ŞERÊ ROSTEM JI BONA PARASTINA WELÊT Û AXIRÎ-AQÛBETA WÎ -3

ŞERÊ ROSTEM JI BONA PARASTINA WELÊT Û AXIRÎ-AQÛBETA WÎ -3

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema sedşêstûheftan me ji pirtûka “ŞAXÊD ÊPOSA “ROSTEMÊ ZALE KURDΔ, ku sala 1977an bi kurmancîya kîrîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê beşa duduyan a berhema bi sernavê ”ŞERÊ ROSTEM JI BONA PARASTINA WELÊT Û AXIRÎ-AQÛBETA WΔ raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Ji nimûneyên zargotina me – 167

 

Rostem qewata xwe civand,

Qewata hezar pênsid pelewanî lê zêde bû,

Dêw hilanî ser serê xwe,

Dêw li erdê da,

Kêr avîte situyê dêw birî,

Zik, devê wî qelaşt,

Dilê dêw deranî,

Li serê rima xwe da.

Meriv dibêje – dilê wî hesine,

Jorda hat cem Evlad dêw.

Evlad dêw jî berda,

Dît, çinar ji erdê kişandine.

Go: -Evlad dêw, te çima çinar ji erdê kişandîye?

Go: -Ya Serbilindê Îranê,

Wekî te serê dergevan ser minda firand,

Ez ji hêbet û tirsa –

Min texmîn kir, ku serê te bû ser minda firandin.

Ez ji wê tirsê revîm,

Min çinar bi xwera bir,

Riya sê seheta çûm,

Car din zivirîm berbi te.

Eva serê nobedarê ser minda firandî,

Te wê dêwê Sipî jî kuşt,

Dil-hinav derxist-vaye anîye.

Rostem Evlad dêw berda.

Bi xwera anî hat nav eskerê xwe,

Hespêd îranîyan dikirine hîre-hîr,

Gêwo kire gazî: -Tûzo, îndatek bo me hatîye,

Hespêd me dikine hîre-hîr.

Rostem anî ew dil bi çevê yekî kişand,

Yekî çevê deha kişand,

Deha çevê seda kişand-

Usa hemû saxbûn.

Gêwo go: -Rostem!

Go: -Çîye?

Go: -Were gel dêwan!

Em gurkê sûlek bikin (barişbin), paşê bizvirin.

Go: -Gêwo, wekî du komê neyaran

Ber hev bikevin, sulhane tunîne,

Go: -Ya Serbilindê Îranê!

Tu her serhişkî, parsû qalin.

Go: -Gêwo, ez naçim Sulhê,

Kî ji we dixweze, bira here,

Sulhê-gurikê bikin,

Paşê em bizvirin.

Rabûn, pelewanekî mêrqenc hebû,

Digotin-Qîrûn,

Verêkirin Sulhê,

Wekî sulhekê bikin,

Paşê bizvirin.

Çû ser derî, go:

-Dergevano, derî veke.

Go: -Ka destê xwe bide min,

Destê rastê dergevan givaşt,

Xûn di bin neynûkê wî avêtin.

Dema destê wî berda, paşva zivirî,

Qesta Rostem kir, hat.

Rostem go: Gêwo, min go

Ez gurke-sulha nakim,

Te bawer nekir,

Wekî ez neçim-yekî din nikare şuxul bike.

Go: -Rostem, welleh, tu herî sulhê-şere.

Rostem qesta padşayê dêwan kir,

Wekî gurke sulhe bikin, paşva bizvirin.

Çû ser derî, go:

-Dergevano, derî veke.

Go: -Ka destê xwe bide min.

Rostem destê çepê dayê,

Wekî givaşt, hestu û goşt yek kirin,

Xûn di bin neynûkara avît,

Go: -Hema qewata te eve?

Ka tu destê xwe bide min.

Destê xwe da Rostem.

Rostem lêda, milê wî ji qurm rakêşa,

Li bazinê situyê wî da,

Situ ji nav milan firî,

Jorda çû xar.

Rostem derî vekir,

Sîngê xwe da derî,

Serder, binder bi darîva bire jor.

Silavek da padşê.

Padşa teglîfî rûniştinê lê kir.

Cihê rûniştinê Rostem rûnişt.

Padşê go: -Xwedê xêrke,

Çi qewimîye, tu hatî dîwana min?

Nas nekir Rosteme.

Go: -Ez hatime, wekî em gurke-sulhekê bikin,

Paşva bizvirin.

Pelewanekî ji wêva got:

-Ji xêra Xwedêra pelewanek heye,

Dibên Rostik.

Rojekê bihata meydana min,

Go: -Rostik ez nînim,

Belê min Rostikê gelek kuştêrî kirîye,

Heker te ez danam, te Rostik dana.

Lê nêrênê dan dîwana padşê.

Li sîngê hevdu dan, li hevdu girtin,

Penîyê wan dikevine erdê-

Şibtî xetê kotanê erdê diqelişe,

Rostem dibe, li taqê mixarê dixe,

Şîrê zikmakê ji devê Rostem tê,

Rostem wî li taqê mixarê dixe,

Bêhna genî ji devê dêw tê.

Heta şev rast ket nîveka şevê,

Rostem hilanî ser serê xwe dêw li erdê da,

Çongveda li ser zikda,

Rûvî ji devê wî hate der,

Kêr avêt, situyê wî birî,

Gote padşê: -Ez Rostemim,

Sibê min hebe şere.

Rostem paşva zivirî,

Qesta ordîya xwe kir,

Go: -Gêwo, min roja ewil tera got,

Wekî du koma neyaran pêş hevkevin,

Îdî sulhane tunene.

Go: -Ya Serbilindê Îranê,

Tunîne, kêfa teye.

Sibê Rostem ber eskerê xwe ket.

Qesta şer û dehwa giran kirin.

Dêwê Sipî dakete meydanê,

Li nîveka meydanê bi hev girtin.

Rostem gurz danî,

Xûn mîna şadirwana davît,

Navaka hespa digirt,

Heta êvarê fetha dêwê Sipî kirin.

Êvarê zivirîn hatine ordîya xwe,

Ew jî çûne ordîya xwe.

Sibê dêwê Sor dakete meydanê,

Orta meydanê yek-yekî girtin,

Gurz danîn-xûn şivêta şadirwana davît,

Xeta kotanê rast kirin,

Ava behrê derxistin,

Xûnê li bin neynûkê kergedanan davît.

Heta dev-devê êvarê

Fetha dêwê Sor jî kirin.

Êvarê zivirîn ordîya xwe,

Ew jî çûne ordîya xwe.

Roja paşin çiqas dêwê Reş hebûn,

Hatin, ketine meydanê,

Yek-yekî girtin, birin-anîn,

Hinek dibên – toze,

Hinek dibên – dûmane,

Hinek dibên – axire,

Hinek dibên – axirzemane.

Ji hîrîna hespan,

Ji qurîna pelewanan

Hûtê heftser serê xwe derxistin ji behra,

Ev şerê giran

Li dinyayê bû ecêb,

Çi ecêbeke girane.

Hineka got: – Axire,

Hineka jî go: -Zemane,

Tu rûsipî bî – Rostemê kurê Zal,

Te kir fethan dêwan hemûyan.

Êvarê dêwan dezmala rayê hilavêtin,

-Ya dahbilê erdê, li ezman,

Bixweze, ka mirazê dilê te çiye?

Go: -Mirazê dilê min ewe-

Ez fetha dêwan hemûya bikim.

Ew zivirî, hate ordîya xwe,

Ew çûne ordîya xwe.

Evlad dêw go: -Rostem,

Sibê dêwêd merivxurê bêne meydanê,

Ji wan têne kuştin bavêne ber wan,

Ji îranîya têne kuştin,

Dîsa bavêne ber wan,

Ew bi xwerinê mijûl bin,-

Hûn – bi kuştinê.

Heker na, xwedê zane

Hûnê gişk unda bin.

Rostem sibê Rexşê-Belek siyar bû,

Kete pêşîyê, Îran kete dû Rostem,

Sîngê Rostem bû çeperê Îranê – naêşin,

Ji wana têne kuştin – davêjin ber wan dixun,

Ji îranîya têne kuştin-

Rostem davê ber wan.

Herçî ew bûn, bi xwarinêva mijûl bûn,

Herçî Rostem bû – bi kuştinê mijûl bû.

Heta dev-devê êvarê fetha dêwê Merivxur kirin,

Rostem bezî padşê dêwan,

Padşa revî – Rostem da dû,

Padşa revî, Rostem nêzîkî padşê bû,

Ku padşa bigire,

Padşa sêr li xwe kir.

Bû kevirek.

Rostem ser kevir sekinî,

Go: -Bi ezetê xwedê kim,

Tu bi xwe şiklê însana nîşanî min nedî.

Ezê gurzek ji gurzê giran

Li kelê serê te xim,

Ku heft tebek erdêda herî xarê.

Go: -Tu adke, wekî min nekujî,

Ezê xwe bi şiklê însana nîşana tedim,

Heker na, ez xwe nîşanî te nadim.

Rostem bi ad kir: “Ez tu te nakim”.

Sêr ji xwe vekir,

Xwe bi şiklê însana nîşanî Rostem kir.

Ew kete pêşîyê,

Rostem kete dû,

Qesta dîwanxanê kir,

Xercê heft salan jî kire baqî,

Evlad dêw kire padşa,

Çi qeder dêw hebûn,

Anî bin şûrê Evled dêw derbaz kir.

Nîşanê padşê li milê Evlad dêw girêdan.

Padşa kire wezîr,

Evlad dêw bû padşa,

Ew mane cîyê xwe.

Rostem pêşîya eskerê xwe ket,

Paşva zivirîn, hatin mala xwe.

 

Ew bira bighîjin mirazê xwe,

Em jî li vira bighîjin mirazê xwe.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev