KANIYA PÊNCÇAVÎ -21

KANIYA PÊNCÇAVÎ -21

Nivîskarê malpera me Mela Mihyedîn wek evîndarê edebîyeta kurdî û bengîyê malpera me, ne tenê bi nivîsên xwe yên kûrfikir û dagirtî va xwendevanan şa dike, herwiha hewil dide efrandarên genc jî bike nava vî karê pîroz. Û nameyeke ha ji berpirsyarê redaksyona malperê ra nivîsîye: 

-Ev komek nû ye û ji pênç kesan pêk tê, lewma navê “Kanîya Pêncçavî” li xwe kirine. Ev komek neoklasîk e. Dixwazin bi Kurdîya îroyîn û bi terza kevin (erûz) helbestan binivîsin. Armanca wan jînkirina helbestên klasîk e. Ez bawer im ku dê pêşerojê ev kom xebatên hêja bike û wê mohra xwe li wêjeya Kurdî bixe. 

Endamên komê di van hemû helbestan de avêtine berhev û digel hev helbest nivîsîne.

Ya eceb ew e ku endamên vê komê li bajarên cuda cuda jîyana xwe didomînin û bi rêya nîmetên jîyana modern helbestên xwe ji hev re dişînin û bi hev re helbestan dinivîsin.

Wek hûn dibînin, malpera me bi van karên hêja va wê wê fikira şaş ji serê hinek kesan derxe, ku dibêjin kurdî li ber mirinê ye…

Emê her heftê carekê berhemên van helbestvanên welatparêz raberî we bikin.

 

Helbestvan ev kes in: 

Tahir Dînarî

Soran Amed

Arif Selçuk

Memê Miksî

Qasimê Xelîlî

 

G u l d e s t e

 

XEWDIZÊ

 

Dîsa bû nîvê şevê

Xemfiroş! min xew divê

(Soran)

 

Çavê mi j’xewa ketin

Çibkim ev dil nanivê

(Qaso)

 

Xew li min heram bûye

Dûr im ji lêvhungivê

(Soran)

 

Pêlê tirsê b’vir de tên

Bêzar û jar im bi vê

(Qaso)

 

Çav li rê man vekirî

Hêvî nadin bersivê

(Soran)

 

Ev dilê bêxewmayî

Hino hino d’hêrivê

(Qaso)

 

Dil li benda kesekî

Ku pê re xweş bicivê

(Soran)

 

Bi van çavan ez ji te

Nabînim lept û livê

(Qaso)

 

HewQasî miryê te me

Çima hîn napeyivê

(Soran)

 

Gula Sor an xewdizê

Bêsebrê dil naçivê

(Qaso) 

Amed,  Dîlok

 

KEÇKA KÎSORÎ

Esmerê b’gewra nadim
Hitika gerdenmorî
Şîrîn e lewra nadim
Weyla ev dil bi gorî
(Qaso)

Ev dil bi gorî bejnê
Nebatşekirê cejnê
B’awirek wê nahêjnê
Biheştê da sed horî
(Mem)

Dan gunehan berê min
Du sêvê l’hemberê min
Bêhiş dikin serê min
Keziyên kerekorî
(Qaso)

Keziyên şibhê maran
Bi şid digirim caran
Diçim li bin guharan
Maç dikim dêmê sorî
(Mem)

Dem bi dem carna li cem
Ji nişka ve j’cama Cem
Didê min keçka ‘Ecem
Badê ji lêva jorî
(Qaso)

Noşim lêvê kakaçîn
Li bin vê dara karçîn
Pişkokê sing Sedda Çîn
Ez dişkînim bi zorî
(Mem)

Bi seda maçin dida
Hê ji nû dibûm ji da
Bi qurban be hem fida
Sermest Qasoyê Torî
(Qaso)

Mest kirME Mey ji hinga
Fir kir mi j’MeMIK SÎnga
Qelbêm dide ber zinga
Ji dest keçka Kîsorî *
(Mem)

Stembol, Dîlok

*Kîsor: Gundekî Miksê ye. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev