Gur û mehîn

Gur û mehîn

Beşek ji romana ”Çîyayê Şengalê”

Ezîzê Gerdenzerî

Ewilê biharê bû. Gur birçî bû, birçîyê goşt û xwînê, derketibû nêçîrê. Mehîn jî birçî bû, birçîyê gîhê û derketibû çêrê.
Mehîn li ser axa xwediyê xwe tewildayî û girêdayî bû. Ew qasî goveka dirêjaya şerîtê ya stukura xwe de, risqê xwe dixwar.
Gur ji qula xwe derketibû. Gur deşt û zozanên rengîn dîtibû. Çavên gur tu tiştî têr nedibû. Gur dida tewlebaza. Gur ji qîlên xwe yên tûj difiriya.
Gur rastî mehînê tê. Gur û mehîn zûr dibin, li çavên hevdu dinihêrin.
Çavên gur şêlû ne. Çavên gur ji dest xwînê sor bûne.
Çavên mehînê zelal in. Erş û asîman xwe çavên mihînê de dibînin.
Mehîn li bin çavan re gur dinihêre. Mehîn naxwaze, ku gurekî bêcûre, gurekî kelax, gurekî gurrî, dîmen û şiklên hundirê çavên wê de xerab bike.
Di çavên gur de xwîn û goşt bû.
Di çavên mehînê de; hêşînayî û asîman.
Gur qîlê xwe nîşanî hespê dike.
Mehîn mineta xwe ji gur nagire; pişta xwe dide gur, simên xwe nîşanî gur dike.
Gur li ser zik xwe diavêje erdê. Gur dikeve dilqê rûvî. Gur teletel, zikê xwe yê daketî li ser erdê ve dixişikîne. Gur nawqê xwe yên ji piştê ve zeliqî nîşanî mehînê dike.
Mehîn serê xwe li ser axê de ditewîne. Mehîn guhên xwe mûç dike. Mehîn xwelî pêkol dike. Mehîn axê hişyar dike. Mehîn dike hîrrînî. Mehîn hewara xwe ji axê û ji xwediyê xwe dadixe. Mehîn wek goveka dirêjaya şerîta di stukura xwe de, dikare bigere. Mehîn naxwaze bihistek xweliya xwe bi destê gur ve berde.
Gur teletel dixwaze bikeve axa mehîn li ser.
Mehîn dike hîrrînî. Mehîn firnikên xwe fireh dike. Mehîn ne bê dev û diran e, mehîn diranên xwe nîşanî gurê birçî dike.
Gur li ser zik paşde vedikişe. Gur, wek pişîk dike mirrîn.
Mehîn bi esil, bi cisn e. Ew hesp hatiye dinê, hespkî divê bijî, hespkî divê berxwedana xwe bike.
Gur kuştinê dixweze.
Hesp jîyanê dixweze.
Gur dibîne, ku fen û fêlên wî yên gemar li vir derbaz nabe, ew dixwaze wek gur xwe bide xuyakirinê. Gur radibe li ser herçar lepan, cîh de direqise, dêla xwe li bin zikê xwe de vedişêre û çing dike goveka axê ya mehîn tê de.
Mehîn serê xwe li ser axê hiltîne, gavekê-duda paşde vedikişe, cîh de direqise, hêtên xwe yên bedew û birqokî dihejîne, pê simên giran û hişk, dev û diranên gur dihincirîne.
Gur piştosanî dikeve, topkî gulor dibe û ji goveka axê ya hesp li ser dertê. Gur xwîna xwe dalêse. Tama xwînê dide li bin zimanê gur. Bêhna hêtên hespê ketiye pozê gur. Gur lêvên xwe dalêse. Gur bi gurkî mehînê dinihêre.
Hesp diçêre û gîhê dicû. Hesp li bin çavan re gur dinihêre.
Gur bi gurkî dizûke, bi gurkî dibêjê mehînê: ezê te bikujim.
Mehîn qorikê xwe dihejîne, simê xwe nîşanî gur dike, bi hespkî dibê: xwe biceribîne.
Gur har bûye. Gur êrîş li ser êrîşa dibe. Gur dixwaze hespê çarçav bike.
Mehîn armanca gur zane. Mehîn ber xwe dide.
Gur diweste, li ser dêla xwe de dikeve.
Mehîn jî westiyaye. Mehîn li ber pozê gur ters dike.
Bêhna xwîdan û tersê hespê dikeve pozê gur. Gur bêhna ji hevdu cuda nake. Gur ji bêhnê fehm nake. Gur birçî bûye. Gur dixwaze zikê xwe têr bike.
Gur dîsa hewl da xwe û xwe ceriband. Gur dîsa ji goveka axa hesp li ser hate derxistinê. Gur li ser lepan ket û birînên xwe alast.
Mehînê bala xwe da gur. Mehînê bala xwe da axê. Mehînê bala xwe da asîman. Asîman sahî bû. Tavê pişta hespê germ dikir. Gulûgîha lingê hespê dialastin. Riya xwediyê hespê tê da çûbû, ew rê vala bû. Hesp, hespê revo bû. Hesp, hespê hînkirî û fêrkirî bû. Hespê dikaribû şerît li stukura xwe bişqitanda. Hespê dikaribû şerît biqetanda. Hespê dikaribû singê pê ve girêdayî li cîh rakira. Hespê ev tiştên han nedikir. Hesp zanibû, ku hetanî ew bi axê ve girêdayî ye, gur bi wî nikare.
Roj dageriya. Sîya hespê dirêj bû. Gur ji sîya hespê tirsiya. Gur xwe kire girê. Gur dixwest gurtiya xwe veşêre.
Gumana gur li ser veşartina gurtiya wî bû. Gumana gur li ser qîlên wî bû.
Gumana mehînê, axa ew li ser bû. Gumana mehînê mirov û însanên qenc bûn.
Xwedê her tişt didît.
Dengê “hocehoca” însên hat. Ew xwediyê hespê bû. Mehîn ne bêxweyî û bêxudan bû.
Gur, gurê bêxweyî û bêxwedan bû. Gur çaxê dengê mirov û însên bihîst, bazda û revî.
Gurê bêxwedî ketibû çol û çolistanan. Gur serê xwe winda kiribû. Gur di qeyê de ket û gever bû. Gur gever nebiya jî, hew zêde xwe xeta hespan nedixist.
Xwediyê mehînê ew tîmar kir.
Ev yek çîrok bû.
Emrjîyan jî dimîne emrjîyan.
Efser û serbazên alman yên ligel Îbrahîm-beg, mirina xwe razî bûn, lê tunekirina aborîgênên Mêzopotamiyê, êzîdiyan û ermeniyan, nerazî bûn.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev