Beşek ji romana ”Bingeh”

Beşek ji romana ”Bingeh”

Ezîzê Gerdenzerî

Berbang bû. Saet deh bû. Li seraya Akadêmiya Fransiyê ya Bijîşkiyê da civîna kardioşîrûrgan xebata xwe dest pê kir. Mîro li serê jorin rûniştî bû. Ew yek ji endamên dîwana birêvebirina civînê bû. Ew demeke dirêj bû, ku serê Mîro li ber da, guh dida li ser xeberdana ulimdarê bi axavtin bû. Lê qey bêjî deh û dudan, niçandine wî, deyl wî kirin, ku serê xwe li ber xwe derxe û bala xwe bide xelkên li pêşber, li salonê da rûniştî. Bi dest xwe da çavên Mîro, çavên kalemêrêkî dêmesmerî, xwedî simbêl ket. Mîro bi xwe jî nizanbû çima, beşera xwe xweş kir. Dêm û çavên kalemêr, teyê bigota wî li cîhkî dîtibû. Wî xwest têke bîra xwe, li ku û kengê wî ev kalemêr dîtiye. Lê wisa jî nikaribû bizanibe ew kalemêr kê ye…
Piştî civîna wê rojê, wî berê xwe da Înstîtûta Parîzê ya Kurdî. Wî ji zû va derheqa wê înstîtûtê da bihîstibû û xwendibû. Rastî jî ew naveda çanda milet, ya keçika dilê ewropayê da, kar û xebateke mezin dikir…
Sibetirê berbangê, civîna bijîşkên zaniyar xebata xwe berdewam kir. Mîro çavên xwe gerand. Wî kalemêr dît. Ew şa bû, ku kalemêr dît. Kalemêr dîsa zûr bibû, bala xwe dida wî… Sirê a axavtinê gîhîşte Mîro. Serokê dîwanê nav û paşnavê wî got. Mîro ji cîh rabû. Wî destmala li ber çavên kalemêr dît. Dengê Mîro qey bêjî di zikê wî da çû xwarê. Wî bala xwe da nivîsara li ber xwe. Wî gotina xwe berdewam kir… Kalemêr mîna zinarekî ji cîh nedilipitî. Serê kalemêr li ser gerdenê da xwar bibû. ”Dibe ku ew feqîr mir”. Fikira Mîro ra derbas bû. Gava hej ket bedena kalê û wî destmal danî li ber çavên xwe, bêhna Mîro hat li ber wî. Mîro qerar kir, ku dema navbirîyê, kalemêr bibîne.
Navbirî dest pê bû. Mîro derket sivderê. Dengekî xemgîn, dengekî nas, dengekî qey bêjî li xewna şeva da wî bihîstibû, kete guhê wî:
– Navê te Mîro ye, paşnevê te Têmuryan e, ne wisa?- kalemêr bi zimanê înglîsî ji Mîro pirsî. Dengê kalê dilerizî.
– Belê! Lê çima hûn wê pirsê didin min?
– Tu ji Ermenistanê yî, ne wisane?- kalê qey bêjî pirsa Mîro nebihîst.
– Belê,- Mîro bi kurtayî bersiv da.
– Çawa?- kalê ecêbmayî bala xwe da Mîro.- Naqewime.
– Çima naqewime? Ez ji Ermenistanê me.
– Min wisa jî zanibû,- teyê bigota şewqa şemaleke batinî kete çavên kalemêr û zêna wî zêde kir û wî gotina xwe dubare kir.- Min wisa jî zanibû….
– We çi zanibû? De baş, biborînin! Hevalên min hêviya min sekinîne,- Mîro xwest ji kalê dûrkeve.
– Neçe! Ez rica dikim, neçe. Min kiriye tu neke. Pişta xwe nede min, neçe,- kalê zarî bû. Kela girî kalê difetisand. Hêsir ketin çavên kalemêr.- Min wisa jî zanibû. Min wisa jî zanibû. Ew tu yî. Şikir ji erd heta asîman. Xwedê ji min ra bû delîl. Xwedê ruhê min ji min nestand. Xwedê ji bo vê rojê min sax û li rûbarê dinê hîşt. Na ev xewn e! Ez ji vê xewnê bawer nakim. Gelo ecêbên bi vî awayî jî li dinê da çêdibin? Mîro, lawo, ne ez bavê te me. Rostemê bavê te.
Mîro ji cîh da sar bû, sekinî. Hezar fikir û fikarên qenc û xerab fikira wî ra derbaz bûn. Wî nikarbû bawer bikira, ku ev kalemêrê pêşberî wî sekinî, bavê wî ye.”Tenê miriyên goran ranabin…”. Kete bîriya wî gotinên mezinan. Haya wî ji lîstikên KGB hebû. Ew tişt jî fikira wî ra derbas bû. Ew heta ji xwe hesiya, kalemêr ew hembêz kiribû. Serê kalê li ser sîngê wî bû. Kûrekûra kalemêr bû, digiriya. Kela girî ket qirika Mîro. Wî herdu destên xwe bilind kir û danî li ser herdu girikê milên bavê xwe. Mîro got:
– Bese, bese. Negirî.
– Bihêle, bihêle ez têr bigirîm. Ez ji zû va negiriyame. Na, ez tim digiriyam. Giriyên min bê hêsir bûn. Giriyên min bê deng û bê his bûn. Ez bawer nakim. Ez bawer nakim, ku ez te dibînim. Na, ez kal bûme, dibe ku reş û peş hatine li ber çavên min. Na ev tişt virr e, derew e. Na, tu ne Mîro yî. – Rostem serê xwe bilind kir, çavên lawê xwe nihêrî.
– Çiqasî tu Rostem î, ewqasî jî ez Mîro me.
– Te çi got, lawo?- Rostem ji guhên xwe bawer nekir. Rostem li ser dilsariya lawê xwe matmayî ma. Ew şewişî û gavek-dudû paşda çû. Wî bala xwe da çavên lawê xwe. Çavên Mîro wek şûşa sar bûn.
– Çi ku te bihîst!
– Lawo, tu çima dilkevir î?
– Çimkî ez ji cisnê te me.
Dengê Mîro wek bûzê sar bû. Rostem difetisî. Dilkê wî lê lê bû biteqe. Cênîkên wî dikutan. Xwîdana sar li ser ra avêtibû.
– Na. Min, min xîyanetî nekiriye. Min, min cesûsî nekiriye. Min welatê xwe nefirotiye xelkê. Min xwe radestî dijmin nekiriye. Ez ne li ser hişê xwe bûm, gava ez ketim li nav dest û lepên dijmin, bûm hêsîrê faşîstên alman. Li nav dest û lepên wan derketin pir zehmet bû. Lê ez derketim. Min li vir dijî faşîstan şer kir. Veger, şûnda hatina Yekîtiya Sovyêt, na, çênedibû. Tu kesî wê ji min bawer nekira. Wê min têkirina cesûs, xayîn, yan min bikuştana, yan jî berê min bidana Sîbîra sar, sirgûniyê. Ez kuştinê neditirsiyam û natirsim. Ne jî Sîbîra sar xema min bû. Ez ji navê cesûs û xayîn ditirsiyam. Çima divê ez wek cesûs û xayîn li bîriya we da bimama. Dibê ku baweriya we ji min bihata. Dibe ku we virr û derewên karmendên Stalîn bawer nekira. Lê xelk? Riyê min da wê leke biketa li ser malbetê. Riyê min da hûnê bibûna benîştê devê xelkê. Riyê min da we jî wê cefa û cezaret bixwara. Ez zanim, cefa û cezaretê we pir bûye. Helbet, ez gunehkar im. Gunehê min pir giran e. Na, ez naxwazim xwe efû bikim. Ez çima hingê nehatim kuştin? Çima çavê gula faşîstê alman kor bibû, rijiya bû, bedena min nedidît? Çi bêjim? Niha jî, pê bêaqiliya xwe, min te êşand. Divê her tişt wisa bima çawa hebû!
– Kê ji te ra, çi gotiye? De baş! Negirî! Tiştê çûyî meriv pey nakeve,- Mîro li ber dilê bavê xwe da hat, paşê got,- Hema behseke xêrê, gilî û gotinekê ra çi? Qe na, me tenê bizanbiya, ku tu sax î.
– Min nivîsîye, min pir caran name ji we ra şandiye. Min xwîna xwe dabû li ber çavên xwe, hîn jî şer xelas nebibû, min name ji we ra şand. Lê bersiv min nestand. Fikira min ra hezar û yek tişt derbaz dibûn. Bîr û baweriyên min têra min nekir. Destên min li ber min da hatin, bêhêvî bûm. Tu çi jî bêjî, gotina te heq e. Sûc û gunehê min pir e. Ez ê paşê û bi hûrayî, her tiştî ji te ra qise bikim. Ji bo ku tu bizanbî, çi hatibû serê min? Heger te ji min fehm kir, baş e. Lê ez rica dikim, niha min tenê nehêle. Ez ê dilikî bim. Ne tu bijîşk î, bijîşkê dilik. Dîsa ez hêvîdar im, ku tu min tenê nehêlî û heta xelasiyê guh bidî li ser gotinên min. Ez ê ji te ra bêjim. Ez ê her tiştî bêjim. Tenê fersendê bide min. Ez di wê baweriyê da me, ku tê ji min fehm bikî.
Rengê Rostem çûbû, ew spîçolkî bibû. Çav lê şêlû bibûn. Dest û piyên wî sar bibûn. Ricafê xwe avêtibû li nav dil û hinavên wî. Qewat di çokan da nemabû, hêza wî têra wî nedikir û bere bere qewat lê dibihirî, lê dûr diket.
Mîro texmîn kir, ku bavê wî hema niha wê bikeve û li ber lingê wî ruhê xwe bide. Mîro destê xwe dirêjî bavê xwe kir. Ev tişt bû taqet ji Rostem ra, hêza wî zêde bû. Mîro ket li bin milê bavê xwe, ew bir û li ser kursîkî nêzîkî wan, da rûniştandin. Wî ber û pêsîrê Rostem vekir, derman kir li bin zimanê bavê xwe. Wî hebek jî kir li bin zimanê xwe. Bavê ew yek dît û jê pirsî:
– Dilikê te dêşe?
– Na!
Mîro bi kurtayî bersiva bavê da. Bavê got: “Dilikê te dêşe?” û xelas. Lê heger şûna bavê, niha Esmera dê bûya, wê sed carî bigota: “Çavên min kor be! Ez bibim qurban ji bo te! Êşa te bê min”. Wê ew li rex xwe bida rûniştandin û destê xwe stukura wî ra bibira. Na. Bav dilsar e. Tê kifşê, ku ew qedr û rûmeta xwe pir zane, xwe hez dike. Ne ew bi xwe jî, tu car xeberê wek dayîk dibêje nayîne li ser zar. Wisa derdiket, ku ew jî ji bavê danedixar bi dilsariya xwe va. Dayîka wî tim digot: “Gelo tu kê çûyî?” Ew niha dibîne, ku bavê xwe çûye. Heger ew şûna bavê xwe bûya û ew bibiya hêsîrê faşîstan, dibe ku piştî şer ew jî venegeriya mala xwe. Li ser wê fikirê, wî ji xwe şerm kir û serê xwe kir li ber xwe, nik bavê xwe rûnişt.
– Kê jî di şûna min da bûya, piştî şer venedigeriya û nedihat Yekîtiya Sovyêt,- Qey bêjî Rostem fikira lawê xwe xwend.- Xêrxwazan ji me ra digotin, ku em venegerin. Me pê guhên xwe, li ber radyoya Sovyêtê dibihîst û li ser rûpêlên rojnameyên rûsî me dixwend, ku Stalîn û hogirên wî çi tanîn serê wan eskeran, yên li şer da bibûn dîl, hêsîr.
– De baş, bêhna xwe firehke! Ev tişt bi tenê serê me da nebûye. Ya sereke ew e, ku tu sax î û silamet î, roja îroyîn jî ez û tu, em kêleka hevdu rûniştine. Gava dayîka min pê bihese, ku tu sax î, gelo tu zanî wê çiqasî şa bibe?
– Bibaxşîne, lawo! Min xwe winda kir. Ne şikir dayîka te saxe? Gelo wê mêr kiriye? Zarokên wê hene?
– Na, mêr nekiriye!- Mîro gotina xwe kin girêda.
“Beriya her tiştî pirsî: “Mêr kiriye?”, beriya her tiştî, di derheqa nefsa canê xwe da difikire. Bêga xwe diçe, dayîka min jî wek xwe dibîne. Heger tu şûna dayîka min bûyayî, helbet tê bizewiciyayî. Ya te rast bû, te beriya her tiştî derheqa dayîka min da pirs bikira û pê bihesiyayî rewşa wê çawan e, çi dike, çi nake? Paşê giliyê mêrkirinê kişî ortê bikira. Ne tu Ewropê da dijîyî. Gelo tu li vir fêrî dilovaniyê nebûyî?”
– Wisa dertê, ku ew heta niha benda min bûye?
– Wisa dertê,- Mîro dît, ku bav dikare li ser dilsarbûna wî dîsa aciz bibe, wî got.- Sonda wê timê riya te bû.
– Te got, ku sonda wê riya min bû? Hebe tunebe niqitîye dilê wê, ku ez nehatime kuştin. Jineke çiqasî şîrhelal e, ku ewqas wext bê mêr maye. Wisan e, wê pir ji min hez dikir. Lê min ewqas tişt nizanbû. Ez pir xerab û kêmaqil im. Dayîka min û bavê min êdî mirî ne, ne wisan e?
– Erê, herdu jî ji zû va çûne ser dilovaniya xwe. Pîrika min pir ji te hez dikir. Wê hema roja behsa kuştina te bihîst, wê şevê jî çû rehmetê.
– Kuştina çi? Behsa çi? Kê ew tişt ji ber xwe derxist?

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev