BI E. PRYM Û A. SOCIN PHONEMÊN KURDÎ

BI E. PRYM Û A. SOCIN PHONEMÊN KURDÎ

PHONEMÊN KURDÎ ÊN KURDOLOG Û SEYAHÊN ROJAVAYÎ (1787-1887)

Raif Yaman, lêkolînkar

Kurdische Sammlungen

Eugen Prym û Albert Socin kitêba xwe a bi navê Kurdische Sammlungen (Berhemên kurdî), sala 1886an pêşkêşî Académie Impériale des sciences a St. Petersburgê kirine. Kitêb ji du toman pêk dihê: Tomê metnan û tomê tercûmê. Kurdishe Sammlungen di 1887an da li St. Petersburgê di nav weşanên Académie Impériale des sciences da hatîye weşandin. Tomê metnan bi 3 rûperên xwe ên vala û 2 rûperên xwe ên bê numro li ser hev 88 rûper in. Di tomê tercûmê da berhemên folkloric ên tomê metnan bi almanî hatine tercûmekirin. Ev tom li ser hev ji 107 rûperî pêk dihê.

Tomê metnan ê Kurdische Sammlungen ji du partan pêk dihê. Parta pêşîn Einleitung (Destpêk) e.  Ev part 13 rûper e. Nivîskaran di vê partê da consonant û vocalên elîfba kurdî dane nasandin. Parta dawîn, parta bingehîn a kitêbê, ji 70 rûperî pêk dihê. Di vê partê da 30 metnên kurdî ên ji nav gel berhevkirî hene. Ev metn ji 13 çîrokên pexşanî, 3 çîrokên hozanî, 1 çîroka pexşanî û hozanî û 13 stranan pêk dihê. Hemî metnên kurdî ên kitêba Prym û Socin bi dialecta kurmancî ne.

Analysa Phoneman

  1. Prym û A. Socin phonemên /h/, /ħ/, /w/ û /ʒ/ her yek bi du consonantan nivîsîne. Yekcaran heman peyva heman metnî bi du herfên cihê nivîsîne. (Prym, Socin, 1887: 1-3) Phonemên /sˤ/ û /t/ di çend peyvan da bi herfên cihê nivîsîne (Prym, Socin, 1887: 1-3) Lê bi pirranî ev deng bi phonemên /s/ û /t’/ ra wekî hev helsegandine, bi herfên s û t nivîsîne. Nivîskaran phonemên /ʔ/ û /ʡ/ jî wekî du consonantî helsegandine û bi du nîşanên cihê nivîsîne. Di nivîsandina vocalan da bêpergalîyek berbiçav heye. Nivîskaran pircaran heman peyv bi çend vocalên cihê nivîsîne. (Prym, Socin, 1887: 1-78) Prym û Socin gelek vocalên kurt û drêj di nav xwe da kirine sê beş: vocalên kurt, vocalên kurttir, vocalên kurttirîn; vocalên drêj, vocalên drêjtir, vocalên drêjtirîn. Ji ber vê yekê hejmara vocalan gihîştîye 47an[1].

Transcriptiona Metnê Eslî

ferħat aẍa[2]

carik jicara reħmet lidê û-bavê guhdara, yek navê-wi hebû kulik1), kulikê madanî, aẍa bû, hê bê-zewac bû, ħukum dekir. jinek jixwera ani, guhast, jinê wî qenc-e. salik di diħolê çû, jinê-wî biħemil bû, bû wa:de çê-bibê, jinik mir. kulik gellik ẍam hil-degirê, jinik veşardin. yek jigundiê-wî gayê-wî wunda bû. bû şev, gayê-xwa nedi. çû nav tirba, lega degerê, tolekek piçûg dî lenav tirba, anî mal. lemal danî lebin mekabbê, go emê jixwera bixwedî bekin. subah rabû, kûçik bû zilamek mirî tavl’ u-kefane2). hişt ew roj lecem-xwe. bû îvarî, dîsa bû kûçik. rahişt kûçik, bir avêt nav tirba, çi dî? kurikek degirî letirbê. çû, got kulik, go ya aẍa, mi ‘ecêbeg dî. go çawa? go kurikek detirbê degrî. kulik got heka kurik-a wê bimîne subehê, u-hake tiştig dîtir-e me çi jê-ye? man ħetta subahi, subah kulik rabû, mêrig bir, go wera nîşanê-min beda lukuderê degri. çûn nav tirba, kurik degri. ibderket letirbê kulik. tirb vekirin, dîn kurik lecem dîya-xwe lenav kefene. kefen vekirin, kurik ibiderxistin. kulik go kurê-min-a. anî mal, da da’îne, mehê-va dedê u-xwarinê-va dedê. Kurik mezin bû, navê-wî danî ferħat aẍa. xwadê ‘emir da-ê, mazin bû, kesik newêrê leber rabe.

kulik mir, ew hukum degerêne, ferħat aẍa. welat jê detirsê. tembih kir ser welat, ħeçî qîzeg buxwaze, rojê buguhêzin euwul  şev ew dukute û-dedê mêrê-wî, nîşaniê qîza jêra-ye. welat aẍa hev, meclîs başqa jixwera danin, gotin ev şuẍul em qebûl nakin, rabin dem herin cem sultan, em gilî lê bikin. sultan ‘emir da-wa, go herin jinav xwa ibiderêxin, lê ‘emrê kuştinê nîne. hatin yek lê rakirin, juwelêt ibderxistin. çû, bidinyaê ket. go wa’d lemin ket, az ber ħukmê sultan namînim. çû welatê şêra, jişêra pirsî, go hûn ber ħukmê sultan-in? gotin erê. go kuderê ne ber ħukmê sultan-e? şêra gotin, go welatê kêça ne ber ħukmê sultan-e, sultanê-wa heye. çû welatê kêça, lebajara sultan pirsî. giha bajara sultan, navê-wî mîr zozan-e, lecem sultan rûnişt ẍulam.  jinê sultanê kêça sittîa-zîn-e. ‘ecêbeg debînê, beroj melbûsê kêça luwa-ye, û-bişev melbûsê kêça jê-dekin, debin ħelq3). sultan tambîh çêkir, dellal bişev ba-dekê, kasig bider-nekevê ji mala-xwe, ħeçi biderkeve u-nobetê bugerê, wê mîr zozan daine ser ħazoqê, kesik jimala-xwe bider nakeve. sittîa-zîn ferħat aẍa ħeband, wêra çê-dekê bedizî, kasik nizane. mîr zozan xeberê-wî nîne, gellik ferħat aẍa deħebêne, malê-xwe teslîmê ferħat aẍa dekê. yek roj mîr zozan ibiderket nav baqça 4), vegeria mal, hat dî ferħat aẍa ser sittîa-zîn, nekuşt, xist ħapsê 5). maya du sal leħapsê. mîr zozan newêre xeberig bêje sittîa-zîn. sittîa-zîn nan û-xwarin dedê ferħat aẍa leħepsê. yek roj sittîa-zîn got mîr zozan, go ferħat aẍa barda. go ez ber-nadim. go tu ber-nade, tê poşman bê. jitirsa-xwe ferħat aẍa berda. keçê mîr zozan heye, go ezê meher bekim leferhat aẍa. sittîa zîn qebûl nekir, bedilê-xwa debêje, azê ferħat aẍa bustênim. kasik nawêre bişev biderkeve, tembîh-e. ferħat aẍa ħeçî mal keçik qenc tê heye, deçê dukutê. nobet yek şev ferħat aẍa girt. got mi berdin. ber-nedan, rahişt şûr, keşand, pênc jinobetê kuşt. gilê lê kirin cem mîr zozan, nabûrî. welatê kêça ħemû bihîstin, ferħat aẍa fu’lê xerab çê-dekê, gileh lê bû. yek şev du hesp jitaulê biderxist, sittîa-zîn suwar kir ser yek, u-eu suwar ser yek, sittîa-zîn revand bişev, nizanê rê lekuderê-ye. hat welatek xweş, şiklê-wa weka însana-ye u-bidavê-xwe deî nakin biẍerîb, bidestê-xwe deî dekin, ħakimê-wa jinik-a. ferħat aẍa bedlik mêra lesittîa-zîn danî, çûn lecem ħakim, peya bûn. ħakim jinek qenc-e, dilê ħakim ket sittîa-zîn, ħesab dekê mêr. go ez vî mêrî ber-nadim, ezê jxwera çê-bikim mêr. ferħat aẍa go nabe, ħakim go debê. ‘eraq anîn, vexwarin. her-sê lîyek ode-ne, xera bûnbi’eraq. ħakim û-sittîa-zîn razan, ferħat aẍa raza jixwera, luwa deħessise, xewê-wî nayê. ħakim jisittîa-zîn çêtir-e. ħakim got sittîa-zîn, raba bimira çêke. sittîa-zîn rahişt destê ħakim, leser sînga-xwe danî, dî jinek-a. ħewalê-xwe got ħakim, ħakim got ferħat aẍa. go libê. go wera raza jem-ma. raza nav her-duwa. eu şev kêfê ħakim anî. ħakim goti-ê, go em her-dû pîroz bin ştera. rojeg dîmane luwêderê ħetta îvarî. îvarî ħakim suwar bu lehespê-xwe, û-sittîa-zîn suwar bû û-ferħat aẍa suwar bû, bişev revîn. hat welatê şêra, newêre beroj herê nav-wa. şkevdeg dîn 6), ketin işkevdê eu u-hespê xwe. devê şikevd girt, ħetta şêr razan, suwar bûn, welatê şêra buhurdin. hat mala xwe, bakir mella, pişt kutanê lexwe meher ker her-du, û-hukum dîsa dan ferħat aẍa. du jin işxwera anî, weka-wa nîne. her-du jin tevda biħemil bûn, xwedê du kurik da-yê, salig dî xwedê du keçig da-ê. mezin bûn, lemal lev meher kir, xwedê mala-wî zêde kir, bûn şêst nefs. lemal ijihev dizeuwicin, û-ferħat aẍa ħukim degerêne. tu şmira seẍ[3].

Prym û Socin li bin nivîsê, li ser hindik peyvên kurdî ên di çîroka jorîn da derbas dibin bi almanî û kurdî ev notên jêrîn nivîsîne.

1) S. immer ku:lik.

2) später tevli û-ko.

3) P. meist q, S. meist k.

4) S. bekçe.

5) P. immer ħepso, S. immer

6) S. immer şkefto.

Bi Kurdîya Îro

ferhat axa

carik ji caran rehmet li dê û bavê bavên guhdaran. yekî bi navê kulik hebû, kulikê madanî. hêj nezewicîbû, hukum dikir. jinek ji xwe ra anî. guhest. jina wî qenc e. salek di holê ra çû, jina wî bi hemil bû. bû w’ede çê bibe jinik mir. kulik gelek xem hildigire.  jinik veşartin. gayê gundîyekî wî wenda bû. bû şev, gayê xwe nedît. çû nav tirban li ga digere. li nav tirban tolek piçûk dît, anî mal. li mal li bin meqebê danî. got em’ê ji xwe ra xwedî bikin. sibehê rabû, kûçik bûye zilamekî mirî ê bi kefen. wê rojê li cem xwe hişt. bû hêvar, dîsa bû kûçik. rahişt kûçik, bir avêt nav tirban, çi bibîne? kurikek li tirbê digrî. çû got kulik, ya axa, min ecêbek dît. got çawa? got, kurikek di tirbê da digrî.  kulik got, heke kurik e ewê bimîne sibehê, û heke tiştek dîtir e me çi jê ye? heta sibêhê man. sibehê kulik rabû mêrik bir, got were nîşanî min bide li ku derê digrî. kulik tirb dît. tirb vekirin. dîtin kurek li cem dîya xwe li nav kefen e. kefen vekirin, kurik derxistin. kulik got, kurê min e. anî mal, de danî, meywe didê û xwarinê didê. kurik mezin bû. navê wî danî ferhat axa. xwedê emir dayê. mezin bû. kesek newêre li ber rabe.

kulik mir. ew hukum degerîne, ferhat axa. welat jê ditirse. tembîh kir ser welat, heçî qîzekê bixwaze, roja biguhêzin ewil şev ew dikutê û dide mêrê wê. nîşanîya qîzan jê ra ye. li welêt axan bi hev ra ji xwe ra meclîsek din danîn. gotin em vî şuxulî qebûl nakin. rabin de em herin cem sultan, em gilî lê bikin. sultan emir da wan, got herin ji nav xwe bi derêxin, lê emrê kuştinê nîne. hatin yek lê rakirin, ji welêt biderxistin. çû bi dinyayê ket. got w’ed li min ket, ez ber hukumê sultan namînim. çû welatê şêran ji şêran pirsî, got hûn ber hukmê sultan in? gotin, herê. got ku derê ne ber hukmê sultan e? şêran gotin, welatê kêçan ne ber hukmê sultan e, sultanê wan heye. çû welatê kêçan, li bajarê sultan pirsî. gihîşt bajarê sultan. navê wî mîr zozan e. li cem sultan rûnişt xulam. jina sultan kêça sittîya zîn e. ecêbekê dibîne, bi roj kincên kêcan li wan in, û bi şev kincên kêçan ji xwe dikin, dibin xelk. sultan tembîh kir, dellal bi şev bang dike, kesek ji mala xwe dernekeve, heçî derkeve û nobetê bigere, ewê mîr zozan dayne ser hazoqê. kesek ji mala xwe dernakeve. sittîya zîn ferhat axa heband, bi dizî bi wî ra çê dike, kesek nizane. xebera mîr zozan nîn e. gelekî ferhat axa dihebîne, malê xwe teslîmî wî dike. rojekê mîr zozan ji nav baxçe derket, vegerîya mal. hat dît ferhat axa di ser sittîya zîn da ye. nekuşt, xist hepsê. du sal li hepsê maye. mîr zozan newêre ji sittîya zîn ra xeberekê bibêje. sittîya zîn li hepsê nan û xwarin dide ferhat axa. rojekê sittîya zîn ji mîr zozan ra got ferhat axa berde. got ez bernadim. got tu bernadî, tu’ê poşman bibî. ji tirsa xwe ferhat axa berda. keça mîr zozan heye, got ez’ê li ferhat axa mar bikim. sittîya zîn qebûl nekir, bi dilê xwe xwe dibêje ez’ê ferhat axa bistînim. kesek newêre bi şev derbikeve, tembîh e. ferhat axa heçî mala keçek qenc tê da heye diçê dikutê. şevekê nobetê ferhat axa girt. got, min berdin. bernedan. rahişt şûr, kişand, ji nobetê pênc kuştin. cem mîr zozan gilî lê kirin. pir nebuhurî welatê kêçan hemû bihîstin, ferhat axa kirinên xirab dike, gileh lê bû. şevekê du hesp ji tewlê biderxistin, sittîya zîn li yekê suwar kir û ew li yekê suwar bû, bi şev sittîya zîn revand. nizane rê li ku derê ye. hat welatekî xweş. şiklên wan weka însanan e. bi devê xwe deng nakin. bi xerîb bi destê xwe deng dikin. hakima wan jinek e. ferhat axa bedlekî mêran li sittîya zîn kir, çûn li cem hakimê peya bûn. hakim jinek qenc e. dilê hakimê ket sittîya zîn, mêr hesab dike. got, ez vî mêrî bernadim, ez’ê ji xwe ra bikim mêr. ferhat axa got nabe. hakimê got dibe. araq anîn vexwarin. her sê li odeyekê ne. bi araqê serxweş bûne. hakim û sittîya zîn razan. ferhat axa ji xwe ra raza, li wan guhdarî dike, xewa wî nayê. hakim ji sittîya zîn çêtir e. hakimê got sittîya zîn rabe bi min ra çêke. sittîya zîn rahişt destê hakimê li ser sînga xwe danî, dît jin e. hewala xwe ji hakimê ra got. hakimê got, ferhat axa. got, libê. got were razê li cem me. di nav her duwan da  raza. wê şevê kêfa hakimê anî. hakimê jê ra gotîye, em her du pîroz bin ji te ra. rojek din hetta hêvarê li wê derê mane. hêvarê hakim li hespê xwe suwar bû, û sittîya zîn suwar bû û ferhat axa suwar bû, bi şev revîn. hat welatê şêran. newêrin bi roj herin nav wan. şikeftek dîtin. ew û hespên xwe ketin şikeftê. devê şikeftê girtin. hetta şêr razan, suwar bûn, ji welatê şêran buhurtin. hat mala xwe. bangî mella kir. piştî kutanê her du li xwe mar kirin. û hukum dîsa dan ferhat axa. du jinên ji xwe ra anîne weka wan ninin. her du jin tevda bihemil bûn. xwedê du kur danê. salek din xwedê du keç danê. mezin bûn. li mal li hev mar kirin. xwedê mala wî şên kir, bûn şêst nefs. li mal ji hev dizewicin, û ferhat axa hukim digerîne. tu ji min ra sax.

 

Tableau 15: Bi Eugen Prym û Albert Socin Phonemên Kurdî

No Consonant EPB No Vocal EPB
1 b /b/ 1 a /ε/, /ɑ/
2 c /tʃ/ 2 á /ε/
3 d /d/ 3 ā /ɑ/
4 f /f/, /v/ 4 /ɑ:/
5 g /g/ 5 /ε/
6 ġ /ʁ/ 6 /ε:/
7 h /h/ 7 /a:/
8 /h/ 8 /ε/, /ø/
9 /ħ/ 9 e /ø/, /ε/, /ɪ/
10 /ħ/ 10 é /ø/
11 /χ/ 11 e /ø/
12 j /dʒ/ 12 /ɪ/
13 k /k/, /k’/ 13 /ɪ:/
14 l /l/ 14 ē /ɪ/
15 m /m/ 15 /ɪ/
16 n /n/ 16 i /i/, /ø/
17 /n/ 17 /i/
18 /n/ 18 í /ø/
19 p /p/, /p’/ 19 /i:/
20 q /q/ 20 ī /i/
21 r /r/ 21 /i:/
22 s /s/ 22 /i/
23 š /ʃ/ 23 /ø/
24 /sˤ/ 24 /ø:/
25 t /t’/ 25 o /ɵ/
26 /t/ 26 /o/
27 v /w/ 27 /o/
28 ṿ /w/ 28 /ɵ/
29 w /w/ 29 /ɵ:/, /ø:/
30 y /j/ 30 /ɵ:/
31 z /z/ 31 /o:/
32 ž /ʒ/ 32 /o:/
33 /ʒ/ 33 ó /o:/
34 ʔ 34 ō /o/
35 /ʡ/ 35 /o/
No Diphtong EPB 36 /o:/
1 /ɑɪ/ 37 u /ɵ/
2 ai /εj/ 38 ͧ /ɵ/
3 /ɑi/ 39 ú /ɵ:/
4 au /εw/ 40 ū /u/
5 áy /εj/ 41 /u:/
6 īā /ija/ 42 /ɵ/
7 /ijε/ 43 /ɵ/
8 /ijɪ/ 44 /u/
9 ya /jε/ 45 /ɵ:/, /ø/
10 ye /jɪ/ 46 /u:/
No Digraph EPB
1 /χw/

 

Riataza

[1] Ji bo phonemên kurdî ên Eugen Prym û Albert Socin û hêjahîya wan a phonetic a bi pîvanên EPB li tableauya 10an binihêrin

[2]Navê çîrokê di tomê metnan da nehatîye nivîsandin, lê di tomê tercûma almanî da Färhat Aga hatîye nivîsandin.

[3] Ji bo metnê authentic li Peywest 9.2  binihêrin.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev