DI ÊZDÎYATIYÊ DE RENGÊN LI SER ALA KURDÎ Û NÛRA ROJÊ PÎROZ IN! -3

DI ÊZDÎYATIYÊ DE RENGÊN LI SER ALA KURDÎ Û NÛRA ROJÊ PÎROZ IN! -3

Nivîskarê me, zaneyê dînê êzdîtîyê, evîndarê welatê xwe – Kurdistanê gotareke delal ji malpera me ra nivîsîye. Me beşên pêşin û duduyan duh û duh na pêr çap kir, em îro beşa 3an, a dawî çap dikin. Çaverê bin. Em hêvîdar in bi vê nivîsa delal zanebûnên we derheqa dînê êzdîtîyê da wê zêdetir bin.

Kemal Tolan, êzdîzan

 

Beyta Hêvarî (hêvara dest)

Yalla roj diçû hêvare hêvare evare deste

Seydî feslandibû hêvare hêvare hêvare deste

Mîro cindîyêd pedşêne

Seydî yala ya sermeste

Yalla li kwênê mêra xilmnet ji dergehê Şîxadî di xweste..

 

8 – Duha berî razanê (Şehda Dînî):

Li ser her Êzdîyekî ku berî here razê ferze duha xwe ye razanê ”şehda dînî ”, navê Xwedê û Tawisî Melek, şêx û pîr, hosta û merebîyên xwe li bîra xwe bîne û xwe helel bike. Êzîdî bi vê duha kirinê , jiyanê xwe helal dike û kêfxweşe ku li ser bawerîya Êzidiyatiyê bimîne û bimire.

 

Şehda dînî

Şehda dînê min êk Elah,

Melîk Şêxsîn heq hebîbilah,

Meqlup û mergeh sela.

Silavêd mêra li Lalişê meqlubî,

Birî mehê cotêd quba li wî erdê,

Erdê Êzîdxanê ser dirsene ber Şîxadî,

 

Wekî dine jî gava Êzîdî radibin, rûdinên, di bîhnijin, berê xwe didine xêr û şeran, bi rê yekê ve diçin, di gelek sond û adên xwe de dibêjin: „Ya Şêşims xêr, bi Şêşims ê xwedanê te, bi hemeta Xwedanê rojê, ya bi quweta Xwedê û Şêşims, Şems bi hawar û gaziya me ve were, Bi Şêşimsê mêfera evdê Êzîdî, bi Şêşimsê xwedanê risq û qismeta û whd.“

Dema roj diçe ava û şunde, Êzîdî gora miriyan na kolin û dibêjin: ”Dergehê xêr û şeran hatiye girtin”.

Li gorî zanîna xwe dibêjim, em Êzîdî ji bo roj ji tengasî û tariyên zivistanê zu derkeve û dinya ji hemû ruhilberan re xweş bive, ji destpêka meha kanûnê şûnde de gelek rojiyan ji hemû xwedanê (Şêşims, Xwedan, Êzî û whd.) xwe re digrin û cejnên wan pîroz dikin. Gava roj ji tengasî û tariyan xelas dibe jî, em dîsa gelek rojiyan ji bo xwedanên xwe digrin û cejnên (weke îda: bilindê, batizimî, çilê zivistanê, Xidiryas, Xidirnebî, Newrozê, Çarşema sor û whd.) wan pîroz dikin.

Dîsa, weke ku ez ji zargotinê me fahm dikim, di mîtolojiya me de navekî Xwedayê rojê jî MITRA ye. Gotina Mîr anjî Mîrê Şêxan jî ji gotina MITRA hatiye û li ser wê baweriyê ye ku hêjî Mîrê Êzîdîxanê, serokê civata ruhaniyên Êzdîya ye û Bavê Şêx, serokê oldarên Êzdîya ye û ji binemala şêxên Şêşims têye hilbijartin.

Vêca me heta neha ji ber gelek sedeman ni karîbûye lêkolîn û zaniyaran li ser dîroka symbolên dînê xwe binivîsin. Hêvîdarim ji vir û pê de zaniyar û rewşenbîrên milletê me bikaribin gelek lêkolîn û zaniyarên layiqî kevnariya netew û dînê me pêşkêşî hemû mîlletan bikin.

Nimûnyeke dinê: I

Pêşniyar dikim ku xwandevan birênin li wê lêkolîna HECÎ CAFER ya bi navê Pîrziya Rojê di Memo Zîna Xanî de” bixwînin.

Hêja HECÎ CAFER weha dibêje:

“Xanî bi pîrûzî, roj, agir û ronahî di Mem û zînê de bikar anîne, eve jî ne kêmasî ye, çûnkî peristina rojê kevntirîn perstin bûye dinav tuxmê mirûvî da, bitaybetî dinav nivşê Arî de. Bigre ji Misriya, Yonaniya, Exrîqiya, Sumeriya, Bablî û Asûriya..Heta ger digehe Îtaliya û Kaşiya û Eîlamiya..hemûyan roj perstine. Îşaret hene ku li welatê (Yemenê) jî roj hatiye peristin, qûrana pîroz dibêje: Binavê xwedê mezin û dilovan (wecedetha we qewmuha yescidûne lilşemsi min dûn Ellah). Li Hindê û Çînê jî roj hetiye peristin. Êl, xêl û eşîretên Arî jî gelek bi rojê ve grêdayî bûn, wan jî bihayê rojê zaniye,lewma Arîya roj peristîye û kiriye xwedewendê xwe, kû di gotinê -mîtra-. yan xûrda. Hejî gûtinê ye bêjim, mirovan roj ne peristîye, heta kû negehiştîne qûnaxa çandinê, di vê qûnaxê de roj hetiye peristin. (Şêşims) yan xwedawendê Şemis, kû xwedawendê xêr û rizqî û serbestiyê ye, bi mezintirîn xwedawendê Êzdiyan tê jimartin. Belê, Êzdîya roj peristî ye û kiriye xwedawendê xwe, heta evroke jî dema roj dihelê Êzdî dest û çavêt xwe di şon û qesta wî cî dikin, ew cî yê rojê lê day, dê berê xwe din rojê û daxwaz û duwa jê dikin û paşî sê caran dê bi wî erdî ve maçî kin, ew erdê rojê lêday.

Bi hizra min dema Xanî di Mem û Zînê da gotî:

Hin roj perist û hin şeb evrûz,

Hin xise revîn û hin xem endûz

Mebest bigotina (hin roj perist), kûrdên Êzdî bû ye, yan nîşan bûye bo wan, çûnkî nêzîktirîn komela rojperist bo xanî Êzdî bûn. Li nik Êzdîyan xwedwendê rojê digehe pila (Tawisî Melek), hind caran jî digehe dereca xwedê. Xanî vî wênê Êzdîyatî yê bikar tîne, dema dibêje xwedê:

Şemis ne ji qismê nûr û narî
Şemis ji eyan tû perdedarî

 

Dema Êzdî daxwaz û duwa dikin, beramberî rojê radwestin û bo xwe daxwaza dilovaniyê-rehmê- ji rojê dikin.

Xanî jî dilovaniyê dikevlûjankê rojê de dibîne dema dibê:

Hukam bi batin û bi zahir
Bê şşubhe muşabihin bi agir
……
Rehmê kû dikin ji rengê rojin
Qehrê ku dikin cîhan disojin
.

 

Ev lêkolîna hêja di Kovara Laliş hêjmar 8. Sala 1997 de hatiye weşandin û niha jî di malpera (http://www.lalish.com/mem_%FB_z%EEn.htm) daliqandiye

 

Ji bo tespîtkirinê:

Ev dokument dide xwanê ku Rojparastin hîna di sê hezar sal Berî Zayînê de jî hebûye

 

RENGÊN PÎROZ

Rengên li ba Êzdîyan pîroz kesk, sor, zer û sipî ku rengên all û tabîat (xwezay) a Kurdîstanê ne.

Di meha nîsanê de xwezaya li Kurdîstanê bi rengên kesk, sor, zer dixemile û ji ber vê yekê ye em Êzdî di vê mehê de tû bûka dernaxin û em vêgajî dibêjin “Meha nîsanê bi xwe bûka salê ye û ew tû bûka di ser xwe re qebul nake“.

Berê jin û mêrên Êzdîyan ji xeynî cilên rengên wan sipî pêştir, wekî dinê tû rengên di bin şal, saqo û paçikê xwe de li xwe nedikirin.

Heta îro jî herkes dibîne ku libasên Ruhaniyên Êzdîan hêjî tev xûrî sipî ne. Vêga jî gava ku Êzdîek kiras diguhêre ji xeynî kefenê sipî tû libasan dinê lê nakin. Ev baweriya Êzdîan jî dide xwanê, hinga ku mirî derkeve dîwana Xwedê û Milyaketan gerek cilên wî paqijbin û lewma hêjî Êzdî dibêjin:“Paqijî ji Îmanê ye“.

BASINBAR

Em Kurdên Êzdî ji berê ve, timî piştî her sersala nû, di roja heftê meha nîsana Kurdî de, ji hiriya miya tayikekî bi teşiyê dirêsin. Dûre benikê xwe bi her sêh rengên pîroz di rengînin û ji vî benikî re dibêjin basinbar. Merivên Êzdî vî benikê basinbar bi qevda destê xwe ve girêdidin û hêvîdikin ku nezer, nexweşî, bela û kêmasiyên sala nû neyê ne serê wan. Wekî din jî benikê basinbar, li ba me Êzdîan symbola bereketa demsala biharê, zad , pez, dewar û hemû zêdebûnê ye. Lewma, hêjî gelek Êzdî di roja heftê nîsanê de basinbar bi hemû dewar û pezên xwe vedikin. Hinek jê jî basinbar bi serê darikê ku pelora Xidir Elyas û Xidir Nebî pê li hevûdinê xistine vedikin û dibin di nava hemû zad û çandiniyên xwe de diçikînin.

Vêca ji ber ku bav-kalên me bi hezarên salane ev ol û ala ji rengên xwezayiya Kurdîstanê xemilandî parastine, qet tû dîn û alên netewên dinê ji xwe re qebul nekirine, dujminên ol û netewa me bi hesab ferman,qetliyam,zilm û zor li pêşîyên me û me kirine. 

Lewma dibêjim ala ol û netewên ku welatê min bi zilm û zora xwe dagerkine tûcarî nebe ala min.

Çavkanî:

  1. Pîr Xidir , Silêman- Êzîdîyatî 1995. Dihok.
  2. Bedelê Feqîr Hecî, Bawerî û Mitologiya Êzdîyan. Kurdistan-Dihok 2002.
  3. Pîr Xidir Silêman, Êzdîyatî. 1996. Dihok.
  4. Dr.Xelîl Cindî, Kovara Roj. Hejmar:1.
  5. Malpera :http://www.lalish.com/qewle_sheshim.htm).
  6. Zagrosê Hajo,Vekolîna li Girê Mozan (http://www.netkurd.com/nuce.asp?id=317)

 Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev