Lêgerîn, nasîn û lêkolînên li ser eşîra REȘΖREŞAN – 3

Lêgerîn, nasîn û lêkolînên li ser eşîra REȘΖREŞAN – 3

Me berî çendekê herdu beşên pêşin yên vê lêkolîna delal di rûpelên malpera xwe da çap kirine. Îro beşa wê a 3an bixwînin, sibê jî emê beşa 4an, a dawî raberî we bikin.

Kemal Tolan, berhevkar û xemxwarê kevneșop/zargotina Êzdîtiyê

Min jî di kitêba xwe *1de daye xwanê ku “em di gelek kitêbên dîrokî da jî dibînin, ev navê „Reşan“(reşî) li gelek heremên Kurdîstanê û li nava gelek welatên cînarên Kurdan de xwanê dike.

Mînak : dema Pîr Xetîp, Mișȇwra xwe a ku di derdora sala 1270 de nivîsandiye dibêje, -Wexta min ev Mişêwra xwe nivîsand, hingê eşîra Xendeqî, Reșan (Reșî) û hwd. jî Êzdî bûn-..

Li goriya agehdariyên min binemalên ji Reşan (Reşî, Reşa, Rişan, Risî, Reşiya, Reşikî, Rişvan, Reşu û hwd.) li nav herêma êşîra Xendeqiyan, Anqosiyan, Dawûdiyan (li der dora çemê Reşa), Mastekiyan, Deniyan, Serhedê, Êzdîyên li nav herêma Kurdistana azad û Kurdên Anatoliyan Navîn de jiyane. Gelek ji wan vêga hêjî di nava van herêm û êşîrên min binavkirene de li Ermenîstan, Gurcîstan, Îraqa Federal (li gorî gotina Xwedê jê raziyê Feqîr Hecî Şemo, „piraniya binemalên feqîrên Êzdiyan yên li herêma Kurdîstanê de dijîn ji êşîra reşa ne“-*2, 2a) û li Almaniyayê weke Êzdî dimînin.”

Li gorî lêkolîneke ku di*3 de û bi zimanê Tirkî hatiye weșandin û min ew bi zanîna xwe bi kurtasî wergerandiye ser zimanê Kurdî (Hêvî dikim ku xwediyê vê lêkolînê, li kurtkirina hinek hevokan û kêmasiyên di wergerê de hebin, bibuhure!)

 

EȘÎRA REŞWAN, REŞÎ, REȘIKAN

Wateya navê Reşi, reşikan, reşoyan, reşvanan, reşan yek e

Reşi, Rışan, Rışi, Rışvan: Li herêma Rakka, Ruha (Urfa), Halep, Kilis, Azaz (Halep), Diyarbakır, Antep, Erzurum, Mardin, Malatya, Ankara, Kırşehir, Tosya Kazası (Kastamonu Sancağı), Meraş, Adıyaman, Nizip Kazası, Birecik, Siverek Sancağı, Sivas, Bozok Sancakları, Elazığ, Besni, niha jî li piraniya herêma rojhilat û heta rojavayê Tirkiyê dijîn.

Reșî berê Êzdî bûn, lê gava ew di sala 786 ya pz. de, wextê Harun Reșit û Abbasî yan de hatine bisilmankirin pê ve, li nav herêmên Anadoluyê hatine belakirin û navên wan jî hatine guhastin.

Meriv di „Șerefname ya Șerefxanê Bedlîsê“ de jî dibîne ku, Reșî di nav gelek federasiyonên Kurdên herêma Cîzrê (bi navê Reșikî ) û Wanê bi navê Mahmudiyan hebûn. Reșiyên li herêma Suruç`ê, heta sedsala 18 jî xwe diparastin.

Dema ku lêkolînerê Danimarkî Carsten Niebuhr, di sala 1766 de li herêmê bû, hingê hêjmara konên Reșiyan 12 bûne.

Meriv navê Reșîyan di nav dîroka begên Kurdên Hesenkêfê „Melikan“, yên ku li herêma bajarê Siirt, Beșiri, Tor, Erzan (Xerzan k.t.)“ diman û pêșiyên Selahaddin Eyyubî bûne de jî nas dike. “(*3)

Her weha Mihemed E.Zekî Beg jî di*4 de dêje, ”Melîk Xelîlê hakimê irsî yê Hesenkêfê û Sêrtê, ji nesla xanedana Eyyûbiyan bû, li hemberî Șah Îsmail serî hilda, lê ew ji aliyê Șah Îsmail ve hate girtin û welatê wî ji Qerexanê birayê Utaclu re hat dayîn û qewmên Qerexanî Sêrtê zebt kirin û çend caran jî êrîșî Hesenkêfê kirin, lê bi ser neketin” Hima çavkanî*4- rûp.:120 de dêje” Muameleya Șah Îsmaîl a di derheqê kurdan de eynî wekî ya Aqqoyuniyan gelek bi zalimane bû; çunkî baweriya wan bi tirkmenan tûnebû…”

Dîsa “Weke ku meriv di nav arșîvên Osmaniyan de dibîne, wexta Reșî koçberî deverên dinê kirine, ewan navên Reșî weke yê begên Turkmenan be didane xwanê. “(*3 )

Weke ez ji van guhastinên di vê lêkolîna ku bi zimanê tirkî hatiye nivîsandin (mînak: *5 û hwd.) fêhm dikim û min ev agahdariya wî jî li gorî zanîna xwe wergerandiye de jî dibîne, ew jî di bêșekî de, 7 navên “cemaatên Rișvan” bi rêz dike û di șirova xwe a li ser “Helikanlılar”-Xelikan de jî dide xwanê, eșîra Reșî-Xelikan, Rișvan, Reșwan hwd. di nav herêman de çewa hatine binavkirin::

Navê Xelikan yên li herêma Azerbaycan’ê Reşven, Loristan’ê Reşvend, Çemişgezek’ê Raşikan, Muş- Malazgirt’ê Helikan, Van’-Wanê Mam Reşan, Reşi, Halikani, Haso Halikan, Patnos’ê Helki, Iğdır’ê Helkan, Antep’ê Rışvan, Hasankeyf’ê Reşi, Adıyaman’ê Reşi û Helkan, Malatya’ê Helikan, Yozgat’ê Rişvan û Halekan, Sivas’ê Reşi û li herêma Zaho’ê Helikan e. ..*5”

Dîroknas û nivîskarê ciwan birêz Xerzi Xerzan jî di name û peyama xwe de dêje, “navê “Eşîra Rişvan”, bi min bi navê Ridvanê têkildar e. Ji lew re navê Ridvanê ji beşepeyvên RIND û VAN-ê pêk tê. An ku War-cihê RIND… Tu çêtir dizanî ku Ridvan peytexta welatê Xaltan e û ne dûr e ku mirov vî navî bi Ridvanê ve girê bide.

Weke dinê, herêma Reşan li cem Ridvanê ye û tenê 10-15 km. di nav bera wan de heye. Her du jî di herêma Xerzan de cihdigirin û dîsa em baş dizanin ku makewelatê KUR-TÎ-yan, yên ku Sûmerî qala wan dikin, ev dever bixwe ye…

Herêma Reşan, herêmeka kevnar e. Ew pira Reşa, a ku weke pira Nasrûddewle tê zanîn jî li navenda herêmê ye. Nasirûddewle jî siltanê sisiyan ê Merwanîyan e û dibeyeke mezin di serdema wî de (sedsala 11-an) hatîye avakirin.

Reşî di nav konfederasyona eşîran a Xaltan de cih digirin û vêga jî xwedî neh-deh gundan in. Ji ber ku, kurdên Xerzan in, her wiha nevîyên KUR-TÎ-yên kevnar in. Anegorî devoka wan a kurmancî jî, em dikarin piştrast bikin ku pismam û nêzîkên Xaltîyan in.

„Niha jî herêmek bi navê Reşan heye û girêdahîyê Gurdilan e, a ku Şerefxan wek Mîrekîya Gurgilê an jî Gurdkilê pênase dike. Herêma Reşan ji pişta gundê Sihîyan dest pê dike û heta Çemkurkê dirêj dibe. Çiyayên Reşan, Çemê Reşan û Pira Reşan jî di herêma Reşan de dimînin. Xelqê wê jî wek Reşî tên zanîn. Ji neh deh gundan pêk tê û bi a min makewelatê Konfederasyona Reşan ev herêm bixwe ye. Di nav bera Rojavayê Sêrtê û heta ava Botan û li ber qeraxên başûrê çemê Bedlîsê de dimîne. Heta ava Bedlîsê digihîje Botan tevahî Reşa ye. Di xebatên we de ez serkeftin ji boyî we dixwazim. “*6”

Ev babetê di berhevikrina “Lêgerîn, nasîn û lêkolînên li ser eșîra ÊŞÎRA REȘÎ –REŞAN- 4” biqede.

Vêca ezê zahf dilxweș bim, ku hûn jî bikaribin zanîn û nêrîna xwe, li ser vê xembariya min, bi șiklekî ku em hevûdinê ne êșînin – piçûk nekin, binivisînin û di virde bi me ra parvebikin!

 

*Çavkanî:

1- Kemal Tolan, Hebûn û tûnebûna Êzdiyan tev romanên zindî ne, 2000 Oldenburg (rûpel:37)

2 – Berdewama hevpeyvîna bi ilimdar Feqîr Hecî Șemo ra https://www.facebook.com/xemxware.ezdi/posts/1813544652194541

2a Kemal Tolan, « Em Kurd tev mina sêvên ji darekê ne » http://www.pen-kurd.org/…/em-kurd-tev-mina-seven-ji-dareke-…

3-Malpera http://www.semskiasireti.com/

4- Mihemed E.Zekî Beg jî di pirtûka xwe “Dîroka Kurd û Kurdistanê “2002-Ziya Avci, rûp.:121 de.

5- ÖMER ÖZÜYILMAZ lêkolîna li ser bingehên eșîra Rișvan, rûpel: 428-456

https://media.turuz.com/Turkologi/Tarix/2011/332-Gurmanc_Ve_Kurtlerin_Kokenleri_(Omer_Ozuyilmaz).pdf

6-Xerzi Xerzan , Name û peyama di

 https://www.facebook.com/xemxware.ezdi/posts/1851138718435134?pnref=story

 

(berdewama gotarê sibê bixwînin)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev