Seadetê, Tifik, Hûrûpizûr û Rojev

Seadetê, Tifik, Hûrûpizûr û Rojev

Devliken Kelogirî

 

Li hewşê, li ser tifikê Seadetê hûrûpizûr dabû ser êgir, bêhna wî hûrûpizûrî hestiyê firnikên meriv hildiweşand.

Bi dehan pisîk civiyabûn û li ser vê rewşa awarte bi hev dişêwirîn.

Min xwe li bêhnê girt û ber bi tifikê ve çûm.

Seadetê li ber tifikê rûniştibû, agirê bin beroşê tevdida da gur û xweş bibe.

Min got:

-Seadetê ma te bihîst?

Seadetê dev ji tevdana agirê xwe berda, di ser xwe re li min fitilî, got:

-Çi?

Min got:

-Xelîl Xemgîn gotiye, “Ji roja Apo hatiye girtin û vir de, muzîka kurdî jî xetimiye, kalîteya muzîkê têk çûye, kes hew diafirîne.”

Seadetê bi şîşika destê xwe, serê xwe ber bi tifikê ve xwar kir û agirê xwe gurtir kir, dû re fitilî ser min, got:

-Ma rebenê Apo ji wan re li defê dixist an li zirneyê? La hewle wela! Tew ez dibêjim Xelîl Xemgîn bêriya xwînê kiriye, loma hew kare bistirê.

Ez li xwe zîvirîm, da herim hundir, Seadetê got:

-Ranekeve, heta nîv seetê şîv hazir e.

Bi gotina şîvê re zingînî ji serê min hat û Sirî Sakik û Ahmet Turk hatin bîra min.

Gelo Sirî Sakik û Ahmet Turk, ne li restoraneke luks a Stenbolê, li beriya Mêrdînê, li Qesra Qenco şîv xwaribûna, ewqasî deng ê bi wan biketa?

Na, ez ne li dijî konforê me û herweha kî li ku, çi bixwaze, kare bike û azad e.

Ez nabêjim bila wan jî hûrûpizûr bixwarana, lê wek hûn zanin ez û ew ne yek in û dema hevalbendên meriv di grêva birçîbûnê de bin û meriv here li restoranên luks, xwarinên bi destê kurdan nakevin bixwe, ne ehlaqî ye, loma…

Ya din jî, piştî wê şîv û şevbihêrkê radibin li ser medyaya sosyal destek û piştgiriyê didin hev û bi hev re dikevin qayişa şoreşgeriyê.

Min got:

-Seadetê, hinek dixwin, hinek dua dikin.

Seadetê got:

-Hinek jî nan diçînin şorbê.

Ez dîsa vegeriyam. Li kêleka Seadetê, li ber tifikê min jî xwe bi ser çongên xwe de berda erdê.

Agirekî xweş ji binê tifikê xwe li nav çavê meriv diqewimand.

Dema serma hebe jî, agir ruh û qudret e, meriv naxwaze ji ber rabe.

Seadetê ji hundirê beroşê qetikeke rêvî derxist, danî serdevka beroşê û da destê min, got:

-Ka hela bê keliyaye?

Jixwe hewa cemidî bû, piştî du-sê pifan ew qetik sar bû û min avêt kemçika devê xwe. Hingî xweş bû mîratê, min cût û hey cût, min nedixwest zû bi zû daqurtînim.

Seadetê jî li bende ye ez tiştekî bibêjim.

Berî bipirse, min got:

-Temam e.

Seadetê bi gotina “temam” re, li min vegerand:

-Ma nizanim gelo, tifaqa partiyên kurd jî temam e?

Piştî xwarina wê qetika rêvî ya wek ruh û qudret, mahdê min li hev ket, dilê min xeliya. Min got:

-Ew jî temam e. Mesele meseleya qoltixan e, ne meseleya Kurdistan e.

Seadetê beroşa xwe ji ser êgir danî, her du destên xwe dan newqa xwe û li min nerî, got:

-De bi vî zewadeyî sûnd dixwim, ew kesên ji vê tifaqê aciziyan dikin û li ser vê tifaqê bi wê zîhniyeta xwe ya kurdistanî-î tirkiyeyî, quretiyan dikin, ew bi xwe jî li pey qoltixan in.

Min got:

-Seadetê, weleh heqê te meriv qoltixekê bide te jî…

Bû tiqetiqa wê, keniya û got:

-Mesele qoltix bûya, min wî bavê te yî delalî yê bi şipiyakî bi ser qoltixan de dimîst nedikir, Devlikeno. Em ne qoltixçî ne, oxlim! Em ji bo qoltixekê mal û milk, şeref û heysiyetê naşewitînin, lawê yadê.

Axir, Seadetê şîva xwe hazir kir û ez li ser rûniştim, min zik li xwe kir meşk.

Piştî min têr xwar, ez rabûm derbasî hêla destşoyê bûm, lê mîrata vê xwarinê xwarineke weha ye, piştî meriv ji ser radibe, bi qalibeke sabûn jî ew dohnê dest û dora devê meriv jê nare.

Min got ya baş ew e, ez serê xwe bişom û min xwe li serşokê qewimand.

Piştî min serê xwe şuşt, ez vegeriyam ku Seadatê çay jî hazir kiriye.

Qedeha çaya min di destê min de çavên min çûn ser nûçeyan.

Reîzîcumhûrê Tirkî û wezîrê karê derve hatina heyeta amerîkî protesto kirine û bi wan re rûneniştine.

Min got:

-Ha a… Îja temam.

Siyaset, du gav paş ve, sê gav pêş ve ye.

Û kêfa belek carina li meriv dibe qerf û henek û heger meriv pêşiyê li wan qerf û henekan negire jî, ew qerf û henek li meriv dibe genek.

Seadetê qurtek li çaya xwe xist, şekirê çaya wê kêm bû. Qedeha xwe danî, ji tasika şekir nîvkevçiyeke şekirê din lê zêde kir, li hev xist û dîsa qurtek lê xist, got:

-Ohxweş!

Min got:

-Seadetê, ji çayê re yan ji rojevê re?

Keniya, got:

-Heyfa çaya min ku ez bi vê rojeva genî û beradayî bilewitînim. Lê wer xuya ye, av çûye qûna tirko…

Qurteke din li çaya xwe xist û fitilî ser min, got:

-Xwezî kurdan kurdîtî nas bikirana û di heqê kurdîtiyê de rûniştana…

Min got:

-Êê?

Got:

-Bi serê te, Amerîka yê tirk û ereb û faris bikirana jinên te. Îja aqilê kurdan ji kîsê xelkê ye.

Min got:

Aqilê protez?

Got:

-Erê, ew jahr!..

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Devliken Kelogirî

Li zanîngeha Beykentê a Stembolê di beşa Sînema-Televîzyonê da dixwîne. Bi esilê xwe va ji Mêrdînê ye. Niha karê sînemayê û televîzyonvaniyê dike. Fîlmekî wî a bi navê "Xof" heye û herweha bi navên "Doxînsistîzm" û "Xwelîserîzm" du pirtûkên wî çap bûne.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *