şêst û şeş xûnkarî

Ser qerpûza zîn danîn,

Gurz, tîr-kevan alîyê din danîn,

Rostem hemaylek zêr û zîv

Rast û çep ber xwe şidand, danî,

Pê xwe avîte rikêfê,

Xatir ji bavê xwe xwest,

Go: -Bavo, min hîvî ji bavê xweye-

Ka riya kurt nîşanî min bide,

Ka kîjan rêda herim, ku zû bighîjim eskerê xwe?

Go: -Rêk heye, dibên riya Çilxanê,

Di wê rêda herî-

Ancax çil rojî bighîjî eskerê xwe.

Rêk heye, dibên riya heftxanê,

Herkê di wê rêda herî-

Tuyê heft roja bighîjî eskerê xwe.

Lê silamet derbaz nabî.

Tu xebera min bike, riya Çilxanêra here.

Go: -Bavo, heta riya Çilxanêra herim,

Însanê wê laşê însan bixwe,

Xwedê eger ser min bide hilanê,

Ezê di riya heftxanêra herim.

Go: -Kurê min, wekî tuyê riya heftxanêra herî,

Li cîyê avayî nesekinî, herî ser çiyayêd bilind-

Şevbihêrîyê derbaz bikî.

Go: -Kurê min, oxirbe ji tera.

Rostem xatir ji bavê xwest,

Serê Rexşê-Belek berda,

Kete deştê, çol û çolistanê, berî-berîstanê,

Heker pir çû, heker hindik,

Çû nava rez û baxekî derket,

Gul û gulçîçek ser binkê xweda xarbûne,

Bêhna cinetê ji rez û baxa tê,

Rexşê-Belek hat xarê,

Rexşê-Belek heykir nava rez û bax,

Rûnişt ser kanîyê, ser çevê xwe şûşt,

Nanê xwe deranî, nanê xwe xwar,

Serê xwe danî ser gurzê xwe, tenê raza.

Rez û baxê dêwê Sore.

Ma êvarê, dêwê Sor hat,

Çevê wî bi Rostem ket,

Go: -Xwedê zane-

Wekî ez şiklê însanan mîna vî pelewanî bikim,

Hestîyê sax di laşê minda hilnayê.

Xwe kire ejdahak, çû ser Rostem,

Wekî Rostem daqurtîne.

Rostem razaye,

Çevê Rexşê-Belek lê ket,

Hat devê xwe avête guhê Rostem,

Rakir, danî ser gurzê wî.

Kevir ji navbeyna serê gurz radibe,

Rostem ji xewa hişyar nabe.

Serê ejdehayî gihîşte ber pê Rostem,

Wekî Rostem daqurtîne,

Rexşê-Belek devê xwe avête pişta ejdeha, girt,

Hejand, li erdê da, pişt nîvîda şikênand,

Bû du ker-her kerek çiyakî ket,

Çilka xûnê avête rûyê Rostem.

Rostem çevê xwe ji xewê vekir,

Serê xwe hilanî, fikirî,

Dêw kire gazî: -Tu qurbana Rexşê-Belek bî,

Heker na, min îro hestuyê sax li laşê te nedihişt.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev