Dayka kurd û zimanê kurdî

Dayka kurd û zimanê kurdî

Eva gotara min di sala 2006 an da nivîsîye. Pirsgirêkên zimên û asîmîlasyonê di nav kurda da bi katastrofî kûrtir bûne. Gel li ber qeziya wundakirina zimanê dayîkê, kurmanciya meye șîrin sekinîye.

 

Eskerê BOYÎK

Gelê cihanê tev jî zimanê xwe ra dibêjin zimanê dê. Ji bo berê ewlin wî zimanî ji dayka xwe hîn dibin. Dema zarok nû tê dinê, berî her tiştî dengê dê dikeve guhê zarokê. Zarok bi wî dengî mezin dibe. Zanyar dibêjin zarok hê zikê dayikê da dengê dayka xwe nas dike, hînî zimanê dayka xwe dibe. Weke şîr, bi zimên jî zarok bi dayka xwe va tê girêdan. Bi dayîkê jî ew qewmîyeta xwe, gelê xwe, welatê xwe nas dike. Xeyset, bawarî, hizkirin, xîret, erf-edet û çanda miletyê bi şîr û zimanê dê ra di nav zarokê da rûdinên û dibin bingeha jîyana wîye pêşîrojê…

 

Bi dewr-zemana, di parastina ziman û kurdewarîyê da, emekê dayka kurd pir bûye. Tiştekî veşartî nîne, ku bi hezaran sala, dagerkirên Kurdistanê yên civakî û ruhî astengîyên mezin dijî zimanê me çê kirine… Xwendevanên gel, oldaran, mîr û hakimên me, desthiletdarên meye xweyî hukum li zimanê me xweyî derneketine, ew xweyî nekirine, dayîka, daykên meye şermoke, daykên meye barê giranya malbetê li piştê, daykên meye xweyî kozî zarokên hûr zimanê me xweyî kirine, kurdîtîya me, welatê me, gelê me ji wundabûnê xilaz kirine.

Mala Kurd bi jinê ava û qewî bûye. Jin stûna malêye hundur bûye, jin tifaq, nav û namûsa mala kurdaye qedîm bûye.

 

Rêwî û zanyarên biyanî, yên hatine Kurdistanê yan welêt ra derbaz bûne, li ser azadî û xebathizî, culetî û mêranî, merîfet û mêvanhizîya jina kurd ecêvmayî mane û wê derheqê da nivîsîne. Nava gelên Rojhilatê da jina here azad, serbest û serbilind dîsa jina kurd bûye. Jina Kurd timê jî pişta xwe daye pişta zilamê xwe, xebitîye, zarokên xwe, mala xwe xweyî kirîye.

Malbeta kurdaye qedîm, dayka kurd, erf-edet, folklor, odên gundan, hinek hicrên oldarên welatparêz yên perwerda oldaran, jiyana gundîtiyê, koçeriyê, nîvkoçeriyê, derketina zozanan,- halê înkar û qedexekirina kurdiyetîyê da, ziman, xeysetê netewî yê gelê Kurd parastine.

Dewleta Tirk bi zanebûn, bi çek-sîlih û mêtodên here malwêran û modêrn, jîyana evdên Kurd, welatê wan Kurdistanê ser û binî hev kir: Civak ji tradîsyonên wane gelêrîye qedîm qetand, ji hev bela kir, dawî jiyana koçeriyê-nîvkoçeriyê, derketina çiya û zozanan anî. Ji pênc hezara zêdetir gund hatin şewitandin, wêran bûn, xelk ji wan hatin derxistin. Malbeta kurdaye qedîm nema, ji hev bela bû. Bi mîlyona evdê kurd ji axa kal-bavên wan qetandin, berê wan dane mêtropolan, jîyana dijwar, bê hêvî û pêşîroj, bê cî û sitar, bê maf û mecal kirine para wan.

 

Evdên Kurd karbidestên mêtropolan ra bûne karkirên arzan.

Eger berê evdê kurd karibû bi zimanê xwe li gundê xwe, herêma xwe, li nava civaka xwe da jîyana xwe bimeşanda, ciyê nû zanebûna tirkî ji bo jiyanê bû şertê herî sereke. Eger berê, malbeta kurdewarîye qedîm da dayka kurd kurdî zarokên xwera diaxivî, zarokê xwe bi kurdî perwerde dikir, zimanên din nizanibû, lê qewlê nû da dayka kurd kurdî nizane. Zimanê dêyî pîroz bû tiștekî zêde, bêkêr.

 

Ji alîyê din va propaganda û xebata hinek hêzên Kurdan jî bi navê azadîya jinê, wekehevîyê û dêmokrasîyê, bi rastî wezîfeke ne ewqas qenc di wî warî da lîstin. Planên dagerkira ra bûn alîkar. Gelek nirxên giranbiha, ku bingeha tifaq û qedîmîya malbeta Kurd ya dîrokî bûn, hatin feşkirin, bêrûmetkirin.

 

Bingeha zimanê dê jî hedimî… Bi texmîna min sebebekî herî bingehîn, yê vî halê xeter, ku zimanê me li Bakûrê Kurdistanê niha ketiyê, ev malwêranî ye.

Propaganda hêzên Kurdaye niha da (TV, radîo, rojneme, kovar, malper) tev derheqa azadîya jina Kurd da dibêjin, dinivîsin, civîn û konfêransên jinan, komele, partîya, li nav partîyan da e‘nî û beşên jinan ava dikin. Bang li jinan dikin ji „kap“ û „bendên“ zilêm, malê, malbetê aza bin, derkevin kûça, kolana, çîya, civîna, meşa, mîtînga.

 

Tê bêjî jina Kurd, keça Kurd bi qeyd-benda girêdaye, hêsîrê…

 

Û bi rastî jina Kurd, keça Kurd, heta pîrejina Kurd jî ji malbetê neban kirin, qetandin, derxistin kûçe û kolanên gund û bajaran. Hela hinek serokan nivîsên xwe yên wa gotî „mejûyî„ da ev yek wek destanîna bilind hesav kirin û nivîsîn, ku wana: „… jina kurde nû efrandine…“

Bê bingeh, bê pêşdaçûyîn û perwarda anegor, bi zorê, bi propaganda sexte jinê ji nirxên morala miletîyê ya qedîm qetandin û „ jina Kurde nû efrandin“ tevî hinek wa gotî „azadîya“ xwera bi hezara piroblêmên nêgatîv anîn li nav malbeta Kurd…

(Eva, bi texmîna min pirsgirêkeke mezin e û pêşîrojê da wê xwe bêtir bide kivşê).

Mixabin payê jinên kurde „nû efirî “ zimanê xwe jî nizanin û zarokê wan ji zimanê dê merûm in.

 

Kes derheqa wezîfa jinê ya bi dewranaye here qedirbilind û pîroz da nafikire, wezîfa dayîkbûna wê, perwerdekirina zarokan bi ziman û ruhê kurdewarîyê, xweyîkirina yekîtî û tifaqa malbeta qedîm, xweyîkirina şerm û jintîya wê, ku bi dewrana bejna jina Kurd xemilandine.

Erê, pêşketina jinê pêwîst e, wusa jî pêşketin û guhestinên dewranê ra jina kurd jî tê guhestin, pêş dikeve.

Çima zilamê Kurd Kurdistana perçekirîye dagerkirî da azad e? Heta Kurdistan azad nebe, ne zilamê Kurd azad dibe, ne jî jina Kurd ra mecal û mikanên azadîyê çê dibin…

 

Li halê hazir pêşketin, azadîya jinê gerekê nêyê şaşkirin bi binpêkirina nirxên miletyêyî giranbiha ra.

Çîye, em Kurd dixwezin dayîk-pîrkên me, xûşk, keç, met û xatîkên me tev bibin sîyasetmedar, partîvan, komelevan, meşvan? Gişk, li komelan, kolan û kûçayan şev-ro seva partîyan û serokan biqîrin, bimeşin?

Dibe xwendevan min paşverû hesavkin, bêjin ku ez dijî azadîya jinê me… Na xêr, azadî anarşîya nîne. Bi zanîna min gavên pêşvaçûyîna jina Kurd jî gerekê anegorî pêşvaçûyîna civaka Kurd û zanyarîya wê bin. (Gilî ne derheqa jinên xwendî, xweyê zanebûnên bilind da ne).

 

Îro, dema em halê gelê xwe û wî aşê asîmlasyonê li Kurdistana Bakûr dinhêrin, dijwar nîne bê zanîn ku wezîfa pîreka Kurd ya pîroz, welatparêzî, ya here jorîn parastina malbeta wê ye, nava zaroka da parastina ziman, xeyset û nirxên kurdewarî yê, nav-namûsa jina kurde qedîmî ye… Şerm timê xemla xeysetê jina Kurd bûye.

 

Dijminê kurd, dagerkirê Kurdistanê ji tivinga kurd natirsin, zimanê kurdî ditirsin, tifaqa kurd ditirsin, kurdeyatîyê ditirsin.

Eger malbet tifaq nîne, bi kurdewarîya xwe qedîm, xurt û hevgirtî nîne, dê zimanê xwe unda kirîye, ew malbet êdî ketîye devê aşê asîmîlasyonê…

 

Ezê îro jî, sibê jî destê wê dayka Kurd ramûsim û bidime li ser çavê xwe, ya ku ewledekî bi ruhê kurdewarî, welatparêzekî hêja, rewşebîrekî miletîyêyî esil, mêrxasekî xîretî gelêrî ji bo pêşîrojê gelê me perwerde dike.

Çi ye, Barzanî û Cegerxwînên nû, Şêx Sihîd û Seyîd Rizayên nû, Bedirxanên nû ji gelê Kurd ra ne pêwîst in?

Ax, xwezî dewsa van kûçe û kolanan, van meşan û mîtîngan dayka kurd rûnişta mal da, bi zimanê xwe lawên usa perwerde bikira.

Wê demê kesî nikaribû Kurd bihelandana, pirsgirêka wundakirina zimên jî wê kêm bûya, tunebûya.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev