DI ÊZDÎYATIYÊ DE RENGÊN LI SER ALA KURDÎ Û NÛRA ROJÊ PÎROZ IN! -2

DI ÊZDÎYATIYÊ DE RENGÊN LI SER ALA KURDÎ Û NÛRA ROJÊ PÎROZ IN! -2

Nivîskarê me, zaneyê dînê êzdîtîyê, evîndarê welatê xwe – Kurdistanê gotareke delal ji malpera me ra nivîsîye. Me beşa pêşin duh çap kir, em îro beşa 2an çap dikin û beşa 3an, ango a dawî, emê sibê çap bikin. Çaverê bin. Em hêvîdar in bi vê nivîsa delal zanebûnên we derheqa dînê êzdîtîyê da wê zêdetir bin.

Kemal Tolan, êzdîzan

 

2 – Beyta Subê (Beyta Şêşims)

“Ev beyta, di rojê cejnan de li gel def û Şibaba bi deng û awaz li Lalişê , li gundên Êzdîyan civata ku Tawis tê de û li ber dergehên xasan têye gotin.

Li ser dîndaren me çî feqîrê mala Şêx Adî yan jî Babê Çawîş û whd. be ferze hero vê beytê li Lalişê bêje.

 

Beyta Subê:

Hê hê ji wê hiltêtin roje,

Şêxê Nurî bişkoje,

Destê Şêşim selat û doje.

 

Ji wê ku roj hilate,

Ji berî mang der hate,

Şêşim zeynan di bû welate.

 

3 – Beyta Cindî

Êzîdî vê «Beyta Cindî» di şefeqa sibehê de bi def, şibêb û awazeke bilind dibêjin.

Cindiyo rabe roje,

Bes vê xewê hindoje,

Xewa berê sibê zor edab û doje.

Cindiyo rabe rabe,

Bes bi vê xewê tu şabe,

Xewa berê sibê zor ezabe.

 

4- Duha Fecrê (Şeveqê?)

Mêr û melekan dan medeha,

û xasêt nava qubeha,

ronahî dabû berê sibeha.

 

Ronahiya berê sibê dahir bû,

sed xozma wî mêrî bi heqî rawestabû.

 

Aşiq û maşuq mifta bi deste,

me miraza xo ji wan dixweste,

ewan miraza xo bi heqî dixweste.

 

5 – Duha Sibê:

Dema tîrêjên roj nû heltên, hingê Êzîdî berê xwe didine rojê û vê duhayê dikin.

 

5 a – Pişka yekê:

Amîn amîn,

Tebarek eldîn,

Ella ehsenil xaliqîn,

Bihîmeta Şemsedîn, Fexiredîn,

Sicadîn, Nasirdîn, Babadîn,

Şêşimse qeweta dîn.

 

Siltan Şêx Adî tacil ewelîn heta axirîn,

Heq hemdilia ya rebil ‘alemîn,

Xêra bide şera wergerîn,

Mehderekê di xwazîn,

Birehma Şêx Adî rezay melik Şêx Sin,

 

Kerema Şêşims.

5 b -Pişka diduya:

Nûr ji nûrê şifiqî,

 Sibhane ji le xaliqî,

 Meleke li ber tifiqî.

 

Ji malê heta malê,

Şêşims xudanê sîqalê,

 Em li Şêşims nabirîn xiyalê.

 

Ji derecê hela derecê,

Şêşimse xudanê ferecê,

Em dê dest û damanêd Şêsimis tewaf keyn,

Şûna ‘ebtuahê û hecê.

 

6 – Duha Hêvarî

Ya Siwarê roj hilatê, roj avayê,

Hûn bidene xatira dotê û dayê,

 

Hûn me xilas ken ji qedayê ji belayê,

Hûn bidene xatira kaniya Sipî ‘eyinil beyzayê,

Ya Şêşims tu halê mala xwe bipirsî û me jî vê carê.

 

7 – Beyta Êvarê

“Ev beyta û beyta subê, rojên cejna bi deng û awaz li gel def û Şibaba li Lalişê û li civata Tawisê û li ber dergehêd Xasa li gundên Êzdîyan têne gotin.

 (beşa dawî sibê bixwînin)

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev