NÛSXEYEKA HÊJA YA MEM Û ZÎNÊ Û SEBEBÊ NIVÎSANDINA PERÇEŞIIREKÊ(1)

NÛSXEYEKA HÊJA YA MEM Û ZÎNÊ Û SEBEBÊ NIVÎSANDINA PERÇEŞIIREKÊ(1)

Nivîskar: Mihemed Elî Qeredaxî

Navê kitêbê: Vejandina Dîroka Zanayên Kurd Bi Rêya Destxetan re

 

Kurmancîya wê: Zîya Avci (Elîşêr)

 

Berîya nivîsandina vê behsê, ez dixwazim gilî û gazindekê bikim (gilî û gazind jî ji dostan tê kirin).

Dema ku Korrî Zanyarî Kurd li Bexdayê hat damezirandin, gelek ji rewşenbîr û seydayan, wekî yarmetîderê Korrî û diyarkirina xweşhalîya xwe bi wê destkevtîya mezin re, destxet û berhemên hêja yên kitêbxaneyên xwe wekî diyarî pêşkêşî Korrî kirin.

Lê wisan dixuyê ew seyda, pispor û şarezayên di Korrî de kar dikirin yan di astê wê berpirsiyarîyê de nebûn û yan qîmetê bi karê xwe nedane ku piştmazîya karê hemî korekkê ye û Korrî Zanyarî ya Kurd jî berîya piranîya e; ji ber ku di nav wan diyarîyên seyda û rewşenbîran pêşkêş kirine de çend destxet û çavkanîyên bêemsal yên dîroka edeb û zimanê kurdî hene. Lê çi heye berpirsiyarên Korrî yên wî wextî nehatine wan çavkanîyan bikin ber tîşka lêkolînê û kitêbxaneya kurdî pê dewlemend bikin, yan qet nebe fihristekê jê re çêkin û bi xwendevan û evîndarên wan behsan bidin nasîn. Wan çavkanîyên bi qîmet kirine goşe, sandoq û taqên jibîrkirinê û bi vê jî dane destê çarenivîseke tarî û nezanînê.

Ew destxeta em ê li vir behs bikin, belgeyeka ronî ya vê behsê ye. Ev destxet nûsxeka bêemsal a Mem û Zîna şairê mezin ê kurd Ehmedê Xanî ye.

Wisan dixuyê ev destxet ji bilî ku nûsxeka hêja, dirûst û bêemsal a Mem û Zînê ye, xwedîyê serpêhatîyeka taybetî ye jî û li vir dibê em serekî li dîwana şairê mezin ê kurd Hacî Qadirê Koyî bidin; ji ber ku ev destxet li milekî manaya perçeşiireka Hacî ji me re ronî dike û li milekî din jî ji me re dide xuyakirin ku Hacî çiqas hogirê şiir û bîra Xanî bûye û bi çi çavê li Xanî û bîra Xanî nêrîye.

Her wiha berîya em serî li şiirên Hacî bidin, em vê dibêjin:

Mixabin firseteka zêrînî bi ser lêkolînerên dîwana Hacî re derbas bûye ku dema gihiştine li ser vê perçeşiirê qet behsa wê nekirine ku ev perçeya şiirê ji bo çi hatîye nivîsandin, çi mana û mebesteka nazik dide destê lêkolîneran û Hacî digehîne çi dereceke bilind.

 

Yekem: Hacî vê şiirê ji bo nûsxeke hêja ya Mem û Zînê nivîsandîye ku diyar e bi xwe dîtîye û pê dilxweş û şad bûye. Nesîheteke wisan ji rewşenbîrên kurd re di cih de hiştîye ku vê nûsxeya bi qîmet biparêzin û ji kîs nedin. Ew wiha dibêje:

 

Eman qedrî bizanin “em kitêbe”

Le dinya êstekê hemtay nemawe

 

Duyem: Sevîya pisporî û şarezatîya Hacî di warê lêkolîna zanîna qîmeta tekstên dirûst û bawerpêkî dide nîşan, ku em vê şiirê dixwînin em dizanin Hacî xwedîyê çi hestekî rewşenbîrî bûye, sevîya hişyarîya wî di çi radeyê de bûye, sevîya bîrlêkirina wî çiqas pêşketî bûye. Wekî wê be ku di vê çerxa me de jiyabe û di kom û civata akademîk de xebitîbe. Ew dibêje:

 

Le ayyamî heyatî Şêxî Xanî

Le ser “nusxey-i xetî ew” nûsrawe

 

Sêyem: Ku perwerdeyê ekola niştimanperwerîyê bûye, wî wextî ew xwe bi hevta û hempayê Xanî dizane û xwe di rêza wî de hesêb dike.

 

Çarem: Ev perçeşiir ji bo Mem û Zîna Xanî nirxandineka mezin e û îsbat dike ku Hacî çi qîmetê bi wê kitêbê daye.

 

Pêncem: Ev destxet ku ji kitêbxaneya xwedêjêrazî Şêx Mistefayê Qeredaxî hatîye û Şêx Mistefayê Qeredaxî rûniştîyekî bajarê Silêmanî û Xaneqînê bûye, Mem û Zîna Xanî wekî baştirîn diyarî pêşkêşî Korrî bike, bi serê xwe xwedîyê manayekê ye û wê dide nîşan ku şiir û bîra Xanî ji sinorên navçe û zaravayan derketîye û xelkê Silêmanîyê ku zaravayê wan ji yê Xanî dûr e, bi çavê rêz û qîmeta taybetî li wê şahkarê nêrîne.

 

Şeşem: Hebûna vê perçeşiirê di destpêka vê destxetê de, tê bi du manayan:

 

A- Îhtîmal e ev nûsxe li ber wê nûsxeyê hatibe nivîsandin ku nûsxeya serdema Xanî bûye û Hacî dîtîye.

 

B- Venivîserê vê Mem û Zînê wê qîmet û rêzê bi şiirên Hacî daye ku kirîye serlewheya Mem û Zînê. Di nûsxeyan de van şiirên Hacî wekî tesdîqa bilind a şahkarê Mem û Zînê hesêb kirîye.

Ev jî ew şiir in ku wekî pêşgotin di Mem û Zînê de hatine qeyîdkirin:

 

Zemane resmî caranî nemawe

Çiraxî nazim û munşî kujawe

 

Le dewrî ême roman û cerîde

Egerçî meqsed e, zanînî bawe

 

Eman! qedrî bizanin em “kitêbe”

Le dinya êstekê hemtay nemawe

 

Le eyyamî heyatî Şêxî Xanî

“Le ser nusxey-i xetî ew” nûsrawe

 

Le lay erbabî xoy bo qedr û qîmet

Xezêney gewher û, kîsey dirawe

 

Le mecmû‘î dwel Soran û Botan

Le sayey-i em kitêbe nasrawe

 

Le kurdan xeyrî “Hacî” w “Şêxî Xanî”

Esasî nezmî kurdî danenawe

 

Wekî min got ev perçeşiir di destxeteka hêja a Mem û Zîna şairê mezin yê kurd Ehmedê Xanî de û di destpêka şahkarê wî de hatîye qeydkirin. Min ku berê çend nûsxeyên Mem û Zînê dîtîye û li ser nivîsandîye jî(2), min yek ji vê nûsxeyê hêjatir nedîtîye û ew nûsxeyên din nagehin sevîya vê. Mimkun e ev hêjatirîn nûsxeya Mem û Zînê be ku heta niha agahdarî li ser hatibe zanîn û di dest de be.

Ev nûsxe li ser hev 216 rûpel e, di her rûpelê de 12 rêz heye û di [receba] sala 1165ê k./[gulana] 1752yê z. de, bi xetekî sipehî venivîserekî kurd nivîsandîye. Venivîserê wê bi vî awayî dawî bi venivîsê anîye:

 

(Ev reqemên “2” û “3” yên di vê tekstê de, di jêrnotan dibin “3” û “4” -Z. Avci)

 

Ji bilî vê ev nûsxe bi xetekî sipehî hatîye nivîsandin, baş hatîye hildan û parastin, li gelek cihan manaya bêje û beytan hatine kirin, li hinek cihan jî nîşanên nûsxeyên din û cihêtiyên wan hatine qeyîdkirin.

Di destpêkî de di dêbaceya kitêbê de piştî sermijarê:

 

“Eş‘ar medîheta tewaifêd kurdan bi şeca‘et û xîretî izharê bedbextî û bêtalihîya wan di gel hinde semahet û hemîyetê”.

 

Bi qelema ressas xetê rast û çep bi ser wê behsê de hatîye, lê netefandîye, tu bêjî karê wergera Dr. Mihemed Seîd Remezanê Botî nebe, yan wî li ber wê wernegerandibe?!

Piştî perçeşiireka Hacî, perçeşiireka Melayê Bateyî jî ku destpêka wê wiha ye:

 

Mihemed Seyîd ‘alem şefî‘ê roza mîzanê

Çiraxê dîdeyî Adem xwedanê wehî w furqanê

 

nivîsandîye. Mixabin beşeka vê perçeşiirê ji ber sebebê di esnayê cûzbendkirinê de birîna rûpelan, li ber meqesê ketîye.

Cih û şûna çend muhrên kevin li ser rûpelên destxetê tên dîtin, ji hemîyan kevintir dimîne muhra “Mîr Huseynê Mîrê ‘Imadîyeyê”.

Sermijar bi hibra sor hatine nivîsandin.

______________________________

1) Di hejmara 152an a Rengînê de hatîye weşandin. Piştî weşandina vê gotarê seydayê Şe‘ban Muzurî gotarekê di der barê vê behsê de nivîsand û di hejmara 161ê eynî kovara Rengînê de weşand. Wî behsa wê yekê kirîye ku dibê ev nûsxeya me behs kirîye li ber wê nûsxeyê hatibe nivîsandin ku di rojnameya Kurdistanê de behsa wê hatîye kirin û li ser agahdarî hatîye weşandin, em dûr nabînin eynî nûsxe bin û îhtîmal e jî nûsxeka din be. Lê di rojnameyê de tiştek tune em bikaribin vê pê bidin nasîn, ji ber ku ne navê venivîserê, ne tarîxa venivîsê û ne jî cihê hatîye venivîsîn heye, behsa tiştekî nayê kirin.

 2) Binêre: Vejandina Dîroka Zanayên Kurd Bi Rêya Destexetan re, Mihemed Elî Qeredaxî, cilda yekem, Çapxaneya Wemîd, Bexda, 1419yê k./1998ê z, rûp: 183.

3) Min vê tekstê bi rastnivîsa xwe nivîsand û bêjeya “Şîryar” ji bo “Şîrbar” jî dest dide.

4) Hoza “Mamzeydî” li Kurdistana Bakûr hozek e. Binêre: “Îsmaîl Beşikçî, Pergala Anadoluya Rojhilat, wergêr Şukir Mistefa, cilda dawîyê, metbee Wezaretul-Terbîye, Erbîl, 385 û 389”.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev