Diyasporayên kurdan banga hevkarîyê û yekîtîyê li partî û rêxistinên Kurdistanê dikin

Diyasporayên kurdan banga hevkarîyê û yekîtîyê li partî û rêxistinên Kurdistanê dikin

Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan (FNDK) û Federasyona Diyasporayên Kurdan ya Beneluxê (FDKB) bangeke tevayî ber bi partî û rêxistinên sîyasî yên Kurdistanê, temamîya kurdên cihanê çap kirin û tê da hêvî dikin nelihevîyên îdêologî û sîyasî, bêhntengîya di hindava hevdu da daynine alîyekî û di nava demeke kurt da Pêşenîyeke leşkerî-sîyasî (Barêgeha Rizgarkirina Kurdistanê) ya yekgirtî saz bikin.

 

Naveroka bangê:

Hemwelatîyên birêz! Wek ku em piştî rewşa li Kerkûkê, Şengalê û Efrînê, herwiha ji biryara DAY ya vê dawîyê derheqa derxistina leşkerên xwe ji Kurdistana Rojava hatine bawerkirinê, qedera gelê kurd ne di xema cihanê da ne.

Kurdan, ku keda sereke kirine nava qirkirin û jiholêrakirina Dewleta Îslamîyê ya têrorîstîyê (Daîşê, ku li Rûsîyayê hatîye qedexekirin), jîyana bi hezaran keç û xortên xwe dane wê rihînê, ku tevaya cihana medenî ji hovîtî û wehîştîyên sedsalên navîn biparêzin, îro dîsa bê pişt mane.

Dîsa xetera ji alîyê desthilatdarîyên Tirkîyê û Sûrîyê himberî kurdên Kurdistana Rojava serî hildaye.
Îro hewil didin me bidine bawerkirinê, ku heqê me yê bi xwe tayînkirina qedera xwe tune, ku em bona wê hela ne gihîştine.

Bi bawerîya dewletên cihanê kurd gerekê bi qedera xwe memnûn bin û wek berê mînanî koleyan li Îraqê, Sûrîyê, Tirkîyê û Îranê notila kesên dereceya duduyan bijîn.

Dijwar e li xwe mukur bên, li rastî ew e, ku kurdan bi kar anîn û dawîyê pişta xwe dane wan.

Lê gelê me bi dîroka xwe ya hezar salî, şerê xwe yê mêrxasîyê îzbat kirîye, daxweza ber bi azadîyê tu kes nikare bide sekinandin.

Li cihanê tu hêzek tune, ya ku bikaribe hewildanên gelê kurd yên azadîhezîyê berbend bike.

Weke ku li sirûda me a miletîyê da tê gotinê, bira tu kes nefikire, ku kurd mirine, kurd dijîn û wê bijîn û ewê ji sedî sed alaya xwe ya miletîyê li ser hêlanên çiyayên Kurdistana azad binikînin.

Em, kurdên Yekîtîya Sovyeta berê û Ewropayê bi dilekî kovan dîna xwe didine bûyerên bedbext, ku li Welatê me yê kal û bavan diqewimin.

Em bi xemgînî xîyanet û nuxsanîya li Kerkûkê û Şengalê bîr tînin û derdikevin dijî destdirêjayên Bexdayê di hindava Kurdistana Başûr da û tenê bo wê yekê, ku gelê kurd ber çavên temamîya cihanê bi awayekî dêmokratîyê daxweza dilê xwe bi riya rêfêrêndûmê gotin û xwestin serbixwe bibin.

Em ji bo rewşa li Efrînê pir xemgîn in, ku li wir serokatîya Tirkîyê di bin bahaneya şerê dijî PKKê şerê gelê kurd dike û di encamê da niştecîyên sivîl, kal-pîr û zaro têne kuştin.

Bona me eşkere ye, ku armanca wê opêrasyonê guhartina dêmografîya herêmê, qirkirina gelê kurd e li ser temamîya axa Rohilata Nêzîk.

Û ew yek ber çavê tevaya cihanê diqewime, ku heta di van demên dawî jî pesinê şervanên kurd, keç û xortên me dida ku bi mêrxasî dijî têrorîstên Daîşê şer dikin.

Biryara DAY a vê axirîyê derheqa derxistina leşkerên xwe ji Sûrîyê xetereke nû bo kurdên Kurdistana Rojava saz kir.
Em bi hêvî ne, ku koalîsyona navnetewî, berî her kesî jî DAY, wê ji biryara xwe vegerin û wê şerê dijî têrorîzmê berdewam bikin, herwiha wê piştgirîya çareserîya sîyasî li Sûrîyê bikin.

Derketina leşkerên Amêrîkayê wê hereketên şerkarîya dijî çeteyên têrorîst yên Daîşê sist bike, ku ji bo herêmê û tevaya cihanê xetereke mezin e.

Em van hemû fikirên jorgotî didine ber çavan û bi hesabhildana bêdengîya bêmoral û gunehkar ya welatên endamên Şêwra Aramîyê ya NY himberî destdirêjayên dijî gelê kurd, ku gorî qanûnameya wê rêxistinê ew gerekê aşîtîya li tevaya cihanê biparêzin, em bangî hemû rêxistinên sîyasî yên Kurdistanê, tevaya gelê kurd dikin yekîtîya di navbera xwe da xurt bikin.

Em hatine bawerkirinê, ku xênji me wê tu kes alî me neke.

Dijminên me ji bêtifaqîya me karê dikevin.

Lema jî em bangî hemû kurdan dikin nelihevîyên îdêologî û sîyasî, bêhntengîya di hindava hevdu da daynine alîyekî û di nava demeke kurt da Pêşenîyeke leşkerî-sîyasî (Barêgeha Rizgarkirina Kurdistanê) ya yekgirtî saz bikin.

Em bi serokatîya yekgirtî, hêzên çekdar yên yekgirtî, stratêgîya yekgirtî dikarin bigihîjine azadîya gelê kurd.

Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan û Federasyona Diyasporayên Kurdan ya Beneluxê

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev