
Akademîsyenek: Heke Hikûmeta Kurdistanê alî me bike em dikarin beşa Kurdî vekin
Akademîsyenê Kurdî yê Zanîngeha Moskovayê Vedîm Makarenko ragihand; Heke Hikûmeta Herêma Kurdistanê alîkariya wan bike, wê karibin beşa Kurdî di zanîngeha xwe de vekin.
Vedîm Makarenko ku bi salan e di zanistiya Kurdî de xebatê dike wiha got:
“Eger Hikûmeta Kurdistanê alîkariyê bike, em dikarin li Zanîngeha Moskovayê lîsans, master û di warê doktorayê de beşa Kurdî vekin. Di zanîngeha me de Kurdolojî niha weke qada pisporî tê xwendin û ne beşeke bi serê xwe ye. Hem em dixwazin pirtûkaxaneyeke pirtûkên bi zimanê Kurdî vekin.”
P.S. Vadîm Makarenko herwiha berpirsyarê sereke yê malpera kurdî a bi zimanê rûsî www.kurdistan.ru ye.
Riataza