
Wek gotina pêşîyan dibêje: “Filankesê patka situkura xwe xurand”
Tirkiyê daxwaza rakirina nexşeya Kurdistana mezin ji Google Mapsê kiribû û ew nexşe hatibû rakirin, lê Google cardin nexşe danî ser Mapsê.
Wezîrê Gihandin û Binesaziyê yê Tirkiyê Cahît Turhan çend roj berê ragihandibû ku rayedarên Tirkiyê ji bo rakirina nexşeyê ligel karbidestên Google axivîye, agahdarî dane wan û xwestine nexşe demildest bê rakirin.
Wezîrê Tirk herwiha diyar kiribû ku geşedanên li ser mijarê ji nêzîk ve tên şopandin û pêwendiya wan ligel Google ji bo rakirina nexşeyê berdewam e.
Nexşeya Kurdistanê ku li ser giliyê Tirkiyê ji ser Google Mapsê hatibû rakirin, ji nû ve hat danîn û Nexşeya Kurdistana Mezin a nû wekî Surprise a Noelê (Sersalê) ji aliyê Google ve hat nirxandin.
Lînkê bitikîne û nexşeya Kurdistana Mezin temaşe bike: