ŞERÊ ROSTEM JI BONA PARASTINA WELÊT Û AXIRÎ-AQÛBETA WÎ -2

ŞERÊ ROSTEM JI BONA PARASTINA WELÊT Û AXIRÎ-AQÛBETA WÎ -2

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema sedşêstûşeşan me ji pirtûka “ŞAXÊD ÊPOSA “ROSTEMÊ ZALE KURDΔ, ku sala 1977an bi kurmancîya kîrîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê beşa duduyan a berhema bi sernavê ”ŞERÊ ROSTEM JI BONA PARASTINA WELÊT Û AXIRÎ-AQÛBETA WΔ raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Ji nimûneyên zargotina me – 166

Rostem enirî, şûr ji kalan xilaz kir,

Berda dû Rexşê-Belek,

Go: -Bêxudan, wekî tu bêyî kuştin,-

Gurzê giran, gurztîrkevanan, zînê zêrîn ezê hilînim,

Wekî ez bême kuştin-pelewanek hebe, wê te siyarbe.

Çiqas berdayê Rostem tu negihîşte Rexşê-Belek,

Rostem erebî li Rexşê-Belek xurî,

Rexşê-Belek zivirî, hat nik Rostem sekinî,

Înand ser çevê Rexşê-Belek ji xûnê şûşt,

Li Rexşê-Belek siyar bû, tûkir, go:

-Xwedê mala te xirabke, memleketo,-

Ajot: Heker pir çû, heker hindik çû,

Çû ser çiyayê bilind-dinya lê tarî bû.

Rexşê-Belek heykir li wira,

Gurzê xwe danî bin serê xwe, tenê raza.

Sibê dinya ron bû,

Hespê Tûranyan hatin li wê çêryan.

Rexşê-Belek berda dû.

Yek digotin: Edîb, yek digotin: Bitîl-

Herdu li wê firinde bûn,

Hatin li wira derbaz bin,

Çev bi Rostem ketin,

Gotin: -Xwedê zane em bi şiklê pelewanan

Herin vî pelewanî-hestuyê sax bi laşê me hilnayê.

Di bin Rostemda çiyayê mezin bû,

Bi çiyava dane ser milê xwe,

Tîrka rojê avête sûretê Rostem.

Sûretê Rostem ji ber şewitî,

Rostem çevê xwe vekir,

Tê fikirî, wekî li ser dêwan wê dibin.

Gotin: -Rostem, te li dêmê bidin, an li behrêva bidin?

Rostem melehezerê kir,

Go: -Herçî dêwin mixalifin,

Heker ez bêjim-dêmê bidin: Dêwê li berêva lêdin.

Go: -Min dêm bidin,

Serê min mînît bîte karvansara,

Çi karavanê bêtin serê minda evûzît,

Dê bêjin serê Rosteme.

Gotinê: -Rostem, hela tu li vira,

Navê te li ser dinyayê bimîne?

Çengê xwe qulkirin,

Rostem destê xwe yek avête şaxê Edîb,

Yek şaxê Bitîl,

Şaxê Edîb girt zikê Bitîl da,

Yê Bitîl jî bi zikê Edîb da,

Herdu zeliqandin hevdu.

Rostem kete behrê.

Masîyek devê xwe avête Rostem,

Girt, anî dêmê.

Rostem qesta eteka çiya kir,

Çû nihêrî Rexşê-Belek ketîye tozêda,

Tozêda unda bûye.

Tîmarek li Rexşê-Belek da,

Zînê zêrîn avête ser piştê,

Pê xwe avête rikêfê,

Tû kir, go: -Xwedê te xirab bike, memleketo.

Rexşê-Belek siyar bû, ji wira ajot-çû.

Heger pir çû, eger hindik çû,

Çû li zevyek ceh derket.

Go: -Xwedê pêxember, Rexşê-Belek birçîye,

Ezê heykeme nav, çend roj bira têr bixwe.

Rexşê-Belek hey kire nav ceh.

Rexşê-Belek her car, ku devê xwe davît,

Weke bêderekê reş dikir.

Yek digotinê – Evlet dêw,

Ji wêda çev lêket, kire gazî:

“Ya seybisan, ew çawa bûye,

Teyr bi teyranîya xweva,

Wekî ser cîyê minra diborît,

Ez dûyê wî meqes dikim,

Tu tu xofek bi xwe nakî.

Tu hatî nav cehê minda datînî?

Rostem kire gazî, go: –

Kuro, kesê xwe bilind bêje,

Guhê min giranin,

Were nêzîk, ka tu çi dibêjî?

Ew nêzîkî Rostem bû.

Rostem ser pişta hespê xwe ket.

Sê roj, sê şevan hatine kela Serê,

Yek-du gurza hey dibe gure-gur,

Toz radibe eteka ezman,

Ne ew êşîya derbekê li wî bide,

Ne Rostem êşîya derbekê li wî bide.

Rostem kire gazî: -Ya Dehbil, erd-ezman,

Ev heywanê bin meda gunene,

Were ez jî peyabim, tu jî peyabe, kuştirî bikin.

Peya bûn.

Destelepê gihîştine hev kuşterî,

Wextê penîyê wan dikeve erdê,

Weke xeta kotanê erd diqelêşe,

Heta teştîya mîranî usa kirin.

Nîveka deştê hevdu girtin, birin-anîn.

Rostem qewata xwe civand,

Qewata hezar pênsid pelewanî lê zêde bû,

Hilanî, ser serê xwe jorda li erdê da,

Kêr ji berûka xwe deranî,

Wekî situyê wî jêbike,

Go: -Rostem, min nekuje,

Wekî tu min bikujî,

Tuyê fetha dêwan netê bikî,

Tu bi min ad bike, wekî tu fetha dêwan bikî,

Min bikî padşahê dêwa, ezê riya hemû nîşanî te bidim.

Rostem bi ad kir:

“Wekî ez fetha dêwan bikim,

Ezê te bikim padşahê dêwan”.

Herdu siyar bûn-

Qesta dêwê Sipî kirin,

Çûn dûrva rûniştin,

Dinya ron bû,

Go: -Rostem, eva han qesira dêwê Sipîye, temaşeke.

Rostem dûrebînêda temaşekir.

Mînanî rêzka fêriz û pelewanan,

Diçin qesira dêwê Sipî derdikevin,

Rostem dûrebînêda wa temaşekir,

Destê Rostem qerimî.

Dûrbîn ji dest Rostem ket.

Evlad dêw go: -Bo çi dûrbîn ji destê te ket?

Go: -Xwedê zane, ew bibin pembu,

Ez bibim agir, ez çar li wan nakim.

Go: -Rostem, du seheta bisekine,

Bira dinya germ bibe; ewana dêwêd mirarin,-

Herkesê here razê,

Dêwê Sipî, herdu dergevanê xwe dimînin tenê.

Dinya germ bû.

Rostem dûrbîn danî, fikirî,

Îda ne kes tê, ne kes diçe.

Rostem hingirt Evlad dêw,

Herdu jorda hatine xar.

Jêla, wekî diçine qesra dêwê Sipî,

Zinarek li wêderê – mîna çiyakî.

Pişta Evlad dêw li wî çinarî girêda,

Wekî nereve.

Ji wê Rostem qesta qesira dêwê Sipî kir.

Çû ser dêrî, go: “Dergevano, derî veke”.

Gote Rostem: “Ka destê xwe bide min”.

Rostem destê çepê da dergevan,

Wekî givaşt, xûn li bin neynûkê Rostem avêtin.

Rostem go: “Qewata te eve? Ka tu destê xwe bide min”.

Ewî ku destê xwe da Rostem,

Rostem enirî, milê wî ji qurmva hilkişand.

Li bazinê situyê wî da, situyê wî firî,

Serê wî firî, ser Evlad dêwda çû.

Evlad dêw go: “Înha, xudanê şev û rojan,

Eva serê Rosteme”.

Lêda çinar bi reh û rîşva hilkişand,

Revî, riya sehetekê çû,

Go: “Dibe serê Rostem nebe, yê dergevan bû?”.

Dîsa çinarê xwe pişva anî, danî cîyê xwe,

Rostem derî vekir, çû mala dêwê Sipî.

Dêwê Sipî serê xwe danîye

Ser çoka nazik û nazanî,

Ew mewijê reş dixwe,

Lê gava Rostem dîyar bû,

Go: -Ya pelewan, tu çi dixwazî, bixwaze,

Bo xwe bibe, here.

Niha dêwê Sipî rabe,

Hestuyê mezin wê guhê te bihêle.

Go: -Ez hatime, canê wî cenemîşkim.

Go: -Şîrê wî, evê han dîwêrda,

Heker te şîr ji kalan kişand,

Tuyê şerê wî bikî.

Rostem bi herdu destan-

Ancax şîrê wî hilanî, danî erdê,

Bi herdu lingan çû ser berçiqkê şîr.

Bi herdu destan ancax şîr ji berçiqkê kişand,

Şîrek lingê dêwê Sipî da,

Lingê rastê bi çokêva birî.

Lênihêrî da xwe, li sîngê Rostem da.

Rostem bi taqê mixarê dikeve,

Şîrê zikmakê tê devê Rostem.

Rostem wî dibe li taqê mixarê dixe,

Bêhna zehrmarê ji devê wî sebeyî davê.

Heta taştîya mîranî, hevdu girtin, birin-anîn.

Herçî dêw bû, pê lingekî bû, ew qerimî.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev