Şevbuhêrka Komeleya nivîskaran û zimanê kurdî!

Şevbuhêrka Komeleya nivîskaran û zimanê kurdî!

Têmûrê Xelîl

Komeleya Nivîskarên Kurd li Swedê li Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê bi amadekarîya gelek nivîskar, helbestvan, hunermend, wênekêş û hezkirîyên edebîyet û sazbendîya kurdî, çend sietan di bin dengê xwendina helbestan û mûzîka kurdî, bi zimanê kurdîyî xweş şevbuhêrka xwe derbaz kir. Ezê behsa xweşîyên şevbuhêrkê zêde nekim, ji ber ku wek dibêjin tu kes wan xweşîyan ji dest me nikare bigire, lê ezê behsa kul û derdên me bikim, ku di her civîn û şevbuhêrkan da serî hildidin, ji ber ku dijmin û neyaran ew xweşî ji dest me girtine.

Li şevbuhêrkê gelek behsa lawazîya bikaranîna zimanê kurdî, bi taybetî jî li Bakurê welêt, hate kirinê û wek her caran tevaya sûc kirine situyê rejîmên desthilatdar, tunebûna mektebên kurdî, bi kêmanî nebûna dersên kurdî di dibistanan da. A herî ecêb jî ew e, ku ji amadekaran û axavtvanan tu kes jî neçûye mektebên kurdî, tu kes ji wan jî di mektebên biyanîyan da dersên zimanê kurdî derbaz nebûye, lê kurdîya hemûyan jî gelek xweş û bi wê kurdîyê kitêbên delal nivîsîne, di ser da jî welatparêzên rasteqîn in.

Û her caran, dema axavtina kurdî bi tunebûna mekteban va girê didin, di serê min da wêneyek çê dibe, ku kesên bixwezin di mekteban da fêrî zimanê kurdî bibin, ew kes gerekê biyanî bin. Ma qey li mektebên kurdî wê fêrî axavtina kurdî bikin an wê fêrî xwendin û nivîsandina kurdî bikin? Ji xwe kesê kurdî nizanibe, nikare here wê mektebê. Ew fikira jî li min ecêb tê, dema dibêjin kurdan fêrî kurdî bikin.

Gazin û şikyatên di warê asîmîlyasona kurdan bi destî qedexekirina kurdî da ne tenê ji kurdan derdiket, lê herwiha ji gelek dewlet, rêxistin û şexsên biyanî jî. Tirkîye jî ev gazin û şikyat bihîstin, têlêvîzyona xurû kurdî a 24 sietê (ji bîr nekin, ku heta wî çaxî li Bakur çi têlêvîzyonên qaşo kurdî hebûne, bi kurdî û tirkî bûne), çend zanîngehên kurdî vekirin, got fermo, mamostayan amade bikin, bişînin gundên kurdan û warên kurd lê dimînin, bira dersên kurdî bidine zarokan.

Hilbet, wek her kesî, kêfa min jî ji vî karî hat. Ji xwe piranîya şarederîyên Kurdistana Bakur jî di destê kurdan da nin. Di encamê da çi bû? Kesên wan şarederîyan ji rêxistineke wisan in, ku sloganên wan ev in: -Kurdî ne giring e, a giring bariş, biratîya gelan, hevrajîyan û h.w.d e. Slogana sereke jî parastina yekîtîya axa Tirkîyê ye! De îcar bêjin, asîmîlyasyona tirkan xurt e, an a vê rêxistinê. A vê rêxistinê sed caran ji a tirkan xurttir e û hezar carî jî xetertir û bi encamtir e.

Û li şevbuhêrkê tu kesî behsa sebebê min li jorê anî ne kir. Ez fikirîm bo çi behs ne kirin? Min çend bersîv dîtin: 1.belkî ez şaş im. 2.belkî hinek kes ji tirsa wê rêxistinê behs nekirin. 3.belkî hinek kes endam an sîmpatîzanên wê rêxistinê ne û bawer in, ku ew rast in. Û min di ber xwe da got: Yên herî paqij (belkî jî yên herî guneh) ew kes in, yên ku bi dilekî sax û ji welatparêzîyê piştgirîya wê rêxistinê dikin, lê di rastîyê da wê rêxistinê nas nakin. Ma hewce ye, ku ez rêxistinekê nas bikim an nekim, dema zanim, ku ew rêxistin bi xwe dibêje Alaya Kurdistanê ne a me ye, a me bi xwe heye; Serxwebûna Kurdistanê ji me ra ne lazim e, ji ber ku welatê me heye!

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev