Şatirşûman

Şatirşûman

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema sedûşêstûheyştan me ji pirtûka “Folklora kurmancîyê”, ku sala 1957an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê çîroka bi sernavê “Şatirşûman” raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Ji nimûneyên zargotina me – 168 

Pîrek hebû, çend zarêd wê hebûn. Pîrê fikirî, go: “Ez çawa bikim, wekî zêrêd min nedizin, go, lazime ez zêrêd xwe bi xwera bivim, têxim tasekê, wekî tu kes ji min nedize”. Pîrê zêrêd xwe hildan bire cem zêrker, xwera kire tasekê, anî hat. Go: “Welle, lazime ez pê vê tasa xwe helîsê bînim, bixum”.

Yê helîse difirot, navê wî Emir Helîse bû. Pîrê tas bir çû cem Emir Helîse, go:

-Emir Helîse, ez çi bidime te, ku tu vê tasa min tije helîsekî?

Emir Helîse li tasê nihêrî, tas zêre, go:

-Pîrê, tu dayne, ezê tasê xêra xwe ji tera tijekim.

Pîrê tas danî, çû. Emir Helîse taseke dinê werşeq jêra tije helîse kir, danî wira. Pîrê hat tas hilda bir. Helîse xwar, lê nihêrî tas guherîye. Tas hilda, çû cem Emir Helîse, go:

-Emir Helîse, Xwedê xêra te qebûl neke, te çira tasa mine zêr hildaye, ev tasa werşeq daye min?

Emir Helîse tas neda pîrê. Pîrê girîya, hat ber derê xwe rûnişt. Şatirşûman jêla hat, go:

-Ha, go, pîrê derdê te çîye, ku tu digirîyî?

Go: -Derdê min geleke, kes nikare derdê min dermanke.

Go: -Pîrê, bêje çîye, go, ezê derdê te dermankim.

Go: -Hal û hewalê min û Emir Helîse eve.

Go: -Pîrê, tu li vira rûnî, heta çi wextî hebe, ezê tasa te bînim.

Şatirşûman çû cem Emir Helîse, go:

-Selam elêkim!

Emir Helîse go: -Elêkim selam, Şatirşûman.

Şatirşûman go: -Emir Helîse, xulam te ne lazimin?

Emir Helîse go: -Na.

Şatirşûman berê xwe da mala Emir Helîse, çû lê nihêrî jina Emir Helîse va li male, go:

-Emir Helîse ez kirime xulamê xwe, gotîye here jina minra bêje bira tivdarekê bîst mêrî bike, ezê teglîfkim, bînime mal.

Jinik rabû destpê kir, tivdarekê xwe dît. Şatirşûman revî ket bin dara sivderêda. Êvarê, hela sehetek ro hebû, Emir Helîse hat, eşqî tasê sehetekê zû hat, lê nihêrî jina wî tivdarek kirîye. Go:

-Jinik, ev çi tivdareke tu dikî, dewate?

Go: -Na, te xulam şandibû, gotibû bira tivdarek bike, ezê bîst mêrî bînim.

Go: -Tu kerr be, ew xulam çû, yan li vira ma?

Jinikê go: -Ez haj pê tuneme.

Go: -Va, min tasa pîrê ya zêr anîye, ew Şatirşûmane, wê îşev tasê bive, go, rabe em derî dadin. Xanîyê xwe binihêrin.

Rabûn, ew û jinê derîyê xwe dadan. Xanîyê xwe nihêrîn, Şatirşûman nedîtin. Go:

-Jinik, em çawa bikin Şatirşûman tasê bibe?

Go: -Emê tasê tije av kin, orta herdada daynin. Gava Şatirşûman bê tasê hilde, avê birêje, emê pê bihesin.

Ew herdu ketine cîyê xwe, tasa xwe tije av kirin, danîn orta xwe. Şatirşûman sivderêda ew gişk bihîst. Ewana razan. Şatirşûman çû derî vekirin. Hat lihêf hêdîka ser wan hilda, tas hilda, av ser serê Emir Helîseda kir. Ewî banzda. Emir Helîse rabû, go:

-Ewê tasê bive bide pîrê, ez çawa bikim, ku herim ber derê pîrê?

Emir Helîse bi riya kese zû hate ber derê pîrê. Pîrê jî serma kiribû, zû çûbû hundur. Emir Helîse potê pîrê avîte ser serê xwe, bû kûnde-kûnda wî. Şatirşûman wêda hat, go:

-Pîrê, han, min tasa te anî, han tasa te.

Emir Helîse tas ji destê Şatirşûman girt. Şatirşûman hevekî wêda çû, go:

-Dibe Emir Helîse tas ji min sitend?

Şatirşûman zivirî, hat lê nihêrî pîrê ber dêrîye, go:

-Pîrê, min tasa te da te?

Go: -Şatirşûman, ez qurbana teme, te tas nedaye min.

Şatirşûman go: -Emir Helîse tas bir.- Şatirşûman bezî hat mala Emir Helîse. Colana kurê Emir Helîse derxiste derva, kincê jina Emir Helîse avîte ser xwe. Gede quricand. Gede girîya. Emir Helîse hat, go:

-Ha, go, çi qewimîye, ku tu derketî derva?

Go: -Tu çawa derketî, çêleka me revî, ji hundur derket.

Go: -De hanê tasê bigire, ez herim çêlekê bînim.

Şatirşûman tas ji destê wî girt. Emir Helîse hevekî çû, go:

-Gelo ew Şatirşûman nîbû, ku tas ji destê min hilda?

Zivirî hat, lê nihêrî jina wî ne li dervaye. Çû lê nihêrî jina wî razaye. Pihînek li serê jina xwe xist, go:

-Ka tas?

Jina wî go: -Tasa çi? Em êvarê çawa razane, em hê jî razane.

Go: -Şatirşûman wê êvarê tas da pîrê. Şatirşûman sibê çû cem Emir Helîse, go:

-Selam elêkim, Emir Helîse!

Emir Helîse selama wî venegirt.

Go: -Emir Helîse, tu xulama nagirî?

Go: -Tu rastî Rengreş bêyî, go, ez xulama nagirim.

Go: -Çira, Emir Helîse, Rengreş ji min zortire?

Go: -De ez nizanim, tu rastî Rengreş bêyî.

Go: -Qirarbe, ezê herim Rengreş bivînim, bicêribînim, çika ez zorim, yan ew.

Şatirşûman çû cem Rengreş, go:

-Selam elêkim, Rengreş!

Go: -Elêkime selam, ser sera, ser çeva, Şatirşûman!

Go: -Rengreş, hine rîsê min heye, ez çi bidime te, ku tu li denê xî?

Go: -Şatirşûman can, here bîne ez bibînim, ezê tera arzan lêxim.

Go: -Rengreş, weke hoqekêye, hindike.

Go: -Ezê deh pera bistînim.

Derxist deh perê wî dayêda.

Rengreş go: -Şatirşûman, çira pera didî, here rîs bîne, paşê pera bide.

Go: -Na, ez berê heqê xwe didim.

Deh pere da Rengreş, çû. Gazî kir, go:

-Min heqê xwe daye, rîsê kê heye, bînin ezê li denê xim.

Rengreş gote şagirtê xwe, go:

-Şatirşûman tê, bê Rengreş gelekî nexweş bû, çû mala xwe.

Şatirşûman rîs top kir, hate ber dikanê, go:

-Ka Rengreş?

Go: -Rengreş nexweş ket, çû mala xwe, dibe niha miribe jî.

Go: -Wê çawa bimire, min heqê xwe daye, gerekê rîsê min li denêxe. Şatirşûman çû mala Rengreş. Çû lê nihêrî Rengreş mirîye, go:

-Rengreş, rabe, tu kurê merîyanî, min heqê xwe daye te, rabe rîsê min li denê xe.

Rengreş dengê xwe ne kir. Şatirşûman taba xwe ne dît. Gerîya, şikeftek dît. Hat lingê Rengreş girt, kaş kir, bire hundurê şikeftê. Wextekê lê nihêrî bîst heravî derî li şikeftê girtin. Şatirşûman revî xwe da qulç. Cinyazê Rengreş li wê ortê ma. Heravbaşîya jî xizina padişê derevekirine, anîne hatine. Heravbaşîya zêrê xwe kirin bîst qûçika. Şûrek orta wanda ma, ewî go:

-Ji minra.

Ewî go: -Ji minra.

Li hev rûneniştin. Yekî go:

-Hûn çira usa dikin, bîne emê şûrê xwe bicêribînin.

Go: -Çawa bicêribînin?

Go: -Emê bavêjine vî cinyazî, hergê qet kir, emê bihayê wî zanibin, emê bihayê wî kivşkin, hergê nebirî, kêrî çi tê, hesinekî xame.

Yekî rabû, şûr kişand, go: -Ha!

Rengreş rabû ser xwe. Heravbaşîya zêrêd xwe hiştin, revîn. Şatirşûman hat, go:

-Deh qûçikê min, deh qûçikê te, go, de ka deh perê min jî bide.

Ewî û Rengreş li hev xistin. Heravbaşîya go:

-Mala we xirab be, merîk bû, qotirmîş bû, we zêr hîştin, hûn revîn.

Heravîk hat serê xwe şikeftêra derxist, nihêrî wê di hundurê şikeftêda li hev dixin. Rengreş dest avîte kumê heravî:

-A, go, eva jî deh perê te, ez gora bavê te…

Heravî revî, go: -Xwedê mala te xirav neke, mirî usa rabûne, serê merîkî deh pere ketîye, para yekî nemabû, li hev xistin, kumê min jî ji min sitendin, dane wî.

 

Got: Temoyê Morofê Xalit. Ji diya xwe bûye sala 1912a, ji gundê Qibixtepe, li ser nehîya Talînê, li Ermenîstanê, kolxozvane, nîvxwendîye.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *