ÇEMÊ ÇETELÊ, KOSEDAX Û ZÊDKA

ÇEMÊ ÇETELÊ, KOSEDAX Û ZÊDKA

Abdurrahman Önen, erdnîgarzan

Çemê Çetelê ji nêzîkî Çata Kosedaxê (Çatkösedağ, gundê Zêdka/Eleşkirt ye) dest pê dike. Li vê deverê sê çem digîhêjin ser hev, Kanîsipî ji hêla rojhilat, ji Kosedaxê tê. Çemek ji hêla bakur û yek jî ji hêla rojava ve tê. Devera ku ev her sê çem digîhêjin ser hev û ber bi Zêdka ve diherike destpêka Çemê Çetelê ye.

 

XALO, ÇEMÊ ÇETELÊ (Kawis Axa)*

De xalo de xalo oy de xalo, 
Xalo, Çemê Çetelê oy çemeka sar e xêlo
Wele xalo Çemê Çetelê oy çemeka sar e xêlo
Kesî xêrxwazî oy civabekê bibe ji xalê min ê Hemze Beg ra
Belê li Çemê Çetelê deştê Parsînê
Welatê xerîban û xurbetê karî xwe bike xalo
Belê bextê romîya bexteke giran e
Destê mi kelepçe de rizîne hewar e xêlo
De hewar e xalo, xalo oy ez girtime oy xerîbîyê.

 

De xalo de xalo oy xalo
Çemê çetelê oy çemeka bi genim e xalo
Çemê çetelê çemeka bi genim e
Kesî xêrxwazî oy civabekê bibe ji xalê min ê Hemze Beg ra
Belê li Çemê Çetelê li deştê Parsînê
Li welat û xerîban û xûrbetê xalo karî xwe bike Xêlo.

 

Belê bendê romîya bendeke giran e
Destê mi kelepçe de rizîne 
De hewar e xalo, hewar e xêlo oy 
Hewar e xalo, xalo ez girtime oy li xerîbîyê.

 

De xêlo de xalo oy de xalo, 
Xalo, Çemê Çetelê oy çemeka pir bi genim e
Kesî xêrxwazî oy civabekê ji xalê min ê Hemze Beg ra bibe
Li Çemê Çetelê li deştê Parsînê
Li welat û xerîban û xûrbetê karî xwe bike xalo.

 

Belê bendê romîya bendeke giran e
Destê mi kelepçe de rizîne 
De hewar e xalo, xalo ez girtî me

 

https://www.youtube.com/watch?v=V1wHTVHLAHQ

Nexşeya xerîteyê: Abdurrahman Önen 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev