Kampanya ”Şabaş”

Kampanya ”Şabaş”

Jîndar Erdal Toprak

Kitêbxaneya Kurdî li Swêdê nimûneyeka berbiçav ya parastina ziman û kultura kurdî ye. Lê ev çend sal in, man û nemana Kitêbxaneyê ketibû ber gumana û nuha kêr gihaye hestî.

Bilindtirbûna kirêya Kitêbxaneyê û di van salên dawîyê de kêmbûna alîkarîya damûdezgehên swêdî krîzeka aborî peyda kiriye ku dikare bibe sedema girtina Kitebxaneyê.

Li kitêbxaneya Kurdî, hem bi zimanê kurdî, hem bi zimanên din dokumentên yekta yên kevin û pirtûkên nuh yên li ser kurdan hene.

Pirtûk û tekstên ji sedsala 17an û pê da behsa xebat û têkoşîna kurdan dikin; xebat û têkoşîna man û nemanê, parastin û pêşxistina ziman û kultura kurdî. Li kitêbxaneyê xezîneyeka kulturî tê parastin ku niha mumkin e ji destê me here. Berpirsîyarîya me teva ye ku em vê mîrata kulturî biparêzin.

Kitêbxaneya li Stockholmê cihekî li hev civîna malbatên zarokan, helbestvanan, muzîkjenan, nivîskaran û kurdên Swêdê ye. Pir mixabin niha Kitêbxane muhtacî alîkarîyê ye.

Ji bo birêvebirina karûbaran salê bi kêmanî 400 000 kronên swêdî pêwîst e. Ji bona ku Kitêbxane bijî, em alîkarên mehane yên 100 kronî digerin. Îro 100 alîkarên me hene û em muhtacî 900 alîkarên din in.

Em dizanin bi kêmanî 1000 kesên ku dixwazin Kitêbxaneyê biparêzin hene. Em dixwazin xwe bigihînin wan kesan. Bibe alîkar – û alîkarîya me bike ku em vê daxwazê belav bikin.

1- Kitêbxaneya Kurdî li Stokholmê yekem kitêbxaneya kurdî ye li derveyî Kurdistanê. – Gava hat damezirandin, hukûmeta tirkî bi tundî li dij derket.

2- Li Kitêbxaneyê 14.000 pirtûk ku piranîya wan bi kurdî ye, bi kurdî û bi zimanên din bi sedan têzên xwendekarên unîversîteyan yên kurd û bîyanî, ji 1000 an zêdetir kovarên kurdî û bi zimanên din, tekst û analîzên li medyayê li ser kurdan derçûne, bi hezaran afîş, salname, name, belavok û afîşên reklaman, bi hezaran wêne, nexşe, kart, karîkatur hene (hinek ji wan pir kevin in û tenha nusxeyên bidestketî, li Kitêbxaneyê tên parastin).

3- Vîdeoyên gelek semîner û konferansên zanayên kurd hene.

4- Kitêbxane ji bo lêkolînên li ser kurdan ji bo gelek xwendekarên unîversîteyan û ji bo mereqdaran bûye cihê xwendin û civandina belgeyan.

5- Eger Kitêbxane bê girtin, kes nizane wê çi bê serê van pirtûk, wêne û belgeyan.

Em bi navê Kurdish Information Network ji bo kampanyaya piştgirîya Kitêbxaneya Kurdî alîkarîyên we dixwazin û sipasîya pêşkêşîya Kek Remzî Kerîm û yên beşdar dibin dikin.

ŞABAŞ ŞABAŞ! Ji bo Kitêbxaneya Kurdî (Kurdiska Biblioteket)

 

TU DIKARÎ ÇI BIKÎ?

Her meh 100 kron yan zêdetir bişîne ser hesabê PLUSGIRO 1863896-5
yan BANKGIRO 5040-8491,
SWISH bike ser numreya 123 343 14 91 (li Swêdê).
Tu dikarî bi riya Paypal jî alîkarîyê bikî. 

Ji bo alîkarîyên ji derveyî Swêd

IBAN: SE24 9500 0099 6034 1863 8965; BIC: NDEASESS
Stiftelsen Kurdiska Biblioteket
Gustavslundsvägen 170
167 51 Bromma
(Alvik, Stockholm, Sweden)
+46-8-679 88 03, +46-704-97 03 27

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev