Friedrich Schelling: Feylesofê Xwezayê

Friedrich Schelling: Feylesofê Xwezayê

Ali Gurdilî

Friedrich Schelling (1775-1854), li Almanyayê hatiye dinyayê û lawê papazek î Lutherparêz bû. Du salan piştî zayîna wî, bavê wî dibe profesorê zimanên rojhilatî. Schellingî, baş perwerde bûye.

Hê di zarokatiya xwe de jî, ji hêla akademîk ve xwendekarekî serkewtî bû. Di ciwaniya xwe de bi bandûra ramanên KantFichte û Spînoza, meyla wî çûye ser felsefeyê.

Di 23 saliya xwe de li Zaningeha Jenayê bûye profesor, ku Zaningeha Zanayê piştî kurtedemekê bûye navenda xebatên akademîk ya Almanyayê. Hê ku gelek ciwan bû jî, gelek dihate nasîn û di 31 saliya xwe de, statûya dane wî û bûye Friedrich von Schelling. Schelling, gelek sîstemên ramanî yên cihêreng ava kiriye û berê xwe herdem daye destpêkê û mijarên bingehîn.

Piştî çend salan, gelek felsefeyan afirandiye. Lêbelê ji ber sedemên cihêreng yên ku nayên zanîn, di 35 saliya xwe de berhemên xwe nema daye çapê. Lê nivîskarî û mamostetiya xwe, berdewam kiriye. Schellingî jî mîna Immanuel Kant, heta 80 saliya xwe jî dev ji nivîsandinê berneda ye û bi berdewamî nivîsandi ye.

Ji madeyê ber bi rih ve

Di nav felsefeyên Schellingî de ya herî naskirî û bandûrdar, felsefeya wî ya xwezayê ye. Felsefeya wî ya xwezayê mirov dikare bibêje ku ji aliyekî ve li hemberî felsefeya Fichte, nerazîbûnek bû. Fichtewiha fikiriye, ku gerdûn ji madeyên bêliv (bêrih) pêk hatiye û ji xwebûna zindî jî cihê ye. Schellingî wiha nefikiriye û gotiye ku hemû jiyan ji layê wê gerdûna ku demekê bêliv (bêrih) bû ve hatiye afirandin.

Di dîmenên wî de xweza, rasteqîniyekê total e û herdem vediguhere. Di destpêkê de, bi tenê madeyên bêliv hebûn û piştre, di naveroka wan de jiyanê dest pê kiriye.

Di destpêkê de di şeklê (lewnê) dirext, heywan û di dawiyê de jî, di lewnê mirovî de bi pêş ketiye û berfireh bûye.

Di vê mijarê de, pêdivî bi balkişandina çend xalan heye:

Ya yekemîn; di destpêkê de xweza, dirext e. Ya duyemîn; xweza ne rewşek e, pêvajoyeka çêbûnê ye. Ya sêyemîn jî; mîna perçeyekê temamkar, di wê pêvajoyê de xwe daye der.

Jiyan ji madeyê ne cihê ye, vegotina prensîpa dijberê madeyê ye. Herdu mîna du hêlên pêvajoyekê yên cihê ne û bi hevdu re, berdewam dikin. Ji ber vê yekê jî mirov, (çawa ku Ronîbûnê jî wisa dixwest) ne dijberê xwezayê ye û di nav xwezayê ye. Herweha, perçeyekê xwezayê ye jî. Mirov, manewiyetiya (tîna) madeyê ye. Bi vê gotinê re made dibe tîneke hevpar, potansiyel û serbixwe. Dîsa wiha bawer kiriye, ku divê em bi hêla pêşketina xwezayê jî bizanibin û ku xweza bi xwe jî, rasteqîniyek total e. Ev ramana wî ya taybet, wesfeka wî ya afirander e. Di her saniyeyê de, bi milyonan zindî (tişt) çêdibin. Mirov jî mîna afinekên herî raser ê xwezayê, xwediyê hêza afirandinê ne. (Tiştê ku Spînoza jêre dibêje natura naturans ev yek e. Ango xweza, xwezayê diafirîne.) Lewnê vê yekê ê herî pêşketî û girîng, hunerên afirander in. Lêbelê, di navbera vê afiranderiya mirovî û xwezayê de, ferqên (cihêtiyên) gelek girîng hene. Li cem mirovan, ev pêvajo têdigihêje hişmendiya xwe. Di mînakên hunerî yên herî serkewtî de mirov, têdigihêje kûrahiyên (wateyên) hebûnatiya xwe û wateyekê dide wê. Lê ji ber ku mirov perçeyekê xwezayê a temamkar e, di hunera afirander de jî têdigihêje hişê herî kûr ê xwezayê.

Li gor ramanên Schellingî, hemû armanca pêvajoyê ev e. Hemû xwiyakirinên xwezayê yên bêser û ber ku livdar in, pêşketineke ber bi hêla xwe ve ne. Ji ber vê yekê ye ku rasteqînî, di hunerê de digihêje sebebê hebûnatiya xwe.

Ev xal, xala herî bilind ya hebûnatiya hunermendê afirander e. Cisîmkirina (berbiçavkirina) sebebê hebûnatiya tiştekê.

Tiştek çima heye? 

Tevgera Romantîk ku di dema Schelling de derketiye holê, hinek fikrên xwe yên kûr û bingehîn; di nivîsên Schellingî de peyda kirine. Girîngiya xwezayê, bi xwezayê re yekîtiya mirovî, bilindkirina (raserkirina) huner û hunermendên afirander û mezin.

Wê demê li Almanyayê piraniya hunermendên romantîk yên sereke, dostê Schellingî bûn. (Goethe, Weber, Holderlin, Novalis û yd.)

Ji ber vê yekê hunermedên hevalên wî bi coş û kelecanekê mezin, pêşwaziya felsefeya wî kirine û Schellingî bûye mîna fîlozofê malbatê yê tevgera romantîk. Li Îngîlîztanê helbestvan Coleridge ku helbestvanek î ji ekola romantîk e, di helbestên xwe de cihekî mezin da ramanên Schellingî.

Di demên xwe yên li ser kar yên dawî de, li Berlînê konferanseka serkewtî pêkanî. (Di nav beşdarvanan de kesên wekî Friedrich Engels, anarşîstê Bakunîn, dîrokzanê Burckhardt û Kierkegaard jî hebûn.) Di wê konferansê de Schellingî, wê pirsa ku navê lê kiribû pirsî:  

Mirov dikare vê pirsa wî, mîna pirsa herî dawî ya mirovekî xwedênenas jî binirxîne.  Schellingî, armanca wê pirsa xwe wê demê wiha şirove kiriye:

Dersên wî yên li Berlînê di qirna (sedsala) 20an de jî, ji layê fîlozofên hebûnperest ve weke çavkaniyên girîng û hişyarker hatine dîtin û bikaranîn. Mirov dikare bibêje ku pirsa îro jî, ji bo fîlozofan pirseke gelek girîng e.

Berhemên Friedrich von Schelling yên sereke

1- Li Ser Ez a Mîna Prensîpa Felsefeyê (1795)

2- Ramanên Li Ser Felsefeya Xwezayê (1797)

3- Sazûmana/Sîstema Mengîweriya Transandartal (1800)

4- Li Ser Hilika Azadiya Mirovî Lêkolînên Felsefî (1809)

Çavkanî: Destpêka Felsefeyê – Ali Gurdilî 

Riataza

 

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev