ÇEND NÊRÎN Û NIRXANDIN LI SER ROMANA ”LEQAT”Ê

ÇEND NÊRÎN Û NIRXANDIN LI SER ROMANA ”LEQAT”Ê

Qasim Xelîlî

 

Ez dixwazim di serî de hinekî bahsa danasîna romanê bikim.

 

Navê romanê Leqat ango efare ye. Navekî balkêş e.

Nivîskarê romanê Receb Dildar e. Ji sed û heştê rûpelî pêk tê. Ji weşanxaneya Dara’yê derketiye. Çapa ewil e û di tebaxa 2018an de hatiye çapkirin. Receb Dildar bi vê romanê di pêşbirka berhemên wêjeyî ya Arjen Arî de di beşa romanê de piştî BÎRa Nûdemî xelata duyan girtiye.

 

Weşanxana Dara’yê di çapkirinê de karê xwe bi qalîte bi cih aniye. Ango qalîteya nivîs û bergên kitêbê min eciband. Ne weke ya gelek çapxaneyên kurd bê qalîte (ne hewce ye ez navê wan yeko yeko bidim, ez wilo bawer dikim yê ne kor be herkes jî dizane) û her weke pirtûkên qorsan, bi hibreke herikî û belavbûyî, bi kaxezên tenik hatiye çapkirin. Li dijî vê yekê bi qalîte ye.

 

Li ser pirtûkê redaktorê wê Memê Mala Hinê hatiye danîn. Li gel hin kêmasiyên redaktasyonê karê xwe li gorî piyaseya pirtûkên kurdî ne xirab kiriye. (Min ji rûpelê pêncihî û bi banî de heta bi dawiyê yeko yeko binê çewtiyan xêz kiriye. Ger nivîskar an çapxane ji bo çapa duyan wan ji min bixwaze ez ê bi dilxweşî ji wan re wêneyên belgeyan rêkim.)

 

Wêneyê bergê qepaxê hunermend Fewzi Bilge çêkiriye. Bi rastî ez texmîn dikim dibe ji cahiltiya min a hunera resimê be; lê min wêneyê hatî xêzkirin li gorî naveroka pirtûkê pir balkêş nedît û min neeciband. Ez bûma min ê deqa lehengê romanê Hesê Karazî xêz bikira li ser fona Hespê Şeşper.

 

Çîroka romanê bi kurtasî ev e:

Ji salên 1910-15an dest pê dike heta bi roja me ya îro jiyan û serpêhatiyên malbatekê bi çar nifşan ji bapîr heta bi nevîçirkên wî vedibêje li gel rastî û bûyerên dîrokî û civakî. Bi vê yekê jî her weke bibe eyneyek ji dîroka kurd a sedsala dawî re. Lewra di hevpeyvîneke xwe de nivîskarî digot: “Ev romana sedsalê ye.”

 

Roman bi zimanekî têr û tijî kurmancî ye. Çima ez dibêjim kurmancî ye? Lewra romanên me gelek jê mixabin di bin bandora zimanên serdestan de ne. Bêhna mentiqeke wergerê ji wan tê. Lê ez dikarim bi rehetî vê bibêjim, ji sedî not û neh ev roman bi mentiqa zimanê kurdî hatiye nivîsandin.

 

Li gel vî qasî jî bi dîtina min, dibe bi bandora devoka Lîcê be di gelek cihan de çewtiyên ergatîfê hatine kirin. Ez dixwazim du mînakan bidim lê mixabin mînak zehf in:

 

“Di wê navberê de çû Karazê mala apanê xwe, wan dît.”

Ya rast:

“Di wê navberê de çû Karazê mala apanê xwe, ew dîtin.”

 

“Xwedê wê jî wisa çêkiriye, ka em çi bikin?”

Ya rast:

“Xwedê ew jî wisa çêkiriye, ka em çi bikin?”

 

Wekî din, zimanê romanê herikbar û têr teşbîh û wêjeyî ye. Ne bi qasî romana BÎRê ya Nûdem Hezex zimanekî ji serî heta bi dawî helbestî jî be lê nivîskarî têra xwe zimanekî hunerî bi kar aniye.

 

Tevna romanê ne ewqasî tevneke balkêş û tevlîhev jî be, lê bi pêşkêşkirineke serkeftî ya bûyer û lehengan bala mirovî bi hêsanî dikişîne li ser xwe. Ev yek jî pariyekî bi bikaranîna vegoterên cuda cuda bi dest xistiye. Roman ji heft beşan pêk tê û di serê her beşê de kurtebeşek bi devê vegoterê sisêyan û bi dîmenekê dest pê dike. Lê di pey re vegotarê her beşê lehengê bûyerê bixwe ye ango ji devê yekem bûyer têne vegotin. Bi vî awayî mirov bêhtir dikare xwe berde derûniya lehengan û hiskirina rastiya bûyeran bi xwînerî re bêhtir çêdibe.

 

Nivîskar, di jiyana xwe ya rast de çar salan li girtîgeha Amedê de girtî dimîne. Di bin bandora serpêhatiyên xwe yên vê demê de, behsa girtina lehengekî xwe yê li girtîgeha Beyrampaşayê dike. Lê li derekî bi şaşîtî ji bedêla Beyrampaşa binivîse Amed nivîsandiye.

 

Axir gelek tiştên din hê dikarin li ser bêne gotin lê li gorî zewq û kêfa xwe dibêjim, min roman zehf eciband. Min bi dilxweşî û her weha bi dilêşî xwend.

 

Ez dixwazim bi hevokeke ji romanê dawiyê li nivîsa xwe bînim:

 

“Me leqata jiyanê dikir. Bi tenê bermayîyên ji dû jîyanê diman, dibûn para me.”

 

Bi hêviya ev qeder bê  guherîn…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev