”Şerê kurdan yê şorişgerîyê yê pêşin” -2

”Şerê kurdan yê şorişgerîyê yê pêşin” -2

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê beşek ji cildeya 3an ya berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev ya ”Kurdistan û pirsgirêka kurdan (di salên 1923-1945)” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ” Şerê kurdan yê şorişgerîyê yê pêşin”. Em îro beşa duduyan raberî we dikin. Beşa pêşin me berî heftêyekê çap kiribû.

Her sê cildeyên profêsor M. Lazarev ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatine wergerandin, herduyên pêşin çap bûne, ya 3an heta niha jî çap nebûye, lê bo çapê amade ye.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 166

 

Bi vî awahî, vêrsyona ku serhildana Şêx Sehîd ya dînî, fêodalî bû, ango ya rêaksyon bû, ne tenê ji alîyê wan lêkolînerên ciddî da nayê qebûlkirinê, ku derheqa wê da nivîsîne, lê herwiha ji alîyê gelek lêkolînerên obêktîv yên vê demê jî, ku rastîya wê bi îdêologîya anegor va nadine nixamtin. Balkêş e, ku lêkolînerên vê demê ji bo îzbata vê yekê çavkanîyên tirkan bi kar tînin (piranî çavkanîyên, ku bi dijminayî berê xwe dane kurdan), ku gelek caran bê hemdî xwe rast nivîsîne. Baylozê Brîtanîyayê li Tirkîyê Ronald Lîndsêy di nivîsa xwe ya derheqa naveroka rojnameyên tirkî da destnîşan kirîye, ku sebebê serhildana Şêx Sehîd – ”dîn û nasyonalîzma kurdan e”, ku bi wê yekê ra girêdayî ye, ku di navbera tirkan û kurdan da pevgirêdanên ruhanî nemane, ”niha kurd gerekê bi xwe biryara paşeroja xwe bidin”, ku eva tevgera pêşin ya eşkere ye ”dijî daxwazên xirabkarîyê yên desthilata Tirkîyê ya vê demê”, û niha, gava Şêx Sehîd şerê ji bo dîn, moralê û vegerandina xelîf dike, di rastîyê da xeyal dike Kurdistaneke serbixwe damezirîne[1].

Pirsek serî hildide: gelo yek ji armanca wan şerê ji bo Kurdistana serbixwe bû? Gelo îdêala sîyasî ya teşkîldar û serekên serhildana sala 1925an çiqasî dervayî ruhê derebegîyê-cudaxwezîyê bû, ku hinkûfî tevgerên kurdan yên dewrana buhurî bûn? Meriv nikare bi hêsanî bersîva van pirsan bide.

Hinek lêkolîner îzbat dikirin, ku ew tevger ji bo ”Kurdistana serbixwe” bû. Ji bo nimûne, D. S. Zavrîêv dinivîse, ku ”bangawazîya şêxên kurdan sazkirina Kurdistana serbixwe ye”. Lê ew îzbatîyên bi belge nayne. Wisa dertê, ku Zavrîêv bi van gotinan dixweze wê şaşîtîyê bide hilanînê, ku wan deman di nivîsên lêkolînerên Sovyet da hebû: ”rengê dîndarîyê-rêaksyon li serhildana kurdan diket, lê ewê bangawazîyên miletîyê raber dikir”, ango, ”şêx û xanên rêaksyon” ew bangawazî bela dikirin (fikira wan bangawazîyan ya sereke – dewleta kurdan ya serbixwe bû) her tenê bona ”alîkarîya ji der va, û çend dewletên welatên dereke ew yek bi kar anîn bona sistkirina hukumeta Tirkîyê, seba planên xwe li Rohilatê pêk bînin”[2].

Lêkolînerên din cesaret nakin eşkere binivîsin, ku di planên kurdan da hebû ”Kurdistana serbixwe” saz bikin. Dozgerê tirkan S. S. Guven di mehkemeya dijî şorişrgerên kurdan da got, ku daxwaza kurdan, ku Tirkîyê perçe bikin û ”Kurdistana serbixwe” ava bikin, meriv dikare himberî tevgera li Bosnîyayê û Hêrsêgovînayê ya di nîveka salên 70î yên sedsala 19an bike[3]. Femdarî ye, ku ev ne îzbatî ye. Nûnerê Brîtanîyayê li Tehranê P. Lorzî testîq kir, ku bi zarê kurê Şêx Sehîd – Elî Riza, şorişgerên kurd dixwezin ”dewleta otonom an jî ya serbixwe” saz bikin. Xeberdana bi Elî Riza ra li konsûlxaneya Brîtanîyayê li Tewrêzê hate derbazkirinê. Lê li konsûlxaneyê şik birin, ku Elî Riza helwesta serokatîya şorişgerên kurd dîyar kir; dîplomat ser wê bawerîyê bûn, ku ew helekarîyek bû (bi tembeya bolşêvîkan an jî desthilata farizan) bona daxwazên îngilîsan pê bihesin girêdayî bûyerên li Kurdistana Tirkîyê ra[4]. A Toybnî, ku sebebên sereke yên serhildana Şêx Sehîd destnîşan dike (dijderketina di hindava wê yekê da, ku sîyaseta wê berê xwe daye bi Roavayê, dijderketina di hindava asîmîlyasyonê da û nexwestina serokatîya kurdan, ku ji serdestîyên xwe yên derebegîyê û ruhanîyê mehrûm bibin), bi wê ra tevayî jî bi aqilane texmîn dike, ku meriv nikare sebebên rasteqîn yên serhildana kurdan destnîşan bike, ji ber ku hemû çevkanîyên heyî yên tirkan bûn û wana hewil didan (di rûyê huceta li ser Mûsilê da) serhildana kurdan bi rengê reş bidine xuyakirin û wêya wek ya rêaksyon bidine nîşandan. Bi bawerîya wî, di wan sebeban da motîvên miletîyê zêdetir bûn, ji ber ku binecîyên tirk yên di hêla dîn da fanatîk û rêxistinên ruhanî tevî serhildana kurdan ne bûn[5]. Û ya dawî, lêkolînerên nû R. Olson û W. Taker, ku nivîsên hemû lêkolînerên Roavayê û Tirkîyê, ku berî wan nivîsîbûn, dane ber hev û arşîvên Îngilîs yên ku berê surî bûn, bi kar anîn, îzbat kirin, ku rast e, serhildana Şêx Sehîd di serî da ”alî wê yekê kir, ku nasyonalîzma kurdan bi carekê va bilind bû”, lê bi wê ra tevayî tu îzbat tune, ku hemû kurdên Tirkîyê, an jî piranîya wan dixwestin serbixwe bin. Nasyonalîzma şêxan ne pir xurt bû, ”lê bal civakê ew femdarî zêde bû”[6].

Bi vî awahî, meriv dikare bê ser wê bawerîyê, ku bangawazîya şerê bona serxwebûnê, an jî bi kêmanî ji bo otonomîyê li ser axa Tirkîyê (û ji wê jî zêdetir, ser axên perçeyên din yên Kurdistanê), ji alîyê wan şorişvanan da bi fermî nehatibû formûlekirin û qebûlkirin, ku ketibûn bin ala Şêx Sehîd. Bê şik, piranîya gelê kurd azadîyê û serxwebûnê dixweze, lê ew daxwaz wan deman di hêla îdêayê û sîyasî da sist bû.

Eger sebebên hundurîn yên serhildana kurdên Tirkîyê di sala 1925an da û armancên wan niha ji bo tu kesî şikê pêşda naynin, ji ber ku îdî eşkere bûne, lê aspêkta wê bûyerê ya der heta îro jî ne zelal e. Mesele di wê da ne, ku qîmetkirina wê pirsa sert û zêde polîtîzekirî bi vê prînsîpa hiqûqî va girêdayî ye: ”Ew yek ji kê ra dest dide?”. Lê çi ku ji bo praktîka dadmendîyê baş û kardar e (rast e, ne herdem), dikare di dema analîzkirina bûyereke dîrokî ziyandar be. Vê carê hema wisa jî bû.

Vêrsyona derheqa wê yekê da, ku serhildana sala 1925an ji alîyê îngilîsan da hatîye pînckirinê, ji xweber va xuliqî. Ew ji van gavan xuya dibe: eger Brîtanîya Mezin û Tirkîya piştî Lozanê jî di rûyê huceta dora Mûsilê da di nava pêwendîyên dijminatîyê da bûn, û beşa wê hucetê ya sereke jî pirsa kurdan bû, wê demê London gerekê helan bida kurdan êrîşî li ser Enqerê bikin, bona di destê wê da argûmênt nemînin bona destdirêjayên di hindava wilayeta Îraqê – Mûsilê da, ku piranîya binecîyên wê kurd bûn. Terefdarên vê vêrsyonê yên welatên cuda-cuda wa difikirîn.

Rojnamevana Fransîyayê Bêrta Jorj-Golîyê nivîsîye, ku Îngilîs ”hemêzkirinên xwe yên sîyasî li Kurdistanê û wilayetên rohilatê berdewam dikir”[7]. Lêkolînerê alman Karl Hofman derheqa serhildana sala 1925an da ha nivîsîye: ”Gorî salixên tirkan, bal şorişgerên dîlgirtî pereyên îngilîsan û çekên brîtanî didîtin. Îngilîs ev serhildan tevrakir bona tirk de`wa wilayeta Mûsilê nekin û ji komîsyona Koma Miletan ra, ku li wir bû, îzbat bikin, ku rewşa sîyasî hatîye guhartinê”[8]. Armstrong derheqa wê yekê da, ku îngilîsan ew serhildan teşkîl kirîye, çavkanîyên tirkan ji xwe ra bingeh girtîye, lê wê yekê texmîn nake, ku kurd ji bo wê yekê serî hildan, ku ruhê welatparêzîyê bal wan bilind e, ew di hêla dîn da fanatîk in, bi tundî derdikevine dijî cûrê jîyana medenî û ew di wê hêlê da zêde mînanî pûştûnan in[9].

Tiştek ber çavan e, ku terefdarên vêrsyona Îngilîs îzbatîyên bi bawer naynin, lê hema bêje her tenê li ser çavkanîyên tirkan hîm dibin. Lê çavkanîyên tirkan yên fermî û çapemenîya wan bi gunehkarîyên di hindava Îngilîsan va dagirtî bûn (kêm caran dijî Fransîyayê), ku ew helanan dide kurdan bona di navbera Tirkîyê, Îraqê û Sûrîyê da dewleta bûfêrîyê saz bike[10]. Tu şik tune, ku çavkanîyên tirkan yên fermî di van gunehkarîyan da xwedî berjewendîyên xwe yên miletîyê bûn. Îngilîsan, femdarî ye, ew gunehkarî înkar dikirin. Û rastîyê jî, belgeyên fermî yên derheqa helandayîna îngilîsan da nehatine dîtin. Belgeyên peydakirî derheqa demên berê da ne, yên salên 1919-1920an, dema Brîtanîya, ku hazirîya xwe didît bi Împêratorîya Osmanîyê ra peymana aştîyê îmze bike, berî Sêvrê pêşnîyar dikir otonomîyê an jî serxwebûnê bidine Kurdistanê[11]. Heta çavkanîyên Sovyetî yên dîplomatî jî, ku wê demê dijminaya Brîtanîya Mezin dikirin, li xwe mukur hatin: ”Tu îzbatîyên bi bawer tunene, ku destê Îngilîs di nav wê serhildanê da heye”[12]. Lê îzbatîyên dijber hene, ku meriv nikare bawerî pê bîne. Mesele di wê da ne, ku Îngilîs him di dema serhildanê, him jî piştî têkçûna wê çend caran hîvîkirina kurdan ya bona alîkarîkirinê înkar kirîye. Ji bo nimûne, di nîveka meha îlonê sala 1925an da komîsarê sereke yê Brîtanîya Mezin li Îraqê Henri Dobbs di sohbeta bi seyid Ebdulle ra, ku kurê serekê nasyonalîstên kurdan Ebdul-Qadir bû, ku ji alîyê tirkan da hate dardakirinê, û nebîyê Şêx Ubeydulleyê navdar bû, yekser got, ku ewê piştgirîya kurdan nekin û temî da wan şerê dijî Tirkîyê paş xin. Îngilîs, H. Dobbs got, naxweze aştîya bi Tirkîyê ra têk bide, bi kêmanî heta wî çaxî, dema ewê biryarên Koma Miletan ya derheqa Mûsilê da ne teribandîye, û tu soz ne da Ebdulle[13].

Ne tenê çapemenîya tirkan îngilîsan gunehkar kir, ku ew helanan didine kurdan. Xuya ye ew helandayîn bi riya fermî jî dibû, û îzbata wê jî ew e, ku kesên nêzîkî çapemenîya Brîtanîya Mezin ya hukumetê berk derdiketine dijî wan gotinan, înkar dikirin, ku wana bi pereyan û çekan piştgirîya şorişgerên kurd kirine[14]. Balkêş e, ku kurd bi xwe ne dij bûn îngilîsan terefdarên xwe bihesibînin û bi dilsaxî ser wê bawerîyê bûn, ku ew yek wê di çavê desthilata tirkan da ”giranîyekê” bide wan û tirkan mecbûr bike zordestîyên xwe kêmtir bike. Ji bo nimûne, Şêx Sehîd wexta di mehkemeyê da pirs danê, ka dijminê Tirkîyê yê sereke kê ye, xudêgiravî ewî ha bersîv daye: ”brîtanî”. Ewî got, ku serhildan ji bo parastina dîn bû û ew dijminê Îngilîs e û di wî karî da piranîya tirkên musulman piştgirîya wî dikin[15]. Lê ev hemû alî wî ne kirin û ew darda kirin.

Vêrsyona Îngilîs di çapemenîya Sovyet ya wê demê da ya here dengdar bû, û ew yek femdarî ye: wan deman Brîtanîya Mezin neyarê Yekîtîya Sovyet yê sereke bû li erafê cihanê, herwiha li Rohilata Nêzîk jî, lê Tirkîya hema bêje dewleta dost ya tekane bû. Ev yek rê nedida çapemenîya Sovyet, ku derheqa pirsa kurdan ya di salên 20-30î da lêkolînên zanyarî yên rasteqîn çap bike. Yek ji lêkolîneran nivîsîye, ku serhildana kurdan li Tirkîyê di nîveka salên 20î da ”him bi naveroka xwe va, him jî bi cîyê xuliqîna xwe va dikaribû ji alîkî va Rûsîya û Tirkîya berî hev da, ji alîkî din va jî Tirkîyê rakira himberî Farizistanê… Di dema serhildanê, ku bi naveroka xwe va ya provokasyon bû, hukumeta Sovyet rast kir, ku alî Tirkîyê kir û wan şêxên kurdan û şorişgeran, ku xwe li sînorê Tirkîyê-Sovyet dixistin, bê çek dikirin”[16]. ”Bê şik,- lêkolînerekî din dinivîse,- di nav serekên kurdan yên Kurdistana Farizistanê û Tirkîyê da terefdarên sazkirina otonomîya kurdan ya di bin bandûra îngilîsan da hebûn. Beşek ji wan bi zêrên îngilîsan va hatibûne kirîn, yên din bi rastî jî dixwestin welatê wan pêş bikeve û gulvede, dixwestin rêyên baş, herwiha yên xeta riya hesin jî bêne çêkirinê û medenîyetê bînine welêt û di wî karî da her tenê îngilîsên dewlemend dikaribûn alî wan bikirana, lê eger Kurdistan di bin bandûra tirkan an jî farizan da bima, wê demê wê jîyaneke feqîr, belengaz û paşketî derbaz bikira”[17]. Xweş hatîye gotin, lê hema ne rast e, û ya sereke jî ew e, ku bê îzbatî ye.

Zanyarîya niha, ku bi nivîsên arşîvan yên ulmî va hatîye dewlemendkirin, qet bawerîya xwe bi wê yekê nayne, ku ”tilîya îngilîs” di serhildana Şêx Sehîd da heye. R. Olson û W. Takêr, ku arşîvên Îngilîs bi hûrgilî kolan, îzbata wê yekê li tu cîyan ne dîtin, ew îzbatî herwiha li arşîva Miletîyê ya Hindistanê da jî tune, ku me bala xwe dayê, û li wir orîgînal û kopîyayên hemû belgeyên Brîtanîya Mezin yên derheqa Rohilata Nêzîk da hene. Argûmênta, ku ji îngilîsan ra dest dida bi destî kurdan komara Tirkîyê ya nûsazbûyî hilweşînin, ji alîyê du lêkolînerên Amêrîkayê da tê înkarkirinê. Yek ji îzbatîyên kêmjimar, ku Olson û Takêr di arşîvên Brîtanîyayê da dîtine û ew derheqa ”vêrsyona îngilîs da” dibêjin, ew e, ku Şêx Sehîd katalogek sitendîye, ku tê da behsa tucarên çekan yên ji Londonê tê kirinê. Tu îzbatîyeke ciddî ya din derheqa pevgirêdanên di navbera îngilîsan û Şêx Sehîd da ne hatine dîtin, û di ser da jî di wan da tu malûmatî tunene, ku Brîtanîya Mezin çav berdabû axa Kurdistana Tirkîyê (behs bela bûbûn, ku ewê çav berdaye herêma Dîyarbekirê). Wisa xuya ye, ku meriv gerekê bi fikira R. Olson û W. Takêr ra qayîl bibe (herwiha bi fikira gelek kurdzanên mayîn jî), ku çavkanîya sereke ya vêrsyona derheqa ”tilîya Îngilîs” di serhildana Şêx Sehîd da kesên der-dora hukumeta Tirkîyê bûn (û xwesma Mustefa Kemal bi xwe), yên ku li xwe mukur dihatin, ku sebebê serîhildana kurdan li Tirkîyê rêformên hundurîn bûn, lê zêde bal dikişandine ser wê yekê, ku îngilîsan xudêgiravî soz dabûne serokên kurdan, ku wê hemû serdestîyên wan yên berê di dest wan da bimînin[18].

Di çapemenîya Sovyet ya salên 20î da hewildan hate kirinê bona Fransîyayê jî ”kaşî” nava wan dewletan bikin, ku piştgirîya Şêx Sehîd dikirin, bi wî şertî, ku desthilata Fransîyayê li Sûrî li ser riya karê komîtêya ”Azadî”yê li Helebê nebe asteng, bona rê nedine tirkan, ku ew de`wa vegerandina Alêksandrêttê (Îskenderûnê) bike[19]. Lê terefdarên wê vêrsyonê hema bêje nehatine dîtin, ji ber ku çend îzbatî hene, ku, sergirtî be jî, fransizan piştgirîya tirkan dikirin: bi riya xeta hesin ya Bexdayê, ku ji ser axa Sûrîyê ra derbaz dibû, rê dane leşkerên tirkan derbaz bin, bona şerê dijî şorişgerên kurdan bikin. Casûsîya Îngilîs li Bêyrûtê got, ku barêgeha sereke ya Fransîyayê ditirse, ku serhildana kurdan li Tirkîyê dikare belayî ser axa Sûrîyê jî bibe[20].

Bi vî awahî, em bi bawerî dikarin bêjin, ku ne destê îngilîsan, ne jî yên firansizan di serhildana kurdên Tirkîyê ya bi serokatîya Şêx Sehîd da tunebû. Lê ew nayê wê maneyê, ku xema Brîtanîya Mezin û Fransîyayê nîbû ka sala 1925an li Kurdistana Tirkîyê çi diqewimî. Eksî wê, herdu dewlet bi guhdarî bala xwe didane herêma kurdan ya li Tirkîyê û herdem amade bûn tev bin, eger zirar bigihîşta berjewendîyên wan li perçeyên Kurdistanê yên Îraqê û Sûrîyê. Wana herwiha bi guhdarî bala xwe didane kar û barên hevdu jî, hewil didan nehêlin, ku yek bêy hayadarîya ya din tevî karên kurdan be. Eger zêdebûna tevgera kurdan ya miletîyê li Tirkîyê bigîhanda wê yekê, ku ew belayî li ser perçeyên Îraqê, Sûrîyê û Îranê bibûya, ew bi sebebên femdarî ne di berjewendîyên dewletên Roavayê yên dagîrkar bû. Lema jî meriv dikare texmîn bike, ku dayîreyên cesûsîyê yên Roavayê, berî gişkî jî ya Brîtanîyayê, tevî karên serhildana kurdan li Tirkîyê û welatên cînar bûne. Û ne tenê bi ”katalogan” va. Û eger belgeyên anegor nehatine dîtin (ew rind vedişêrin), ew nayê wê maneyê, ku ewana tunene û nikarin wextekê bêne dîyarkirin.

Lê dîsa jî çend îzbatî hene, ku dayîreyên cesûsîyê yên Brîtanîyayê tevî karê serhildana kurdan li Tirkîyê bûne. Lê eger meriv bi çavekî din li vê meselê binihêre, meriv dikare bêje, ku Îngilîs wan salan li Kurdistana Îraqê û warên nêzîkî sînorên Tirkîyê aktîvtir kar kirîye. Bi bawerîya desthilata Brîtanîyayê li Îraqê rewşa li Kurdistana Tirkîyê wisa bû, ku ne hewcê ”tevbûna taybet bû”[21]. Bi kurtî, tu îzbatî tunene, ku vêrsyona derheqa wê yekê da, ku kurdên Tirkîyê ”di destê împêrîyalîzmê da bûbûne çek” û ”cankurdan” (!) gorî ”temîyên provokasyon yên ”dostên xwe yên rêaksyon” kar dikirin”[22].

Femdarî ye, ku tu gotin nikare hebe derheqa tevbûna Yekîtîya Sovyet di serhildana Şêx Sehîd da. Tirkîya Komarîyê hema bêje dewleta yekem bû, ku Yekîtîya Sovyet, ku teze serê xwe ji dorgirtinan rakiribû, wan çaxan pê ra ne tenê di nava pêwendîyên cînartîya qenc, herwiha yên dostanîyê da bû. 17ê çileya pêşin sala 1925an peymana Sovyet-Tirkîyê hate îmzekirinê derheqa dostîyê û tevnebûna nava karên hevdu da, ku paşê bi ”Peymana Enqereyê” va hate testîqkirinê. Bona Moskvayê pêwendîyên wisa yên ser dereceya bilind bi Enqereyê ra ji hemûyan zêdetir xwedî kemaleke mezin bû, herwiha ser îdêologîya fermî ra jî bû, ku digot – tevgera miletîyê li Rohilatê ”bingehê şerê dijî împêrîyalîzmê ye”. Lema jî di çapemenîya Sovyet ya fermî da nasyonalîzma kurdan ji ya tirkan rêaksyontir bû (ya kurdan ji alîyê komên derebegîyê-eşîrtîyê dihate ruhdarkirinê, lê ya tirkan ji alîyê bûrjûazîyê da).

Di belgeyên Sovyet da, ku ne bona çapkirinê bûn, tu lazimayî tunebû bona îzbat bikin ka çima ew dijî tevgera kurdan e li Tirkîyê û welatên din. 8ê adarê sala 1923an Sovyetê biryareke ha derxist: ”ne piştgirîya sêparatîzma kurdan ya dijî tirkan bikin, ne jî ya împêrîyalîzma tirkan di hindava kurdan da û dernekevine dijî şerê kurdan yê dijî Îngilîs…”[23]. Piştî demekê di belgenameyekê da helwesta di hindava pirsgirêka kurdan da diha eşkere xuya bû: ”Îdêya sazkirina dewleta serbixwe ya Kurdistanê di şertên niha da îdêyake rêaksyon e. Rewşa sîyasî ya niha hewcê wekehevtî, hevgirtina hemû dezgehên Tirkîyê ye, lê ne ku perçebûna wê ye. Îdêya ”Kurdistana serbixwe” herwiha ji alîyê serokatîya welatên din yên Rohilatê jî nayê piştgirîkirinê, ji ber ku ewê derbeke xedar gîhande yekîtî û serbestîya wan dewletan. Ji ber ku piranîya binecîyên kurd paşdamayî ne û hertim di bin hukumê serekeşîrên xwe da ne, ku hema bêje hemû jî casûsên dewletên împêrîyalîstîyê yên cuda-cuda ne, pêşnîyara komîtêya kurdan ya ”Azadî”yê derheqa damezirandina dewleta kurdan ya serbixwe di bin bandûra Rûsîyayê da gerekê bê înkarkirinê wek şerletanî”[24]. Biryara taybetî ya Polîtbyûroya Komîtêya Navbendî ya Partîya Komûnîstîyê ya bolşêvîkan ya sala 1925an testîq kir, ku dewleta Sovyet dijî tevgera kurdan e li Tirkîyê[25]. Hêvîyên serekên kurdên Tirkîyê, ku cînara wan ya bakur wê piştgirîya wan bike, pêk nehatin.

Helwestên çend welatên Roavayê û Yekîtîya Sovyet di hindava serhildana Şêx Sehîd da çi dibin, bira bibin, tiştek ber çavan e, ku ewê Tirkîya hejand, ku teze pêy li ser riya nûjenkirina civaka xwe û qeydê sîyasî kiribû. Pirsa miletîyê ji bo komara nû, wek dibêjin, bû kula piçengê, û kakilê wê jî pirsgirêka kurdan bû. Hemû pirsgirêkên êtno-miletîyê yên Tirkîyê (pirsgirêkên ermenîyan, aşûrîyan, yûnanan) di rûyê dewrana Şerê hemcihanê yê yekemîn û salên pêşin yên piştî şêr bûne pirsgirêkên sîyaseta hundur ya welêt.

Baylozê Brîtanîyayê li Tirkîyê R. Lîndsêy ji Forîn Ofîsê ra nivîsî, ku xeyala hukumeta Tirkîyê ew e, ku dewleteke wisa saz bike, ku hemû gundîyên wê bi tirkî bipeyîvin. ”Xerîb ji me ra ne lazim in, lê kurd – kula me ne”. Ewî got, ku serhildana kurdan ”derbeke giran” li wê sîyasetê xist, ji ber ku li Kurdistanê ne nasyonalîzma tirkî, lê ya kurdî serî hilda, ku dikare ji alîyê Îngilîs û cînarê ser sînorê Tirkîyê yê başûr da bê bikaranînê, ji ber ku wilayeta Îraqê ya Mûsilê li wir e, ku piranîya binecîyên wê kurd in. Hewildana Îngilîs, ku li Îraqê ”ocaxeke kurdan ya miletîyê” saz bike, ji alîyê Enqereyê da hate qîmetkirinê wek ”gefxwerina eşkere di hindava sîyaseta Tirkîyê da”. R. Lîndsêy ser wê bawerîyê bû, ku Îngilîs dikare xwe bide alîkî, lê dibe ”derbeke giran tam li armancê xe jî”. Lê bayloz ser wê bawerîyê bû, ku hukumeta Îngilîs ”bi piştgirîkirina nasyonalîzmê li Kurdistana Başûr” xwe rezîl kir, lê ”cokêra di destê wê da” – pirsa Mûsilê, li ser riya ”dostanîya Îngilîs-Tirkîyê bû astengeke mezin”.

Bersîva wezîrê karên der Ostîn Çemberlen gerekê ew şikberîyên Tirkîyê ji holê rakira, ku dikare biqewime ”li ser sînorê wê Kurdistana otonom saz bibe”. Ewî got, ku rast e, dijwar e wan mafan ji dest kurdan bigirin, ku li Îraqê dane wan, lê tu daxwazeke hukumeta Brîtanîyayê tuneye li Îraqê ji bo kurdan dewleta otonom damezirîne an jî wê sîyasetê bi rê va bibe, ku li Sêvrê hatibû biryarkirin. O. Çemberlen siparte bayloz, ku vê yekê ji tirkan ra şirove bikin[26].

Li konfêransa di meha çirîya pêşin sala 1926an da O. Çemberlen bi awayekî eşkere behsa pirsa kurdan li Tirkîyê kir. ”Di buhara sala 1926an da (di têkstê da wisan e. – M.L.) serhildana kurdan dîktator û hevalbendên dora wî hejand û nerehet kir”, – ewî got. Paşê di ser da zêde kir, ku ew bi awayekî serketî hate hincirandin. Serhildana kurdan ji demên Împêratorîya Osmanîyê da hatibû amadekirin, û heta ”Qazî” jî nikaribû pêşî lê bigirta. Û wisa xuya ye, ku ewê bimîne wek lekeya desthilata nû. Ji holê rakirina serhildana kurdan di rastîyê da bona tirsfirandina hemû opozîsyonên dijî desthilata Kemal in[27].

Îngilîsan ne tenê hewil didan xwe ji piştgirîkirina serhildana kurdên Trikîyê bidine alîkî, lê herwiha sebebê berxweketina kemalîstan, ku ji xetera kurdan dihat, destnîşan kirin. Desthilata nû li Tirkîyê, ku hela sist bû, bi hêza xwe ne bawer bû û lema jî di hindava her aktîvbûneke opozîsyonê da hesas bû. Bi saya serê hurmeta desthilata sereke, ku di şerê miletîyê-azadarîyê da hatibû peydakirin, herwiha rêformên dijî fêodalîyê yên nû li hev hat nehêlin, ku gelê paşketî nerazîbûna xwe dîyar bike û serî hilde. Hêza tekane ya rêal û xurt, ku dijî desthilata nû û rêformên wê bûn, ew kurd bûn, ku xwedî rêxistina leşkerî-eşîrtîyê ya xurt bûn, herdem jî nerazî bûn û ewana timê jî hazir bûn di platforma dijî hukumetê da bi konsêrvatoran û opozîsyonan ra bibine yek û derkevine dijî wê civaka tirkan, ku piştgira Kemal bû.

Rast e, ev xeter û gefxwerin wek texmîn man. Bingeha opozîsyona dijî kemalîstan, ku di meha çirîya paşin sala 1924an da xuliqî, Partîya pêşverû-komarîyê (Kazim Qerebekir-paşa, Elî Fûad, Reuf-beg û yên din), herwiha nûnerên Partîya gelêrî-komarî (wek nimûne, Elî Fethî, ku ji çirîya paşin sala 1924an heta adara sala 1925an serekwezîr bû) û yên din, ku ji desthilata kemalîstan ne memnûn bûn, di eynî wextê da wek kemalîstên dîndar şovînîst bûn û dijî kurdan bûn. Tu îzbatî tunene, ku pevgirêdanên wan bi şorişgerên kurdan ra hene. Ew îzbatîya, ku paşê di mehkemeya ser serokên serhildana kurdan da hate gotinê, ku kesên ku mehkemeya wan tê kirinê hêvîya xwe danîbûn li ser alîkarîya opozîsyonêran, nayê wê maneyê, ku ewana ew alîkarî kirine[28]. Lê ne dûr e, ku eger şerê bi kurdan ra bi rêyeke ji hukumetê ra destnedayî da biçûya, wê demê opozîsyonêrên tirk dikaribûn bi şorişgerên kurdan ra bikevine nava pêwendîyan. Di hêleke din va jî berî wê pirsa Mûsilê hatibû çareserkirin û dijberîya di hindava Îngilîs da dikaribû ji bo desthilata komara Tirkîyê ziyandar bûya, lema jî rêaksyona Enqereya fermî di hindava serhildana kurdan da hîn hişktir bû.

Pişt ra Mustefa Kemal di dema vekirina Civata gelî ya tewrebilind ya Tirkîyê (an jî Meclîs) ya sisîyan da qîmet da wê bûyerê, ku bû ya fermî. Ewî serhildana Şêx Sehîd bi nav kir wek ya “rêaksyon“ û got, ku ew bi saya serê “xebata amadekarîyê ya dûr û dirêj“ dest pê bû. “Ew tevgera rêaksyon ji me ra bû dersa jêhînbûnê, tevaya milet dît, ku di çend wilayetan da kulên civakî û admînîstratîv hene. Em gerekê wan kulan bi ciddî qenc bikin, heta li wetenê me yê ezîz û yekgirtî da hemû hemwelatî bi yekdest erkên xwe yên welatparêzîyê pêk neynin“[29].

Riataza

[1] AVPRI, fonda NAI, sêrîya A, dexle 304, belge 31, 37. R. Lindsêy – ji bo wezîrê karên der O. Çemberlen 24.11.1925.

[2] Zavrîêv D. S. Derheqa dîroka nûjen da, rûpel 144-145.

[3] Gavan S. S. Kurdistan: Divided Nation of the Middle East. L., 1958, rûpel 24-25.

[4] AVPRI, fonda NAI, sêrîya A, dexle 149, belge 170, 171. Ji sêkrêtarîya komîsarê sereke li Îraqê ji bo şêwirmendê wezîrê karên hundur, mêmorandûma 16.11.1925; Lorên – ji bo konsûlê Îngilîs li Tewrêzê B. Cillet-Smith 07.10.1945.

[5] Toynbee A. J. The islamic World, rûpel 508, 509.

[6] Olson R., Tucker W. F. The Sheikh Said Rebellion in Turkey (1925). – Welt des Islams. Vol. 18, 1978, hejmar 3-4, rûpel 196-199.

[7] George-Gaulis B. La question turque. Une page d`histoire turque et d`erreurs europeennes 1919-1931. P., 1931, rûpel 367.

[8] Hofman K. Sîyaseta bi neftê va girêdayî û împêrîyalîzma îngilîs-saksonîyê. L., 1930, rûpel 361-362.

[9] Armstrong H. Turkey and Syria Reborn. A Record of Two Years of Travel. L., 1930, rûpel 186.

[10] AVPRI, fonda NAI, sêrîya A, dexle 304, belge 33. Naveroka rojnameyên Tirkîyê.

[11] Lazarêv M. S. Împêrîyalîzm û pirsgirêka kurdan, rûpel 164-181.

[12] AVPRF, fond 132, beşa 14an, dexle 23, belgeyên 5-6. Îngilîs û pirsa kurdan (şirovekirin)

[13] AVPRI, fonda NAI, sêrîya A, dexle 149, belge 48-49. Ji sêkrêtarîya komîsarê sereke li Îraqê ji bo şêwirmendê wezîrê karên hundur, mêmorandûma 16.09.1925.

[14] NE. Hejmar 721, 05.03.1925, rûpel 250.

[15] NE. Hejmar 738, 09.07.1925, rûpel 32.

[16] Galkovîç M. G. Rohilat û Yekîtîya Sovyet. M., 1928, rûpel 66.

[17] Pogorêlov M., Pirsa kurdan, rûpel 145.

[18] Olson R. W., Tucker W. F. The Sheikh Said Rebellion in Turkey (1925), rûpel 196-198; Olson R. The Emergence of Kurdish Nationalism, ch. 6; Kabûlskîy S. Tirkîya nûdemê. – MJ. 1925, hejmar 3, rûpel 42.

[19] Kabûlskîy S. Tirkîya nûdemê, rûpel 42. Şika S. Kabûlskîy tune, ku destê Îngilîs di nav serhildanê da heye, lê wek îzbatî salixên wisa tîne, wek katalogên, ku ji “mîrê Kurdistanê”, wezîrê Kurdistanê yê leşkerî û kesên wek wî ji ber xwe derxistî ra hatine şandin. Ev, hilbet, karekî ne ciddî ye.

[20] AVPRI, fonda NAI, sêrîya A, dexle 148, belge 20, 53. Têlêgrama ji Bêyrûtê ya 05.03.1925 ji bo komîsarê tewrebilind li Bexdayê û baylozê li Parîsê mîrlaw Kryû O. Çêmbêrlên ra 02.03.1925.

[21] Dîsa li wir, dexle 304, belge 62. Mêmorandûma surî ya şêwrmendê komîsarê sereke yê Brîtanîyayê li Îraqê 07.03.1925.

[22] Ji bo nimûne, binihêre: Madyar L. Pirsdanînên berhema zanyarî-lêkolînerî derheqa welatên Rohilata Nêzîk da. – Rohilata Şoreşgerîyê. 1929, hejmar 6, rûpel 59; Vîlçêvskî O. Naveroka bîblîografîyê ya çapemenîya kurdan ya li welatên dereke di sedsala 20an da. – Zimanên îranî. M.-L., 1945, hejmar 1, rûpel 152. Têrmîna ”cankurd” (xuya ye weke gotina ”contirk” xuliqîye), xênji O. L. Vîlçêvsî tu kesî bi kar ne anîye. Vîlçêvskî vê gotinê di kontêksta nêgatîv da bi kar tîne û bingehê wî tunebû wisa bikira.

[23] Vîlçêvskî O. L. Tevgera kurdan ya miletîyê, rûpel 127.

[24] Kûznêsov A. A. Pirsa kurdan di êtapa pêşin ya krîza kapîtalîstîyê ya hemtomerî da. Destnivîsar. M., (b.g.), rûpel 126.

[25] Dîsa li wir, rûpel 125.

[26] AVPRI, fonda NAI, sêrîya A, dexle 304, belge 101-102. R. Lîndsêy – ji bo Wezîreta karên der, hejmar 785, 16.10.1925; DBFP. 1919-1939. Serîya 1a, vol. 1. The Aftermath of Locarno. 1925-1926. L., 1966, hejmar 531, rûpel 761-762.

[27] DBFP, vol. 1, hejmar 466, rûpel 944.

[28] Fikira A. F.Mîllêr, ku “mehkemeyê pevgirêdanên Şêx Sehîd bi pêşverûyan ra îzbat kir“, bi tu tiştî va nayê testîqkirin (Mîllêr A. F. Nivîsên derheqa dîroka Tirkîya nû da. M.-L., 1948, rûpel 152). Eksî wê, cezayên hukumetê di hindava kurdan da tam bi dilê Partîya pêşverû-komarîyê ya Kazim Qerebekir bû. Binhêre: Hasratyan M. A. Kurdên Tirkîyê di dema here nû da, rûpel 84-85. Dema girtina Şêx Sehîd, bal wî “belgeyên giring û gelek pereyên zêr hatine dîtin“, lê ne îzbat bû ka ew ji ku hatine û kê daye kurdan. Binhêre: NE. Hejmar 728, April 1925, rûpel 421-422.

[29] Kemal Ataturk. Kêlm û axavtinên bijare. M., 1966, rûpel 333.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev