BI J. ANTON GÜLDENSTÄDT PHONEMÊN KURDÎ

BI J. ANTON GÜLDENSTÄDT PHONEMÊN KURDÎ

PHONEMÊN KURDÎ ÊN KURDOLOG Û SEYAHÊN ROJAVAYÎ (1787-1887)

PHONEMÊN SEYAHÊN EUROPAN Û AMERICAN

Raif Yaman

Ji 1787an ta 1887an li ser hev 6 seyahên europan û american di vajnamên sayahatnamên xwe da bi sedan peyvên kurdî nivîsîne û tercûmeyî zimanê xwe kirine. Ji van hindikan bala xwe dane ser folklora kurdan û ji nav gel stran û hozan berhev kirine, wekî xwe nivîsîne û tercûmeyî zimanê xwe kirine. Piranîya seyahan bi phonemên zimanên xwe ên maderî bi kurdî nivîsîne. Lêbelê meriv ji phonemên wan ên kurdî têdigihê ku hindikên wan ji bo nivîsandina kurdî qîma xwe tenê bi herfên elîfba zimanê xwe neanîne û ji bo rasttir bi kurdî binivîsin, bi qasî kurdologan nebe jî, li çaran gerîyane.

Johann Anton Güldenstädt di tomê 2an ê sayahatnama xwe a bi navê Reisen durch Rußland und im Caucasischen Gebürge da 228 peyvên kurdî û manên wan ên almanî, farisî û kazaxî nivîsîne. Vocalên kurt û drêj bi eynî phoneman nivîsîne. (Güldenstädt, 1791: 545-552) Di nivîsandina phonema /ø/ da bêpergalî heye. Güldenstädt bi granî bi phonemên almanî peyvên kurdî nivîsîne.

Tableau 16: Numûnên Phonemên Johann Anton Güldenstädt

No Phoneme EPB
1 ch /χ/
2 sch /ʃ/
3 sh /ʒ/, /dʒ/
4 j /j/
5 f /v/, /f/
6 ss /s/
7 s /z/
8 h /h/, /ħ/
9 tsch /tʃ/, /ts/

Di berhema Güldenstädt a xwedî peyvên kurdî da tesîra edîtorê kitêbê Peter Simon Pallas bi hawayekî eşekera xwîya dibe. Meriv dikane bibêje ku Güldenstädt hindik peyvên xwe rasterast ji vajnama Vajnama komparatîva zimanên Dinyayê a Pallas girtîye. Di şûna peyva kur da kuramen, di şûna peyva keç da keçamen nivîsîye. Her duyan jî peyvên kurru û bitschuk şaş tercûme kirine. Her duyan jî cihên peyvên shinamin û meremen di tercûmê da li nav hev xistine û eynî şaşitî kirine. E. Rödiger di gotara xwe da şaşitîyên Güldenstädt anîne zimen û ew rast kirine. (Rödiger, Pott, 1840: 21)

Tableau 17: Bi Almanî, Farisî, Kurdî û Kazaxî Çend Peyvên Güldenstädt

Almanî Farisî Kurdî Kazaxî Rûper
Sohn Psar Kuramen Ohlan 546
Tochter Duchtar Ketschamen Kîs 547
Kind Bedsha Kurru Ûschach 547
Knabe Pasar Bitschûk Ohlantschich 547
Eheman Ar Shinamen Erîn 547
Ehefrau San Meremen Arwad 547

Tableau 18: Numûnên Peyvên Güldenstädt Rast Tercûmeyî Kurdî Nekirine

Almanî Kurdî
Sohn pis[1]. Law. Kur
Tochter Dot. Keç. Qîz
Kind Zar
Knabe Kur
Ehemann Mêrê bi jin
Ehefrau Jina bi mêr

 BI J. HEINRICH KLAPROTH PHONEMÊN KURDÎ

Julius Heinrich Klaproth sala 1808an di berhema xwe a bi navê Kurdisches Wörterverzeichniss, mit dem Persischen und K.F. andern ver wandten Sprachen verglichen Fundgruben des Orients, Bd. IV. da ji rûperê 312an heta 321an 280 peyvên kurdî nivîsîne. Ji van 20 verb, 16 hejmar, 6 servenamên kesane, 4 particul, 35 adjective û nam hene. (Lerch, 1858: 21) Klaproth peyvên kurdî bi phonemên almanî nivîsîne.

Tableau 19: Numûnên Phonemên Julius Heinrich Klaproth

No Phoneme EPB
1 ch /χ/
2 dsch /dʒ/
3 s /z/, /s/
4 ua /w/
5 tsch /tʃ/, /ts/
6 sch /ʃ/, /z/
7 w /v/

BI C. JAMES RICH PHONEMÊN KURDÎ

Claudius James Rich di tomê pêşîn ê sayahatnama xwe a bi navê Narrative of a Residence in Koordistan and on the Site of Ancient Nineveh with Journal of a Voyage down to Tigris to Bagdad and an Account of a Visit to Shirauz and Persepolis di sala 1936an da bi edîtorîya jina wî a bî li Londonê hatîye weşandin, li bin navê Specimens of the Koordish Language  in Various Dialects da peyvên kurmancî, bulbassî, lorî û feylî dane ber hev, û tercûmeyî îngilîzî kirine. Ji van peyvan 122 bi kurmancî, 93 bi bulbassî[2], 88 bi lorî, û 12 bi feylî ne. (Rich, 1936: 394-398) Nivîskar bi granî bi phonemên îngilîzî peyvên kurdî nivîsîne. Peter Lerch bi berfirehî kêmasîyên phonetic ên elîfba Rich anîne zimên. (Lerch, 1858: 22-25)

Tableau 20: Numûnên Phonemên Claudius James Rich

No Phoneme EPB
1 a /ɑ/, /ε/, /ε:/
2 aa /ɑ:/
3 e /ø/, /ε/, /ɪ/
4 ei /ɪ/
5 ea /i:/
6 i /i/, /ø/
7 iu /ʏ:/
8 o /ɵ/, /o/, /o:/
9 oo /u:/
10 u /u/, /ɵ/
11 ai /ɑi/
12 eo /ɪɵ/
13 au /ɑw/
14 aoo /ɑw/
15 aou /ɑw/
16 gh /g/
17 hh hh                  /ħ/, /ʡ/
18 kh /χ/
19 sh /ʃ/
20 tch /tʃ/
21 zh /ʒ/

 

Tableau 21: Çend Peyvên ji Vajnama Sayahatnama Rich

Îngilîzî Li Kurdistanê Bulbassî Loristan Feylî Rûper
Mother Dayik, Daya Dak Dalik Dayeh 394
Paternel Uncle Maam …. Mummoo Ammoo 394
Maternel ditto Khal …. Khaloo Tata 394
Sister Khoshk Khushk Khoeeshk Khowar 394
Woman, Wife Zhin Zhin …. Zoona 394
Paternel Aunt Poor …. Mimek Ketchi 394
Wood Dar …. Tchelek Heimeh 396
Fire Aghir Aghir Aghir Tesh 396
Come Wurra …. Boo Buja 397
Welcome Bekheirhateh …. Khoshhateh …. 397

BI KARL KOCH PHONEMÊN KURDÎ

Karl Heinrich Emil Ludvig Koch di rûperên 329, 331 û 422-425ên tomê 2an ê sayahatnama xwe a bi navê Wanderungen im Oriente wärend der Jahre 1843 und 1844 da,  li bin navê Reise im Pontischen Gebirge und Türkischen Armenien sala 1846an li Weimarê weşandîye bi qasî 30 peyvên kurdî, ermenî û turkî nivîsîne. (Lerch, 1858: 26) Karl Koch bi granî bi phonemên almanî peyvên kurdî nivîsîne.

Tableau 22: Numûnên Phonemên Karl Heinrich Emil Ludvig Koch

No Phoneme EPB
1 kh /q/
2 ch /χ/
3 dsch /dʒ/
4 k /k/
5 gh /ʁ/
6 sch /ʃ/
7 g /g/
8 tsch /tʃ/
9 sz, s /s/
10 z /s/

BI A. HENRY LAYARD PHONEMÊN KURDÎ

Austin Henry Layard di nivîsa xwe a bi navê A Description of the Province of Khuzistan a sala 1846an li Londonê di hejmara 8an a kovara The Journal of  the Royal Geographical Society of London, di rûperên 83-84an da hatîye weşandin da ev hozana bi kurdîya bextîyarî bi du variantan, bi tercûma xwe a îngilîzî weşandîye.

Hozana Layard Berhev Kirî û Tercûme Kirî

Ar yekí iporsí aval zédaurun,

Flomars ser kuchir sardár Gaurun.

Ar yekí iporsí aval Negíwand

Sad hezár khanjar telá beróvar úï stand

Which may be thus translated:

Should any one ask about (the wonders) around

(Answer) Flómars, with the small head, the leaders of the Infidels.

Should any one inquire about Negíwánd,

(Answer) one hundred thousand (men with) golden daggers stood before him.

Or the distich is sometimes thus varied:

 

Negín kih beburd daurún be daurún,

Filomars ser kuchir sardár Gaurún

Sed hezár khanjar telá beróvar úï stád

Be’amal neh kih ez ráhyesh neyoftád

Who cut Negín around and around?

Filómars with the small head, the leader of the Infidels.

One hundred thousand (men with) golden daggers stood before him.

Lest he sholdd fall from hish path. (Lerch, 1858: 27)

A.H. Layard vocalên drêj ne tê da, bi granî bi phonemên îngilîzî ev hozana kurdî nivîsîye. Vocalên drêj bi herfên á, é, í, ó, ú nivîsîne. Phonema /ʡ/ bi apostrophê nivîsîye. Servenamê merdane ê kesê sisîyan bi úï nivîsîye.

BI MORITZ WAGNER PHONEMÊN KURDÎ

Moritz Wagner di rûperê 258an ê tomê 2an ê sayahatnama xwe a bi navê Reise nach Persien und dem Lande der Kurden a sala 1852an li Leipzigê weşandîye da çarînek ji stranek kurdî berhev kirîye. Wagner ev çarîna bi kurmancî tenê bi phonemên almanî nenivîsîye, li gel wan heta jê hatî xwastîye phonemên kurdî rast binivîse. Ji bo phonemên kurdî ên di almanî da tune ne çend phoneme çêkirine ya jî ew ji berhemên kurdologên berî xwe girtine. Numûne, Wagner jî mîna Jaba phonema /t/ bi phonema th nivîsîye.  Wagner ji bo phonema /ø/ binivîse li çareyekê negerîyaye; wekî di peyva mn da xwîya dibe mîna systema ebcedê du consonant anîne cem heve. (Lerch, 1858: 29)

Tableau 23: Numûnên phonemên Moritz Wagner

No Phoneme EPB
1 a /ɑ/, /ɑ:/, /ε/
2 e /ε/, /ɪ:/
3 è /ɪ:/
4 é /ε/
5 u /u:/
6 ch /χ/
7 gh /g/
8 sch /ʃ/
9 th /t/
10 tt /t’/
11 ts /ts/
12 tsch /tʃ/

 

Strana M. Wagner Berhev Kirî û Tercûme Kirî

Ghawra – mn ave thè

Bina michak, darts-chin br-pschthè

Dave mn chala surath-ta kjatté

Natschalnik as bjerdza-ma, bschanda-ma Russettè.

Mein süsses Liebchen dort an dem Brunnen steht,

Von ihrem Busen der Duft der Nelken weht.

Auf ihre Lippen möcht einen Kuss ich drücken,

Sollt’ auch der Kreis-Chef mich nach Sibirien schicken.

 

[1]Her çiqas piranîya kurdan di şûna pis da kur ya jî law, di şûna dot da keç ya jî qîz bibêjin jî, ev peyv di rastîya xwe da nahên mana pis û dot. Mana peyvên pis û dot di îngilîzî da son û daughter, di almanî da sohn û tochter, di farisî da piser û duxter e. Ev her du peyv bi kurdî ra jî peyvên hempar in. Peyvên kur ya jî law û keç ya jî qîz di îngilîzî da dihên mana boy û girl. Ev her du peyv di kurdî da bi piranî wekî pismam û dotmam dihên gotin. Di gotinên pêşîyan da  pisên pisan jî heye.

[2] Peyvên li bin navê Li Kurdistanê û Bulbassî kurmancî ne, lêbelê Cl. James Rich bi çavê du dialectên cihê ew helsegandine û bi navê li Kurdistanê û Bulbassî bi nav kirine.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev