
Van rojan di medya civakî da pêşnîyar têne kirinê ku her kes 7 rojan 7 kitêbên kurdî pêşnîyar bike, bide nasandin û pêşnîyarî hevalan bike. Wek her pêşnîyareke ha çiqas jî pêwîst û bi dilê me be, lê pir caran hinek kes peyda dibin wê pêşnîyarê bi kar tînin bona propagandakirin û reklamkirina xwe û hinek kesan û gelek caran jî bê bingeh. Eger em bidine ber çavan, ku ne her kesê kitêb çap kiriye nivîskar e, û ne her kitêbeke çapkirî jî berhemeke edebîyetê ye, wê demê em kesên bi rastî xwende û zane digerin ku wan 7 kitêban pêşnîyar dikin û herwiha wan nivîskaran digerin ku ew 7 kitêb nivîsîne an jî wergerandine.
Malpera me du kesên wisa zane û xwendî dîtin. Yek Ali Gurdilî ye, yê din jî Mustefa Aydogan e, ku wergera wî hatîye pêşnîyarkirin.
Li jêr mêze bikin, ka çawa wergera ji tirkî ya Mustefa Aydogan ji orîgînala kitêba Orham Pamuk têne himberîhevkirinê û ka kîjan ji wan xurttir e û bi ser dikeve (nivîsa orîgînal an werger), ew jî bira xwendevan biryar bidin.
Li jêr nivîsa Ali Gurdilî ye:
Riataza
Ali Gurdilî
Kek Faysal Abul, bang li min kiriye ku ez jî 7 rojan 7 kitêbên kurdî bidim nasandin û pêşniyarê hevalên xwe bikim. Mala wî ava û siheta wî xweş. Lêbelê ez ê bang li kesî nekim û di şûna wê yekê de, heft rojan behsa 7 kitêbên ku min berê wan xwendine bikim. Erê, piştî gotina mamoste Kasim Xelîlî ku go “kesên ku reklama pirtûkên nexwendine bikin, bila bibin golik” ne hêsan e meriv behsa kitêbekê ku nexwendiye bike. 🙂 Loma ez ê behsa 7 kitêbên ku min ji xwendina wan hez kiribû bikim.
Min ji romana Orhan Pamukî a “Benim Adım Kırmızı” hez kiribû û piştî ku wergera wê ya kurdî hate weşandin, min wergera wê ya kurdî jî kirî û xwend, ku ji aliyê kek Mustafa Aydogan ve li kurdiya kurmancî hatiye wergerandin. Min ji wergera wê bêtir hez kir. Sebebê vê yekê, belkî hezkirina min a kurdî be, nizanim. Lêbelê, di zimanê resen ê romanê de, hewqas têgehên erebî, farisî û kurdî hatine bikaranîn ku bêhneke biyan ji romanê difûre. Lêbelê di wergera wê a kurdî de, ew têgeh yan peyv, bêtir bûne malê romanê. Loma jî, min xwe bêtir di wergera wê de dî û jê hez kir. Heke bi destê we bikeve û mabe, jê nemînin.