Nameyên evînî -63

Nameyên evînî -63

Xwendevanên delal, em beşa xwe a nû bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

 

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.


Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

 

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

 

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

 

***
Ew gotina te ku te bêrîya min kiribû, tevaya xemgînîyên min derbaz kirin. Ka ez tiştek bêjime te, tu biryarê bide ka xweş e, an na. Ez dibêjim xweş e. Dema tu dikevî rewşeke ne baş, ez diwestim, xemgîn dibim, gêj dibim, lê sist nabim. Weke ku eksî wê, xurttir dibim, bona te ji wî halî derxim. Dema tu ji wî halî derdikevî, ez sist dibim, ji hal dikevim. Belkî navê wan hîsan ne sistbûn û ji hal ketin e, lê niha ez di wê rewşê da me.

 

***
Min berê digot: -Xwezi Nura min bizanibûya ez çiqas jê hez dikim. Niha jî difikirim ku eger bizanibe, wê bawer neke, wê bêje li cihanê tu kes ewqas hez nake. Ma qey tu ji hemû evindaran xurttir û zanatir i?

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev