DI ÊZDÎYATIYÊ DE RENGÊN LI SER ALA KURDÎ Û NÛRA ROJÊ PÎROZ IN! -1

DI ÊZDÎYATIYÊ DE RENGÊN LI SER ALA KURDÎ Û NÛRA ROJÊ PÎROZ IN! -1

Nivîskarê me, zaneyê dînê êzdîtîyê, evîndarê welatê xwe – Kurdistanê gotareke delal ji malpera me ra nivîsîye. Em beşa wê ya pêşin îro çap dikin, beşên 2an û 3an emê sibê û dusibe çap bikin. Çaverê bin. Em hêvîdar in bi vê nivîsa delal zanebûnên we derheqa dînê êzdîtîyê da wê zêdetir bin.

Kemal Tolan, êzdîzan

Li gorî ku ez ji mîtolojiya Êzdîyatiyê fahm dikim, qewl, duha û zargotinên me Êzdîyan dibêjin, dema melek (milyaket) an bi reza (hêza) Xwedê ji keremetên xwe ev dinya afirandine, erd û ezman çêkirine, ruhilber xuliqandine şûnde, ew ji ser ruyê erdê rabûne çune dîwana Xwedê û di dewsa xwe de hinek nîşan (symbol)ên xwe ye pîroz ji bo baweriya giyander (evd) an timî bi wan bê li ser ruyê erdê hîştine.

Di Êzdîyatiyê de hinek ji wan symbolên pîroz jê; rengê kesk, sor, sipî, zer û nûra rojê ku li ser ala û tabîata Kurdîstanê ne.

Pîroziya rojê 

Roj di mîtolojiya tevayiya mîletên arî (îndo-ewropiyan) de û bi taybetî jî di nava Êzdîyatiyê de symboleke herî mezine. Me Êzdîyan berî her kesî pîrozî û meznatiya Xwedanê rojê, yê ku di dokumentên mîtolojiya kevn de weke şemeş, şamaş, şems, şams û whd. hatiye binav kirin û naskiriye.

Li ba me Êzdîyan navê xwedanê rojê vêga hê jî Şêşims e.

Em Êzîdî hêjî di nava ilm, sed û hedên xwe de dibêjin: “Roj nûra Xwedê ye, Roj qubleta me ye , gava germaya rojê li ser û bin erdê de tunebe, dê jiyan, xêr û bereket jî li vê dinya yê tûnebe û whd.“ Ji bo xêr û berekata rojê (Şêşims) li ser vê dinya yê her berdewam be û ruhê miriyê me zu biçe axretê, em gelek duha dikin, qurbanan (hê jî li Lalişê serbira gayê Şêşims) didin, rojiyan digrin û cejnan pîroz dikin.

Zargotinên me Êzdîyan gelekî kur û dirêj li ser pîrozî û menfêata nûra rojê radwestin. Di hinek qewl, duha û dirozên Êzdîyatiya me ye vêga de ku ji ber zilm û qetliyamên heftê û dû fermana mayî de meznatî, pîrozî, xêr û bereketa Xwedanê (Melekê) rojê (Şêşims) weha tê xwanê kirin:

 

1.Qewlê Şêşims

Mestim ji qedeh ê
Lalişê, xwedana qubeh ê
Dê bi Şêşim dîn medeh ê

Mestim ji dîwan ê
Dê bi Şêşim dîn beyan ê
Ya Şêşim te em înane ser erkan ê
(Mestim ji dîwan ê
Lalişe xwedana erkan ê
Cem Şêşims bidin beyan ê)

Ya Şêşim tu yî rehîmî
Xaliqê min ji qedîmî
Li hemû derda yî hekîmî

Ya Şêşim tu yî rehmanî
Xaliqê min ê canî
Li hemû derda tu dermanî
Li hemû muxliqa tu yî rehmanî

ya Şêşim tu meferî
Xaliqê minê her û herî
Rizqa didî duberî

Here mare, here mişk e
Here tere, here hişk e
Ewan jî bi Şêşim par û pişk e

 

Here reqe,ere mar e
Here mixfiye, here dihar e
Ewan jî bi Şêşim hebe pişk û par e

 

Here gure, here goran e
Ewin xafilê bext û dan e
Ewan jî bi Şêşims xwedan e

Here erebe here ecem e
Ew xafilê bê kerem e
Ewan duwa Şêşims pê ji qedem e

ji malê heta bi mal ê
Şêşim xudanê sîqal ê
Em Şêşim nabirin ji xiyal ê

Ji derecê heta derec ê
Şêşims e xwedanê ferec ê
Dest û damanên Şêşim dê tiwafkîn,
Şûna kabê ciyê hecê

Ji sitûnê heta bisitûn ê
Çend mifte heye li hindir xizîn ê
(Û çil mifte heye li derê xezîn ê)
Şêşims dane destê marîfetê û nasîn ê

Ji çavan hetanî devî
Mora Şêşims lê dikevî
Ya Şêşims mêra meleka,ji germe nahêlin em binvî

Ji serî heta piya
Ya Şêşims te em nexşandîn danîne serê rêya
Em Şêşim nabirin ji hêviya

Ya Şêşims te em xwestine li ser vê xilmet ê
Tu li me vekî dergekî rehmet ê
Ronahiyekê bidî me û çendî sinet ê

Sinet ku sinet e
Zebûne kêm taqet e
wan jî bi Şêşims eniyet e

Sinî kû sinî ne
Û zebûnî ji bandî ne
Ewan jî bi Şêşim hêvî ne

Cihû ku cihû ne
heger neye selefxware buxdane bûn e
Ew jî ji Şêşims bi recû ne

File ku file ne
Yî bi keşîşû abûne ne
Ewjî li pey Şêşims diherene

Hingî xulqê dibû ye
Ere ji inse ere ji jûje
Ew jî yeke ji Şêşims re nedû ye

Hingî xulqê giyan e
Ere ji ins e ere ji can e
Ewan jî bi Şêşims xudan e

Çendî tê ba, av, ax û agir e
Ji civata Melik Şemsedîn, Melik Fexredînê hadir e
Kerametên wan ji ewil heta bi axire

Çendî tê befir û ba û baran e
Niqteke ji ezmanê heftan tê nazilî xwar e
Ya Şêşims izin li ba te destûre, ferwar e

Çendî teyr difir in
Û li baskê xwe dinêr in
Ew hî li ba Şêşims bi sir in

Heftî û du milet e
Hijdeh hezar xulyaqet e
Şêşims hemûyan mor diket e

Şêşims hemûyan dimorîn e
Melik Şêxsin qelem li destaye dikişîn e
Û Mîr Sicadîn vê dinyayê difetihîn e
Şêx Nasirdîn çiqas mexlûqe, rih ji hemûyan distîn e

Şêşims Mîre li dîwanê
Şêxûbekir sekiniye li derê sikanê
Melik Şêxsin dest dane qelema îmanê

ŞêŞims bi xwe padşa ye
Şêxûbekir mewla ye
Nasirdîn Şêxê ala ye

Şêxê mino bi nasir e
Çiqas mexlûqên rih liber e
Şevê giran xew ne dikir e
ew jî saf û hêbeta Nasirdînî li ser e

Şêxê mino Nasirdîn e
Çiqas mexlûq rih liber tîn e
Û Şevê giran xew lê nîn e
Nasirdîn riha hamûyan distîn e

Nasirdîne û Cibrayîlê axî ye
Ew in sirdêçê kul û nebiyan
Ebûmitab bi destê wî ye

Xelat kirin bi dû xelat e
Bi kerameta mîr Sicadîn dersat e
Ewê kufrîyê ji dinyayê bike pera te

Xelat kirin zilfiqar û dundilî
Bi kerameta mîr Sicadîn vixûlî
Fere bi sidqê gehiştime aqilî

Şêxê mino bi ala ye
Û Şûrê qetlê bo re hîna ye
Ewê kufrîyê ji dinyayê hilîne

Xelqino werin zurfa bibînin
Û çiyayê bilind werdigerînin
Û qube keskin, helêle zêrîn in
Ew jî bi hêbeta melik Şemsedîn,
û Melik Feyredîn in

Melko tu yî mominî
Moldaro tu yî mezinî
Mîr Şemsedîn tu li dereca Melik Şêxsinî

Meliko tu yî zergûnî
Qutmo tu yî zemînî
Ya Melik Şêxsin tu li dereca siltînî

Meliko tu yî Feqîrî
Û ji îro tu çendî jîrî
Ya Melik Şemsedîn ji ewel heta paşî xebîrî

Ji rohilat heta roava
Û destê Şêşims li ser xasan û xavan
Ew meclis binavê Şîxadî û Melik Şêxsin bû ava

Ji roava heta rohilat e
Û çiqa aşiq hene Şêşims hemû dikirin bi xelat e
Ew jî maşin ji ba Şêşims dihat e

Xelkîno werin bipirsin ji qisedar û manîye
Û gava biniya navê meclisê danî ye
Şêx Fexrê Adîya û Ezdayî ye

Melik Fexredîn bi xwe bû ye hosta
Û ev diniya pîva bi bosta
Destekî Şêşims dojeye yek buhişt e

Xelkîno werin bipirsin xelkê alîxêr e
Ma ne heft tebeqî ji vê tebeqê yî ber jêr e
Ew jî Şêx Fexrê Adîyan lê dike sexbêr e

Bazî her heft tebeqa bi civîne
Min çardeh tebeq lê dîne
Her çardah bi hosta ne bê sitûne
Her çardah tebeq li ser milê
Melik Şemsedîn û Melik Fexredîn e

Birme tebeqa heqîqî Emer e
Ewe kursîya zêrê zer e
Min li wê dî Şêx Nasirdîn Evdalê Omer e

Birme tebeqa bi refîq
Ya zerdana bo terîq
Têde hebû Şêx Nasirdîn layîq

Birme tebeqa bi sema yê
ya bi sedqa sefayê

Ya terîq li ser dana ye
Ev meclis bi navê Şêxadî û Malik Şêxsin ava ye

Birme tebeqa nazilî erde
Heremê Şîxadî periyê nûranî berdane bi ser de
Nav û dikarê Siltan Êzî ji ezmana hatîye erd e

Birme tebeqa zincîrî temam e
Li wê nûrê heyran mam e

Heyran mabûm li wê nûr ê
Min ji qendîl hetanî bi mişûr ê

Min ji Ezîz Melik Fexredîn xwest destûr e
Lew te ez kirme xewasê behra kûr e

Banga min dîwana Ezdayîye
Yekî nanê Hesîn Delalê sêbiya
Ew jî di zane li rûyê vê meclisê çi bûye çî ciriya

Banga min dîwana Faqîra
Yekî nanê Hesîn Dela, Hesen Pîra
Ew jî diçine civata mîra

AŞiqo yî Pîre Xana
Hingî canê kulekî emelekî çakî li bal e
Ewî mavê bi Şêxî, Pîrî, Hoste û Merebî,
Yar û birayê axretê dixware

Em di kêmin Xwedê Temam e.

(dûmayîk sibê bixwînin)

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev