Mezelê qehremanê milet Dewrêşê Evdî hate dîtin!

Lêkolîner Agit Yazar di vê reportaja xwe a xweş da behsa wê yekê dike, ka çawa gora Dewrêşê Evdî hatîye dîtin û bi hûrgilî behsa mêrxasîya wî dike.

Malpera me bi birêz Agit Yazar ra bi têlêfonê hate girêdan, ji navê malperê sipasîya xwe jê ra got û wî soz da ku wê xênji vê reportajê, gotareke berfireh jî ser jîyana Dewrêşê Evdî binivîse û ji me ra bişîne.

Çaverê bin!

Em herwiha dixwezin mizgînîyeke din bidine xwendevanên xwe: -du welatparêzên me yên xwedî qedir – xizmetkarê milet Mîrzeyê Çolo û ronakbîrê hêja Dewatîyê Eso biryar kirine, ku îsal li Ziyareta Êzdîyan ya li Ermenîstanê heykelê Dewrêşê Evdî bê danînê. 

Em herwiha dixwezin we agahdar bikin, ku Mîrzeyê Çolo bingehdar, sponsor, xizmetkar û rêvebirê wê Ziyareta delal e, lê Dewatîyê Eso ji binemala Dewrêşê Evdî, ji eşîreta Şerqî ye û bi mecalên xwe ew heykel daye çêkirin. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev