”Şerê kurdan yê şorişgerîyê yê pêşin” -3

”Şerê kurdan yê şorişgerîyê yê pêşin” -3

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê beşek ji cildeya 3an ya berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev ya ”Kurdistan û pirsgirêka kurdan (di salên 1923-1945)” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ”Şerê kurdan yê şorişgerîyê yê pêşin”. Em îro beşa sisîyan a dawî raberî we dikin. Beşên pêşin û duduyan me berî heftêyekê û du heftîyan çap kiribû.

Her sê cildeyên profêsor M. Lazarev ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatine wergerandin, herduyên pêşin çap bûne, ya 3an heta niha jî çap nebûye, lê bo çapê amade ye.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 167 

Piştî salekê, di dema vekirina Civata Meclîsê ya çaran da serokkomar careke din vegerîya li ser wê pirsê: “Girêdayî bûyera here mezin di nava van çend salên dawî da – serhildana rêaksyon li rohilatê – çend rêform hatine pêkanîn. Ewana bi serketî hatine pêkanîn û bi awayekî erênî tesîr li ser jîyana civakî û aborî ya hemwelatîyên me kirin, ji me ra aştî û aramî anîn“[1].

Di van fikirên serekê Tirkîyê da tu gotin derheqa pirsa miletîyê da tune, herwiha derheqa pirsa kurdan da jî, ku di bûyerên Anatolîya Rohilatê yên wan salan da ya sereke bû. Emirî li ser hemû hêzên propagandîst kiribûn, ku xwe tenê li vêrsyona krîzê ya civakî-sîyasî bigirin û ew emir eva îdî 80 sal in bê guhastin tê pêkanînê. Li Tirkîyê, ku dewleteke her tenê ji bo tirkan e, gerekê tu pirseke miletîyê tunebe, di nav wan da, hilbet, pirsa kurdan jî, û eger li hinek cîyan serî hildidin jî, wê demê sebeb dikarin her cûre pirsgirêk bin, xên ji pirsgirêka miletîyê. Ha bû emirê bingehdarê komara Tirkîyê û bavê hemû tirkan – Ataturk. Her destdirêjayîke li ser wê prînsîpê dihate dîtin wek hewildana hilweşîna dewletê û gorî wê jî gerekê rêaksyonê nîşan bidin.

Serhildana kurdan ya sala 1925an – “yek ji bûyerên here bi xeter bû di komara Tirkîyê da“[2], – zaneyê problêmên Rohilata Nêzîk yê wan deman herî bi nav û deng V. P. Osêtrov nivîsîye. “Serhildana şêxê kurdan Şêx Sehîd hebûn-tunebûna Tirkîya Komarîyê kire bin şikê“[3],- A. F. Mîllêr dibêje, ku turkologekî Sovyet yê navdar e. Wisa xuya ye, ku serokatîya Tirkîyê jî ser wê bawerîyê bû û ji bo pêşîgirtina wê tivdarekê xwe didît.

Rojtira dinê piştî ji alîyê ûsyanvanên kurd da zevtkirina Xarpûtê, ango 25ê sibatê sala 1925an, bi emirê hukumetê Meclîsê li wan wilayetan ser mehekê rewşa awarte îlan kir, ku serhildan belayî li wan deran bûbû (Mûş, Dêrsim, Mêrdîn, Ûrfa, Siwêreg, Bîtlîs, Sîîrt, Wan, Hekarî, Erxanî, Erzurum, Dîyarbekir, Meletiye); paşê ew dem zêdetir kirin. Partîya Pêşverû-Komarîyê (em îdî derheqa partîya serkarîkir ya Gelî-Komarî da nabêjin) serhildana kurdan şermezar kir. Zagûna hejmara 556 hate qebûlkirinê derheqa qedexekirina wan hemû rêxistinan da, ku dîn ji bo armancên sîyasî bi kar tînin. 4ê adarê du “mehkemeyên serbixwe“ hatine damezirandin – yek li Enqere bû (mafên wê sînorkirî bûn). Eva biryara serekwezîrê nû Îsmet Înonyu ya pêşin bû, ku berî çendekê kete dewsa Elî Fethî-beg, ku terefdarê kompromîsan û lihevkirinan bû. Îsmet-paşa, ku heval û hogirê Kemal bû û bi serketina di hindava yûnanan da deng dabû, xwedî kêmanîyên wisa nîbû. Ew bi rastî jî bi lez û berk dest bi kar û emelên xwe kir.

Bi awayekî lez statuya mehkemeyên awarte dane “Mehkemeyên serbixwe“, ku zêde biryarên kuştinê derdixistin û ew hewcê destûra Meclîsê nîbûn. Di rastîyê da ew mehkemeyên leşkerî bûn, ku bi awayekî lez biryara cezakirinê didan. Ji cezayên “mehkemeya serbixwe“ em du nimûneyan bînin; yek, ku heft sal hebis dane serhingê berê Elî Ruhî-beg, ku li qahwexanekê hizkirina xwe ya di hindava kurdan da dîyar kiribû û gelek salên cezakirinê dane rojnamevan Ucuz, ku piştgirîya Elî Ruhî kiribû[4]. Lê cezayên “mehkemeyên serbixwe“ piranî çengel bûn, ango cezayên dardakirinê. Ji bo nimûne, bi biryara mehkemeya di hindava Şêx Sehîd û hevalbendên wî da (di gulan-hezîrana sala 1925an) hemû 47 kesên dihatine gunehkarkirinê, hatine dardakirin.

Dewletê gelek hereket xerc kir bona zora serhildana kurdan bibe. Zêde guhdarî dabûne ser opêrasyonên leşkerî, ku Mustefa Kemal, serekwezîr Îsmet-paşa, serekê barêgeha sereke Fewzî-paşa (Çakmek), wezîrê leşkerîyê yê berê Kazim Qerebekir-paşa û serekleşkerên Tirkîyê yên din bi xwe ew opêrasyon amade dikirin û didane derbazkirin. Gava di dawîya nîsana sala 1925an hêza piranîya kurdên ûsyanvan şikest, leşkerên tirkan, ku li Kurdistanê bi cî kiribûn, şandine mal[5].

Zordestîyên di hindava kurdan da herdem dibûn, ew him ji alîyê leşkeran da, him ji bi destî cendireme û polîsên cî dihatine pêkanînê. “Tirkên Mustefa Kemal,- Armstrong nivîsîye,- ji hêrsa heyfhildanê wisa bi hovîtî û wehîştî kurd dikuştin, wek ku tirkên sultan yûnan, ermenî û bûlxar qir dikirin“[6]. Toynbî derheqa vê yekê da diha nerm dibêje. Hukumeta Tirkîyê, ewî nivîsîye, bi nemerivayî berê xwe dida serhildana kurdan û “aqilmendîya sîyasî“ dîyar ne dikirin. Ew zordestî ewqas berk bûn, ku li wilayeta cînar – Mûsilê gel hêrs bû û derkete dijî destdirêjayên tirkan. Tirkan ji îngilîsan ders hilnedan, yên ku piştî têkbirina serhildana sala 1920î li Îraqê, li wî welatî sîyaseta milahîmkirinê derbaz kirin û çend gavên bi dilê binecîyan avîtin. Lê hukumeta Tirkîyê,- zanyar dinivîse,- bi rû va îlan dikir, ku ewê rêformên dêmokratîk pêk bîne, lê di rastîyê da sîyaseta asîmîlyasyonê, zordestîyê dida xurtkirinê û eva yeka bû sebeb, ku li Kurdistana Tirkîyê careke din gel çek hilgirt û qedirê Tirkîyê di çavên kurdên ser sînorên Tirkîyê-Îraqê û Îraqa Bakur êxistin û eva yeka hêza Enqereyê li Koma Miletan û di hevraxeberdanên dawî yên Îngilîs ra derheqa pirsa Mûsilê da sist kir[7]. Em wê jî bêjin, ku Koma Miletan guh ne da wan şikyat û gazinên pirjimar, ku tirk wek berê hewil didin bi destî ordîyê kurdan milahîm bikin.

Têkbirina serhildana Şêx Sehîd nayê wê maneyê, ku pirsa kurdan ji jîyana sîyaseta hundur ya Tirkîyê hate derxistin, wek ku serekên kemalîstan pêşî hêvîya xwe danîbûne ser. Zordestî û emelên bi lez yên bona milahîmkirina kurdan encamên wisa dan, ku ne bi dilê Enqereyê bûn. Dengên îşaretdayînê û ecêbmayînê hatine bihîstinê, ji bo nimûne, ji Yekîtîya Sovyet, ku wan deman bi fermî piştgirîya sîyaseta Tirkîyê dikir. V. Ya. Aboltîn (Avarîn) di kovara “Rohilata Nû“ da, ku wan çaxan kêm-zêde obêktîv bû, nivîsî: “Dijminatîya hovane di hindava kesên ne tirk da yek ji nexweşîyên Tirkîya nû ye, ku tu tiştekî baş wê ji komara teze ra neyne… Nasyonalîstên tirk xwe li wê rê girtine, ku bû sebebê têkçûna contirkan“[8]. Li Rohilatê jî emelên Tirkîyê yên cezakirinê li Kurdistanê bi tundî şermezar kirin.

Ne rexne, ne jî hayadarkirin tesîr li ser Enqereyê ne kirin. Lê di serokatîya komara Tirkîyê da fêm kirin, ku eger berê ewana carna tûşî nerazîbûnên kurdan dibûn, lê niha ew herdem dibe. Dijderketina kurdan li Tirkîyê rengê şerê partîzanîyê wergirt. R. Lîndsêy ji O. Çemberlen ra nivîsî, ku nivîsên rojnamevanan derheqa normalbûna rewşê li Kurdistanê “ji rastîyê gelek dûr in“ û tirk amadekarîya ciddî dibînin bona “nasyonalîzma kurdan kokbir bikin“[9].

Û rastîyê jî, ew nasyonalîzm herdem serî radikir. Di tîrmeha sala 1925an da kurê serekê kurdan yê navdar Ebdul Qadirê, ku gorî biryara “mehkemeya serbixwe“ hatibû dardakirin – seyid Ebdulle li herêma Şemdînanê (nêzîkî sînorê Tirkîyê-Îraqê) serhildan tevrakir. Di nav demeke kurt da zora wê serhildanê birin, lê Ebdulle revî Farizistanê. Hukumeta Tirkîyê çend caran de`wa teslîmkirina wî kir, lê bi ser ne ket[10]. Di meha tebax-îlona sala 1925an kurdên navçeyên Bîtlîsê-Mûşê bi serokatîya birayê Şêx Sehîd, kurê Şêx Ebdulle û kurê Ebdul-Qadir serî hildan. Di nav eşîreta zaza da jî li Dêrsimê destbi tevgera milet bû[11].

Tevgerên çekdarî li Kurdistana Tirkîyê di salên 1926-1927an da jî bûn. Şer derbazî bakurê çemê Feratê û dora çiyayê Araratê (Agrîdax) bû. Leşkerên Tirkîyê yên cezakar bona milahîmkirina kurdan cara pêşin balafir bi kar anîn. Kurdên zaza jî li Dêrsimê şerê partîzanîyê dikirin. Di adara sala 1926an li Midyatê (wilayeta Mêrdînê) di navbera kurdan û leşkerên tirkan da şer derket[12]. Havîna sala 1926an li Kurdistana Tirkîyê (xwesma di beşa wê ya başûr-rohilatê da) rewşeke gelekî aloz saz bû, û derheqa vê yekê da di wê nameya kurê Şêx Sehîd – Şêx Mehdî da tê gotinê, ku ewî 19ê hezîranê sala 1926an ji zabitekî kurd yê bi navê Emîn ra şandibû. Ew name ketibû destê casûsîya îngilîsan.

Xwedîyê nameyê gotinên xwe ji wê yekê dest pê dike, ku wana plan kirîye serhildana kurdên Millî teşkîl bikin, yên ku li navçeyên ser sînorên Tirkîyê û Sûrîyê dimînin û serokên wê jî kurên “qiralê Kurdistanê“ yê berê Îbrahîm paşa bûn. Mehdî bi bawerî digot, ku desteyên kurdan yên partîzanan li Dêrsimê îdî amade ne serhildanê destpê bikin (tenê bal êzdîyan “hîsên miletîyê tunene“). “Ew cîyê em lê ne,- ew Kurdistana serbixwe ye“,- xwedîyê nivîsê bi eşq dinivîse û her kesî dawet dike seredana wan waran bikin. Di nameyê da bangawazî heye ber bi “Şêwra kurdan ya dilqenc, welatparêzan – terefdarên milet“. Di destpêkê da behsa tewlebazîyên tirkan di nava eşîretên kurdan da dike, bona wana berî hev de, ango, bona ew şerê hevdu bikin. Ew yek ji tirkan ra hinekî çû sêrî, lema jî kurd bin ketin (herwiha di rûyê wê yekê da jî, ku komîtêya Erzurumê biryar kir tevî serhildanê nebe). Desthilatê xwe li riya tirkkirina kurdan girt, lê kurd bi xurtî ber xwe didan, zora tirkan dibin, xetên têlêgrafan dibirin, ji bo nimûne xeta di navbera Nisêbînê û Cizîrê da. Paşê di nameyê da tê gotinê, ku şorişvanên me li navçeyên Sînana, Hesenkeyfê, Bişêrîyê, Sîlwanê û Sorê hene. Kurdan bi eşîretên ereban yên cînar – Tay, Cewan û Şemmer ra pêwendîyên baş danîn, bi hev ra kar kirin. Niha 500 şorişgerên me hene, lê eger lazim be, em dikarin jimara wan bigihînine heta 10 hezaran. Xên ji wê, hinek serekeşîr dikarin bi xwe ra ji 3 heta 5 hezar merivên şervan bînin.

Niha pirsa yekkirina eşîretên serîhildayî ya here giring e. Li Palûyê birayên Şêx Sehîd – Şêx Tahir û Şêx Ebdurehîm bi 500 şervanên zaza ra tevayî bi xurtî himberî tirkan ber xwe didin. Serekê eşîreta Lolan, doktor Ahmed Sebrî dinivîse, ku li Dêrsimê eşîretên mayîn jî serî hildan. Eger ewana wek alîkarî topan û gullereşan bistînin, wê demê emê di nav demeke kurt da “welatê xwe ji tirkan paqij bikin“. Ji me ra malûmatîyên derheqa helwesta serekên Kurdistana Rohilatê û Başûr lazim in; helwesta Simko, “kurê Şêx Sehîd“ (wisa xuya ye, li vira qala Ebdulle dikin, ku revîbû Îranê), Şêxê Barzan û serekên Botanê – herwiha derheqa wê yekê da jî, gelo Fransîya bi dijminayî berê xwe dide kurdan. Name ji alîyê serekên eşîretên Hevêrkan, Hebîsbînan – Haco (qeza Nisêbînê), serekê eşîreta Raman – Muhemmed Emîn (qeza Dîyarbekirê), serekê Hebîsbînan – Bedreddîn (Midyat), Yûsif Ziya, Muhemmed Îbrahîm, Îsmaîl Hekkî (Midyat)[13].

Hilbet, ne hemû gotinên, ku di vê belgeyê û yên din da hene yên bawerî pê anînê ne, lê şik tune, ku têkbirina serhildana Şêx Sehîd aramî ne anî wilayetên kurdan yên Tirkîyê. Li wir demeke dirêj rewşa ne aram wek xwe ma, cî-cîna milet bi çekan bi desthilatê ra dikete nava pevçûnan û ew pevçûn ewqas pir bûn, ku zûtirekê milet mecbûr kir bi tevayî rabine berxwedanê. Desthilata kemalîstan hewil da wê rewşa aloz milahîm bike, çend gavên admînîstratîvîyê û civakî-sîyasî pêk anî.

Bûyerên sala 1925an û yên dû wê ra di hemû warên jîyanê da ser Tirkîyê giran rûniştin. Her tenê li ser têkbirina serhildana Şêx Sehîd gorî hinek malûmatîyan 20 mîlyon lîra hate xerckirinê, lê bi hinek malûmatîyên din – 50 mîlyon lîra û evê yekê zirareke mezin da byûcêya welêt[14]. Gelek navçeyên Kurdistana Tirkîyê kiribûn kelefe. Ji sala 1925an heta sala 1928an 206 gundên kurdan, ku tê da 8758 mal hebûn, hatine şewitandin, ji wana zêdeyî 15 hezar kes hatine kuştinê. Nîv mîlyon kurd hatine mihacirkirin, berê wan dane wilayetên roavayê û di rê da gelek ji wana mirin[15].

Rewşa awarte, ku pêşî ser demeke kurt li navçeyên Tirkîya Rohilatê hate îlankirin, sal ser salê dihate dirêjkirin û evê yekê rê ber desthilatê vekir bêserîtîyan bike. Desthilatê xwe li riya hilweşandina cûrê jîyana eşîretên kurdan yê edetî, tirkkirina binecîyên kurd girt. Mamostayên tirk şandine wilayetên rohilatê bona zarokên kurdan fêrî tirkî bikin. Gelek malbetên kurdan yên zane û aqilmend ji Dîyarbekirê, Mûşê, Sîîrtê, Xarpûtê, ku herdem jî qedirê wan di hêla sîyasî û dînî da li Kurdistanê pir bû, mihacirî roavayê kirin. Bi wê ra tevayî (di payîza sala 1925an da) çend biryarên dijî rêxistinên kurdan yên dîndarîyê û sîyasî derxistin. Bi wê yekê va zirareke mezin gihîşte înstîtûsyonên civaka kurdan. Enqere ser wê bawerîyê bû, ku sebebê hemû “bûyerên rêaksyon“ li rohilata welêt hema ew bûn[16].

Mihacirbûna kurdan (ew di dema contirkan da destpê bûbû) bû sebeb, ku li Kurdistana Tirkîyê rewşa êtnodêmografîyê û êtnososîalîyê ji bingehê va guhêrî. Desthilatê nêt dabû ber xwe çiqas ji dest wê tê gelê kurd ji hev biqetîne û ew yek hinekî jê ra li hev hat. Li navbenda Tirkîyê û roavaya wê dîyasporên kurdan yên mezin peyda bûn. Gelek kurd ji bo peydakirina kar cîguhastî bajarên mezin bûn – Stembolê, Îzmîrê, Adenê û yên din. Ji van kurdan hinek ji berê va hatine asîmîlekirin, beşek ji wan bûne tirk. Ew yek zêde bi destî zorê dihate kirinê. Tirkîyê bi dewletên Balkanan ra li hev kir, ku mihacirên tirk û musulmanên din yên wan welatan, wek alban, boşneq û yên din bişînine Kurdistanê. Xwelîya kurdên, ku ji wan deran raqetandibûn, didane wan[17]. Ev hemû ji bo wê yekê dihate kirinê, ku rê li ber hevgirtina hêzên kurdan yên nasyonalîst bigirin.

Kemalîstam hewil dan li tevaya welêt di pêwendîyên civakî-aborî da derkevine dijî fêodalîzmê, lê eynî kar li wilayetên kurdan rengekî din werdigirt: kemalîstan dixwest pêwendîyên civakî yên kurdan, ku bi salan û zemanan saz bûbûn, ji holê rakin, wisa bikin, ku kurdan ji hev dûr bixin, ku ew di navbera xwe da yekîtîyê saz nekin û şerê ji bo serbestîyê nekin. Ango, rêformên pêşverû li herêma kurdan ya komara Tirkîyê yên şovînîstîyê bûn. Rêform bi xwe jî nivîşkan û sînorkirî bûn[18]. Ew rêform pêşketina Tirkîyê hinekî dane lezkirinê, lê li wilayetên rohilatê, ku kurd lê diman, wek berê warê feqîrîyê, belengazîyê û şûndamayînê bû. Her tenê di nav êlîta kurdan da guhartin bûn: hêza wê ya sosîal-aborî û îdêatîyê-sîyasî ji bingehê va ji hev kirin, ji serokatîya kurdan hinekan heta xwe nêzîkî serokatîya tirkan kirin. Ew pêvajo zêde li navbendê û roavayê xuya dibû, ji ber ku gelek kurd mihacirî wira bûbûn[19].

Bi vî awahî, serhildana Şêx Sehîd temamîya jîyana civakî-sîyasî ya Tirkîyê ji binî va hejand. Encamên wê serhildanê ne tenê tesîr li ser pirsa kurdan kirin, ku heta niha jî nesafîkirî ye û di tevaya sedsala 20an da tu demekê jî ew tevger ne sekinî ye, lê herwiha tesîr li ser jîyana welêt ya sîyasî û civakî kir. Têkbirina serhildana kurdan alî wê yekê kir, ku desthilata kemalîstan ya yekpartî, ku zêde hêvîya xwe danîbû li ser ordîyê (ewê wisa kiribû, ku li ser ordîyê kontroleke berk tunebû), gihîşte armanca xwe. Ew desthilat heta dawîya salên 40î jî wisa serdest ma. Partîya tekane ya antêrnatîva Partîya Gelêrî (Gelêrî-Komarî) – ew Partîya Konsêrvatîv ya Pêşverû-komarîyê bû û piştî têkbirina serhildana kurdan ew hate belakirinê, bi bahaneya, ku xudêgiravî ewê alî serhildanê kirîye, lê piranîya serekên wê partîyê wek serekên partîya serkarîkir dijî kurdan bûn û neyarên wan bûn. Serokê komarê Mustefa Kemal wek dîktatorekî xwebawer li ser textê desthilatê rûnişt û hema bêje heta roja mirina xwe – sala 1938an, ser hukum ma. Ew desthilata leşkerî bû, tenê bi rû va dewleteke medenî bû.

Cûrê rêvebirina desthilata Kemal Ataturk ya leşkerî an jî nîv leşkerî, ku bi înstîtûtên sîyasî û hiqûqî va, ku ji Roavayê wetgirtibû, rûyê desthilata xwe ya mîlîtarîstîyê ya rast vedişart, xwesma li Kurdistana Tirkîyê bi awayekî eşkere û zelal xuya bû. Xwedî-xudanên rasteqîn li herêmê leşker bûn. Ji bo nimûne, sala 1926an, dema ordîyê îdî zêde opêrasyon nedida derbazkirinê, tirk li vir desteyên leşkerên peya, siyarî û topçî xwey dikirin (ji korpûsên 5, 7, 8 û 9an), û pirsdanîna wan ya “şervanîyê” ew bû, ku kurdan ji wan deran derxin[20]. Tirk xwe efû dikirin, ku ew leşker lazim in bona wê yekê, ku dikare biqewime krîza Mûsilê sert bibe, lê hemû dîtindaran destnîşan dikir, ku armanca van hemû mixenetîyan kurd in[21].

Têrora admînîstratîv û hiqûqî jî berdewam bû. Binecîyên kurd herdem nerazîbûna xwe di hindava desthilatê da dîyar dikirin, herwiha bi destî çekan jî û serokatîya tirkan ji Enqerê bigire heta navçeyan, çend emelên cezakirinê bi kar anîn. Heta adara sala 1927an li Kurdistana Tirkîyê rewşa awarte hebû, ku bi biryara meclîsê hatibû îlankirin. “Mehkemeyên serbixwe“ hertim di halê hazir da bûn û bi opêratîvî kar dikirin. Cezayê wan yê herî belavbûyî bi destî çengelê dardakirin bû. Kurdan him ji bo tevbûna meş û xwepêşandinan, him ji bo emelên çekdarî (ew wek bandîtîzm qîmet dikirin), him ji bo piştgirîkirina ûsyanvanan, him jî ji bo ku desthilatê derheqa bûyerên dijî dewletê agahdar nekirine, ceza dikirin. Bi kurtî, bahaneyên bona cezakirinê pir bûn. “Mehkemeya serbixwe“ li Enqerê ji adara sala 1925an heta çileya paşin sala 1927an 340 mehkeme pêk anî, ku di wan 2351 dihatine gunehkarkirinê; ji wana 1237 hatine efûkirinê, 80 kes darda kirin, yên din cezayên hebiskirinê yên cuda-cuda sitendin. Lê ew mehkemeya paytext bû, ku bi awahê eşkere kar dikir. “Mehkemeyên serbixwe“ yên herêman cezayên diha bi hovane derdixistin[22]. Li Dîyarbekirê 53 kurd bi cezayê mehkemeyê hatine dardakirin[23]. Mehkemeya li Elezîzê (Elazigê) di adara sala 1926an da bi carekê va cezayê dardakirinê da 18 kurdên, ku êrîşî li ser qereqola leşkerî kiribûn[24].

Karê sereke yê “Mehkemeyên serbixwe“ tirsfirandin û gefxwerin bû. Armanceke din jî hebû, ku ne zêde belavbûyî bû, lê ji bo Enqereyê balkêş bû: îzbatîyan bibînin derheqa pevgirêdanên ûsyanvanên kurd bi cesûsîya Îngilîs ra bona bikaribin qedir û hurmeta tevgera kurdan ya miletîyê û bi wê ra tevayî jî sîyaseta Brîtanîyayê li Rohilata Nêzîk girêdayî pirsa Mûsilê ra, biêxin û ber çavên dinyayê reş bikin. Lê ew daxwaz bi ser ne ket. Hela di ser da jî, di mehkemeyan da derkete holê, ku çend cesûsên “îngilîs“ di rastîyê da provokatorên cesûsîya Tirkîyê ne[25].

Roja ji holê rakirina “Mehkemeyên serbixwe“ (2ê adarê sala 1927an) Meclîsê emelkirina “Zagûna derheqa parastina aramîyê“ da (ango, rewşa awarte li navçeyên kurdan) ser du salan hate dirêjkirin. Bingeha wê ya hiqûqî ew bû, ku li herêma kurdan ya Tirkîyê desthilata admînîstratîvîyê-polîsîyê bimîne. Her kurdek di halê zordestîya bê kontrol da dijît. Xwesma bi destî zorê ji cî şihitandin û mihacirkirina kurdan xembar bû û ew kar piştî qebûlkirina wê zagûnê hîn jî xurttir bû. Di salên 1926-1927an da zêdeyî mîlyonek kurd mihacirî Anatolîya Roavayê kirin. Desthilatê wek berê her tişt dikir bona eşîretên kurdan rake himberî hev, wana berî hev de û di wî karî da cudatîya eşîrtîyê û dîn bi kar dianî[26]. Bi kurtî, mecalên ji alîyê desthilatdara Tirkîyê da qebûlkirî bûne sebebê wê yekê, ku li Kurdistana Tirkîyê rewşa awarte hate îlankirin, ku bi dijwarîyan û astengan va dagirtî bû.

Bûyerên li herêma kurdan ya Tirkîyê, ku bi serhildana Şêx Sehîd û paşmayînên wê va girêdayî bûn, di cihanê da zêde deng ne da. Hemû welatên di wê pirsê da xwedî berjewendî, him yên cînarên Kurdistana Tirkîyê (Yekîtîya Sovyet, Farizistan, Îraq û Sûrîya), him jî welatên Roavayê (Brîtanîya Mezin û Fransîya, ku Îraq û Sûrîya di bin bandûra wan da bûn), ne dixwestin serhildan berdewam be, ji ber ku dikaribû bibûya sebebê dijwarîyên mezin. Bi awayekî lez ji holê rakirina ocaxa sereke ya serhildana kurdan li Tirkîyê pêşî li wê yekê girt, ku ew serhildan dikaribû belayî ser perçeyên Kurdistanê yên din bûya. Hilbet, li Enqereyê fêm dikirin, ku şerê çekdarî bi kurdan ra helwesta welêt di çareserkirina huceta ji bo Mûsilê nêzîktir nake, hela di ser da jî behs bela bûbûn, ku Tirkîya dixweze wan hêzên xwe, ku di têkbirina serhildana kurdan dihatine bikaranînê bişîne ser sînorê Îraqê bona zirarê bide berjewendîyên Brîtanîyayê li herêmê. Em wê jî bêjin, ku ew bi ciddî qebûl ne dikirin: tu kesî bawer ne dikir, ku Tirkîya hewil dide bi Îngilîs ra biekve nava dijberîyê, ew jî wê demê, ku pêşenîya kurdan tam ji holê nehatibû rakirin[27]. Û kurdên Îraqê jî ne li benda “azadarên“ tirk bûn, hela di ser da jî, Koma Miletan ji tirkan dixwest, ku wan ardimîyan bide kurdên xwe, ku kurdên Îraqê distendin. Femdarî ye, ku ew ne bi dilê tirkan bû[28]. Bi kurtî, şerê li Kurdistana Tirkîyê hema bêje ji holê hatibû rakirin[29] û ev yek bi dilê hemû welatan bû, ku berjewendîyên wan di wî karî da hebû, xên ji kurdên Tirkîyê. 

Riataza

 

[1] Dîsa li wir, rûpel 341.

[2] Îrandûst (Osêtrov V. P. ). Hêza rêvebir ya şorişa kemalîstîyê. M.-L., 1928, rûpel 115.

[3] Mêlnîk A. (Mîllêr A. F.). Pênc salên Tirkîya komarîyê.- MJ. 1928, hejmar 11, rûpel 6.

[4] OM. 1925, hejmar 4, rûpel 180.

[5] Şirovekirina wan bûyeran binhêre li: Hasratyan M. A. Kurdên Tirkîyê di dema here nû da, rûpel 70-78; Mustefa Kemal. Riya Tirkîya nû. Cild 4, rûpel 438, 449; Olson R. The Emergence of Kurdish Nationalism, rûpel 103, 107-127; OM. 1925, hejmar 3, rûpel 131-134; hejmar 4, rûpel 180, 181, 198, 240, 242; Ne-NEI. 1925, hejmar 721, 725, 727, 728.

[6] Armstrong H. C. Grey Wolf Mustafa Kemal, rûpel 265.

[7] Toynbee A. J. The Islamic World, rûpel 510-511; NE. Hejmar 727, April 1925, rûpel 306.

[8] Aboltin V. Teşkîla miletîyê ya komara Tirkîyê.- Rohilata Nû. 1925, pirtûka 1 (7), rûpel 128.

[9] AVPRI, fonda NAI, sêrîya A, dexle 304, hejmar 331, hesabdayîna 28.04.1925, kopîya.

[10] Mustafa Kemal. Riya Tirkîya Nû. Cild 4, rûpel 451; OM. 1925, hejmar 8, rûpel 404.

[11] OM. 1925, hejmar 8, rûpel 454-455.

[12] Safrastyan A. Kurds and Kurdistan, rûpel 82-83.

[13] AVPRI, fonda NAI, sêrîya A, dexle 150, belge 45-48. Înspêktorê admînîstratîv li Mûsilê ji bo şêwirmendê Wezîreta karên hundur. 13.07.1926.

[14] Pêtrîn K. Tirkîya berî peymana Mûsilê. – MJ. 1926, hejmar 2, rûpel 10; Hasratyan M. A. Kurdên Tirkîyê, rûpel 95; NEI. Hejmar 718, April 1928, rûpel 426.

[15] Schmidt D. A. Journey among Brave Men. Boston-Toronto, 1964, rûpel 56; Arfa H. The Kurds, rûpel 47.

[16] OM. 1925, hejmar 10, rûpel 513-516.

[17] AVPRI, fonda NAI, sêrîya A, dexle 304, hejmar 339, belge 170, kopîya. Nameya ji baylozxaneya Brîtanîyayê ji bo Forîn Ofisa li Konstantînopolê, 05.07.1926.

[18] Binhêre: Mîllêr A. F. Nivîsên derheqa dîroka Tirkîyê ya nû da, serê 4an. Bi bawerîya kovara Îngilîs, yek ji daxwazên rêforman, ku li wilayetên rohilatê dihatine derbazkirinê, – ew e, ku xwe ji gazinên Jnêvê yên derheqa helwesta xirab di hindava kurdan da xilaz bikin (NEI. Hejmar 749, 17.09.1925, rûpel 331-332). Rewşa kurdên Tirkîyê qedirê Enqereyê di erafê navnetewîda diêxist, xwesma di çavên kurdên Mûsilê da, ku Tirkîya dixwest wana ”rizgar bike”.

[19] Olson R., Tucker W. The Sheikh Said Rebellion, råpel 209+211.

[20] AVPRI, fonda NAI, sêrîya A, dexle 304, hejmar 52, belge 249-250. Nameya ji baylozxaneya Brîtanîyayê ji bo Forîn Ofisa li Konstantînopolê, 31.01.1927.

[21] NEI, 03.12.1925, rûpel 673.

[22] Mustafa Kemal. Riya Tirkîya nû. Cild 4, rûpel 447-450, 486; OM. 1927, hejmar 1, rûpel 9-10; 1927, hejmar 2, rûpel 68.

[23] Safrastyan A. Kurds and Kurdistan, rûpel 83.

[24] AVPRI, fonda NAI, sêrîya A, dexle 304, belge 124. Nameya ji baylozxaneya Brîtanîyayê ji bo Forîn Ofisa li Konstantînopolê, hemar 120, 17.03.1926, kopîya.

[25] Dîsa li wir, hejmar 468, 09.06.1925, belge 62, kopîya; hejmar 435, 02.06.1925, belge 64; hejmar 769, 12.10.1925, belge 92-93.

[26] Binhêre: Hasratyan M. A. Kurdên Tirkîyê di dema here nû da, rûpel 119-131; Nîkîtîn V. Kurd, rûpel 90.

[27] AVPRI, fonda NAI, sêrîya A, dexle 148, belge 56, 124. Nameya baylozê Brîtanîya Mezin li Parîsê lord Kryû – ji bo O. Çemberlen 03.03.1925; Nameya R. Lîndsêy ji bo O. Çemberlen 03.04.1925. Baylozê Sovyet li Tirkîyê Ya. Z. Sûrîs ji baylozê Almanîyayê R. A. Nadolnî ra got, ew bawerî bi wan behsan tîne, lê ”hinekî heyfa min bi wan tê”.

[28] Dîsa li wir, belge 23, 10.03.1925. Ji sêkrêtarîta komîsarê sereke li Bexdayê ji bo sêkrêtarê Şêwra wezîran; dexle 304, belge 102. Ji Forîn-Ofîsê ji bo baylozxaneya Brîtanîyayê li Konstantînopolê, hejmar 1151, 30.11.1926, kopîya.

[29] Nûçegihanê rojnameya Îngilîs ”Manchester Guardian” M. F. Prays, ku wextekê endamê palata olkan bû ji partîya lêyborîstan, bi pêşekê xwe va zaneyê problêmên Rohilata Nêzîk bû û hela di sala 1912an da hatibû gunehkirin bona casûsîya dijî rûsên li Farizistana Bakur û welatê Sovyet di wê yekê da sûcdar dikir, ku ew hewil dide tevgera miletîyê li Tirkîyê û Farizistanê ya nêzîkî sînorên Pişkavkazê ji bo berjewendîyên xwe bi kar bîne û piştî çend salan fikireke ha ecêb got: ”Eşîretên kurdan di destpêka komarê da dîssîdênt bûn. Lê hukumeta Enqereyê di hindava wan kurdan da sîyaseta aqilane bi kar anî û hewil dida mafên wekehev bide tirkan û kurdan, û eva yeka ew herêma nerehet aram kir. Ew perçeya Tirkîyê, gorî hemû salixan, ji alîyê komara dêmokratîyê va hatîye asîmîlekirin”. Eynî tişt di hindava kurdên Îraqê da jî tê gotin, ji ber ku Bexdayê zimanê kurdî nas kir û aminaya kurdan peyda kir, û ”bi hêvî ye, ku wana di hêla sîyasî da asîmîle bike”. Lê ”tam eksî wê derket”. (Price M. Ph. Northern Defences of Iraq. – The Manchester Guardian Weekly, 05.05.1955, vol 72, hejmar 18). V. P. Nîkîtîn di dema xwe da Prays belû kir, ku ew zaneyê pirsên Rohilata Nêzîk e, lê binegheke wî ya xurt jî tunebû, û xuya ye ji bo wê, ku ew kesekî dijî rûsan û dijî Sovyet e û di wî karî da xişîm e. (Binhêre: Lazarêv M. S. Pirsa kurdan, rûpel 430, 445-446).

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev