Bajarê Çaldêranê ango Çardêranê

Bajarê Çaldêranê ango Çardêranê

Berhevkar: Yaqûb Kurmanc


Çaldêran bajarekî nêzîkî bajarê Makûyê ye ku dikeve bakûrê rojavayê parêzgeha Ûrmiyeyê.
Hejmara rûniştvanên herêma Çaldêranê 45,000 kes e.

Xelkê Çaldêranê bi zimanên Kurdî û Azerî dipeyivin.

Dahata xelkê vî bajarî piranî ji riya cotkarî û ajaldariyê ye.

Mixabin yek ji herêmên hejar ya Kurdistanê ye ku heya niha ji aliyê bazirganî û pîşesaziyê ve tu çalakiyek pêk nehatiye.

Bajarê Çaldêranê ji ber wê girîng e, çimkî di sala 893an a heta şerê di navbera hikûmeta Osmanî û Sefewîyan de li vê herêmê qewimiye ku di vî şerî da Artêşa Îranê li hemberî Osmaniyan şikestek mezin xwar û yekem car axa Kurdistanê piştî vî şerî, ku bi navê şerê Çaldiranê navdar e, dabeş bûye.

Hê jî asar û bermahiyên wî şerî li herêma Çaldêranê wekî Mezargeh û Peykerê şervanan hene.
Navên vî bajarî yên din jî hene, wek Qeleniyê ango Qereyînî, Kanîreş.

Lê navê bajêr yê esilî Çaldêran e.

Berê li Çaldêranê Ermenî jî hebûne ji ber ku li vê herêmê gelek dêrên filehan hene ku Dêra Qerekilîse ango Dêra Tadêos û Dêra SorSorê ango Dêra Meryema Pîroz dêrên herî navdar û kevn yên Çaldêranê ne.

Gelek dîrokzan li ser wê baweriyê ne, ku navê vî bajarî ji ber vê Çaldêran/Çaldiran e ku gelek dêr vir hebûne.

Herwiha mezargehên wezîr mezinê Şah Îsmaîlê Sefewî û Sandoxt mîrlawê Osmanî ku di şerê Çaldiranê de hatibûn kuştinê, li vê herêmê dene.

Bajarê Çaldêranê ji aliyê siruştî ve bajarkî pirr xweş û hênik e.

Her salê berf û baraneke zêde li vê derê dibare, ku dibe sedem jîngeh û zozanên wê deverê şên û hêşinayî be.

Gola Nawûrê yek ji şûnên siruştî ya herêma Çaldêranê ye ku dengbêj û hunermendê Kurd ê Çaldêranê Mistefa Brûkî li ser vê Golê û serpêhatiyên wê demê stranek jî gotiye ku gelek caran li ser TV û Medya û malperên Kurdî belav bûye.

Piraniya zozanên êl û eşîrên kurdên Celalî û Mîlanî li herêma Çaldêranê ne, ku her sal zozanî koçberî wir dibin.

Dêra Tatavos an Qerekilîse yek ji cihên dîrokî yên herêma Makû-Çaldiranê ye.

Bajarê Çaldiranê nêzîkî bajarê Makûyê ye.

Qerekilîsa ku kilîseya Tatavos an Tadeos jî tê bi navkirinê, ketiye başûrê bajarê Makûyê, li parêzgeha Urmiyê. Ev kilîse ketiye rexêgundekî bi vî navî û di sala 644-645 H. da ji nû va hatiye avakirinê. Fermana Şah Abbasê Sefewî derheqa piştgiriya ji Ermeniyan li ser dergehê vê kilîseyê tê dîtin. Qerekilîsa merqeda Tadeos yek ji Hewariyon (sehabe) yên Hezretê ÎsaMesîh (silavên Xwedê lê be) e.

Li gor belgeyên dîrokî bo yekem car di sala 43 Zayînê 2 kes ji hevalên Hezretê Îsa bi navên Tatavûs û Bartolomeos ji bakurê Beyn-Alnehreyin (navbera çemê Dicle û Firatê) derbas bûn û ji bo belavkirina ola mesîhiyetê derbasî Îranê bûn. Tadeos yek ji xîmdarên kilîseya Ermenî ye, ku di sala 66 zayînî da hate kuştinê û gora wî jî li Qerekilîseyê da ye.

Li gor hin riwayetan, xîmê vê kilîseyê di sedsala 4’anya zayînî da ji bo bîranîna wî hatiye danîn. Li vê kilîseyê çend avahî hene. Qerekilîseya niha ji 2 pişkan pêk hatiye: yek bi kevirên reş, ya din jî bi kevirên sipî ku pişka kevirê reş kevintir e. Ev kilîseya ji wan kilîseyên binav û deng a mesîhiyên cîhanê ye ku hemû salan di meha Mordadê (Tebax) merasîmeke taybet tê da bi rê dikeve. Li ser aliyê derve ya dîwarên vê kilîseyê nivîsar û wêneyên rûhanî û însanên paqij yê Mesîhî, ku li vê kilîseyê da xizmet kirine, hatine kişandinê.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev