Kurd li Sûrîyê

Kurd li Sûrîyê

Xwendevanên delal, me berî çendekê ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” çend beşên ji berhema zanyarî ya bi navê “Kurdistana Nû” ji rûsî wergerandibû kurdî û raberî we kiribû. Ev berhema zanyarî çend kurdzanên navdar yên Navenda Lêkolînên Kurdî li Moskvayê bi serokatîya akademîsyen Şekroyê Xudo nivîsîne, amade kirine û bi rûsî çap kirine. Îro me bona we beşa bi sernavê ”Kurd li Sûrîyê” amade kirîye, ku bi tevayî reng û rûyê miletê me û welatê me tîne ber çavan.

Ev berhema me ya 168an e. Kerem bikin, bixwînin. Em dixwezin destnîşan bikin, ku Têmûrê Xelîl eva pirtûka ji zimanê rûsî wergerandîye û weşanxaneya LÎSê berî çendekê ew li Amedê çap kirîye. 

Amadekar û wergera ji rûsî Têmûrê Xelîl 

Ji berhemên kurdzanên me – 168 

Piştî şerê hemcihanê yê yekemîn perçekî Kurdistanê kete nava Sûrîyê, ku ew bi xwe jî bin mandata Fransîyayê da bû. Kurd 10 selefê binecîyên Sûrîyê bûn, û ji binecîyên kêmjimar yên herî pir bûn. Piranîya wan li bakûrê welêt diman – di navçeyên Cizîrê, Cebil Ekradê (Çiyayê Kurmênc.- N.W.) û Eyn el-Erebê. Gelek kurd li bajarên Helebê, Hemayê û Demişqê diman.

Qedera kurdên Sûrîyê bedbext bûye. Perçekirina Kurdistanê ya nû bêy hesabhildana taybetîyên miletîyê û rewşa aborî hate kirinê. Bi serî xwe kişandina xetên sînor ji bo jîyana kurda ya êtno-kûltûrî û aborî zehmetî çê dikirin. Piştî kişandina xeta sînor di navbera Tirkîyê û Sûrîyê da, gelek kurdên ji eşîrekê, malbetekê, lo hela ji malekê ji hev qetîyan, yek li welatekî ma, yê din li welatekî din. Daxaza kurda, ku pêwendîyên xwe yên miletîyê, malbetîyê û aborî biparêzin, ji alîyê dewletên ku Kurdistan di nav xweda parevekirine, tûşî emelên sîyasî û eskerî dihatin.

Kemalîst bi serketinên xwe va ruhdarbûyî, xênji Kurdistana Başûr çev berdabûn axa bakûrê Sûrîyê jî, ku piranî kurd lê diman. Tirkîya îlan kir, ku sînorê wê yê başûr gerekê bi riya berê va derbaz bibe, ku di salên 1922-1924a hatibû zevtkirinê. Destdirêjayên Tirkîyê hindava Sûrîyê yên di hindava axê da piştî têkçûna serhildana kurda ya sala 1925a diha zêde bûn. Tirkîya dixwest perçekî axa, ku piranî kurd li ser diman, li xwe vegerîne û, ya sereke jî, nehêle ku li ser axa binmandat da ocaxên serhildanên kurda yên nû pêşda bên. Tenê di hezîrana sala 1929a bi Fransîyayê ra peyman hate girêdanê derheqa hinekî helkirina mesela ser sînor û gorî wê peymanê perçekî axa ser sînor yê biçûk dikete destê Sûrîyê.

Di Sûrîya binmandat da rewşa kurda bi tevayî ji rewşa kurdên welatên cînar cuda nedibû. Lê li vira hindava wan da ew hovîtî tunebû, ya ku li Tirkîyê, Îranê û Îraqê hebû. Li Sûrîyê hinek şertên ji bo pêşdabirina çanda kurda hebûn û di wî karî da karmendê kurda yê bi nav û deng Celadet Bedirxan roleke mezin lîst. Sîyaseta Fransîyayê hindava kurdên Sûrîyê da wek ya Îngilîs bû hindava kurda da li Îraqa binmandat da. Fransîyayê faktora kurda ya miletîyê bi kar dianî bona derkeve himberî bîr-bawerîyên ereba yên dijî Fransîyayê. Serokatîya vî welatê ereba ne dixwest mafên kurda nas bike, kurd jî nerazîbûna xwe dîyar dikirin, û ev yek firsend dida fransiza, ku bi herdu alîyan ra jî pelepistûkîyan bike, bona bikaribe hukumê xwe li wir biparêze.

Lê dîsa jî hêzên kurda yên miletîyê-dêmokratîyê bi awakî aktîv tevî tevgera dijî Fransîyayê dibûn. Kurd bi dilsaxî bawerîya xwe bi wan sozdayînên nasyonalîstên ereba dianîn, ku xudêgiravî piştî dagîrkar ji welatê wan derkevin, wê daxazên kurda bêne pêkanînê.

Di serhildana bi serokatîya Sultan el-Etraş da, çend desteyên kurda jî yên bi serokatîya Ahmed axa Beravî, Muhemmed Şerîf el-Kurdî û Muhî Ed-Dîn Qere axa berbiçev ketin. Kurd tevî wan xebathîştina (karberdan) û xwepêêşandina dibûn, ku li Demişqê, Helebê, Hesikê û bajarên mayîn da dihatine derbazkirinê.

Di destpêka sala 1937a di navça Cizîrê da, li bajarê Tubsê kurda û gelên kêmjimar yên mayîn bi tevayî derketine himberî desîsîyên (destdirêjayî, xweserîtî) dewletê, de’w dikirin, ku hukumet qayîl bibe bona karmendên ji miletên mayîn jî hukumetê da hebin.

Xebathîştin û xwepêêşandinên ku 5ê hezîranê sala 1937a li bajarê Hesikê destpê bûbûn, paşê derbazî bajarên Qamişlûyê, Res-el-Eynê (Serê Kanîyê.- N.W.), Eyn-Dîwarê, Dirbêsîyê û bakurê Cizîrê bûn. Komîtêya taybetî hate sazkirinê bona serkarîkirina tevgera xebathîştinê. Sêkrêtarê wê Tahir el-Merdînîyê kurd hate hilbijartinê. 30ê tebaxê sala 1937a komîtêyê ji hukumetê daxaz kir, ku welîyê Cizîrê ji nûnerê binecîyên wira be. Hukumetê soz da îzna binecîya bide bona ew bi xwe karmendên xwe kivş bikin. Lê ew hemû sozdayîn jî nehatine pêkanînê.

Sala 1939a di navça Cebil el-Ekradê destbi serhildana kurda bû bi serokatîya Şêx Îbrahîm. Piranîya şervana gundî bûn û ew tevger dijî derebega bû. Desteya eskerîyê ya Fransîyayê hate alîkarîya hêzên Sûrîyê yên eskerîyê bona hincirandina serhildanê. Opêrasyona cezakirinê bi awakî hovîtî hate kirinê. Piranîya warên jîyînê yên Kurd-Daxê (Çiyayê Kurmênc.-N.W.) û Efrînê hatine hilweşandinê. Gelek kurd mihacirî Tirkîyê bûn.

Bi vî awayî, di dema navbera herdu şerên hemcihanê da rewşa kurdên Sûrîyê bi tevayî ji rewşa birayên wan yên li Tirkîyê, Îranê, Îraqê kêm dihate cudakirinê. Rast e, bi hinek sebebên obyêktîv tevgera kurda li Sûrîyê wek ya di perçên Kurdistanê yên mayîn xurt nîbû, lê dîsa jî ewê roleke baş lîst û ew reng û rûyê rewşa kurdên wî welatî dianî ber çeva.

Problêma kurda ji bo serokatîya welatên ku kurd lê diman sergêjîyeke mezin çê dikir. Serokatîya wan welata pirsa xwe ya here sereke ew yek dihesibandin, ku bi tevayî derkevine himberî “xeta kurda”. Di hezîrana sala 1937a di navbera Tirkîyê, Îraqê, Îranê û Afxanistanê da peymana Saabadê hate girêdanê. Xala wê ya 7a da dihate gotinê, ku bi tevayî derkevine himberî “cerd û rêxistinên çekdar, yên ku hewl didin di welatên me da tevlihevîyê û xiringêleyê çê bikin”. Hilbet, qesta wan kurd bûn. Ji alîyê van dewleta da derketina dijî tevgera kurda ya ji bo azadîyê, bûbû perçekî sîyaseta van dewleta, ku diketine di nava wa gotî “Antanta Rohilata Nêzîk”.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *