PANORAMA 2018an!

PANORAMA 2018an!

Şeyhmus Özzengin

 

Di 16.10.2017an de YNK bi hevalbendîya dijminên Kurd û Kurdistanê re, berjewendîyên kurdan, pêşeroja Kurdistanê xist tehlûkê. Mesud Barzanî û PDK bi hewlên siyasî û bi wêrektî li henber vê xîyaneta YNK û dijminên Kurdistanê, beşek ji nav YNK, hêzên serxwebûnxwaz girt cem xwe û pêşî li van hewlan girt, ku şerekî birakujî destpê neke. Başûrê Kurdistanê îro deyndarê van gavên girîng e.

Amêrîka û beşek ji hêzên hevpeyman li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê helwestek ne dostane danîn. Dijminên Kurd û Kurdistanê ji vê helwesta Amêrîkayê hêz girtin. Piştî referandûmê Tirkîye, Îran û hikumeta İraqê bi hemahengîyek dijminane Kurdistan dorpêç kirin. Bi hevkarîya xîyanetkarên 16.10. 2017an re êrîş anîn ser beşeke herêmên Kurdistanê. Kerkuk û derdorên wê hat dagirkirin.

Bi xîyaneta 16.10.2017an re, di nav siyaseta Amêrîkayê a navendî de, li ser vê siyaseta Amêrîkayê û bêdengîya li henber êrîşên ser Kurdistanê dubendî derket. Beşek ji îktîdarê û hinek ji endamên Kongrê û Senatoyê, ev siyaseta Amêrîka rexne kirin. Û eşkere diyarkirin ku „pîlanek Amêrîkayê ji bona kurdan tineye û li henber siyaseta Îranê a herêmê, Amêrîka şikestin xwar.“(!) Ev helwesta Amêrîkayê di nav Kurdan de dilşikestinek mezin derxist ber me û hinek ji aktorên siyasî yên herêma Kurdistanê eşkere gotin „me carek din dît ku ji xeynî çîyayên Kurdistanê, dostê kurdan tinene.“ Di 2017an de tevgera netewî a Kurdan di seranserê cîhanê de demoralîze bû, lê şikestin nexwar.

Di 2018an de, Başûrê Kurdistanê bi siyasetek berpirsiyarî û pîlanek siyasî, dîplomatîk xwe ji vê demoralîzasyonê û dorpêçê rizgar kir. Gav bi gav serkevtinên xwe tomarkirin. Beşdarî hilbijartinên parlementoya Federal a İraqê bûn û hilbijartinên Parlemena Kurdistanê jî bi serkevtî pêkanin. Ji xîyaneta 16.10.2017an û virde, derket ber me ku hêza netewî û serxwebûnxwaz ji van qeyran û boran-lîstikên siyasî, aborî serkevtî derketîye û rê ji xwe re vedike ji bona serkevtinên hîn mezintir.

Hêza baskê xîyanetê, her pişta xwe daye dijminên Kurd û Kurdistanê û tifaqa nav mala Kurdan ji hev perçe kirîye. Hilweşandina tifaqên netewî kirîye armanc û ji van karesatan hêz girtîye. Bi vê hemahengîya bi dijmin re her xwestine ku pêşî li siyaseta netewî a Kurd û Kurdistanê bigirin. Di hilbijartina serokkomarê İraqê Behram Salîh de carek din ev wek mînak derket ber me, ku dijmin ji nakokîyên nav Mala Kurdan hêzê digire.

Di 2018’an de bûyerek din a girîng jî Nadia Murad bû. Wek ku em dizanin, NY Nadîya Murad girtin nav Kursîya Parastina Mafê Mirovan. Di 2018 an de jî Xelata Aşitîyê a NOBELê danê. Ev herdû gav jî pir girîng bûn û derfetek mezin derdixist ji bona li ser vê kursîyê dengê mafê Kurd û Kurdistanê bilind bibe. Mixabin bi tabloyek İraqî û pir xerab, ev fersend hat berbihewakirin..

Sala 2018an bi gelemperî, çareserkirina qeyranên aborî, rakirina dorpêça ser Kurdistanê, hilbijartin û nûkirina parlemenê û hikûmeteke nû, çareserkirina pirsgirêkên hêzên pêşmergan, amadekirina makezagonê û pirsgirêkên Nefta Kerkûkê, çaksazî wek hedef danîne ber xwe. Bi İraqê re her rêya têkilîyan û giftûgoyê vekirî hiştine.

Ji 2017an heta dawîya 2018 an li Başûrê Rojavayê Kurdistanê mijar neguherîye.

Li Başûrê Rojavayê Kurdistanê stratejiya PKKê hatiye birêkûpêkkirin: PKK, li Başûrê Rojavayê Kurdistanê li dijî berjewendiyên kurdan e. Bê ruhê netewî, bê stratejiyek Kurd û Kurdistanî tevdigere. PKK ji argûmanên têkoşîna rizgariya netewî dûr e. Esasên bidestxistinên netewî, li ser teoriya “biratiya gelan“ û stratejîya „demokratîk kirina dewletên dagirker”(!) hatiye avakirin. Ruhê Kurd û Kurdistanî di vê teoriyê de mirî ye. Hertişt ne li gor xwestinên netewa Kurd û Kurdistanê, li gor xwestina dijminên Kurdistanê û armancên stratejiyên rêxistinî-partîzanî ava bûye. Di vir de ji bona PKK, Kurd ji bona vê stratejiyê tenê qurban in. Ev di şerê Kobanê û Efrînê de jî derket ber me. Di siyaseta PKK de armanc ne tomarkirina serkeftinên netewî yên kurdan e. Bi xwîna kurdan tomarkirina qahremaniyên rêxistinî-partîzanî ne. Parastina statukoya ser Kurdistanê ye. Ji bona şerê wekaletê, propaganda rêxistinî û xurtkirina destê hizbî esas e. Ev hevoka yek ji serkirdeyên PKK, mînakek ji stratejîya PKK li Başûrê Rojavayê Kurdistanê pir zelal derdixe ber me: „Dewleta Sûrîye di bin metirsîya hêzên dagirker de ye. Em mecbûr in ku ewlekarîya Sûrîyê bikin û Sûrîyê biparêzin. Hêzên me yên çekdar, her cîhê ku lê hene, divê vê rola xwe bilîzin.“(!)

PKK, terafgirê stratejiya Rusya, Îran û Surîye, Tirkîye bi xwe ye. Ev di hewlên Amêrîka yên li Sûriyê de, di hewlên Amêrîka yên li dijî Îranê û yên di Rojhilata Naverast de, di helwesta PKK a li dijî serxwebûna Kurdistanê de, di dagirkirina Kerkukê de, bi rasteqînî derket ber me.

Amêrîka di 2018an de pêşîlêgirtina Îranê xist programa xwe. Li Sûrîye xwest têkilîyên xwe bi PYD û YPG re derxe astek xurtkirinê. Lê PKK rê li vê hewla Amêrîka girt û bû asteng. Amêrîka, biryara bi xelata 12 milîyon Dolar, girtina sê serkirdeyên PKK da.

Di dawîya 2018an de Amêrîka biryara vekişîna hêzên xwe ji Başûrê Rojavayê Kurdistanê da.

Bi raya min; ev biryara Amêrîkayê wê bibe sebeb ku hemû hêzên dagirker û bi taybet jî hêzên Îranê û Tirkîye ji Sûrîye derkevin.

Wê pêvajoka çareserkirinek siyasî û bi lez ji Sûrîye re peyda bike.

Wê kurdan jî wek terefek bikişîne nav danûstendinên Cenewre û makezagonek nû ji Sûrîye re bihêz bike.
Wê têkilîyên PKK bi dewleta Sûrîye û Îranê re bi carekê de eşkere bike.

Hevsarê rêveberîya PKK di destê Sûrîye, Îranê û Rusîyayê de ye. Ev ne tiştekî veşartî ye. PKK, lîstoka destê Tirkîye, tasa destê Rusya, kevçiyê destê Îranê û xwarina dîktatoriya BAAS’iyan bi xwe ye. PKK, sebeba têkbirina fersend û destkeftinên Başûrê Rojavayê Kurdistanê bi xwe ye. PKK serkêşê „şoreşa erebkirina Başûrê Rojavayê Kurdistanê bi xwe ye! PKK, pîlanek ji berdewama „kembera erebkirina xaka Kurdistanê“ bi xwe ye.

Eger PKK destê xwe ji Başûrê Rojavayê Kurdistanê nekişîne, şikestinek mezin li pêşîya tevgera Başûrê Rojavayê Kurdistanê ye. Di nav vê helwesta siyasî a Başûrê Rojavayê Kurdistanê de, têkilîyên Amêrîka bi PYD û YPG re li ser esasên şerê wekaletê ye. Dema ku PYD û YPG vê bingeha şerê wekaletê wenda bike, bê serkevtinek, tercîha wan hinbêza dîktatorîya Esad bi xwe ye. Ji ber ku bingeha siyaseta PKK di Rojhilata Naverast de, li ser esasên piştgirîya stratejîya Îranê û Sûrîye hatîye dîzaynkirin.

Li Bakurê Kurdistanê, tahrîbatên ku bi „şerê xendekan“ re raserî Kurd û Kurdistanê bû, di helwestên siyasî de şikestinek mejûyî derxist ber me.

Dewleta Tirk, di şerê bajarên bakurê Kurdistanê de, PKK-HDP bi helwestek hevpar bikar anî. 12-13 bajarên bakurê Kurdistanê raserî van provokasyonan hatin. Dewleta tirk wek takwîye ew hêza li Sûrîye ku bi wan re têkildar bû, hêza wekaletê a şer-çekdar Ehrer-ul Şam jî di van bajaran de bikar anî. Armanca vî şerê bajaran terorîzekirina girseya Kurd, hilweşandina bingeha bajarên Kurdperwer û alozîyên navxwe yên wekaleta şerê îktîdarê a dewleta Tirk bû. Wek her bûyerê û tahrîbatê, PKK hewl da ku ev bûyer jî zû bêt jibîrkirin!

Li bakurê Kurdistanê jî siyaseta Kurd û Kurdistanî di bin bandorek xerab de ye. Vê bandora xerab Kurd ji stratejîyeke netewî dûr xist û Bakurê Kurdistanê ket bin pêvajokek entegrekirina Kurdan bi dewleta Tirk re. Vê stratejîyê asîmîlasyonek mezin di nav kurdan de bipêşxist. Siyaseta ku „demokratîkkirina Tirkîye“ wek stratejîyek Kurdan derxist ber kurdan, di asta ramanên netewî de ji kurdan re şikestinek netewî anî. Qedera kurdan bi demokrasîya tirkan ve hat girêdan, ne ku demokrasîya tirkan bi qedera Kurdistan ve bêt girêdan!

Seranserê sala 2018an dewleta tirk bi girtin, zîndankirin û tehdîdan, bandora xwe firehtir kir. Carek din derket ber me ku bê sarxwebûna Kurdistanê demokrasî nayê Tirkîye.

Çima qedera “demokrasî” ya Tirkan bi mafê çarenûsa Kurd û Kurdistanê ve girêdayî ye?

Heta ku Kurdistan di bin destê Dewleta Tirk de kolonî be, demokrasî nayê Tirkîye.

Jiber ku kolonyalîst, ji bona ku kolonîya xwe di dest de bihêlin; divêtîya wan bi nîzam û asayîşek mîlîtarî heye. Sîstemek tûnd-dîktatorî û yasayên ku heq û hiqûqê kolonîyê têxe bin bandorê. Dewleta Tirk li ser van esasan tevdigere.

Dewleta kolonyalîst siyaseta dolivgerî, li ser esasê yasa û qanûnên xwedî roleke dualî dimeşîne. Makezagon û yasa li gor berjewendîyên netewa serdest têt amadekirin. Ji netewa serdest re „demokrasî“, ji bona netewa bindest jî koletî ye. Yanî ji Tirkan re xwestina demokrasîyê, ji kurdan re kedîkirin û bicîhanîna programê entegrasyonê bi xwe ye. Ev jî bi riza kurdan, pejirandina asîmîlasyon û entegrasyonê bi xwe ye.

Artêşa dagirker, li ser axa Kurdistanê li gor yasayên metîngerkarî bicîh dibe. Hêzên ku li ser axa dagirkirî xwedîyê vê rolê bin, heta ku kolonî (Kurdistan) di bin destê wan de be û ji bona serxwebûna xwe bitêkoşe, ew (dewleta Tirk) mecbûr in sîstema mîlîtarî biparêzin. Ev mecbûrîyet, bi yasa û qanûnên kolonyalîstî tên amadekirin. Jiber ku li Kurdistanê armanca hebûna wan ev e. Ev hebûn jî ti carî rê nade demokrasîyê. Têkilîyên dewleta Tirk û têkilîyên bi Kurdistanê re li ser van esasan dimeşe. Têkoşîna Rizgarîya Kurdistanê li ser stratejîya Kurd û Kurdistanî divê ava bibe. Îro rewşa ku Bakurê Kurdistan tê de ye, ji sebeba serûbinkirina vê stratejîya netewî, Kurdistanî tê. Di warê entegrasyon û asîmîlasyonê de, her ku dijmin serkevtî dibe, bêtir bandorê geş dike. Ji 2017an heta dawîya 2018 li Bakurê Kurdistaê rewş her berbi xerabûnê ve diçe.

Dewleta Îranê wek koremarekî jehrîn di herêmê de rol dilîze. Destê wê di nav beşek ji tevgerên Kurd de, ji bona van armancên dagirkerî û dîktatoryal yên herêmê, wan rêxistin û tevgerên Kurd bikar tîne. Hêzên Kurd ku bi siyaseta Îrana xwînxwar, terorîst û dagirker re têkildar e, her di hewlên pêşîlêgirtin û bêbandorkirina têkoşîna Rojhilatê Kurdistanê de roleke neyênî dilîzin.

Amerîka, li herêmê ji bona şikênandina bandora Îranê di hewlek siyasî, aborî û leşkerî de ye. Ev hewl destpêkê bi pêşîlêgirtina berjewendîyên Îranê yên aborî derket qada dorpêça ser Îranê.

Ev hewlên Amerîkayê wê têkilîyên Başûrê Kurdistanê yên bazirganî bi Îranê re têxe bin metirsîyê. Ji ber ku Başûrê Kurdistanê û İraq ji Îranê re derîyekî bezirganî-aborî ya girîng e. Hewlên li henber vî derîyê aborî, wê bandora xwe li ser Başûrê Kurdistanê û bezirganên herêmê jî bike. Ev têkilîyên bezirganî yên İraqê û Başûrê Kurdistanê bi Îranê re, ji bona hewlên Amerîkayê bandorek neyênî derdixe holê. Di virde a girîng ew e ku Kurd ne li gor hesabên piçûk û dahatên bezirganî, li angora dorpêça ser Kurdistanê û rola Îranê rawestin. Li gor stratejîya netewî a Kurd û Kurdistanî di vî şerî de cîh bigirin.

Kurd bi ti şêweyî nikarin li gor berjewendîyên wan aktorên herêmê yên dijminên Kurd û Kurdistanê tevbigerin. Ji ber ku berjewendîyên pêşeroja netewa Kurd û Kurdistanê ne di parastina rola van aktorên dijminên Kurdistanê de ye. Divê van têkilîyan erzan nenirxînin û bi hesabên mezin cîhê xwe eşkere bikin. Ev jî garantîya serxwebûna Kurdistanê ye. Di virde derîyekî erênî ji bona têkoşîna Rojhilatê Kurdistanê derdixe ber me. Divê 2019an de ev rol baş bêt nirxandin.

Garantîya serxwebûna Kurdistanê û parastina destkevtinên Kurd û Kurdistanê di helwestek netewî û hevgirtî re derbas dibe. Amêrîka baş dizane ku Kurd xwedî hêzek ciddî û xwedî bandor in. A girîng ewe ku ev bandor û cidîyeta tevgera Kurd û Kurdistanê nebe qurbana berjewendîyên piçûk, hizbî û têkilîyên bezirganî bi Îranê û Tirkîye re.

Di sala 2019an de divê rastîya her hesab û danûstendinan bi Amêrîkayê û hevalbendên wê re, li angora garantîkirina serxwebûna Kurdistanê û piştgirîya van hewlan bêt nirxandin. Eger ev garantî neyê dan, divê Kurd xwe ji agirê herêmê biparêzin. Ji ber ku şer wê bi her haweyî liser axa Kurdistanê bimeşe û wê bi xwe re bandorek neyênî bîne. Hinbêzkirina vê bandora neyênî divê hêjayî erêkirina hewlên Amêrîkayê û hevalbendên wê be.

Di herêmê de derîyê tomarkirina serkevtinan ji Kurd û Kurdistanê re di sala 2019an de vekirîye. Ev jî bi hemahengîyek netewî, bi siyasetek Kurd û Kurdistanî ve girêdayîye.

Ez sersala we, a kedkarên Riataza, Kurd û Kurdistanê pîroz dikim. Bi hêvîya tomarkirina serkevtinên mezin ji bona Kurd û Kurdistanê.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev