Kulmeke Xeyal

Kulmeke Xeyal

Devliken Kelogirî

 

Berî kompîturê vekim, kêm-zêde mijarek di serê min de hebû, lê piştî min kompîtur vekir, ew jî bi ber bê ket û çû.

Çi binivîsim?

Ji ku dest pê bikim?

Siyaset?

Edebiyat?

Sînema?

Mîzah?

Ma weleh hemû tevlihev bûne.

Di siyasetê de edebiyateke genî, di edebiyatê de siyaseteke genî heye.

Jixwe sînema û mîzah jî heta dev bi sloganên siyasî yên pûç mişt dagirtîne.

Axir, ez rabûm ser xwe û min berê xwe da Austuralîayê, ez çûm min li deriyê Şahînê Bekirê Soreklî xist û xwe avêt bextê wî, da li ser siyaseta kurdan ji min re ta bi derziyê ve ke.

Lê ne ta bi destê me ket, ne jî derzî.

Bi seetan li sikak û kolan û çarçiya Sidnêyê geriyan, negeriyan me tişt nedît.

Şahînê Bekirê Soreklî got,

-Devlikeno, dev ji me û siyasetê berde. Weleh em ta jî bibînin, derziyê jî bibînin û em ta û derziyê bi ser hev ve vekin jî, derew e. Siyaset ji siyasetmedaran re bûye sî û siyasetmedar hew li ber wê siyê pal didin û tiraliyan dikin.

Min xatir ji Şahînê Bekirê Soreklî xwest û ez rabûm, min lêxist, berê xwe da Almanyaya xopan.

Min ji çend ciwanik û ciwamêran pirsî, bi xêra gora miriyên xwe navnîşana mala Helîm Yusiv dan min û ez ketim kezeba rê, min berê xwe da mala Helîm Yusiv.

Helîm Yusiv çav li min ket, qudûmê wî şikest, lê min nehişt di tasûwasê de bimîne.

Min got,

-Netirse, zêde li van deran namînim. Tenê pirseke min heye.

Ziq li min nerî, min got,

-Di 99 morîkên belavbûyî de te têra sed kitêbî “ku” bi kar anîye. Hezkirina te ya ji “ku”ya ji ku tê?

Li min nerî, serê xwe bera ber xwe da, got,

-Li welatên xerîb her şev bi hesreta kurdî û Kurdistanê ez serî diavêjim xewê. Ev mîrata “ku” ya berî kurdî û Kurdistanê tê, bûye kabûs û her şev dixirpişe ser dilê min.

Min got,

-Terka “ku”yan bike.

Wî got,

-Na.

Ez ji cem wî jî rabûm, min got hey ez hatime Almanyayê, ez herim seriyekî bidim Şêxmûs Ozzengînê Mêrdînî jî.

Wexta ez gîhaştim mala wî, hindik mabû ro here ava.

Em rûniştin li ser sifreyê. Xweda çi kiribû qismet, me ew xwar.

Min li wî nerî, wî li min nerî,

Min got,

-Ka Kurdistan ê kengî bizê, Seyda?

Li min nerî, çavên wî tije bûn, got,

-Ji derdê kurdên nemêr, Kurdistan ketiye menapozê, zor dizê…

Bi çûyîna royê ya ava re, hêvî jî li min çû ava…

Ez ji cem wî jî rabûm, bi otostopê min xwe gîhand Swêda xopan.

Min bi rêya whatsapê ji Jîndaro re nivîsî, ka mala Hesenê Metê li ku ye?

Ciwamêr navnîşana wî li ser whatsapê ji min re şand û di nav nîv seetê de min xwe avêt mala wî.

Derî vekirîbû, ez ketim hundir, çi bibînim.

Hesenê Metê li ber kompîturê di xew re çûye.

Di ber re jî sewta muzîka klasîk dihat.

Yan Chopin bû, yan jî Beethoven bû.

Lê ji nermayiya muzîkê bêtir dişibiya Chopin.

Jixwe Hesenê Metê kesekî kubar û romantîk e, loma Chopin bêtir li kesayeta wî tê.

Axir, ez çûm hêla mitbexê, bi destê xwe min jê re menemenek çêkir û ez hatim, min ew şiyar kir.

Wexta çav li menemenê ket, mîna afrîkiyek ji ber xelê hatibe, li min ho veneda û xirpişî ser wê menemenê, hew pariyek jî di binî de nehişt.

Piştî têr xwar û hişê wî hat serê wî, li min nerî, got,

-Xêr e, Devlikeno? Tu û van deran?

Min dikira jê bipirsiya, di hemû berhemên te de karakterên te şîzofren in û psîkolojiya wan têkçûyî ne, lê piştî min ew rewşa wî dît, min dev li zimanê xwe kir û nepirsî.

Min xatir ji wî jî xwest û ber bi mala Têmûrê Xelîl ve beziyam.

Ez ketim hundir ku, Têmûrê Xelîl û du jin rûniştine, Têmûrê Xelîl ji wan re helbestan dixwîne.

Min got,

-Seyda, qawet be!

Got,

-Wey tu ser herdu çavan ra hatî, Devlikeno. Ka tu jî were ser qawetê.

Piştî qaweta min û qaweta wî bûn yek û me xwe kêmqawet kir, her du jin çûn, em tenê man.

Min got,

-Seyda, kurd an kurdî?

Keniya, simbêlê xwe yê sor mizda, got,

-Kurdî nebe, kurd tune, Devlikeno, tu ji min çêtir zanî.

Em bi hev re keniyan û min xatir ji wî jî xwest.

Ez pir aciz bûm.

Çi bikim?

Çi nekim?

Ozz Nûjen ket bîra min.

Min xwe li ser baskên mîzahê kir û min berî da mala wî.

Nîv seetê li ber derî sekinîm heta derî li min vebû.

Bi vekirina derî re du jinên swîdî ji hundir derketin, her yek wek bergîreke rehwan.

Ez derbasî hundir bûm, bêhna şehwetê û avika Ozz Nûjen ji hundir difûriya.

Min got,

-Ozz efendî, maweha dibe?

Ozz Nûjen pantorê xwe li xwe kir, keniya û got,

-Jiyan, kulmeke fantezî ye!..

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Devliken Kelogirî

Li zanîngeha Beykentê a Stembolê di beşa Sînema-Televîzyonê da dixwîne. Bi esilê xwe va ji Mêrdînê ye. Niha karê sînemayê û televîzyonvaniyê dike. Fîlmekî wî a bi navê "Xof" heye û herweha bi navên "Doxînsistîzm" û "Xwelîserîzm" du pirtûkên wî çap bûne.

Qeydên dişibine hev