Gundên Kurdan yên li Ermenistanê

Gundên Kurdan yên li Ermenistanê

Abdurrahman Önen, erdnîgarzan

 

Gundên Kurdan yên li Ermenistanê li derdora Çîyayê Elegezê ne. Çîyayê Elegezê li Ermenistanê çîyayê herî bilind e.

 

1- Gundên kurdên êzdî yên navçeya Elegezê yên li bakurê rojhilatê Çîyayê Elegezê (di parantezê da navên berê ne, navên nû bi kurdî ne):

Mîrek, Rya Teze (Qundexsaz), Elegez, Camûşvan, Orteçîya (Quruboxaz), Dêrik (Cercerîs), Avşên (Çobenmez), Sîpan (Pampa Kurda), Şênkanî (Korbilax), Senger, Sadûns (Kervansere).

2- Gundên Talînê yên li başûrê rojavayê Çîyayê Elegezê: Avtune (Sîçanlû, Mêsadzor), Otêvan (Baysiz), Beroj (Dûzkend), Qijla Mara (xirbe ye), Hekko, Gelto, Qibixtepe, Sorîk (Zirbe), Tillik.

3- Gundên Ermenan yên ku pir Kurd lê dijîn:
Eçmîyazîn bajarekî Ermenan yê dîrokî ye, Dêra Ermenan ya herî mezin li cihanê li vir e. Li Eçmîyazînê û Armavîrê du gundên Ermenan hene ku gelek Kurd li van gundan dijîn: li herêma Êçmîyazînê gundê Arşaluysê (berê Kyorpeli), li herêma Armavîrê gundê Nalbandyanê (berê Şaîrara Mezin). Li van her du gundan li dor 100-150 malên kurdên êzdî hene. Fêrîk (berê Kûrekend) jî gundekî Kurdan yê li Eçmîyazînê ye.

4- Kurdên li bajarên Ermenistanê: Li van bajarên Ermenistanê gelek Kurd hene: Rewan (Yerevan/Erivan paytextê Ermenistanê ye), Aştarak, Masîs, Ararat, Abovyan û Gumrî. Kurdên Masîsê, Ararat û Abovyanê hema bêje bi giştî Kurdên Misulman in, nifûsa Kurdên van her sê navçeyan li dor 2 hezaran e.

 

Gundê Kurdan yê herî mezin Şamîram e, li ser herêma Aragasotnê ye.

Her gundek xwedî taybetmendîyan e, ji her gundekî kesayetîyên binavûdeng derketine. Emê hewil bidin bi nimûneya gundekî wan taybetmendîyan bînine ber çavan. Wek nimûne, gundê ”Sadûns”ê, ku berî wê navê gund ”Emrê Teze” bû, berî wê jî ”Poşt” bû, berî wê jî ”Kervansere” bû.

Wek ku ez hatime agahdarkirin, niha hewildanek bi karmendên dewleta Ermenîstanê ra heye, ku navê berê – Kervansere – careke din li gundê Sadûns bikin. Ev gundekî wisan e, ku kêm binecîyên wî gundê xwe terk dikin, ji ber ku xêrxazên wek bazirgan Borîsê Kinyaz û yên din hene, ku pêdivîyên gundîyan pêk tînin, gaz kişandne gund, rêyên nav gund çê kirine û ronahîya nav gund ya şevê jî heye. Ev gund bi gelek navdarên mezin va deng daye, wek serekê beşa Kurdzanîyê ya Înstîtûya Rohilatzanîyê ya Akademiya Zanyarîyêye Ermenîstanê Xalitê Mûrad Çetoyev, serok û berpirsyarê radyoya kurdî a Rewanê Xelîlê Çaçan Muradov, ku hemû stiran û pîês di dema serokatîya wî a 24 salan da hatine qeydkirin, herdu birayên wî, serhingên dewletê Baylozê Çaçan û Celîlê Çaçan, keça Bayloz Sveta, ku seroka Komeleya Xwendkarên kurd li Ermenîstanê bûye û herwiha kurê Xelîlê Çaçan – Têmûrê Xelîl, ku berpirsyarê malpera Riataza ye. Ji vî gundî bûne herwiha berpirsyarê rojnameya Rya teze Grîşayê Memê, dengbêjên binavûdeng Memê Xudo û Zadîna Şekir.

 

Têbinî: Ji bo van agahîyan ez gelekî sipasdarê Kek Têmûrê Xelîl (Muradov Hamlet) im. Mala cenabê wî bi hezaran car ava be. Her wiha mala Prîskê Mihoyî û Rizganê Simo jî ava û şên be.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev