Mihemedê kurd û hin çîrokên din -24

Mihemedê kurd û hin çîrokên din -24

Charles Wells

Wergera ji îngilizî: Welat Agirî

Piştî nesîhet û şîretan, Bedr el Mahayê av û erzaqê Mihemed danî balonê, balon bi hewa ket û  Mihemed berê xwe da Baxçê Feylesofan.

Nuzhat-ez-Zeman, şagirda Feylesof Ziraccan ya herî serkeftî bû. Ziraccan gelekî ji wê hez dikir û nedixwest xwendevaneke ewqas jêhatî û serkeftî ji wî dûr bikeve. Wî jî, ji Nûzhetê û hevalên wê re kincên bi per û bask çêkiribû, ku wan kê der bixwestana diçûnê û herder ji wan re qonaxa rojekê bû. Cîh û warek nemabû, ku ziyaret nekiribûn. Lê bi ku de biçûna jî êvaran vedigeriyan ba feylesof Ziraccan. Di nav wan cih û waran de herî zêde Baxçê Feylesofan ji wan re bûbû stargehek.

Çend sedsal berê keçeke gelek bedew a aqilmendekî yewnanî hebû, ku aqilmend ji bo me û ewlehiya qîza xwe, çêkirina baxçekî ji cinekî xwestibû.

Li gorî plana çêkirinê, goveka baxçe bi gelek teqlîdên darên fêkiyan ve hate xemilandin, ku ew şitl û şaxên dara ji çar aliyên dinyayê hatibûn berhevkirin. Devûdor jî bi heykelên însîn ên ji zêr û zîv, çûkên tûnçî û heywanên bêjî ên hesinî ve hatibû pêçandin û li ser hemûyan jî navên ecêb û tiştên bi tilsim hatibûn nivîsandin. Av ji devê wan heykelan diherikî ku wek xeteke qelemê a herî xweşik diçû û xwe digîhand hewza di orta baxçe de.

Tu zilamekî lingê xwe ne avêtibû baxçe, ku mêrê herî bitaqet û biqewet jî tiştekî wisa bikira, wê miheqeq bihata kuştin. Û ji xeynî Nuzhet-ez-Zeman û hevalên wê kesî fêkiyên bêxçe tahm nekiribû.

De ka em mêzînin Mihemed çi kir, çi ne kir! Bi siyarbûna wî ya balonê ve, balon firê ket û heya ber deriyê baxçê feylesofan jî nesekinî. Xwe gîhandina bêxçe re, wî hahanka balon daxist, jê peyabû, di nav kulîlk û fêkiyên baxçe re dest bi meşa xwe kir. Dema wî dixwest destê xwe bavêje fêkiyan, wan xwe ji destê wî vediziyan û nedihîştin Mihemed wan bigire. Gava xwe gîhande goveka bêxçe û hate ber hewzê, dît wa bêxçe bi heykelan ve hatiye pêçandin, bi daran ve hatiye xemilandin û gelek sandalî li dora hewzê hatine bicîhkirin.

Dû re, Mihemed ber bi sandaliya herî mezin çû, kete binê wê û xwe veşart. Ew sandaliya Mihemed di bin de bû, ji bo qîza fîlozofê yewnanî, bi qîlên fîlan hatibû çêkirin, bi zêr û zîvan hatibû xemilandin. Sandaliyên dinê, ji darên udî û bizmarên zîvîn hatibûn çêkirin. Mihemed bala xwe dayê her sandaliyek di bin darekê de ye û dar jî bi çûkên buhagiran ve hatine xemilandin, ku bi strîna çûkan ve bêhna misk û emberê dibariya.

Û hatin, refeke ji deh çûkan, hat û her çûkek li ser kursiyekî venişt, ya herî rind û xweşik hat û li ser kursiyê ku Mihemed di bin de bû, rûnişt.

Bi hatina wan re, çûka dest bi stran strînê kirin, misk û ember ji devê wan herikî û hawîrdor rapêçand. Pey re, bona sobekariyê per û baskên xwe ji xwe kirin, xwe tezî kirin, ku her yek ji wan qîzeke bakîre bû. Lê ya ji binê sandaliya mezin derket, wek hîv û qemerê bû û zehf ji wan hevalên xwe ên din bedewtir bû, ku ji wê re digotin Nuzhat ez Zeman.

Dema wan keçên azib per û baskên xwe ji xwe kirin û xwe avêtin avê, Mihemed hêdîka destê xwe avête kincên Nuzhatê, kinc hildan û revî. Bi reve rev xwe gihand deriyê bêxçe û li ber derî hêviya hatina Nuzhatê ma.

 

Jêder: Mehemed the kurd; and other tales

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev