
Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi sernavê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.
Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.
Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?
Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.
Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.
***
Weke ku niha naxwezi binivîsî. Nenivîse qurbana te bim, te kengê xwest, wê demê binivîse. Min şev ji te ra got bi bêrikirinê ra tevayî tirsek heye û ew tirs niha zêde bûye. Ez berê difikirîm ku Xwedê tu dayî min, lê niha difikirim ku Xwedê jî nikare te bide min, eger tu nexwezî.
***
Ez hîç caran wisa nafikirim, herdem bi te ra diçim dikanê, bi te ra wergeran dikim, bi te ra xwerinê çê dikim û bi te ra dixum, hinek caran jî heta difikirim, ku dema tu herî WC, ezê çawa bêy te bimînim.
Riataza