Pirsa we û bersîva me – 116

Pirsa we û bersîva me – 116

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Vê carê Nura Şane alîkarî ji redaksyona malpera me xwest, bi berpirsyar Têmûrê Xelîl ra tevayî bersîveke bi dilê we amade kirin.

 

Pirsa Girdoyê Cûlemêrgî û bersîva malperê

 

Pirs: – Di van demên dawî da li bakurê welatê me hinek partî û sîyasetmedar ji gel ra pir behsa biratîya gelan dikin. Gelo bi bawerîya we ewê çiqasî bi ser keve û ji kurdan ra wê çi bîne?

 

Bersîv: – Şertê biratîyê yê sereke wekhevî ye. Ango, herdu alî gerekê wekehev ji hevdu hez bikin, qedirê hev bigirin, bêrîya hev bikin, nanek bikeve destê wan, wekehev parve bikin, yek ser yekî ra nîbe, yek heqê yê dinê nexwe.

Ango, li Kurdistanê çiqas kurd bi tirkî xeber didin, li Tirkîyê jî gerekê ewqas tirk bi kurdî xeberdin. Çend kurd bi tirkî bistirên, ewqas tirk jî gerekê bi kurdî bistirên. Ya here sereke jî, gerekê destdirêjaya erdê hevdu nekin. Ango, gerekê navê axa kurdan Kurdistan be, navê axa tirkan jî Tirkîye be.

Eger ne ha be, tê wê maneyê ku ev biratîya gelan tiştekî çêkirî, vir û derew e, belkî projeyeke dijmin be, xênji zirarê, ji kurdan ra tiştekî xêrê nayne, di ser da jî dikare zirareke gelekî mezin bide, gelê me di nava wê biratîya qels da bihelîne.

Di vê rewşê da ji alîyê rêxistineke kurdan da propagandakirina biratîya kurdan û tirkan asîmîlasyona kurdan a bi zanebûn e!

Bi bawerîya me, ew kesên ku propaganda biratîya gelan dikin, van her tiştan rind zanin. Tenê di vê pirsê da wekehevtîya du alîyan heye, ji ber ku ew û dijminên me eynî tiştî dixwezin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev