Insanên heywanî

Insanên heywanî

Ahûramazda (Ezda) û Melekê Tawûs

Mela Mihyedîn

 

Ahûramazda (Ezda) rojekê ji rojan gazî Melekê Tawûs dike û jê re emir dide, dibêje: “Min wezîfeya xuliqandina dinyayê daye te. Here û dinyayê biafirîne, bila di hundirê wê de şînahî, insan û heywan hebin.”

Melekê Tawûs ji hizûra Ezda derdikeve û dest bi wezîfeya xwe dike. Wezîfeya xwe di şeş rojan de diqedîne. Gava wezîfeya wî diqede, diçe hizûra Ezda û jê re dibêje: “Min wezîfeya xwe anî cih ezbenî.”

Ezda berê xwe dide dinyayê û lê dinêre. Dibîne ku di dinê de hejmara heywanan ji ya insanan zêdetir e û bi piranîya heywanan li Rojhilata Navîn kom bûne. Ezda cardin ferman dide Melekê Tawûs û dibêje: “Li gellek cihên dinyayê lê bi piranî li Rojhilata Navîn hejmara heywanan ji ya insanan zêdetir e. Here ji wan heywanên ku te afirandine hinek ji wana bike insan.”

Melekê Tawûs cardin bi hurmet ji hizûrê derdikeve û tê dinê. Li dinê wekî Ezda ferman dayî ji heywanên ser rûyê erdê insanan çêdike.

Dibêjin ku ji wê rojê heta niha di nava komên insanan de lê bi piranî di Rojhilata Navîn de insanên heywanî hene. Her çiqasî bi şekil bûbûn insan jî lê bi tebîet nebûne insan û ji insanetîyê dûr mane.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev