Kitêbfiroşî li Kurdistana Rojava

Kitêbfiroşî li Kurdistana Rojava

Xebatkarê radyoya kurdî ya dewleta Swedê birêz Beşîr Kavak bi seredan çûye Kurdistana Rojava û ji wir çend reportajên balkêş raberî me dike. Em dixwezin yek ji wan di rûpelên malpera xwe da pêşkêşî xwendevanên xwe bikin, da ku kêm-zêde serederî ji rewşa perçeyekî welatê xwe derxin.

 

Beşîr Kavak

Li Rojava bi giştî min hejmareke mezin a kitêbfiroşan ne dît, lê li Qamişlo mecal çêbû ez serdana ciyê kitêbên kurdî ”Bindarûk”ê bikim û bîstekê bi xwediyê wê Ebo Şêxo re biaxivim.

Xuya bû li vî ciyê biçûk refê jor bi giranî ji dîwanên seydayê Cegerxwîn re hatibû veqetandin. Herçend piraniya kitêban bi kurdiya tîpên latînî jî bû, hin kitêbên erebî jî dihatine dîtin. Di nav kitêbên kurdî de pirrengî û pircureyiyek berbiçav hebû.

Tişta yekser li vir bala min kişand du kitêbên li ser jiyana serokê kurd Mustafa Barzanî yên li ser maseyê bûn. Û ya rastî min texmîn nedikir ez li vir romana Jan Dost a bi navê ”Kobanî” bibînim.

Derbarê astengiyan de xwediyê ”Bindarûk”ê herî zêde behsa zehmetiya anîna kitêban dikir. Piraniya kitêban ji bakurê Kurdistanê û Tirkîyê têne xwestin, heta ew têne Başûr û ji wir derbasî Rojava dibin bihayê kitêban li ser xwendevanan bilindtir dibe. Li gor Ebdo Şêxo ji aliyê meqamên resmî yên rêvebiriya xweser ve ew rastî tu astengiyekê nehatine.

Kitêbên sê hostayên romana kurdî Mehmed Uzun, Hesenê Metê û Helîm Yusiv min li vir nedîtin. Xwediyê ”Bindarûk”ê da zanîn ku kitêbên van nivîskaran pir têne hezkirin û lewra gelek caran hîn negihanî Qamişlo xwendekaran ew xwestine, yanî nagihin têra xwedevanan kitêbên van romannivîsan bînin û behsa nifşekî ciwan ku bi eşq li kitêbên kurdî digerin dikir.

Tiştekî ji bo min bi taybetî ciyê kêfxweşiyê dîtina ewqas kitêbên ku nivîskarên wê li Swêdê ne bû. Bi dîtina kitêbên Mehdî Zana, Firat Cewerî, Serkan Birûsk, Heznî Haco… hema ew bû ez ne firiyam.

Herî dawî roja şemiyê gava ez bi xwediyê kitêbfiroşiyê Ebdo Şêxo re axivîm, wî got di van 2-3 rojên pêşiya me de gereke 10 hezar kitêbên nû bi kurmancî û soranî bigihine wan. Lê di heman demê de fikar û endîşeya xwe ji bo bûyerên dawî anî ziman û got tirsa heyî gefên Tirkiyê ne, lê ew ê hewl bidin karê xwe dewam bikin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev