Mihemedê kurd û hin çîrokên din -26

Mihemedê kurd û hin çîrokên din -26

Charles Wells

Wergera ji îngilizî: Welat Agirî

Erê! Mihemed û Nuzhet gihîştibûn mirazê xwe. Şandin pey hemû nas, dost û gundiyên xwe, ew teglîfê dawetê kirin û bi şahidiya dawetvaniyan mehra wan hat birîn. Mihemed dixwest roja piştî nikahê herê qesra Mîr Gulnar û wî bibîne, got:

Divê ez sibê herim bal mîr û van sêvan pêşkeşê wî bikim. Lê Nuzhetê got:

“Na tu car tiştekî wisa nabe, divê bûk û zava çil rojî li cem hev bin û ez dixwazim vî wextê xwe bi te re derbas bikim”.

Mihemed jî bi ya Nuzhetê kir, bûk û zavayên me çil rojên xwe bi serfirazî qedandin. Çil roj çû, dema kete roja çil û yekê Mihemed sêvên xwe xiste selikekê, selika xwe da destê xulamekî û berê xwe da qesra mîr.

Hûn jî dizanin mîr wezîfek dabû Mihemed, lewra Mihemed ji mala xwe û kebaniyên xwe dûr ketibû, îja  Mîr Gulnar her roj dişand pey wezîr Muşîr û digotê:

“Ez dizanim, êdî hatina Mihemed tuneye, lewma ez ê herdu jinên wî ji xwe re bînim”. Wezîr jî digotê:

“Mîrê min ê rûmetdar, ecele neke, ku te midetek daye Mihemed û heya dawiya wê midetê jî divê tiştekî neçê neyê kirin”.

Dema Mihemed xwe gîhande qesrê, dîsa mîr bi wezîrên xwe re li ser heman mijarê meşweret dikir. Mihemed ber bi mîr çû û selika sêva pêşkêşê wî kir. Bi pêşkêşkirinê re, wezîrekî ji wezîrên mîr got:

“Ev sêvên te ji Baxçê Fîlozofanin?” Mihemed got:

“Erê ji bêxçe ne”. Ew wezîrê, ku fikrê berhevkirina sêvên baxçe dabû mîr domand:

“Em ê aniha bibînin”, got û sêvek kire du kerî û keriyek pêşkêşî mîr kir, bi pêşkêşkirinê re qeta destê mîr bû sêveke tam. Kesên di dîwanê de li hember wê rûdanê xwe re şaş û metel man. Mihemedê me çend roja li qesra mîr ma, dû re destûr ji mîr xwest û vegeriya mala xwe, cem dotmîrên xwe. Bi derketina Mihemed re, mîr vegeriya ser wezîrên xwe û got:

“Niha hûn ji vê re çi dibêjin, em dîsa jê xilas nebûn û ya herî xirab jî, ji dest me tiştek naye”. Wezîr Muşîr li Mîr Gulnar vegerand:

“Mîrê min, nizanim min çend cara ji cenabê te re got, ku ez ê dîsa jî bêjim, divê tu dest ji planên qetla Mihemêd bikişînî. Ew zilam xwediyê bext û qedereke baş e û ew plan û kirinên me, wê zirar û ziyanê ji me re bînin. Mîre min, ez rica û lava dikim, ku cenabê te, ji bo emn û emniyeta xwe, dev ji planên kuştina wî berde”.

Di wê dem û dewranê de, vegera Mihemed ya ji Baxçê Feylesofan li herderê welêt belav bûbû, heval û hogirên wî bo pîrozbahiyê ber bi qonaxa wî diherikîn. Stranbêjên Mîr Gulnar jî seva bimbarekkirinê xwe gîhandibûn qonaxê. Mihemed bi kêfxweşî xêrhatin li stranbêjan kir û wan jî alet û edewatên xwe derxistin, dest bi hunera xwe kirin. Hersê prenses jî, ji bo guhdariya stranan hatibûn ba stranbêjan. Di nav wan de dotmîreke nû hebû, erê dotmîra sêyem muzîsyenên Mîr Gulnar di şaşwaziyeke mezin de hiştibûn, ku ev ji wan herduyên din bedewtir bû. Mihemed gote wan:

“Hûn dibînin ne wisa! Belê mîrê we dixwest bi wan planên xwe ên qirêj min bide kuştinê, lê tu were binêre, ji min re xizmeteke bêhempa kir, ku saya wî dotmîrên herî bedew bûn kebaniyên min û di bi kar anîna wan erkan de jî tu zirar û ziyan jî negihîşt min”.

Sibetirê Mihemed piştî xelatkirina stranbêjan ew verê kirin. Stranbêjan xwe gîhandin bajêr, mîr jî şande pey wan ku, bên û bi hunera xwe mîr ji wê diltengî û aciziyê derxin.

Muzîsyenan di dîwanê de dest bi sineta xwe kirin, ku hinekî mîr dilxweş û bîhnfireh bikin. Midetek derbas bû, nebû mîr ji wan pirsî ka piştî wê vegera Mihemed, wan serîk daye qonaxa wî  yan na. Wan jî ji mîr re behsa şevbihêrka xwe ya li qonaxa Mihemed û qala bedewî û delalîya jina wî ya nû kirin, ku li gorî muzîsyenan ewa nû ji yên din jî rindtir bû. Muzîsyenan gotinên xwe wisa zêde kirin, wilo qala bedewiya bermaliya Mihemed kirin, ku mîr êdî lê bû dîn û cunî bibûya. Mîr êdî nikaribû sirra xwe ji kesî veşêre, şande pey wezîra û ji wan re got:

“Êdî sebr û tebata min nemaye. Çi dibe bira bibe, ez ê Mihemed darda bikim û kî li ber gotina min rabe, ez ê wî jî bikujim”.

 

Jêder: Mehemed the kurd; and other tales

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *