Erf û edetên milet û ziman

Erf û edetên milet û ziman

Eskerê BOYÎK, nivîskar/lêkolîner

Erf-edet, rabûn-rûniştandin, çûyîn-hatin, cûrê jîyana gelan e… Ew şayî ne, şîn in, cejn in, rojên bîranînan e, mêrasîmên olî û ne olî ne, cûrê mêvandarîyê û demên kivşkirîye din in. Ew gişk tomerî gelekî ji yên din cuda dikin. Çiqas jî tiştên hevbeş li cem pir gelan hebin, lê dîsa reng û cûrê derbaskirina wan cem her gelekî cuda ne. Mesele zewac, dewat. Li cem her gela jî fikir û naveroka dewatê, zewacê yek e, lê her gel bi cûrê xwe, bi kilam û reqasên xwe, bi erf û edetên xwe wê cêrga şaynetyan derbas dike.

Zengînbûn û xisûsîya ruhê gelan bi zengînbûn û tomerîbûna erf-edet, eyd-erefat, reng-rewşên wan va girêdaye. Ew medenyeta gel e. Bi wê medenyetê, bi wan reng-rewşan, wê hebûna xweye xisûsî jî her gelek derdikeve meydana medenyeta cihanê, tê qîmetkirin û naskirin… Lê gelo meriv kare bêje erf-edetên kîjan gelî rind in, xweş in, bedew û bi kêr in, yên kîjana na? Helbet, di nav edetên her gelekî da jî yên qenc jî hene, yên bêkêr jî… Lê her gelekî ra erf-edetên wî şîrin in, xweş in, nêzîkî ruh û dilê wî ne. Ew bi wan perwerde bûne. Ew wan hiz dikin.

Xeysetê gelayî tomerî jî bi komplêksa erf-edet, xisûsîyên jîyana wan çê dibe…

Koka erf-edetan hîmlî ji dewranan tên, nav salekê–duda da kes nikare wan biguheze, yan bi ferman-qirarên hukumdaran wan ji holê rake, tuneke, yan yên nû carekê va bike nav deba gelan. Bi destê zorê erf-edet ne tên berdan, ne jî nu va bi hêsanî dixuliqin. Gel bi erf-edet, eyd-erefat, rabûn-rûniştandinên xwe dijîn.

Edet jî demê ra, guhestinên jîyanê ra, pêvajoya pêşdaçûyîna șaristanyê va hêdî-hêdî têne guhestin, dikevine nav reng û naveroka nû…

Gelê kurd bi erf-edet, eyd-erefatên xwe zengîn e. Qet na xweyê 3-4 bawarîyên cuda û mesheban e. Bi seda êl û eşîrên mezin di nav Kurda da hene, kurd bi çend zaravên ji hev cuda diaxivin, perçekirî ne li nav dewletên dagerkir da… Eyd û erefatê Kurda hene ku ji kûraya hezarsalan tên… Tevî eyd û mêrasîmên olî usan jî gelek edet, eyd-erefat heywanxweykirinê, cotarîyê, derbasbûna salê, guhestinên hewayê, demên bêcerkirina axê va girêdayîne… Êl û eşîr jî xweyê hinek erf-edetên xweyê xusûsîyên cuda ne.

Xwestina min ew nîne vê gotarê da derheqa xisûsîyên erf-edetan, rola wan di nav emirê gelan û civakan da binirxînim. Fikira min derheqa heleqetîyên wan û zimên e.

Zimanê her gelekî ruh, tem, reng, cûre, bask û bedewîya erf-edetên wî gelî ne. Bêy zimanê gel edetên wî bêruh û bêreng in, bêcûre û bêhewas in, tunene. Eger edetên gel bi zimanê wî pêk nayên, ew edetê wî gelî nînin. Bê zengînbûna ruh, erf-edet, eyd-erefat û rabûn-rûniştanduna nikare zimanê wî gelî yê zengîn û şîmşat hebe…

Helbet gelên serdest û bawarîya hukumdar carna bi mecalên xweye cûrbicûr medenyet û zimanên gelên bindest dihedimînin, îlahî dema bawarîya gel bi zimanê wî nîne, jê ra nabe xûn-qinêt, nabe mecala xweyîkirina gel û zengînkirina zimanê wî…

Pirs pêjda tê, gelo çawa di halê jorgotî da, bi dewana him erf-edetên gelê Kurd û him jî zimanê kurdî ji holê ranebûn? Ew çawa bû, ku dewsa zeyîfbûn û undabûnê, zimanê kurdî, medenyeta kurdaye gelêrî usa zengîn û şimşat, bedew û rengîn gihîşte sedsala me?

Sureke kûr û nedîtî vê pirsê da tune. Gelê Kurd li ser axa xwe bû, erf-edetên xwe bi kurdî dikir, çûyîn-hatin, rabûn-rûniştandin, mêvandarî û bazirganî, jîyana wî bi kurdî û kurdewarî bû. Eger şîn û şaya da kitêba pîroz bi erebî hatîye xwendin jî, lê dîsa girî û ken, hewas û êş, evîn, sond û due’a, kilam, dilok, miqam û reqas bi kurdî bûne…

Folklora her gelekî sifetê jîyana wan e. Sifetê jîyana gelê Kurd jî di folklora wî da ji me ra hatîye xweykirin… Folklora gelê me xizneke bê çap û bê pîvan e. Bêhesab cûrê kilam, reqas û lîstikên gelêrîye hewaskar û tiştên xisûsîye din tê da hene. Her eydekî, şayîkî yan şînekê da cûrekî kilama hatîye gotin, cûrekî lîstik û mijûlbûnê hebûye, cûrekî axaftinê hatîye kirin, cûrekî xwerinê hatîye hazirkirin, xemleke tebyetî hatîye wergirtin. Her êlekî ruhê xwe kirîye li nav wan, her olekê mora xwe li wan xistîye… Û ew hemû bi zimanê kurdîyî şîrin ketine nava deb, xeyset û ruhê gel.

Van 28-30 salên dawîyê Kurdistana Bakûr da derba mezin li folklor, erf-edet, rabûn-rûniştandina xelkê Kurd û jîyana wî ya kurdewarî ket. Xelk ji axa pêşîyên xwe qetyan, civak ji hev bela bun. Cûrê jîyana kurdaye qedîm, ser û binî hev bû, cûrekî jîyana kurdewarî ya nû dewsê çê nebû. Ziman jî bû qurban…

Heta Ewropayê da jî şayî û şînên kurdên Bakûr bi tirkewarî dibin. (Dibêjin welêt da jî hal baştir nîne). Edetê kurdî tune, ziman tirkî ye, girî, ken, kilam, reqas gişk tirkî ne…

Usa nameşe bavo!

Eger em dixwezin zimanê xwe vegerînin, gerekê cûrê jîyana xwe ya kurdewarî vegerînin… Em Kurdin gerekê em bi kurdewarî bijîn, bi kurdî biaxivin, kurdî bikenin, kurdî bigirîn.

Wê demê xelkê jî bi me ra hesav rûnên!

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev