Kurd di tarîxa Ibn el-Esîr de. Werger: Emîn Narozî

Kurd di tarîxa Ibn el-Esîr de. Werger: Emîn Narozî

Pirtûkeke delal ji Weşanxaneya AVESTA

Jînenîgarîya Ibn Esîr: Ebû Hesen Ezedîn Elî (555-630/1160-1232) ibn Ebu l-Kerem Mihemed ibn Mihemed ibn Ebd ul-Kerîm ibn Ebd ul-Wahidê Şeybanîyê Cizîrî ku navdarê bi Ibn Esîrê Cizîrî ye û li Cizîra Botan di sala 555/-1160î de hatîye dinê û lê mezin jî bûye ku jixwe bi malbatî ji xelkê wê derê bûne û di sala 630/1232an de 75 salî wefat kirîye. Ew dû re bi bav û birayên xwe re çûye Mûsilê ku li wê derê jiyaye, xwendîye û li Ebû Fedil Ebdullah ibn Ehmed Xetîbê Tûsî û yên di tayê wî de guhdarî kirîye û li cem wan perwerde bûye.

Ew gelek caran ji bo hecê û weke qasidê xwedîyê Mûsilê jî çûye Bexdayê ku hingê dema li Bexdayê bûye jî li cem zanayên mezin mîna fiqihzanê şafi´î Ebû Qasim Ye´îş ibn Sedeqe (m. 593/1196), Ebû Ehmed Ebd ul-Wehab ibn Elîyê Mitesewifî, Ibn Siweydê Tikrîtî (m. 583/1188), Ebû Ebas Ehmed ibn Osmanê Zerzarî (m. 591/1194), û gelekî din guhdarî kirîye û xwendina xwe bi pêşxistîye. Pişt re ew çûye Şam û Qudsê ku li wan deran jî beşdarî xebatên zana û şarezayên wê derê bûye, li cem wan xwendîye û li gelekan jî guhdarî kirîye. Dû re ew vegerîyaye Mûsilê û li wê derê bi nav birrî li mal maye û li ser zanîn û nivîsînê rawestîya ye.

Ew di zanîna hedîs û jiberkirina wê de pispor û şareza bû û gelek agahdar û zanayê ser dîroka kevn û nû bû, çawa ku serwextê bi neseba ereban, bi agahên ser wan û bîrewerê bi bûyer û serpêhatîyên wan bû. Ew di sala 626/1228an de li cem xwedîyê Helebê Melik Ezîzê kurê Melik Zahirê kurê Selahedînê Eyûbî maye ku Ibn Xelikan ew li wê derê dîtîye, hercar çûye cem, lê guhdarî kirîye. Her di hingê de jî ew rastî Şahabedîn Tuxrilê Xadim yê perwedekarê/atabegê Melik Ezîz hatîye û dîtîye ku Şehabedîn gelek qedrê wî girtîye, hertim çûye cem, lê haydar bûye, bala xwe daye ser û pê re baş alîkarî kirîye. Ew piştî salekê di sala 627/1229an de çûye Şamê, lê dîsa vegerîyaye Helebê ku heya sala 628/1230yî lê maye û dû re zivirîye Mûsilê.

Gelek berhemên Ibn Esîr hene ku ya girîngtir û mezintir Tarîxa wî ya ber destê we el-Kamil fî t-Tarîx e. Ew li gorî çapan di navbera 10-12 bergan de diguhire ku ji destpêka zemanî heya sala 628/1230yî digire nav xwe. Bi rastî ew kironolojîyeke/tarîxeke sal bi sal ya ser bûyerên welatên Islam û yên hawîrdorên wê ye.

Li gorî Keşf uz-Zunûna Katib Çelebî Kamîl ut-Tewarîxa [El-Kamil fi t-Tarîx] Ezedîn Elî ibn Mihemedê navdarê bi Ibn Esîr li gorî çapa pêşî ya sala 1166an ji 13 bergan pêk tê (çapa dawî 10 berg e) ku ji destpêka zemanê digire û heya sala şeşsed û bîst û nehan (629/1232) berî mirina wî bi salekê didomîne. Cemaledîn Mihemed ibn Ibrahîm Wetwat el-Kutubî (m. 718/1318) notên hêja li ser nivîsîne. Herweke ku Ebû Talib Elî ibn Enceb ibn is-Sa´î (m. 674/1275) jî pênc berg ku heya bûyerên sala 656/1258an wek zeyl lê zêde kirîye û Mewlana Necmedînê Tarimî jî li ser daxwazîya Mîraza Mîranşah ibn Tîmûr ew wergerandîye zimanê farisî.

El-Kamil fi t-Tarîx yan jî li gorî Keşf uz-Zunûna Katib Çelebî Kamîl ut-Tewarîxa Ezedîn Elî ibn Mihemedê navdarê bi Ibn Esîr li gorî çapên pêşî ji 13 bergan pêk tê (çapa dawî 10 berg e) ku ji destpêka zemanê digire û heya sala şeşsed û bîst û nehan (629/1231-32) berî mirina wî bi salekê pê ve tê. Ew piştî tarîxa pêxemberan bi tarîxa rûmê, ya grekî, selevkî, yemenî û peryodên serdema erebên cahîlîyê didomîne. Pişt re ew dest bi serdema Pêxemberê islamê Mihemed (e. s.) û tarîxa islmê dike û ji dema koçê û pê ve sal bi sal rêz dike heya digihê salek berî mirina xwe ya sala 630/1233an.

Cemaledîn Mihemed ibn Ibrahîm Wetwat el-Kutubî (m. 718/1318) gelek notên hêja li ser nivîsîne. Herweke ku Ebû Talib Elî ibn Enceb ibn is-Sa´î (m. 674/1275) jî pênc berg ku digihê heya bûyerên sala 656/1258an wek zeyl lê zêde kirîye û Mewlana Necmedînê Tarimî jî li ser daxwazîya Mîrza Mîranşah ibn Tîmûr ew wergerandîye zimanê farisî.

Ev el-Kamila Ibn Esîr cara pêşî çawa li jor jî bihurî, li Leydena Hollanada ji hêla Carolus Johannes Turnberg ve di navbera salên 1851-1876 de hatîye weşandin ku dû re hinek çapên din jî der çûne. Demeke dirêj di pey re jî ew ji hêla Prof. Dr. Ahmet Ağırakça[15] ve Prof. Dr. Mertol Tulum ve bo zimanê tirkî hatîye wergerandin û di sala 1986an de jî li Stembolê ji hêla Bahar Yayilari hatîye weşandin.

 

Jînenîgarîya Emîn Narozî: Emîn Narozî: di sala 1951ê de li gundekî Batmanê bi navê Gundikê Qêre hatiye dinê û destpêka xwendina xwe ya medresê li gundê xwe û yên navçeyên Batman, Sêrt, Mêrdîn û Diyarbekirê xwendiye û pê re jî lîseyê distans qedandiye. Ew piştî cunta 12 îlonê ji ber sedemên siyasî hatiye girtin 5-6 mehan di hebsê de maye, lê dû re derketiye û reviyaye Ewrûpa. Ew li Swêdê bûye penahber û li universiteya Stockholmê beşa zimanê erebî xwendiye. Piştre jî li Swêdê hem kar kiriye, hem jî ji kovar û rojnameyên kurdî re nivîsîye û demekê jî di redeksiyona Rojnameya Armancê ya ku li Stockholmê derdiçû, de xebitîye. Digel transikrîbeya hinek kilasîkan, wî ji berhemên geştîvan û dîroknasên islamê yên erebî bi gelemperî û bi taybetî jî beşên li ser kurdan û li ser Selahedîn û eyûbiyan wergerandiye zimanê kurdî. Heya niha Dîwana Melayê Cizîrî û Dîwana Rûhî, bi beşdarî, Terkîb û Zirûfê û beşeke Hawarê transikrîbe kiriye, herweha kitêba Corcî Zeydan ya bi navê Selahedînê Eyûbî, beşek ji Wefeyat el-E´yana Îbn Xelikan ya Ser jiyana Siltan Selahedîn, lêkolîna Vladimir Mînorski ya bi navê The Studies in Caucasian History ku li ser Pêşdîroka Selahedîn û Tarîxa Dewleta Şedadiyan e û beşek jê jî ji Cami´ ed-Diwela Minecimbaşî ya ser tarîxa şedadîyan e, wergerandiye zimanê kurdî û evên dawî di nav weşanên Avesta de derçûne. Herweha Gerdenîya Gewherî Şerha Dîwana Melayê Cizîrî ya Mele Ehmedê Zivingîyê Miftîyê Qamişlî jî ji erebî wergerandîye kurmancî ku w jî ji hêla Avestayê ve gelekî bi rêkûpêk hatîye weşandin û herî dawî jî destxeta Tarîxa Dewleta Kurdan ya Mihemed ibn Îbrahîm ibn Mihemed ibn Ebd ul-´Ezîzê Ensarîyê Xezrecî ku li ser împeratorîya eyûbîyan e, wergerandîye kurmancî ji bilî Hinek ji vê el-Kamila Ibn Esîr ya ber destê we, ji Tarîxa Teberî û ji Tecariba Miskeweyh ku niha li ber çapê ne.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev