Akademîsyen Nadirê Kerem Nadirov 87 salî ye!

Akademîsyen Nadirê Kerem Nadirov 87 salî ye!

Sebebê dirêjjîyana wî welatparêzîya wî ye!

Têmûrê Xelîl

Hinek kes wisa difikirin, ku bextê Nadirê Keremê ber dilê me ezîz lê xistîye, ewqas salên dirêj dijî, hinek jî ser wê bawerîyê ne, ku Xwedê ewqas emir dayê. Lê bi bawerîya min sebebê dirêjjîyana wî welatparêzîya wî ya bê hed û hesab, hezkirina zimanê dayîkê, evîndarîya di hindava Kurdistanê da ye.

Qederê ecêbên giran anîn serê wî, pêşîyên wî ji welêt raqetandin, dû ra ew sirgûnî Qazaxistanê kirin, rê li ber girtin, ku ji warê sirgûnkirî derkeve, ji xwe xwendin jê ra bûbû xewna şevan, ji ber ku lê qedexe kiribûn. Lê ewî her qeyd û zincîrên astengîyê ji ser riya xwe da alîyekî, gihîşte wê dereceyê, ku Stalîn bersîva nameya wî da û destûra xwendinê dayê. Di dema xwendina li Moskvayê jî weke ku armanca wî a sereke ji xwendinê pirtir milet û welatê wî bû. Çû Kitêbxaneya Moskvayê ya sereke li kitêbên kurdî û ser kurdan gerîya, li wir pirsyara kurdan kir ka gelo kurd têne vê kitêbxaneyê û pê hesiya ku kurdê li cihanê herî navdar Mustefa Barzanî li Moskvayê ye, xwe gîhande wî û heyrî ma, bû akademîsyenê li cihanê binavûdeng, lê zewqa here mezin ji wê didît, ku li Qirgisiztanê civîneke kurdan heye û radibû di emirê xwe yê 86 salîyê da hezar kîlomêtr dida ber xwe diçû nava miletê xwe, bo bi hatina xwe, bi amadebûna xwe, bi xeberdana xwe helanan bide milet.

Ezê niha behsa hevdîtina min û birêz Nadirê Kerem a cara pêşin û cara dawî ji we ra bikim. Cara pêşin sala 1986an bû, dema ew Sêkrêtarê Zanyarî yê Akademîya Zanyarî ya Komara Qazaxistanê bû, piştî me li Akademîyayê hevdu dît, wî ez li mala xwe kirim mêvan. Ji mêvanhizîya bêhempa pirtir kêfa min ji wê hat, ku sê kurên wî li aspêjxaneyê bi dayka xwe dosent Helîma Emo ra bi kurdî xeber didan.

Cara dawî ez berî çend mehan rastî serbilindîya gelê me Nadirê Kerem hatim, dema li Alma-Atayê bûm. Heval û birakên min akademîsyen Kinyazê Îbrahîm û profêsor Ezîzê Zîyo Bedirxan ji min ra gotin, ku ew heta niha jî li ser kar e, rojê 8 sietan wek her kesî kar dike û dîtina wî zehmet e. Dawî, Nadirê Kerem ji me ra got ku em dikarin di dema navrojê hevdu bibînin û bi hev ra nanekî bixwin. Nameyek di dest da ber bi me hat, gote min: -Ev nameya te ye, ku te berî 35 salan ji min ra şandîye. Sipas bo nameya te!

Kêfa min pir hat, tenê demekê di xwe da werimîm, paşê ser hişê xwe da hatim û min temamîya mezinaya wî texmîn kir: -Akademîsyenên di cihanê da binavûdeng, Serokkomarên Qazaxistanê A. Kûnayev û N. Nazarbayev ji wî ra dibêjin sipas, ew jî ji min ra dibêje sipas.

Wê rojê min dirêjjîyana wî di mezinaya wî da dît. Wê rojê min sebebekî dirêjjîyana wî jî fêm kir, gava wî meseleyeke kûrfikir ji min ra got:

-Meriv gerekê wisa bixebite, weke ku îro roja te a dawî ye, gerekê her tişt pê ra bigihînî. Û di hêleke din va jî meriv gerekê wisa bixebite, ku tevaya jîyanê li pêşîya te ye.

Ez bawer im, ku hevdîtina me a wê rojê çend salên emirê me herduyan jî zêde kirin. Û ez nabêjim bi bawerîya min, ez dibêjim ez bawer im!

Cihanê jê ra got: -Sipas bo keda te!

Wî jî ji gelê xwe û welatê xwe ra got: -Sipas ji bo we ku we destûr da ez gorî xwe xizmetê ji we ra bikim!

Di wêne da: hevdîtina me a here dawî, berî 2 mehan. Xemilandina wêneyê: Nura Şane.

 

Desteya Rêvebir a malpera RIATAZA rojbûna serbilindîya gelê me – NADIRÊ KEREM NADIROV bi dil û can pîroz dike û jê ra jîyaneke dirêj dixweze!

 

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev