Lêgerîn, nasîn û lêkolînên li ser eșîra REȘΖREŞAN – 4

Lêgerîn, nasîn û lêkolînên li ser eșîra REȘΖREŞAN – 4

Me berî çendekê herdu beşên pêşin yên vê lêkolîna delal di rûpelên malpera xwe da çap kiribûn. Duh me beşa wê a 3an çap kir, îro jî beşa 4an, a dawî raberî we bikin.

Kemal Tolan, berhevkar û xemxwarê kevneșop/zargotina Êzdîtiyê

Weke ku mamoste Tosinê Reșît gotiye (*12) “-Bi sedsalan nêrînê șaș, gelek tiștên ku hêjayî bawerîyê bin, ne gihîștine destên me. Pir caran dîroknasên cîh bi dijminayî, yên avropî jî bi nezanî bahsa olên Kurdistanî (êzdîatî, yarasanî, elewî hwd) yên ku di bingeha xwe ve digihîjine Împêratora Mîdîya û bûne mertaleke parastina Kurdayetiyê kirine.

Bo nimûn bahsa șașîtiyên, “Șeref-xan Bîdlîsî, mîrên Cizîra Botan, Xosro-xan îbn Muhemed Banî Ardêlan, Ensîklopêdîya Britanca, T. Arîstova û hgwd.”û dane xwanê kirin.

Min jî di pirtûka xwe yekemîn – (*6 – rûp.:25, 36-37) de daye xwanê ku, Şerefxanê hukumdarê Bedlîsê, di pirtûka xwe ya „Şerefname“ de, ya ku li dora sala 1597 de nivîsandiye, di rûpel 158 de navê “Eșîreta Reșikî, ya ku di nav fermanrewayên Cizîra Boxtî-(Bota-k.t.) û dinav herêma kela Dêrdeyê de buye didexwanê û di rûp.: 191 de jî bahsa eșîretên Hesenkêfê, yên ku di wî wextî de xwedî nav û deng bûne dike :“Sêzde eşiret û qebîleyên giring li navçeya Hesenkêfê hene: Aştî, Mihalbî, Mihranî, Becnewî, Şeqaqî, Îsturkî, Kurdlî Mezin, Kurdlê Piçuk, Reşan, Kişkî, Cilkî, Xendeqî, Suhanî û Bidyan, kiriye.

Lê ewî jî weke gelek nivîskarên ku “Defterên Dîroka Osmaniyan” nivîsandine, ne xwastiya bi rastî û eșkere bahsa rewșa Êzdiyên wî wextî bike. “

Mihemed E.Zekî Beg di pirtûka xwe “*9- rûp.:225- 282de gelekî berfire behsa piraniya eșîretên Kurdan kiriye û  di rûpel 260 de dêje “eșîra Reșwan, tevî  70 malên xwe ve koçerin û li bașûrê Erzirûmê dimînin. Di rûpel 267 de dêje: Xalkanî nîvkoçer in, 400 mal in, Mimkun e ji mitiqeya Kalîfanê ya Rewandizê hatibin. Alan, li sahilê rojavayê gola Qoçhîsraê dimînin”

Mixabin, evî camêrî jî bahsa belabûn, cîh û jiyana Êzdiyan nekiriye.

Nivîskarekî Anatoliyanavîn yê rêzdar Ûskê Cîmîk, di e-maila xwe(*13) ya ku ji min ra șandiye de dêje, “ez jî dîroknavas im. min pir li ser diroka kurdan likolin nekir, e min kiri bo esirate xelkan ci nivis hebun berhevkir, .u wesand. li gora min ji eve ku esirata xelkan ezidîne, navi wan ji xaldi-xeldi-xelki-xelkan bu. orf u adeten me de hing tesîra ole ezidiyan heye. Ne tene nav xelkan, di nav kurden Anatoliya navin ji va tesira heye.“(*13) .

Weke ku Mihemed E.Zekî Beg jî di pirtûka xwe(*9- rûp.:120-142) de, gelekî kûr dirêj bahsa“dewra Sefewiyan heta Destpêka Dewleta Osmanî” dike) û di vê berhevkirina çavkanî *14 de jî hatiye xwanêkirin, bawerim ku gelek dapîr û kalên Êzdî/Kurdan jî piștî herba Çaldıranê, ya ku sala 1514 de di navbêna padișahê Osmaniya Selîm 1 û Șahê Îranê ismayîlê 1 derketiye pê ve,  car dinê bi zorê ji cihê xwe yên derdora Patnos, Erciș, Malazgirt, Van, Ahlat, Kars, Muș, Ardahan, Çıldır, Iğdır, Hoșap –ê hatine dûrxistin û li gelek herêmên cûde de bi cî bûne.  Lewma ez jî dêjim, “Em Kurd tev mina sêvên ji darekê ne ! (*7a)”

Vêca kesên ku ji zimanê tirkî fêhmdikin û bixwazên zêdetir agahdariyan li ser dîroka eșîra “Xelîkan” fêrbivin, bila kerem bikin li çavkanî *14 guhadarî bikin.

Li gorî ku min ji nivîsakarê Anatoliyanavîn birêz Nuh Ateș fêhmkiriye, ew di pirtûka xwe (*15-rûp.:35-38de ) û lêkolîna xwe a li ser peydabûna navê Halikan (Xelıki) de dide xwanê (*16 )min ew bi kurtasî wergerandine zimanê Kurdî , dibêje;

Navê Reșvan (Reșî, Reșan, Reșwan) ji make peyva Reș (kara) zêde buye.

Tê gotin ku, navê Halikan (Xelıki)yan, ji navê qewmê Haldi (Xeldi)yan, yê ku di dema antîk de hebuye hatiye.

Li gorî gotinên zanên Kurdan (K.Burkay û Cigerxwîn ) tê îspatkirin ku zimanê Hurrî û Haldî yan gelekî nêzîkî hevûdinê nin.

Di nav zargotina xelqê de jî tê gotin ku , Halikan (Xelekî) dûgel/șaxekî eșîra Reșwan in.

Halikan (Haliki) , di nav sancaxa Hisn-i Mansur (Malatiya), Maraș, Kangal (Sivas), Hisn-i Keyf (Diyarbekir-“Batman -k.t”), Kulu û Cihanbeyli (Konya), Erzurum, Kars, Çildir, Rakka û Niğde.

Her weha di rûp.:35-38 de navên gelek eșîrên dinê yên ku di nava Federasiyona Reșvan(Reșî, Reșan, Reșwan) de hebûn û hêjî henin kiriye û dide xwanê:

Bêlkan, Cêlikan (Celiki), Șêfkan (Sêfki/Sêfkanli, Nasiran, Mifkan (Mifiki), Șeyhbilan, Omeran, Berekatli, Sevidi û Molikan-Moliki.

Dîsa di rûp.:48-56 de tabloya navê eșîrê, herêma tê de dijiya û hêjmara wan dike û wekî dinê jî gelek mînak ji pirtûka Şerefxanê hukumdarê Bedlîsê-Șerefname-,  dîrok nivîsên Osmaniyan, zanên Kurdan (K.Burkay, Cigerxwîn û hwd.) û hwd. dide.

Lê mixabin evî rêzdarî, di berhemên xwe de qet bahsa pêwendiya ku di navbêna Haldi (Xeldi) anjî Reșî û Êzdiyan de hebuye ne kiriye.

Nêrîn, fêhmkirin û kurte wergera  min, ya li ser lêkolîna bi navê EȘÎRA RİŞVAN, ku bi zimanê tirkî(*19) hatiye weșandin:

Li gorî ku ez ji van agahdariyên hinek dîrokzane, nivîskar „prof. dr. doç.” Tirkan…*  fêhmdikim, heta ku „Yavuz Sultan Selim“ di herba Çaldiranê (23 Ağustos 1514) de bi ser ne ketiye û  ew di Hazîrana 1515 de ne hatiye herêma „Malatya, Kâhta ve Hısn-ı Mansur (Adıyaman) hwd.“ dagirkir nekiriye, pêșiyên Osmaniyan heta vê demê jî nikarîbûne hêza  hinek mîr, serokeșîr û begên Kurdan bixine bin bandora xwe.

Gava Sultanên Osmaniyan bi xêra alîkariya Kurdên mîna “Mela Îdrîsî Bidlîsî,”  di herba li dijî sefewiyan /Eceman  bi ser ketine șûnde,  ewan di derdora sala 1536 de bi zilma xwe  hinek mîr, serokeșîr û begên Kurdan , bi taybetî jî yên ji eșîra Reșiyan, ku ketibûne nav dewleta “Selçukî, Moxula,  Berani “Karakoyunlular, 1380-1469) , Karamanoğulları (1256-1487) û hwd.” de cîh girtibûn kirine bin bandora xwe pê ve,  ewan hingê dîsa bi darê zorê gelek Êzdiyên mayî jî kirine bisilman anjî șîî û ewan navê eșîra Reșî jî li gelek herêma guhastine kirine “Rișvan” anjî tiștekî din .

Jixwe ewan ji wê demê șûnde ew mîr, serokeșîr, begên Kurdan û bi taybetî jî yên ku “cizye” qebûlkirine û gotine, em “bisilman”-“Reșvan” in mîna waliyên dewleta xwe șandine nav serok eșîrên Kurdên Maraș, Adana, Sivas û hwd.

Gava Sultanên Osmaniyan bi hukumdariya xwe nikarîbûne hinek mîrek, serokeșîr û begên Kurdên yên mîna Reșî yan bixine bin bandora xwe, êdî ew radibin wan gelek mîr, serokeșîr û begên Kurdan tevî kulfet û malên wan  ji cîh warên dûrdixîn û piraniya wan jî  koçberî nav herêmên Anatoliyanavîn, wan cîhên ku piraniya niștecîh û desthilatdariya  tirkan lê serdestîdikir, kirine. (Mînak  : Birine derdora  “Ankara, Amasya, Bozok, Çorum, Çankırı, Sivas, Kayseri,  Konya, Kırşehir, Eskişehir û hwd. )

Lê Sultanên Osmaniyan ji vê demê șûn de jî nikarîbûne navê hemû eșîra Reșî /Reșîlu/Reșima anjî Reșoluyan yên ku li derdora Amedê, Mardîn, Siirt û Hisn-i Keyf (Hesenkeyf-Heskîfê) de serbixwe dijiyan biguhêze(binêrin li “Defter-i Hâkânî , yên  sala 1530.

Bi dîtina min, dema derfet hebin û meriv bikaribe li “Defter-i Hâkânî”, yên ku di wexta Osmaniyan de weke serdaîra tapû û qadistro kardikirin binêre, merivê di wan de jî bivîne ku, eșîra Reşî û Rişvan ji hevûdinê cûdene. (*17).

Mixabin, evî camêrî jî qet bahsa belabûn, cîh û jiyana Êzdiyan nekiriye.

 

Çavkanî:

12- Tosinê Reșît– Êzîdîyatî- 2004, rûp.:12-22

13- Uskê Cîmîk, Neme û Hevpeyvîn https://www.facebook.com/xemxware.ezdi/posts/2078229892392681

14Xelîkan Aşireti Tarihi (Sunum: Uske CIMIK, Dîlan BİÇER, Mulla DARSEL) https://www.youtube.com/watch?v=bNIZjbNKD1M

15- Nuh Ateș –Iç Anadolu Kürtleri-Komkar 1992, rûp.:35-38.

16- Nuh Ateș, http://www.xelikan.net/2016/06/08/halikan-ve-resvanlarin-koken/

http://birnebun.eu/hejmar/birnebunweb1.pdf )

17-RİŞVAN AŞİRETİ- http://risvanlilar.blogspot.de/2011/09/risvan-asireti.html

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev