MISHEFA REŞ Û KİTÊBA CELWE Bİ TÎPÊN RESEN ÊN KURDÎ

MISHEFA REŞ Û KİTÊBA CELWE Bİ TÎPÊN RESEN ÊN KURDÎ

Nivîseke hêja ji malpera dîrokakurdistan.com

Car caran mirov dihizire û dibêje, “gelo elfabeyeke taybet a kurdî hebû yan na?” Kurdistan li herêmeke cihanê ya ku ji despêka dîrokê pê ve ciyê xwendin û nivisandinê bû. Milletekî wek kurdan kevin û di nav şaristaniyan de çawa dibe ku nikaribe ji bo xwe hin elfabe û nivîsaran çêbike?” Wisa diyar e ku ev guman û bêhêvîtî beleheq e. Ji ber ku ne yek tenê, çend heb elfabeyên kurdî hebûne. Ji vana yek jî ev elfabe ye.

Çendekî berê elfebaya kurdî ya Masî Soratî hatibû destnîşankirin. Ew nûçe di medya sosyal de bibû sedema kelecaneke mezin. Lê belê ya ku Mishefa Reş û Kitêba Celwe pê hatiye nivîsandin cuda ye û ji aliyê kalîgrafîkê de rêk û pêktir e.

Ev herdû pirtûk ji hêla keşîşekî fransiz eslê xwe kildanî di sala 1899an de hatiye nivîsandin. Paşê di sala 1911an de li Fransayê derbarê wan pirtûkan de di kovara “Antropos” (hejmar 6) de gotareke taybet tê weşandin.

Dema ku keşîş Karmelî li Kurdistana Başûr biye, rastî kurdekî ku berpirsiyarê pirtûkxaneya taybet û nepenî ya êzdiyan tê. Jixwe çîrokeke taybet a vê hevdîtinê jî heye.

Her wiha keşîş Karmelî bi alîkariya wî û berpirsiyarekî din ê pirtûkxaneyê kopya Mishefa Reş û Kitêba Celwe bi dest dixe. Bala xwe didê ku tîpên ku ev pirtûk pê hatine nivîsandin mîna yên erebî, kildanî, aşûrî û hwd. nînin. Bi elfabeyeke taybet hatine nivisandin û 32 deng tê de hene.

Keşîş Karmelî bi alîkariya çend kesan herdu pirtûkan werdigerîne bi tîpên erebî û latînî. Pir balkêşe ku Kitêba Celwe bi zaravayê soranî (devokê Hewlêrî), Mishefa Reş jî bi Kurmancî hatiye nivîsandin. Temenê van pirtûkan nayê zanîn. Hin kes dibêjin ku ew pirtûka Mishefa Reş di sedsala 16an de hatiye nivîsandin. Wek delîl jî navê “lobiyê – fasoliyê” destnîşan dikin. Dibêjin ku lobî sedsala 16an hanîne Kurdistanê. Lê ev ne rast e. Ji ber ku hebûna lobiyan a li Asya Nêzik berya zayînê ye (http://arkeolojihaber.net/2010/07/31/1600-yillik-kuru-fasulye/).

Her wiha, zanîna temenê wan pirtûkên pîroz girîng e. Lê belê bi tîpên kurdî nivîsandina wan girîngtir e.

http://dirokakurdistan.com/krd/2018/10/10/mishefa-res-u-kiteba-cewle/?fbclid=IwAR1x1asOvQgzzJegHreIdTKmtX4qtDAtzsId1oc9d9MbGTaGCQmlFsF81k4

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev