Ji nimûneyên zargotina me – 169

Ji nimûneyên zargotina me – 169

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema sedşêstûnehan me ji pirtûka “KLAMÊD CMAETA KURDAYE LÎRÎKÎYÊ”, ku sala 1972an bi kurmancîya kîrîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê beşa pêşgotinê raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl 

P Ê Ş X E B E R 

Cimeta kurda (kurmanc) ji zemanê qedîmî heta roja îro zargotina dewlemend û nexş-nîgar efrandîye: hikyat (çîrok), beyt, beyt-serhatîyêd mêranîyê û bengîtîyê, kilamêd reqasê, şîna û şaya, meselok û xeberok û yêd din. Nava wê zargotinêda cîkî herî berbiçev kilamêd derheqa xebatê, evîntîyê û tebîyetê digirin.

Dengbêjî û kilamberxwederxistin edetê kurdayî kal-bavane. Nava kurdada bawer bikî gişk distirên – cahil û ahil, jin û mêr, zaro. Ewana distirên malda, çolê, wextê şîn û şaya, şêr… Kilam tevî xebatkarêd kurde her wexta û her dera. Nava kilamada, usa çawa nava efrandinêd zargotinêye mayînda – xeyset, erf û erefatê cimeta kurda tê kivşê – ew bi çevê qencîyê emir dinihêre, comerd û dilfireye, nava rabûn-rûniştandina xweda sadeye… Nava kilamada tê kivşê femdarîya cimetê derheqa bedewetîyêda, fikir û fîlosofîya wê… Kilam û stirandin pê-pê silsiletara hatîye, tim-tim hatîye helkirinê, bedew û baş bûye.

Kilamêd kurdaye xebatê wedê terîqîêyî herî kevinra girêdayîne. Nava wanda hatîye eyankirinê xebata mêr û kulfet derecêd cudada. Xebatkarê kurd distirê wextê çêrandin û avdana pêz, wextê bêrîberdanê, çandin û çinîna zevîyê, bêderê û kutana kuleş, zibira, tevî çêkirinê û xebatêd mayîn. Kilam û sazbendî xebata wan sivik dike û xîretê pêşda tînin. Ew bi saya stiran û sazbendîyê dikare kerî-sûrîya zevtî xweke, wana ji cîkî bibe cîyê dinê.

Derheqa vê yekêda rêwîkî ûris – V.Î.Massalskî wa dinvîse: ”Ez gelek cara zendegirtî mame ji merîfet û hostatîya şivan-gavanêd kurda… Ew cîkî disekinin, fêza topikekî yanê ser zinêr û ji wêderê serwêrîyê li kerî-sûrîyê xwe dikin, ku binatara wanda diçêrin… Kerîyê pêz gura şivandane – pêşda diçe, paşda tê, berbi çepê yanê rastê diçe. Bi gazîya şivîn kerîyê pêz destxweda dora wî dicive yanê jî jê dûr dikeve”1.

Bi kilam û sazbendîyêva dengbêjê kurd serwêrîyê li hespê qoşê, xebata ga û gamêşa dike. Bi destî kilama ew tenêbûnê ji xwe dûr dixe, xem û xîyalêd xwe bela dike… ”Erebêd Kurdistanê,- rêwîkî mayîn – F.Mîlîngên dinvîse,- bi cûrê xweva gelekî kevnin, lê tê bêjî hêsa diçin. Li welatêd pêşdaçûyî şiv û qamçîya didin xebatê bona ajotina heywanet. Lê li Kurdistanê… tu lazimayî tune usa heywîn bikutin. Li vira dewsa qamçî sazbendî tê xebatê û ew yek zef sade û hêsa tê kirinê. Merivê kurd ereba xwe siyar dibe û gava kilama xwe destpê dike, gamêşê wî pêra-pêra dilivin. Gava erebeçî dixweze gamêşa bide sekinandin – ew nastirê û gamêş xwexwe disekinin. Eva hunurekî usane, wekî bêfitîya, li parêd dinyayêye mayîn tune, vira sazbendî û kilam nava xebata gundîtîyêda tên xebitandinê…”2.

Nava cimeta kurdada heta niha jî gelek miqam û kilam hene, wekî xwelîbêcerkirinê û heywanetxweykirinêra têne girêdanê. Ji wana em dikarin vira bîr bînin kilama ”Kotanê”, ku nav kurdada gelekî bela bûye:

 

Serê kotanê heze

Binê kotanê heze

Xwedê qewatê bide gayê dêlgeveze

Horovêl ho, ho, ho…

 

Serê kotanê çive

Binê kotanê çive

Min jê çinî gopal û şive

Horovêl ho, ho, ho…

 

Serê kotanê bîye

Binê kotanê bîye

Lê diçêrin berx û mîye

Horovêl ho, ho, ho…

 

Serê kotanê geşe

Binê kotanê geşe

Xwedê qewatê bide gayê Keleşe

Horovêl ho, ho, ho…

 

Yanê jî kilameke dinê:

Kêlandîya devziravê

Tu dest minda têy mîna avê

Bi te diçinim qismetê dê û bavê.

 

Bi qîmet û başbûna xweva kilamêd jina ji yêd mêra ne kêmtirin:

 

Kil, kil, kil, kil meşkê

Dew dikilêm, dew nave

Xasî pîre, pê nave

Bûk razaye, ranave.

 

…û yêd dinê.

 

Kilamêd kurdaye xebatê livandina çapekêra, rîtm û bangê wekehevva girêdayîne, ew qederekî weke hevin û bi saya wê yekê alî şuxul dikin, eşqa xebatê pêşda tînin.

Anegorî guhastina mecal û mikanêd xebatê ew jî tên guhastinê û nava cimetêda bi cûrê teze tên xweykirinê û stiranê.

Xênji wan kilama, wekî xût wextê xebatê têne stiranê, gelek kilam jî hene, ku derheqa xebatê û merivêd xebatkardanin. Nava wan kilamada gelek cara pirsêd rabûn-rûniştandina cimetê, eyd-erefatêd wê – motîvêd bengîtîyê jî tên xebatê, sifetê tebîyetê tê danînê. Merivê ku dixebite pesnê dilketîya xwe dide, qewmandinêd tebîyetê dipesine û wêya xem-xîyalêd xwera girê dide. Têma hizkirinê nava van kilamada cîyê pêşin digre. Mesele:

 

Wey palengo, palengo

Desa destê te zengile

De tu were mêrga mala bavê minra lêxe eşq û dilo

Ezê şera gevez xwe û tera têkim sî-çadiro.

 

Yanê jî:

Law şivane, şivane

Law şivanê van mîyane

Mî berdane dor beyarane

Qey xatirê van zeryane.

 

Law şivane, şivane

Law şivanê van berxane

Berx berdane der zangane

Qey xatirê van zeryane.

 

Nava kilamêd kurdaye lîrîkîyêda kilamêd bengîtîyê cîkî başqe digrin. Wanra bi temamî dibêjin “Kilamêd keçika”. Hilbet, ev yek nade kivşê, wekî ew kilam tenê ji emirê wanin, yanê jî tenê keçika û jina ber xwe derxistîye. Çawa bal cimetêd mayîn, usa jî nava kurdada kilamêd bengîtîyê hin mêr, hin jî jin ji ber xwe derdixin û distirên. Ewana derheqa herdadane. Çawa tê kivşê wanra dibêjin “Kilamêd keçika”, çimkî kulfet, îlahî qîzika diha zef ew ber xwe derxistine û stirane û ya dinê jî, ew mîna tiştekî şikyatin miqabilî zewaca bê dil…

Nava kilamêd bengîtîyêda zef rind bejin û bala kulfeta kurd tê nitirandinê – çevêd reşe belek, bejina zirav, navkêlka nazik, por û gulîyê delal, enîya kever, xeberdana şîrin, rêveçûna nazik, kincêd reng-rengî… Nava kilamêd derheqa qîza kurdada tê eyankirinê fikirandina bedewetîyêye here baş û bêqusûr. Nava wan kilamada qîza cahile hizkirî himberî kar-xezalê, qaz-werdekê, mihîna kihêl, kevotkê, yanê gulê dikin.

Nava wan kilamada du dilêd bengî xeber didin – dilê aza û bêxem, hizkirina wane temiz û bêqelp, reng-rihalê bengîtîya cahila û bona wan gişka çawa fon tebîyet tê ortê bi temamîya bedewîya xweva – kulîlka û gul-sosinava, temamîya wan tiştava, ku dengbêjê bengî dibîne, wekî bi xwe him şayîre, him şikilkêş.

Em çawa mesele çend rêza ji kilama “Bêrîvanê” bînin:

 

Tasa serê bêrîvana min bi zêrîne

Ezê dinhêrim mînanî cot kanîne

Dixum-naxum, kerba dilê min naşkênîne.

Bejina bêrîvana min sî û sê minare

Dua çûme sêrî, diroza hatime xare

Xwezil min wî hato

Kewa mîna bêrîvana min cînare.

 

Nava kilamêd cimeta kurdaye bengîtîyêda cîkî berbiçev digirin ew kilam, nava kîjanada şikyat heye miqabilî zewaca bê dil, dilê bengîyî şikestî û berxweketina cahila. Qîz û kulfeta kurda ji neheqîya emirê sosîalîyê, zordayînê û zulma dinê, erf-edetê ziyandar zivêre û bi teherê xwe şikyat dike miqabilî wan. Ew berê ewlin mqabilî wî edetê ziyandar şikyat dike, gava ew nikare xwexwe, bi dilê xwe here mêr. Nava kilamekêda tê gotinê:

 

De bira Xwedê dê û bavê minra qe hilnede

De çawa nedabûm xortekî çardeh salî

Dame qoncekî bizinê kereşvanê malê

Na welle sev xatirê çar kapêkê dinyalikê.

 

Vêderê em şikyatê berk dibînin ne ku tenê miqabilî mêrkirina bê dil, lê usa jî qelen, ku bibû zulma giran bona jina kurd. Qelen hesab dibû menîke zewaca bêdile hîmlî. Çiqas qewimîye, wekî cahilêd destteng rûyê qelenda destê wî ji dilketîya wî hatîye qetandinê. A lema jî ew nifirîya li dinyayê, erf-edetê ziyandar dike.

 

Xwedê malê dinê xirabke

Malê min hindike

Qelinê kaw-kubara min dernayê.

 

Rûyê qelenda cahilêd kesîb riya xerîbîyê digirt, wekî bi qazanca xwe qelenê xwe rastke. Nava kilamada gelek cara tê stiranê, wekî çawa cahil heta ji xerîbîyê vedigere, dilketîya wî îdî dane mêr.

 

Kewa gozel derketîye derê malê

Ser milê çepê min dinhêre

Ser enîya keverda xar kirîye çar qol zêre

Heta çûm welatê xerîba, vegerîyam –

Destê kewa gozel girtine, dane malî mêre.

 

Qelen destê dewletîyada mecaleke zor bûye. Merivê dewletî bi destî hebûnê ne ku tenê nav derdixist, lê usa jî dikaribû çend jin bistenda, bi vî teherî mala wîda çend hêwî hebûna. Kilamekêda tê gotinê:

 

Derdê hêwîyê derdekî girane

Neyê serê gurê çiyane

Neyê serê dar û berane

Neyê serê kevirane

Kuçikê serê çiyane

Derdê hêwîyê zef girane

Nolanî qolinca rûvîyane.

 

Nava kilamêd vî teherîda him şikyat heye, him jî nifir.

Lê ew zulmêd emir kulfeta kurd neçilmisandîye. Ewê tenê şikyat û nifir nekirine. Ewê gelek cara bi culet dengê xwe bilind kirîye miqabilî zulma sosîalîyê, xebitîye rêkê xwera bibîne û ji wî halê çetin azabe.

Ew pey wê fikra rast çûye, wekî îzna jin û mêr weke heve, nava wanda firqî gotî neyê dayînê. Şedetîya wê yekê eva meseloka kurdaye hana dide: “Şêr şêre, çi jine, çi mêre”.

Nava kilamêd kurdaye lîrîkîyêda, usa çawa nava efrandinêd zargotinêye mayînda, ew qîzêd qoçax û mêrxas têne pesinandinê, yêd ku radibûne miqabilî neheqîya emir, dikaribûn extîyarîyêd xweye merivatîyê xweykin, bi dilê xwe dilketîyê xwera birevin. Meseloka kurdaye kevin dibêje: “Reva jinê – edetê dinê”. Evî cûrê zewacê em nava gelek kilamada û efrandinêd mayînda dibînin (mesele, “Sîabend û Xecêzerê” û yêd din).

 

Bira dilî bi dil be

Bira ser min cil be

Milê min şil be

Tûrê parsê li milê min be

Binê tûrî qul be

Parsa vir nî be

Parsa welatê dûr be

Kodika min qalikê kûsî be

Pêxwerina min pesarîyê çolê be

Bira kirasê min tune be

Tekde bira dilî bi dil be.

 

Kilamêd kurdaye lîrîkîyê û êpîkîyê cûrê gotin-sitiranêne, rîtmê wan bi teqlin, çapa wan azaye. Bi saya vê yekê xem-xîyalêd merîya, fikirdarîya wî diha rind tê eyankirinê.

Kilamêd evîntîyê anegorî zemîn tên guhastinê, tezekirinê, yêd teze tên efrandinê. Awa mesele, gava ku zeman hate guhastinê, kulfeta kurda li welatê Sovêtîyê ji zelûlîya berê aza bû, îdî kilam jî hatin guhastinê. Mesele, zemanê meda dewsa kilamêd usa, çawa em bêjin, yêd derheqa “Hêwîyê”, “Reva jinê” û yêd mîna wan, kilamêd teze wextê Sovêtîyê pêşda hatin, nava kîjanada hîmlî pesinê bengîtî û zewaca bi dil tê dayînê3.

Awa mesele, nava kilameke usada tê gotinê:

 

Êlê dîlberê, torinê

De bera şênbe dewleta Şêwrê

Ez û Dîlbera xwe ketinê.

 

Yanê jî:

Xweşbe dîwana Şêwrê

Qelen daye hildanê

Bûk, zeva bextê xwe şane

Dewrana me xweş dewrane.

 

Kilamêd kurdaye lîrîkîyê, usa çawa nimûnêd zargotinêye mayîn sifetê tebîyetîêyî bedewra girêdayîne. Eva yeka bi temamî femdarîye. Vêderê gilî derheqa kilam û sazbendîya cimeteke usadane, wekî xênji xwelîbêcekirinê, usa jî bi qedereke mezin bi heywanetxweykirinêva mijûl bûye, nava çiya û banîya, mêrg û zozanada bûye, bi çevê xwe temamîya bedewîya tebîyetê dîtîye, ewê tebîyetêra xeber daye û ew daye kêlimandinê, ew ruh û can kirîye. A lema jî çawa kilamêd kurdaye xebatê, usa jî yêd bengîtîyê bi reng-awazê tebîyetêva hatine nitirandinê. Bi destî dîndara tebîyetê dengbêjêd xudanşuret himberîkirinêd bedew tîne, êpîtêta, sifetêd hîpêrbolîk tîne ortê. Tebîyet nava kilama wîda ruh û can dibe. Bi saya wê yekê kilam diha rind tê bihîstinê – bedewe bi nitirandina xweva. Em çawa mesele kilama “Elegezê” bînin bîr:

 

Elegez, tu ne bilindî

Tu miskenê gul-gîhanî

Ava Hambêrdê xweş-sar

Em bîr nakin qe tu car.

 

Elegez, tu xweş zozanî

Hema ji hemûya rindtirî

Zozan, zozan, sed car zozan

Em zû bivin tera mêvan.

 

Kilamêd vî teherî, wekî mîna şiêra diefirin û ji dil tên rokirinê, miqamê wan jî xweşin û dilsotin. Qîmetê wanî bedewetîyê gelekî bilinde û gelek fîlologa, rêwîya û usa jî beledêd sazbendîyê ew yek texmîn kirine, gelek cara nivîsîne, ser wan xebitîne û qîmet kirine.

Beledê sazbendîyê V.Korganov derheqa wê yekêda awa nivîsîye: “Gava ez kilamêd kurda dibihêm, têm ser fikireke awa: Çawa nava emir-jîyîna wanda, usa jî nava merîfeta wane stiranêda tiştekî başqe, mexsûs heye, ku cûrê xweda tek-tenêye, ew ji kesekî nehatîye hildanê û bal tu cimeteke der-dorê wan tune. Ez nakevime bin wî borcî, ku heralî kilamêd kurda qîmetkim, lê dikarim guhdarîya we ser wekilandina parêd kilamaye ne mezin teglîf bikim, yêd ku bi saya qeyde û awazêd xwe guhdarvana nadine acizkirinê”4.

Em wê yekê jî bêjin, wekî bona derheqa hostatî efrandina kilamêd cimeta kurdaye evîntîyê, xebatê û tebîyetêda fikra merîya tam be, lazime ne ku tenê guhdarîya dengbêj bikin, lê wîya bibînin, gava ew bi saya kilama berxwederxistî xeber û fikra dilê xwe dirêje. Temamîya cimetê kilama ber xwe derdixe û bi miqam dike – cimeteke efrandar û xudanşuret. Eva yeka çawa wedê xweda X.Abovyan5 texmîn kirîye, gelekî nêzîkî ruhê cimeta kurdane. Degme kurdek hebe – jin be, yanê mêr – wekî anegorî merîfeta xwe kilama ber xwe nestirê.

Çawa nimûnêd zargotinêye mayîn, usa jî kilamêd kurdaye lîrîkîyê gelekî pirin, her dera bela bûne û tên xweykirinê. Vêderê tu tiştê ecêbmayînê tune, çimkî ew xebat û fikirandina merivara girêdayîne. A lema jî ewê hertim bên xweykirinê, tezekirinê û helkirinê – anegorî zeman, dor-berê xwe…

X X  X

Nava vê berevokêda ji 200 kilamî zêdetir hene, wekî cara ewlin tên neşirkirinê. Ewana wextekî dirêj hatine berevkirinê ji nav kurdêd Ermenîstanê, Gurcistanê û Adirbêcanê û usa jî ji zarê wan ermenîyêd ku zimanê kurmancî zanin, wekî teze vegerîyane weten. Nava berevokêda kilam ser cîwarê dengbêja hatine dersmîşkirinê.

Axirîya berevokêda nivîsarnasî hatîye dayînê, li kîderê derheqa serhatî û xebata zarbêjada kurt hatîye gotinê.

 

Foto: Yaqûb Kurmanc

 

Riataza

 

1 V.Î.Massalskî. Oçêrk pogranîçnoy Karsskoy oblastî. ”Îzvêstîya îm. Rûsskogo gêografîçêskogo obşçêstva”, dîwan 23, S-Pt., 1988, rûpel 23. (bi zimanê rûsî).

2 ”Haykakan aşxarh”, grakan yêv mankavarjakan oragîr, hejmar 2, 1ê çileya paşin, 1869, Tîflîs, rûpel 16. (bi zimanê ermenî).

3 Binhêr: H.Cindî, ”Folklora kurmancîyê”, Yêrêvan 1957, rûpel 288-290.

4 V.D.Korganov. ”Kavkazskaya mûzîka“, sbornîk statêy (îzdanîê vtoroê). Tîflîs, 1908, rûpel 18.

5 X.Abovyan. ”Yêrkêrî lîakatar joxovasû”, cild 8, sal 1958, rûpel 246. (bi zimanê ermenî).

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev