9 Partiyan di derbarê Zimanê Kurdî de çi xebat dimeşînîn?

9 Partiyan di derbarê Zimanê Kurdî de çi xebat dimeşînîn?

Nijadperestiya Tirkan / Komkûjiya Roboskiyê…

Îbrahîm GUÇLU, sîyasetmedar

Di hêjayiyên neteweyekê de ziman hêjayiya girîngtir û sereke ye. Loma jî her kî û rêxistinek di derbarê ziman de xebat bike, xebata wan pîroz dibe.

Hîç şik tune ye ku neteweya kurd ji bona ku ji hemû mafên xwe bêpar e û zimanê wan qedexe ye, xebata di derbarê zimanê kurdî de pîroztir û ferztir e. Loma di derbarê zimanê kurdî xebatên bên kirin, kurdperweran kelecan dike, ew bi dil û can piştgiriya wan xebatan dikin.

Di derbarê zimanê kurdî de xebat çewa ku pîroz e, xebata ew kes û rêxistinên di derbarê zimanê kurdî de jî, bê qeyid şert  bi kelecanî tê pêşwazî kirin.

Beriya 48 rojan (10.11.2018) 9 partî û rêxistinan ( Ji van du partî, partiyên PKKê ne. Partiyê ne kurdî û ne kurdistanî ne. Wek HDP û DBP) ji bona xebata zimanê kurdî platformekê ava bikin civînek li dar xistin. Beşek zimanzane, nivîskar, dîroknas jî gaziyê civînê kirin. Lê di civînê de berpirsiyar û endamên partiyan giraniyeke mezin teşkîl dikirin. Ji derveyî wan gor agahdariyên min 10 kes jî zimanzane, nivîskar, dîroknasên kurd beşdarî civînê bûne. Ev kêmasiyeke mezin e.

Lê dîsa jî xebata 9 partiyan di nav kurdperwerên Bakûrê Kurdistanbê de kelecanî çêkir. Her kurdperwerekî rexne û piştgiriyên xwe bi hev re diyar kirin. Min jî hem piştgiriya xwe ji vê xebatê kir û hem jî ev xebata rexne kir.

Min di hemanwext de biryar da ku ez vê xebatê bişopînim.

Hîç şik tune ye ku wezîfeya her kurdperwerekî jî ew e ku vê xebatê bişopîne. Ew wezîfeyeke hemwelatîbûna Kurdistanê jî.

Loma jî ez xebatên wan dişopînim û dipirsim ku xebat ji ku hatiye kîşan merheleyê.

Dema ku min ew lêpirsîne fireh û kur kir, ez gihîştim argumanên nû.

Lê divê endam û tereftarên partiyan jî xebatên partiya xwe û 9 partiyan di derbarê zimanê kurdî de bişopînin.

Gor agahdariyên ketine destê min diyar dike, ku ew partiyên ku civîn li darxistin, ji aliyê xebata bê kirin de serê wan ne zelal bûye. Loma jî di minaqeşeyan de, ew nexweşiyên sinifa siyasî ya Bakûrê Kurdistanê, sinifa siyasî ya statuparêz û ji aliyê şiûra milî de qels xwe dane der û derketine qeda civînê.

Hîç şik tune ye ku dema ji van partiyan du partî ku yek partiyek e, partiyê PKKê ne, ji bona ku di hêjayiyên neteweyî  û bi taybetî jî di zimanê kurdî de xwediyê şiûreke pirkêm be, di civınê de problam hîn mezintir dibe.

Ji bona partiyan pirsa girîng ya vê platformê û an jî platformên din yên mişterek, zelalkirina rewşa partiyan be. Di civînê de ew yeka nebûye. Beşdarî bi xwe jî vê problemê diyar dike.

HDP beşdarî civînê dibe, heman partiya PKKê DBP jî beşdar dibe. Gelo çima? Ev herdu madem ku yek partî ne, çima herdu bi hev re beşdarî civînê dibin? Li vir hesabekî siyasî yê negatıgf heye. PKK dixwaze ku di civîneke ji bona zimanê kurdî çê dibe de jî, desthilatdar be. Helbet ev rewşa negatîf, li ser civînê jî dê tesîra negatîf bikira.

Ji bona platforma 9 partiyan ji bona zimanê kurdî du alî hene.

Aliyekî xebatê, bi hev re siyaseta ziman hevbeş kirine. Heger partiyek xwe wek partiyeke kurdan û Kurdistaniyan û Kurdistanê bi nav dike, armanca wê ya navendî û stratejîk, parastina mafê çarenivîsiya neteweya kurd e, azadîû rizgarî û serxwebûna Kurdistanê ye. Girêdayî ev armanca sereke û stratejîk, ji bona zimanê kurdî xebat kirin, ji bona ku zimanê kurdî li Tirkiyeyê bibe zimanê fermî û perwerdayî divê her dem xebat bike.

Diyar e ku ji bona vê platforma ji aliyê 9 partiyan de grûbên xebatê ava bûne. Lê di ser civînê re nêzikî du mehan derbas bûye, xebateke wan ya pêşkêşî raya kurd û Kurdistanê hatiye kirin, tune ye.

Aliyê duyemîn ku girêdayî qerektera civînê aliyê bingehî û esasî ye. Ew jî ji bona  zimanê kurdî xebata teknîkî û pêşxistina zimanê kurdî ye. Fêrkirina ziman e. Xwendin û nivîsandina zimanê kurdî pêş xistin û aktuel kirine.

Ev aliya raste rast, zimanzana, edabeyatzana, mamosteyên kurdî, nivîskarên kurd eleqedewr dike. Divê ew bi awayekî xweser û ozerk vê xebatê bimeşînin.

Partî jî ji dervayî hesabên siyasî, bes ji vê xebatê re bibin alîkar. Ji bona ku dezgehek ji bona vê xebatê ava bibe, bi her awayî alîkar bin.

Dema ku xebatên partiya ez dişopînim, ez vê yekê jî nabînim.

Ez hêvîdar im ku di rojên pêş de 9 partî dê xebatên xwe zelal bikin, derxin pêş raya giştî. Em jî dê agahdar bibin.

Wek tê zanîn ku dema 9 partiyan ji bona ziman platform ava kirin, çapemeniya kurd qiymeteke mezin da vê xebatê. Di derbarê xebata wan de agahdarî da. Bawer dikim ku heger xebateke wan ya diyar heta nûha hebûya, çapemeniyê dîsa jî qala wan xebatan dikir. Em û raya giştî ya Kurdistanê jî agahdar dibûn.

 

NÎJADPERESTÎ Û ÊRIŞKERIYA LI DIJÎ KURDAN DI NAV TIRKAN DE ÇANDEK E…

Di 16ê Çileyê Pêşin 2018an de, li bajarê Tirkan Sakaryayê, du kurdên (Bav û law) ji Kurdistanê bajarê Muşê, Kadîr Sakçî (bav) û Mûrad Sakçî (law) ji aliyê kesekî Tirk û navê wî Hosta Hîkmet e, ji bona ku kurdî qise dikirin û kurd bûn, hat kûştin û hat bîrindar kirin.

Hezar mixabin gor daxuyaniuya birayê Kadîr Sakçi, beriya salekê jî, dîsa bi hemanarmancê birayekî wan ê din, Sabrî Sakçî jî hatiye kûştin.

Vê bûyerê hîç şik tune ye ku di nav kurdan de reaksîyon û tepkiyeke mezin derxist holê.

Li hemberî ev reaksîyona kurdan ya di medya ya sosyal de jî, parezgehê Sakaryayê mecbûr bû ku daxuyaniyekê pêşkêşî raya giştî bike. Parêzgehê Sakaryayê di daxuyaniya xwe de diyar dike Kadîr Sakçi ji bona kurd e, nehatiye kûştin, lawê wî Murad Sakçî nehatiye birîndar kirin.

Ev cara yekemîn nîne ku kurd li bajarê Tirkan radestî êrişê tirkan dibin. Kadîr Sakçî û Mûrad Sakçî  di van êrişan de xelekeya dawî ye. Diyar e ku gor qerektera dewleta tirk ya kolonyalîst hezar mixabin ev êrişa dê nebe êrişa dawî jî.

Divê raya giştî û parêzgehê Sakaryayê baş bizane ku “roj balçiqê naye siwa kirin.”

Gelek aşkere ye ku li Tirkiyeyê di nav tirkan de çandeke nîjadperestî heye. Êrişa  dawî ya li dijî du kurdan (bav û law) jî, êrişeke nîjadperestî ye.

Li hemberı kurdan her dem qewimiye.

Ew çanda nîjadperestî, ji felsefeya damezrênêr ya dewleta Tirk çêbûye.

Lewra Dewleta Tirk, dewleteke kolonyalîst e.

Wek tê zanîn, piştî Împeratoriya Osmanî Dewleta Tirk ava bû. Her çiqas di despêkê kemalîstan ji bona ku piştgiriya kurdan bigrin destên mezinên kurdan maç jî kiribûn, piştî ku dewleta xwe ava kirin, hebûna miletê kurd înkar kirin. Kurd, wek tirkan hesibandin. Kurdistan dagir kirin û kirin koloniya xwe. Mafên milî yên kurdan xesip kirin û qedexe kirin.

Beriya Dewleta Tirk ava bibe çanda nîjadperestî derket holê. Loma jî ermenî bi tevayî  ji holê hatin rakirin.

Ev felsefeya damezrênêr ya Dewleta Tirk bû sedem ku dewlet qerektereke nîjadperestî ya hişk qezenç bike. Serhildanên kurdan bi qetlîam û bi komkûjiyê dawî anîn.

Ev qerektera nîjadperestî ya dewletê raste rast sirayetî tirkan bi tevayî kir.

Ev qerektera nîjadperestî di hemandem de wek guleyekê li dilê tirkan bi xwe jî ket. Tirk jî bi hemanzihniyetê hatin kûştin û hatin qetlîam kirin. Qetlîama Çorumê û Maraşê jî hîn nehatine bîra kirin.

Nîjadperestî, dijmina însanan, însanetiyê, neteweyan, kêmneteweyan e.

Nîjadperestî nexweşiyeke zîhnîyetê ye.

Nîjadperestî dijminê kurdan û hêjişayiyên neteweya kurd e.

Divê ku tirk ji vê nexweşiyê û dijminitiyê xelas bibe.

Ew jî bi guhertina dewletê dibe. Heta çanda û felsefeya dewletê nayê guhertin, nîjadperestî ji holê nabe.

Nîjadperestî, pêşî qerekter û nexweşiya kemalîstan bû, pişt re bû nexweşiya hemû civatê û grûbên fikir cûda jî: Bû zihniyeta îslamiyan, komunîstan, sosyalîstan, sosyal demokrat û lîbertaên tirk.

Li hemberî kûştina du kurdan bêdengiya hemû tirkan ji bona vê yekê ye.

 

KOMKUJIYA ROBOSKIYÊ ENCAMA SIYASETA KOLONYALÎST E…

Beriya 7 salan, di 28ê Çilêya Paşin 20011an de li Roboskê encama bombarankirina belafirên Dewleta Tirk, 34 ciwan û zarokên kurd hatin kûştin.

Bûyer li ser sînorê Başûrê û Bakûrê Kurdistanê qewimî. Li Bajeroka Qilebanê gundê Roboskê pêk hat.

Ev kûştina hîç şik tune ye ku li hemberî kurdan komkujiyek e. Kûjerê vê komkûjiyê jî Dewleta Tirk e.

Dewleta Tirk encama qerektera xwe ya kolonyalîst û dagirkerî û nîjadperestî li Kurdistanê ev komkûjiya çêkir.

Ev komkûjiya, berdewama komkûjiyên li hemû beşên Kurdistanê hatine li darxistin.

Divê em kurd, di ev xemgîniya komkûjiya Roboskê de li dijî hemû komkûjiyên li Kurdistanê qewimîne û siyaseta kolonyalîst ya Dewleta Tirk; bi dengekı bilind û bi metodeke diyar û bi awayekî rêxistinî rexne, protesto, telîn bikin. Ji bona careke din ev komkûjiyan li Kurdistanê neqeminin, li çareyan bigerin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Îbrahîm Guçlu

Sîyasetmedarekî navdar, hiqûqzanekî profesyonal û nivîskarekî bêhempa ye. Ew kurdekî Anadolîya Navîn e, serok û damezirênerê Komela DDKOyê, weşana Rizgarî, partîya HAK-PARê bûye.

Qeydên dişibine hev