Hevpeyvîn bi Rêveberê Rêxistina PAK’ê yê Ewropayê Nimet Aydin re

Hevpeyvîn bi Rêveberê Rêxistina PAK’ê yê Ewropayê Nimet Aydin re

Bernameya radyoya Ria taza “Civak û sîyaset” – 50

Dema we bi xêr be, guhdarên ezîz! Radyoya Ria taza dest bi bernameya xwe “Civak û sîyaset” dike. Ji bernameya “Civak û sîyaset” ya radyoya Ria taza ya 50îyî ji bajarê Moskvayê ez, Bêlla Stûrkî bi xêrhatina we dikim.

Çawa hûn pê dizanin, her du heftê carekê zaniyar, karmendên civakî, nivîskar, rojnameger, hunurmend û sîyasetzanên kurd yên naskirî dibin mêvanê bernameya “Civak û sîyaset”, yên ku weke 35 deqeyan bersîva pirsên me didin derbarê rewşa sîyasî û civakî li hemu parçeyên Kurdistanê û li cîhanê. Em bi hêvî ne, ku îcar jî bernemaya me wê bala we bikişîne, bi gorî dilê we be û bersîva gelek pirsên we bide.

Guhdaren delal! Di van salên dawî de li bakurê Kurdistanê çend partiyên kurd yên nû hatine ava kirin. Yek ji wan partiyan Partiya Azadiya Kurdistan (PAK) e, ku di 18ê cotmeha 2014’an de li Amedê hate damezrandin. PAK di roja 11.12.2014’an de jî wekî partiyeke yasayî, li Tirkiyeyê, belgeya yasayîbûnê wergirtîye.

PAK, mafê çarenûsiya miletê Kurd diparêze. Partiya ji bo Bakûrê Kurdistanê bidestxistina mafên neteweyî yên Kurdan, herwiha mafê ziman û perwerdeyê were naskirin û zimanê kurdî bibe fermî, herwiha ji bo kurdan statû hebe xebatê dike. PAK dibêje, bila li Bakurê Kurdistanê Parlamento û Hikûmeta Kurdistanê hebe û li gel Tirkiyeyê li ser esasê şirîkatiyeke wekhev, federalî yan konfederalî hebe.

PAK ne partiyeke sosyalîst, komûnîst an çep e; her wiha ne partiyeke îslamî ye jî. PAK, partiya hemû dîndar û sekulerên azadîxwaz, netewî, demokrat, Kurdistanî ne… PAK xwe berdewamiya rêbaz û têkoşîna Şêx Seîd, Îhsan Nûrî Paşa, Seyîd Riza, Pêşewa Qazî Mihemed û Mele Mustafa Barzanîyê nemir dibîne.

PAK partiya azadiya bakurê Kurdistanê ye. PAK li perçeyên din yên Kurdistanê bi navê xwe yan jî bi navekî din li hemberî partiyên wan perçeyan, tu partiyan ava nake. PAK piştgir û alîkarê doza azadiya her perçeyekî Kurdistanê ye. PAK bi rexne û pêşniyariyên xwe yên dostane û birayane, dê alîkarê partiyên her perçeyekî Kurdistanê be. Divê di navbera her çar perçeyan de Koordînasyon, hemahengî û dezgehên li hevdu xwedî derketinê yên netewî hebin.

Mijara bernameya Civak û sîyaset ya îro ev e: sîyaset û armancên Partiya Azadiya
Kurdistanê (PAK ), hewlên di pêvajoya çareserkirina pirsa Kurd û Kurdistanê de, bûyarên siyasî û pêkanîna Hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê, gefa Operasyona Tirkiyê, Komîteya Destûrê û pirsên din ên girîng girêdayî rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, derbarê rewşa sîyasî li Bakûrê Kurdistanê yê wan dawiyan.

Me ev mijar, herwiha pirsên din yên rojane mêvanê bernameyê, Rêveberê Rêxistina Partiya Azadiya Kurdistanê PAK’ê yê Ewropayê, endamê Meclîsa PAKê Nimet Mumtaz Aydin re gotûbêj kir.

Berî destpêka hevpeyvîna me, ezê bi kurtî nasiya we bidim jînenîgarya mêvanê bernameyê.

_____________________________________________________

_____________________________________________________

Nimet Mumzet Aydin kîye?

 

KURTEJÎYAN:

Nimet Mumzet Aydin sala 1961ê, li Farqînê (Silîva) ya navçeya Amedê ji dayik bûye. Ewî mekteba sereta û navîn li Farqînê xwend. Sala ku ewi lîse xelas kir, ji bo sekreteriya komela ciwana ya bi navê DDKD (Komeleya Çandî ya Şoreşgerên Demokrat) liqê Farqînê hat hilbijartin. Sala 1980 Nimet Mumzet li Unîversîteya Mamosteyîyê ya Diyarbekirê dest bi xwandinê kir. Di sala 1980î da li Diyarbekirê ji aliyê polîsên dewletê ve hat girtin, 6 meh li Diyarbekirê di hebisê da ma.

Piştî derbeya leşkerî ya 12 Îlona 1980´yî Nimet Aydin neçar ma ku derkeve derveyî welat. 3 sal di navbera Qamişlo, Şam û Lubnanê diçû û dihat. Di dawiya sala 1983´yan de mihacirî li Swêdê bû û li wêdere bi cî bû. Ji sala 1984an heta sala 1996an, 12 sal di redaksiyona kovara Armanc de cî girt. Di heman demê da ew endamê PPKKê bû (Partiya Pêşeng) û dû re bi yekîtiyekê ve nav guhert, bû YEKBÛN. Sala 1990î ji bo xebatên siyasî ji bo salekê vegeriya Bakurê Kurdistanê. Sala 1993an ji bo 6 mehan çû li Îstenbolê bi cî bû di redaksiyona kovara Medya Guneşî de kar kir.

Ji sala 1996an heta damezirandina Partiya Azadîya Kurdistanê, 2014, ji sîyaseta aktîv dûr ket. Nimet Aydin yek ji damezrênerê PAKê ye, endamê Meclîsa wê ye û berpirsiyarê PAK-Ewrûpa ye. Zewicîye, sê zarokên wî hene. Vê demê di gel malbeta xwe li Swêdê dijî.

Birêz Nimet re ji stûdyoya radyoya Ria taza li bajare Stockholm a Swêdê em bi radîotêlêfonê hatin girêdan.

Fermo, guhdarîya pirsên me û bersîvên berpirsiyarê PAK-Ewrûpayê birêz Nimet Aydin bikin.

 

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev