Bi Dîyetîsyen Mehmet Aydin re li ser dîyetê çend galegal

Bi Dîyetîsyen Mehmet Aydin re li ser dîyetê çend galegal

Hevpeyvîneke balkêş ya nivîskarê malpera me Mela Mihyedîn

 

Li ser medya civakî bi navê “Dîyeta Kurdî” Xebatek tê birêvebirin. Xebatkarê vê programê Mehmed Aydin e. Li ser tenduristîyê gelê xwe hişyar dike û rêya dîyeta rastî nîşanî wan dide. Me jî hewl da bi hev re çend galegalan bikin li ser “Dîyeta Kurdî”.

 

Tu dikarî xwe bi me bide naskirin û hebekî qala jîyana xwe bikî?

Slav û rêz. Navê min Mehmet Aydın. Ji Gercews(Kercos) a Mêrdînê(anha hirêdayî Êlihê ye) me. Ji sala 2002 an ve li Stembolê dijîm. Piştî ku min bêşa Gerîatrî(li ser nexweşîyên pîr û kalan e) û  bêşa Xizmetên Civakê(sosyal hizmet) qedand, di pûşberê 2018 an de beşa Pisporiya Diyetê(Diyetîsyeniyê) qedand. Anha li Bakırköy di klînîkekê de dixebitim.

 

Fikrê xwendina beşa Dîyetê û avakirina “Dîyeta Kurdî” çawa derket meydanê?

Ev nêzî 2 sal e li ser Diyeta Kurdî dixebitim. Wekî her Kurd ê ku xema “di her aliyê jiyanê de bi zimanê dayikê avakirin” e, ez jî bi vê xemê tevdigerim. Berî li ser avakirina Diyeta Kurdî bixebitim, nêzî 5-6 salan bi nasnavê Mihemed Gercewsî min helbestên klasîk û çîrok nivîsîn. Lê belê ji mêj ve xwesteka min ew bû ku ez çi karî bikim divê ji bo gelê xwe bikim. Helbet ev jî bi zimanê dayikê pêkan bû. Fikrê xwendina Diyetîsyeniyê piştî qedandina Gerîatrî çê bû. Lê berî ku ez dest bi xwendina zanîngehê bikim min dixwest bibim Derûnnas. Herwiha fikra Diyeta Kurdî jî piştî ku min wêjeya Kurdî nas kir û li ser nivîsên wêjeyî xebitîm min dît ku erê em Kurd di wêjeyê de xurt in lê di beşên cuda de qels û kêm in, min jî xwest ji bo pêşketina Kurdan û zimanê wan xebatên cûda pêwîstin.

 

Gotinek pêşîyan heye dibêje: “Xwirînî du parî, taştê heta tu dikarî, firavînê bide alî, şîvê dixwî naxwî tu dizanî”. Di derbera girîngîya taştê de tu dikarê çend tiştan vebêjî?

Girîngiya taştê li gor min ji xwarina her danên din ên rojê bêhtir e. Her çiqas li bajarên metropol ji çûnûhatin û stresa zêde em taştê jibîr bikin jî taştê ji bo despêkek baş girîng e. Lewra ji ber ku em kêm 7-8 seetan dirazin şekirê di xwîna ne de dikeve û ku hun taştê jî nexwin, dibê sedema danên din de bêhtir bixwin. Ev xwarin û vexwarinên çewt jî dibin sedema nexweşiyên wekî obezîte û hwd.

 

Di çanda kurdan de ji berê de qehwe hebû lê ev hîn nû sedsal vexwarina çayê jî li çanda me zêde bûye. Ji bo tendurîstîyê vexwarina kîjanê baştir e?

Wekî hertiştî divê vexwarina çay û qahwê jî di hedê xwe de bê. Zêdeyê çayê dibê sedema kêmasiya Hesinê di xwînê de(Anemî). Zêde yê qahwê jî dibê sedema Diltepîn û Dilrawestandinê. Ji bir tenduristiyê di rojê de fîncanek Qahwe tahl û heta 4 qedeh çaya nebatan baş e.

 

Ji bo silametîyê qelewbûn baş e yan zeîfbûn?

Ne zeîfbûn ne qelewbûn. Her dû ji hev xirabtirin. Di herdû rewşan de pisgirêkên metabolîk û tenduristiyê derdikevin holê.

 

Di pîyasayê de gellek dîyetîsyen derketine û gotinên wan hev nagirin. Yek derdikeve dibêje nan nexwin yê din dibêje bixwin. Em ê bi gotina kî bikin?

Ji bilî Diyetîsyenan her kes dike ku karê wan bike. Mixabin ku her kes xwedîfikrek e di derbarê diyet û xwarinê de. Temamî biya gotinên pisporê wê beşê bikin. Di xwarina vexwarina me ya rojane de divê %50-55 karbonhidrat be. Ew jî ji nan, savar, meqerne, birinc… pêk tê. Yanî divê hun nan jî bixwin lê li gor pediviya laşê xwe.

 

Wekî tê zanîn di dewrên berê de Xwedavendê Jin hebûn û bi piranî peykerên wan qelew bûn (wekî Kîbele). Ev qelewbûnîya wan jî bi bereketê ve dihat nîşankirin. Gelo ev yek rast e û qelewbûna jinan (Ji alîyê şîr û tenduristîyê) feyde dide zarokan?

Li ser bereket, qelewbûnê di her miletê cîhanê de cudahî derdikevin pêşiya me. Lê belê ku mijar bihelbûn û şîrê dayikê be divê tenê li ser vê mijarê em hevpeyvînek cuda bikin.

Di dema bihemliyê de dayik di navbera 7-10 kîloyan distîne. Ev bı temamî girêdayî xwarin vexwarina dayikê ye. Helbet di sêmeha bihemliyê de dohnê di laşê dayikê de zêde dibe. Ev zêdebûn ji bo zêdekirina şîr e. Jixwe ku jin zaroka xwe şîr da ev qelewî jî diçe.

 

Gelo kîjan bajêrê me bêhtir girîngîyê dide tenduristîya xwe û guh dide dîyetîsyenan?

Ez bawerim Amed û Êlih e. Lewra di herdû bajaran de tenê ên ku ez nas dikim nêzî 20 diyetisyen dixebitin. Dibe ku ew jî ji ber ku welatiyên wir zêdetir in ji bajarên din.

 

Di nava civakê de li ser dîyetê tiştên şaş çi tên kirin?

Li ser xeletiyên diyetê jî min berî mehekê nivîsek weşandibû. Bi kurtasî ez dikarim bêjim ku bi sedan şaşîtî hene di derbarê diyetê de. Hin ji wan “di diyetê de nan nayê xwarin, diyet xwebirçîhiştin e, diyet  tenê xwarina zeletê

 

Xwarinên li malên me tên çêkirin li ser tendurîstîya me bandoreke erênî çê dikin an neyînî?

Ji xwarinên derve tên çêkirin baştirin. Lewra em nizanin di nav xwarinên derve de çıkardı heye çi nîne. Lê belê xwarinên malê ku li gor tenduristiyê newê çêkirin ew jî ne başin. Yanî zêde xwê, zêde dohn li ku be ne baş e.

 

Ji bo pêşerojê çi fikrên te hene? Tu dixwazî çi bikî?

Ji roja ku ez hatim Stembolê heta niha xwesteka min ew bû ku piştî min xwendina xwe qedand vegerim li welatê xwe bixebitim. Hê derfeta min a çûyînê çê nebû ye lê ez dixwazim li welat li ser nexweşiyên zarokan bixebitim. Lê belê dixwazim di beşa xwe de xwendina akademîk jî bidomînim. Ji bo vê jî dixwazim herim avrûpa lîsnasa bilind û doktora yê bikim.

 

Ez ji navê malpera Riataza sipasîya te dikim bo bersivên te yên têr û tije.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *