PHONEMÊN KURDÎ ÊN KURDOLOG Û SEYAHÊN ROJAVAYÎ (1787-1887)

PHONEMÊN KURDÎ ÊN KURDOLOG Û SEYAHÊN ROJAVAYÎ (1787-1887)

ENCAM

Raif Yaman, lêkolînkar 

Di sedsala pêşîn a kurdologyê da (1787-1887) li ser hev 11 kesên europan û american ên weke Maurizio Garzoni, Giuseppe Campanile û Samuel A. Rhea, August Alexandre Jaba û Aleksander Borejko Chodzko, bi pîvanên philologya rojavayî li ser zimanê kurdî xebitîne. Lê sebeba hatina wan a Kurdistanê missionarîya dînî ya jî diplomaty û sîyaset e. Numûne, Maurizio Garzoni, Giuseppe Campanile û Samuel A. Rhea keşên dînê xrîstîyanîyê ne. Her weha Alexander Borejko Chodzko û August Alexandre Jaba diplomat in; Albert Houtum-Schindler bazirgan e. Dema karên xwe ên missionarîyê, diplomatyê ya jî bazirganîyê kirine, ziman, edebîyat û cultura kurdan bala wan kişandîye. Lê di nav wan de çend kesên cuda jî hene. Numûne, Peter Simon Pallas zanyar û lexicograph e. Ilya Nikolaevich Berezin mamostê zimanê turkî ye. Peter Lerch, Eugen Prym û Albert Socin philolog in.

Ev Kurdologên wê demê gişk bi berfirehî li ser deng û phonemên kurdî xebitîne. Ji wana bi taybetî Peter Lerch, Eugen Prym û Albert Socin bi hawayekî gelek bi detail li ser vocal û consonantên kurdî xebitîne. Dema meriv bala xwe dide xebatên van kesan bi hêsanî dibîne ku ji kurdên dema xwe bêtir xwastine gelek phonemên kurdî di nivîsandinê da nîşan bidin.

Di nivîsandina zimanên hînd-europan ên yanzdeh kurdologên pêşîn da li gel consonantan gelek vocal jî hene. Bi tesîra deng û phonemên zimanên xwe ên maderî xwastine ji kurdî ra jî elîfbeyek mîna ên zimanên xwe çêbikin. Ji ber vê yekê li gel consonantên bingehîn ên kurdî gelek vocal jî çêkirine. Di zimanên ku bi system ebcedê dihên nivîsandin da diphtong hene. Lê di systemên ebcedî ên ne xwedî vocal in ya jî vocalên wan kêm in da diphtong xwîya nabin. Di zimanên xwedî elîfbên consonant û vocal da ew jî di nivîsê da dihên nîşandayîn. Ji ber vê rastîyê kurdologên vê demê gelekî giringî dane diphtongên ku di zimanê kurdî da hene. Meriv dikane bibêje ku çend philologên ku li ser lexicography, tarîx û edetên kurdî xebitîne ne tê da, ên din gişkan gotine ebceda kurdî a bi herfên ereban ji bo nivîsandina phonemên kurdî bi kêr nahê.

Bi qasî ku em ji berhemên wan têdigihên ji deh philologên sedsala pêşîn a kurdologyê M. Garzoni, P.S. Pallas, I.N. Berezin, G. Campanile, A. B. Chodzko û A. Jaba bi kurdî nizanibûne. Ji bo phonemên kurdî tesbît bikin ketine nav gel û li gel guhdarî kirine; bi harîkarîya tercûmanan bi kurdan ra danûstandin kirine. Kesên weke P. Lerch, S.A. Rhea, A.H. Schindler, E. Prym û A. Socin bi vî hawayî kurdî hîn bûne. Ji vana Lerch, Prym û Socin li ser phonemên kurdî gelekî bi berfirehî xebitîne.

Kurdologên vê demê ên karên wan ên rastîn ne philology bûye pir caran phonemên kurdî ên ku di zimanên wan ên maderî da tune bûne, rast nenivîsîne. Numûne: Garzoni gelek peyvên bi phonema /ħ/ dest pê dikin şaş nivîsîne: di şûna heft, heşt, heftê, heştê, hezar da Ahft, Ahst, Ahfté, Ahsté, ahzár nivîsîye. Pircaran nikanibûye phonemên /χ/, /ʁ/, /q/, /ħ/  ji hev derbixîne. Çimkî ev deng di zimanê wî ê maderî, di italianî da tune ne. Lê dîsa jî gelek phonemên kurdî ên, ku îro linguist û philologên kurdan li ser nivîsandin ya nenivîsandina wan minaqeşê dikin, her yek bi phonemekê nîşan dane. Garzoni ev phoneme hindik bi herfekê, hindik bi digraph û hindik jî bi trigraph nivîsîne.

P.S. Pallas jî di gelek peyvên vajnama xwe a polyglot da nikanibûye phonemên kurdî ên ku di almanî û rûsî da tunene, ji hev derbixîne. Lêbelê wî jî bi qasî M. Garzoni ev phonemên kurdî ên ku bi elîfba Celadet Alî Bedirxan nahên nivîsandin di nivîsandinê da nîşan dane. Mesela ji bo phonema /ħ/ û /h/ herfek li elîfba cyrillic a rûsî zêde kirîye. Tenê ji bo phonema /ʡ/ li çareyekê negerîyaye. Bi hawayekî bi pergal nebe jî, dengên aspirat û ne aspiratên kurdî bi nîşana aspiratî û aspiratîya elîfba cyrillic nîşan dane. Ji hawayê tercûma peyvên kurdî ên di ferhenga wî da em bi hêsanî têdigihên ku Pallas bi kurdî nizanibûye. Peyvên kurdî ji devê kesên pê ra xebitîne çawa derketine eynî wusa nivîsîne. Tercûma gelek peyvên kurdî vê rastîyê pesend dike. Hema hema di eynî demê da zimanê kurdî ji alîyê du europanan ve, Maurizio Garzoni û Peter Simon Pallas, bi herfên roman û bi herfên cyrillic hatîye nivîsandin.

Ilya Nikolaevich Berezin, bi navê xwe ê li ser kitêba xwe Recherches sur les dialects persans ku tê da li ser kurdî jî xebitîye, du subdialectên kurmancî, kurmancîya Xorasanê û kurmancîya Kurdistanê bi navên Dialecta kurdî a rojhilatî û Dialecta kurdî a rojavayî bi nav kirine. Meriv dikane bibêje ku cara pêşîn panê pirkirina dialectên zimanê kurdî bi Berezin dest pê kirîye. Çimkî berî wî kesî xebatek wusa nekirîye. Lê em ji xebata wî a li ser kurdî têdigihên ku wî jî bi kurdî nizanibûye.

Li gorî agahîyên ku li ser vê mijarê min bi dest xistine, Peter Lerch philologê  pêşîn e ku li ser her du dialectên kurdî, kurmancî û kirmancî (zazakî, dimilî) bi pîvanên philologya rojavayî xebitîye. Di warê philologya kurdî da meriv nikane wî û kesên berî wî li ser ziman û dialectên kurdî xebitîne bide ber hev. Garzoni û Campanile missionar in. Pallas di rastîya xwe da kaşîf û zanyarê surûştê ye. Berezin mamostê zimanê turkî ye. Lêbelê Lerch pisporê zimanên rojhilatî ye. Peter Lerch phonemên kurmancî û kirmancî ji ber xwe çênekirine; li gor phonemên kurdî ji elîfba linguistical a linguist û egyptolog Richard Lepsius neqandine. Elîfba linguistical a Lepsius a wê demê ji bo dengên zimanên dinyayê werin tesbîtkirin xwedî grîngîya elîfba phonetic a beynelmilel (International Phonetic Alphabet) a îro ye. Gelek zazacîyên dixwazin kirmancan ji kurmancan cihê nîşan bidin dibêjin ku Peter Lerch gotîye zazakî zimanekî cihê ye. Peter Lerch di kitêba xwe da bi hawayekî eşkera û berbiçav zazakî û kurmancî bi navê du dialectên kurdî bi nav dike û bi tu hawayî negotîye kurmancî û zazakî du zimanên ji hev cihê ne. Peter Lerch kesê pêşîn e ku ji bo hemî phonemên kurdî û ji bo gelek allophonên kurdî çareyek dîtîye û xwastîye bi van hemîyan her du dialectên vî zimanî bê kêmasî binivîse. Mixabin ji ber zanîna xwe a kurdî a têrî vî karî nekirîye nikanibûye vê xwastina dilê xwe di nivîsandina peyvên kurdî da bi hawayekî bi pergal nîşan bide. Gelek caran eynî peyv di nav eynî metnî da ya jî di nav metnên cihê da bi phonemên nêzdîkî hev nivîsîne. Ji bo kesên li ser phonemên kurdî û karekterên pê ev phoneme hatine nivîsandin dixebitin Peter Lerch rêberekî hêja ye.

Alexandre Jaba, Consulê ûris ê Erzeromê, bi harîkarîya melayên kurdan ên Serhedê, bi taybetî jî bi harîkarîyê Mele Mehmûdê Bazîdî gelek berhemên folklora kurdan berhev kirine, ew berhem tercûmeyî fransizî û rûsî kirine. Nivîsandina tarîxa edebîyata kurdî a bi pîvanên rojavayîyan dîsa bi xebata Mele Mehmûdê Bazîdî û Aleksandre Jaba dest pê kirîye. Heta meriv dikane vê bibêje, heke Mele Mehmûdê Bazîdî nebûya ewê Jaba nikanibûya wê xebata hêja a folkloric û philologic bike, ji Academya Zanînên Rûsyayê a li St. Petersburgê ra bişîne û Peter Lerch jî li wê derê li ser van xebatan û xebatên consulên ûris ên Persiayê wî karê xwe ê philologickê li ser ziman û edebîyata kurdan wusa bi rêk û pêk binivîse. Pêwîst e meriv ji bîr neke ku heke Jaba nebûya ewê Mele Mehmûdê Bazîdî jî nebûya.

Giusseppe Campanile, Ilya Nikolaevich Berezin, Alexander Borejko Chodzko, Alexandre Jaba û Samuel Audley Rhea di warê phonemên kurdî da tesbîtek nû nekirine. Campanile Strana Kurdan a di kitêba xwe da bi granî bi phonemên zimanê italianî nivîsîye, phonemên kurdî ên di italianî da tune ne jî bi phonemên kurdî ên Garzoni nivîsîne.

Berezin di peydakirina phonemên xwe ên kurdî da ji deng û phonemên zimanên pê zanibûye bixwîne û binivîse gişkan îstîfade kirîye, wate ji deng û phonemên rûsî, turkî, almanî, îngilîzî, fransizî û erebî îstîfade kirîye. Yanzdeh phonemên xwe ên kurdî ji digraphên almanî, fransizî û îngilîzî neqandine. Berezin li phonemên kurdî ên Garzoni tesbît kirine dengekî nû zêde nekirîye.

Chodzko bi piranî bi phonemên fransizî bi kurdî nivîsîye. Li ser deng û phonemên wî ên kurdî bandora Berezin bi hawayekî eşkera xwîya dibe. Wî jî phonemek nû li ên berî xwe zêde nekirîye, tenê hindik phoneme bi herfên cihê nivîsîne.

Rewşa Jaba jî di vî warî da ne cihê ye. Jaba transcriptiona xwe a ji ebceda kurdî bi phonemên kurdî ên Peter Lerch kirîye, lê peyvên kurdî ên di nav tercûma fransizî a metnên kurdî da bi piranî bi phonemên zimanê fransizî nivîsîne. Alîyê van ê hempar ew e ku bi xwe li ser phonemên kurdî xebatek phonetic nekirine. Ji xebatên kesek ya jî kesên berî xwe ên di astên cihê sûd wergirtine.

Rhea bi piranî bi phonemên îngilîzî bi kurdî nivîsîye. Van her pênc kesan jî mîna ên berî xwe gelekî zêde bala xwe dane ser vocal û diphtongên kurdî. Heta ji destê wan hatîye xwastine vocalên drêj û kurt rast binivîsin.

Albert Houtum-Schindler ji bo phonema /ɭ/ û phonema /sˤ/ jî du herf çê kirine û bi vî hawayî ew nîşan dane.  Phonema /sˤ/ di kurdî da tune. Herfa di erebî da pê ev phoneme tê dayîn jî tê da, hemî herfên erebî di ebceda kurdî da hene. Amadekarê elîfba kurdî a bi herfên erebî a îro hîna kurdên başûrî û rojhilatî pê dinivîsin, Îbrahîm Emîn Baldar, di çapa pêşîn a kitêba xwe a bi navê Elfûbêy Niwê da dibêje pêwîst e kurd peyvên ji erebî ketine kurdî û hinek herfên wan di kurdî da xwedî hêjahîya phonemtîyê ninin mîna erebî binivîsin lê mîna xwe bixwînin. Ferdinand Justî jî, ji ber ku peyvên ji erebî û farisî ketine kurdî li gor phonemên kurdî bi herfên ji ên erebî û farisî cihê nivîsîne Alexandre Jaba û Melê Kurd (Mele Mehmûdê Bazîdî) bi nezantîya etymologyê tewanbar kirine. Ferdinand Justi di pêşgotina Ferhenga Fransizî-Kurdî a Alexandre Jaba da van ramanên xwe bi berfirehî hanîne zimên.

Kurdologê pêşîn Maurizio Garzoni ne tê da, ji deh kurdologên sedsala pêşîn a kurdologyê ên ku ji xebatên kurdologek ya jî çend kurdologên berî xwe sûd wernegirtibe tune. Eugen Prym û Albert Socin ji phonemên kurdî ên ji alî Lerch ve hatine tesbît kirin gelek sûd wergirtine, hindik consonantên wî guherandine, hindik jî ji bo hêsantir binivîsin sade kirine, lêbelê vocalên wî parastine û gelek jî wan bi xwe lê zêde kirine. Wan jî mîna pêşengê xwe Peter Lerch nikanibûne bi hemî consonant û vocalên xwe bi hawayekî bi pergal peyvên kurdî binivîsin. Alîyekî hemparê kurdologên vê demê jî ew e ku her çiqas xwastine bi hawayekî bê kêmasî peyvên kurdî bi hemî phonemên xwe binivîsîn jî hîç yekî jî nikanibûye di vî warî da bigihê mirazê xwe. Prym û Socin jî eynî peyv yek caran di eynî rûperî da yek caran di rûperekî din da bi phonemên cihê ên nêzdîkî hev nivîsîne.

Di zimanê kurdî da bi qasî 45 phoneme hene. Maurizio Garzoni bi 47, Peter Simon Pallas bi 44, Giuseppe Campanile bi 33, Ilya Nikolaevich Berezin bi 36, Peter Lerch bi 60, Alexander Chodzko bi 39, Alexandre Jaba bi 44, Samuel Audley Rhea bi 38, Albert Houtum-Schindler bi 44, Eugen Prym û Albert Socin bi 81 herfî xwastine van phonemên kurdî nivîsîne.

Ji 1787an ta 1887an li ser hev 6 seyahên europan a american di sayahatnamên xwe da cih dane peyv, phras û hozanên kurdî. Her şeş seyahî jî bi piranî bi phonemên zimanên xwe ên maderî bi kurdî nivîsîne. Ji van şeş seyahan Johann Anton Güldenstädt phonemek, Karl Heinrich Koch 3 phoneme, Claudius James Rich 5 phoneme, Austen Henry Layard 6 phoneme, Moritz Wagner 6 phoneme ji bo nivîsandina kurdî li phonemên zimanên xwe ên maderî zêde kirine. Julius Heinrich Klaproth tenê bi phonemên almanî bi kurdî nivîsîye. Di nav van şeş seyahan da ê ku herî zêde xwastîye consonantên kurdî rast binivîse Wagner e. Tenê wî du consonantên ne aspiratên kurdî /t/ û /ts/ bi phonemên cihê bi th û ts nivîsîne.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *